图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,086
图片 105,457
书籍 19,106
相关文件 96,122
Video 1,290
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
​​​​​​​Pênc salên dagirkirina Efrînê - 4
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Efrîn

Efrîn
=KTML_Bold=​​​​​​​Pênc salên dagirkirina Efrînê - 4=KTML_End=
Jêrzemînên îşkenceyê û navendên tecawizê

Kantona Efrînê di 5 salên dagirkirinê de veguherî jêrzemînên îşkenceyê û tecawizê. Di wan navendan de îşkenceya bedenî û derûnî ya herî hovane tê kirin.
Sûc û binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî şêniyên resen ên li Efrîna dagirkirî mane, ji 18`ê Adara 2018`an ve didomin. Li dijî wan îşkenceya derûnî û bedenî ya herî hovane pêk tê.
Li kantona Efrînê, navçe û gundên wê bi dehan navendên wiha hene. Ajansa me bi rêya çavkaniyên taybet hebûna 26 navendan ku tê de 8 hezar û 644 welatî têne girtin, belge kirin. Di wan navendan de mêr, jin, kal û pîr û zarok hene.
=KTML_Bold=NAVENDÊN ÎŞKENCEYÊ LI EFRÎNA DAGIRKIRÎ=KTML_End=
*Girtîgeha “El Mehkemê”, li avahiya dadgehê ya berê ye. Bi taybet a jinan e ku ji navçeyên cuda yên Efrînê hatine revandin. Ji aliyê çeteyên Cebha El Şamiyê ve tê birêvebirin.
*Girtîgeha “El Berad” ji aliyê çeteyên Cebha El Şamiyê ve tê birêvebirin. Welatiyên ji bajêr û gundên derdora bajêr hatine revandin, di vê girtîgehê de ne.
*Girtîgeha “Kolana Vîlat” di malekê de ye û ji aliyê çeteyên Ehrar El Şam ve tê birêvebirin.
*Girtîgeha “El Eşrefiye” di maleke kevn de ye. Tê de 4 ode hene. 2 ji wan ên welatiyên revandî ye û hejmara wan derdora 50-60 kesî ye.
*Girtîgeha “El Mehmûdiye” ji aliyê çeteyên El Hemze ve tê birêvebirin. Tê de bi dehan welatiyên revandî hene. Di wê girtîgehê de 2 odayên taybet ên jinan hene.
=KTML_Bold=LI NAVÇEYÊN EFRÎNÊ=KTML_End=
*Girtîgeha gundê Şingêlê yê navçeya Bilbilê, li maleke koçberekî ye û ji aliyê Firqeya El Hemze tê birêvebirin.
*Girtîgeha “Xirêbe” li navçeya Şera ye û ji aliyê çeteyên Sultan Murad ve tê birêvebirin. Piştre veguherî girtîgehekê ku ji aliyê çeteyên “Polîsên Leşkerî” ve tê birêvebirin.
*Girtîgeha “Kefer Cenê” li navçeya Şera ye û ji aliyê çeteyên El Cebhe El Şamiyê ve tê birêvebirin.
*Girtîgeha “Meydan Ekbezê” li navçeya Recoyê ye. Ji aliyê çeteyên Feyleq El Şam ve û di bin çavdêriya îstîxbarata dewleta Tirk de tê birêvebirin. Li nêzî sînorên Sûriye-Tirkiyeyê hatiye avakirin. Têra derdora 350-400 kesî dike. Bi dehan odeyên girtî ku tê de qulikên biçûk hene, hatine avakirin. Piştî lêpirsînên destpêkê di vê girtîgehê de, welatiyên revandî vediguhêzin Tirkiyeyê.
*Girtîgeha “El Mehta (stasyona trênê)” li navçeya Recoyê. Wisa nav lê hatiye kirin ku ji ber ku di nava avahiya stasyonê de ye. Ji aliyê çeteyên Ehrar El Şerqiyê ve tê birêvebirin. Piraniya kesên tê de girtî, şêniyên navçeyê û gundên navçeya Mebatayê ne.
*Girtîgeha “Kûra” li navçeya Reco di maleke li nêzî gund de ye. Ji aliyê çeteyên Feyleq El Şam ve tê birêvebirin. Piraniya revandiyên tê de, ji şêniyên gund û gundên derdorê ne.
*Girtîgeha “Şiyê”, li navçeya Şiyê ye û ji aliyê çeteyên Silêman Şah ve tê birêvebirin. Bi navê girtîgeha Ebû Emşe tê naskirin.
*Girtîgeha “Qermitliq” a navçeya Şiyê. Ev girtîgeh ji aliyê çeteyên Silêman Şah ve tê birêvebirin. Navenda wan a ewlehiyê di vê girtîgehê de ye.
=KTML_Bold=DIBISTANÊN KU DAGIRKERAN KIRIN NAVENDÊN ÎŞKENCEYÊ=KTML_End=
*Girtîgeha “Dibistana Ezar Efrîn”, li bajarê Efrînê li nêzî nexweşxaneya Avrîn e. Ji aliyê çeteyên Ehrar El Şerqiyê ve tê birêvebirin. Tê de endamên îstixbarata dewleta Tirk hene. Piraniya welatiyên tê de, ji Efrîn û gundên derdora wê hatine revandin.
*Girtîgeha Dibistana “Itîhad El Erebî” ya li Efrînê. Ji aliyê çeteyên Cebhe El Şamiyê ve tê birêvebirin. Tê de beşeke taybet a jinan heye. Her wiha çeteyan piştre ew kir baregeheke leşkerî.
*Girtîgeha dibistana “El Kerame” ku dibistana herî kevn a Efrînê ye. Çeteyên Feyleq El Şam ew dibistan kir girtîgeh û tê de beşeke taybet a jinan heye.
Li gorî çavkaniyan, dibistanên li piraniya navçe û gundên kantona Efrînê ya dagirkirî, piştî dagirkirinê bûne girtîgeh, navendên îşkenceyê, baregehên leşkerî. Her wiha di êrişan de bi dehan ji wan dibistanan hatin rûxandin.
=KTML_Bold=GIRTÎGEHÊN KUŞTINÊ YÊN VEŞARTÎ=KTML_End=
Çavkaniyan eşkere kir ku 10 navendên îşkenceyê yên veşartî li Efrîna dagirkirî hene. Bi sedan welatiyên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatine revandin tê de hene. Heman çavkaniyan destnîşan kir ku ew girtîgeh ên herî kirêt li Efrînê ne.
*Girtîgeha “Meclisa Qanûnsaz a berê” li navenda bajêr e. Bi navê girtîgeha jinan tê naskirin. Jinên hatine revandin di jêrzemîna avahiyê de têne girtin. Her welatiyeke Kurd ji aliyê îstixbarata dewleta Tirk û çeteyên ve tê revandin, li vê girtîgehê tê girtin.
Li gorî çavkaniyan derdora 50 jin di wê girtîgehê de hene. Serçeteyên ewlehiyê yên komên çeteyan û îstixbarata dewleta Tirk, jinên ku hatine revandin wek “Emanat” bi nav dikin û ji wan re derfet hatiye dayîn ku ji 10 heta 30 jinan bikujin.
*Girtîgeha “Dibistana Emîr Xubarî” li bajêr e û li hember Qada Azadî ye. Ji aliyê îstixbarata dewleta Tirk ve bi koordîneya gelek serçeteyan tê birêvebirin. Tê de lêpirsîn bi kesên di nava saziyên Rêveberiya Xweser de kar kirine, tê çêkirin. Girtîgeh, jêrzemîneke girtî ye, nabe tu kes derbasî wê bibe û heta hevdîtin hatine qedexekirin.
*Girtîgeha “Dibistana Şeriye” ya li navenda bajêr, ji aliyê çeteyên Firqeya El Hemze ve tê birêvebirin, tê de 400 kes hatine girtin.
*Girtîgeha “Muwesalat” ku li navenda bajêr e û ji aliyê çeteyên Ceyş El Îslam ve tê birêvebirin. Ev girtîgeh a herî xirab e. Welatiyên ji bajêr hatine revandin, di vê girtîgehê de têne ragirtin. Piştre wan dişînin girtîgeha sereke ya çeteyan ku bi navê “El Masara” tê naskirin û li herêma Seco ya Ezazê ye. Li gorî çavkaniyan di girtîgeha El Muwesalat de, gelek kes hatin kuştin û ji ber îşkenceyê astengdar bûne.
*Girtîgeha “Tirindê” ku ji aliyê îstixbarata dewleta Tirk ve tê birêvebirin. Yek ji navendên îşkenceyê ya herî xetere ye.
*Girtîgeha “Meclisa Malbatên Şehîdan a berê”, li navenda bajêr e û ji aliyê çeteyên Ewlehiya Navendî ve tê birêvebirin. Nabe tu komên çeteyan yan jî polîsên leşkerî yan jî komando mudaxeleya wê girtîgehê bike. Ew girtîgeheke girtî ye.
*Girtîgeha “Kampa Kefer Cenê”, li gundê Kefer Cenê yê navçeya Şera ye. Ji aliyê çeteyên El Cebha El Şamiyê ve tê birêvebirin. Şêniyên ji Efrînê hatine revandin ên ku di nava Hêzên Erka Xweparastinê û Hêzên Parastina Civakî de bûn, di vê girtîgehê de têne girtin.
*Girtîgeha “El Furqan”, ji aliyê çeteyên Sultan Murad ve tê birêvebirin, û di bin çavdêriya yekser a îstixbarata dewleta Tirk de ye. Tê de derdora 2 hezar welatî hatine girtin. Piştî wê girtî dibin Tirkiyeyê bi taybet Riha û Dîlokê.
*Girtîgeha “Basûtê” ku bi navê “Girtîgeha Qela” tê naskirin. Li nêzî bajarê Efrînê ye. Ji aliyê çeteyên Firqeya El Hemze tê birêvebirin. Di bin çavdêriya yekser a îstixbarata dewleta Tirk de ye. Bi dehan jin tê de hene.
*Girtîgeha “avahiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a berê” li taxa Mehmûdiyê ye û tê de bi sedan welatî hatine girtin.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,370
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://hawarnews.com/ - 14-05-2023
挂钩项目: 34
文章
日期与活动
的地方
1. Efrîn
小组: 文章
Publication date: 19-01-2023 (1 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 政治
城市: Afreen
文件类型: 原文
普罗旺斯: 西部库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 14-05-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on15-05-2023
此产品最近更新( سارا ک ):14-05-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,370
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,086
图片 105,457
书籍 19,106
相关文件 96,122
Video 1,290
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!