Գրադարան Գրադարան
Որոնել

Kurdipedia խոշորագույն բազմալեզու աղբյուրները քրդական աշխատությունը!


Որոնման ընտրանքներ





Ընդլայնված որոնում      Ստեղնաշար


Որոնել
Ընդլայնված որոնում
Գրադարան
քրդական անունները
Ժամանակագրություն միջոցառումներ
Աղբյուրները
Պատմություն
Այցելու Հավաքածուներ
Տուրիզմ
Որոնում:
Հրապարակումը
Տեսանյութ
Դասավորություն
Պատահական հատ.
Ուղարկել
Ուղարկել հոդվածը
Ուղարկել լուսանկար
Հարցում
Ձեր Կարծիքը
Հետադարձ կապ
Ինչ տեղեկություններ ենք պետք է!
Ստանդարտների
Օգտագործման պայմաններ
Նյութի Որակի
Գործիքներ
Օգտվողի մասին
Քուրդիպեդիայի արխիվագետներ
Հոդվածներ մեր մասին!
Ավելացնել Kurdipedia Ձեր կայքը
Ավելացնել / Ջնջել Email
այցելուներ վիճակագրություն
Նյութի վիճակագրություն
Տառատեսակներ Փոխակերպիչ
Օրացույցներ փոխակերպիչ
Ուղղագրության ստուգում
Լեզուներն ու բարբառները էջերում
Ստեղնաշար
Հարմար հղումներ
Ընդլայնել Kurdipedia-ն Google Chrome-ում
Թխվածքաբլիթներ
Լեզուներ
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Իմ հաշիվը
Մուտք
Անդամակցություն!
Մոռացել եք գաղտնաբառը!
Որոնել Ուղարկել Գործիքներ Լեզուներ Իմ հաշիվը
Ընդլայնված որոնում
Գրադարան
քրդական անունները
Ժամանակագրություն միջոցառումներ
Աղբյուրները
Պատմություն
Այցելու Հավաքածուներ
Տուրիզմ
Որոնում:
Հրապարակումը
Տեսանյութ
Դասավորություն
Պատահական հատ.
Ուղարկել հոդվածը
Ուղարկել լուսանկար
Հարցում
Ձեր Կարծիքը
Հետադարձ կապ
Ինչ տեղեկություններ ենք պետք է!
Ստանդարտների
Օգտագործման պայմաններ
Նյութի Որակի
Օգտվողի մասին
Քուրդիպեդիայի արխիվագետներ
Հոդվածներ մեր մասին!
Ավելացնել Kurdipedia Ձեր կայքը
Ավելացնել / Ջնջել Email
այցելուներ վիճակագրություն
Նյութի վիճակագրություն
Տառատեսակներ Փոխակերպիչ
Օրացույցներ փոխակերպիչ
Ուղղագրության ստուգում
Լեզուներն ու բարբառները էջերում
Ստեղնաշար
Հարմար հղումներ
Ընդլայնել Kurdipedia-ն Google Chrome-ում
Թխվածքաբլիթներ
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Մուտք
Անդամակցություն!
Մոռացել եք գաղտնաբառը!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Օգտվողի մասին
 Պատահական հատ.
 Օգտագործման պայմաններ
 Քուրդիպեդիայի արխիվագետներ
 Ձեր Կարծիքը
 Այցելու Հավաքածուներ
 Ժամանակագրություն միջոցառումներ
 Տուրիզմ - ՔՈՒՐԴԻՊԵԴԻԱ
 Օգնություն
նոր նյութեր
Կենսագրություն
Միքայելե Ռաշիդ
29-01-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Գրադարան
Զամբիլֆրոշ
08-01-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Գրադարան
Հայաստանում բնակվող ազգությամբ եզդի աղջիկների իրավունքներին հնարավորություններին առնչվող խնդիրները
26-12-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Գրադարան
ՔՐԴԱԿԱՆ ԺՈՂՈՎՐԴԱԿԱՆ ԵՐԳԱՐՎԵՍՏԸ
26-12-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Գրադարան
Քրդական գործոնը հայ-քրդական առնչությունները տարածաշրջանային զարգացումների համատեքստում – Հատոր 1
26-12-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Կենսագրություն
ՄԱՔՍԻՄ ՀՈՒՍԵՅՆԻ ԽԱՄՈՅԱՆ
22-08-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Կենսագրություն
Ամարիկե Սարդար
26-06-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Կենսագրություն
Շաքրո Մհոյան
09-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Կենսագրություն
Կարլենե Չաչանի
09-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Կենսագրություն
Հովսեփ Օրբելի
09-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Վիճակագրություն
Հոդվածներ 514,843
Նկարներ 104,289
Գրքեր 18,894
Կից փաստաթղթեր 94,750
Տեսանյութ 1,238
Հոդվածներ
Քրդերի ու եզդիների մասին
Կենսագրություն
Արամ Տիգրան
Հոդվածներ
Language and negotiations o...
Կենսագրություն
Ամինե Ավդալ
Կենսագրություն
Հաջիե Ջնդի Ջաուարի
Di avakirina neteweya demokratîk de peywirên rewşenbîrî
Յուրաքանչյուր նկար արժե հարյուրավոր բառեր: Խնդրում ենք պաշտպանել պատմական լուսանկարները:
խումբ: Հոդվածներ | Հոդվածներ լեզու: Kurmancî - Kurdîy Serû
Կիսվել
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Աստիճան Հատ
Գերազանց
Շատ լավ
Միջին
Վատ
Վատ
Ավելացնել իմ հավաքածուների
Գրեք ձեր մեկնաբանությունը մոտ այս նյութը!
Նյութերի պատմություն
Metadata
RSS
Փնտրել Google պատկերների հետ կապված ընտրված տարրը.
Փնտրել Google ընտրված տարրը.
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Di avakirina neteweya demokratîk de peywirên rewşenbîrî

Di avakirina neteweya demokratîk de peywirên rewşenbîrî
=KTML_Bold=Di avakirina neteweya demokratîk de peywirên rewşenbîrî=KTML_End=
=KTML_Underline=Zamanî PÎR=KTML_End=

Têgeha ‘entellektuel’ (rewşenbîr) ji peyva latînî ‘intelluctus’ çêbûye û wateya xwe ‘têgihîştin’ e. Îro ev têgeh bi wateyên rewşenbîr, ramanger, akademîsyen, zanyar tê bikaranîn.
Heke mirov ji perspektîfeke berfirehtir lê binêre, di hemû dem û dewranên dîrokê de mirov dikarw ji bo kesên ku pêşengiya pêşketina ramanê dikin, ji bo wê tê dikoşin û li pey heqîqetê dikevin, bibêje rewşenbîr. Ji ber ku ji civakên destpêkê heta niha mirovan hewl daye xwe, hawîrdora xwe, xwezaya xwe, gerdûn û jiyanê watedar bike.
Rewşenbîrî jî qada teorî û îdeolojiyan e. Bê guman her teorî û îdeolojî dixwaze xwe berfireh bike, xwe berbelav bike û li gorî vê yekê pergaleke siyasî-polîtîk-jiyanî biafirîne. Çawa ku bedenek bê serî nabe, pergaleke bêzîhniyet jî nabe. Her şoreşek di dîrokê de li ser hîmê kedeke berfireh a rewşenbîrî û fikreke berfireh ava bûye. Mirov di roja me ya îroyîn de gihaştiye asta pêşketinê û serdemên dîrokê di encama van hewldanên ramanî de çêbûne. Bê guman bikaranîna hêza ramanê û berhemên zanistî bi awayekî dûrî etîkê yan jî ji civaka exlaqî û siyasî dûr, bûye sedema gelek karesat û pergalên şaristaniya navendperest.
=KTML_Bold=PÊŞKETINA RAMANÎ Û ŞOREŞÊN REWŞENBÎRÎ=KTML_End=
Heke mirov berê xwe bide aliyên dîrokî yên pêşketina ramanî û qonaxên wê yên sereke, dê pênase û girîngiya rewşenbîriyê baştir were fêmkirin.
Ramanê bi civakîbûna mirovan dest pê kiriye. Heta heke em bifikirin ku gerdûn û xweza di nava xwe de xwedî pergal û zindîbûnekê ne, em dikarin îdia bikin ku raman di emrê gerdûnê de ye. Lê bê guman di xwezayê yên ku raman herî zêde bi pêş xistine û jiyana xwe jî deyndarê wê ne, mirov in.
Yekemîn şoreşa rewşenbîrî li bakurê Mezopotamyayê derdora 12 hezar sal beriya zayînê di serdema neolîtîk de pêk hat. Di wê serdemê de bi temamî helîna qeşayê, pêşketina jiyana civakî bûye sedema destpêkirina jiyana xwecih a gundan û xwemalîkirina heywanan. Vê yekê di gelek mijaran de rê li ber pêla raman, vedîtin û nûbûnê vekir. Bi taybetî di navbera salên 6-4 hezar beriya zayînê de bi sîstematîzekirina şoreşa neolîtîkê re di qada ramanî de şoreşek pêk hat. Mirov dikare bibêje ku hîmên zanista îro li vir hatine danîn. Georden Cild ku li ser serdema neolîtîk gelek lêkolîn kirine, şoreşên wê serdemê di asta pêşketinên di sedsala 16’an de dibîne. Fikra têgihîştin û pêzanîna gerdûn û xwezayê di şexsê civakê de li vir bi sazûman dibe. Roj, heyv, stêrk û ezman, hewl tê dayîn bên şîrovekirin û xweza tê pîrozkirin. Nexasim bi destê jinan ku pêşengî ji civakê re kir, dermanên pêşîn, amûrên çandiniyê yên pêşîn, olên pêşîn, hesabkirinên pêşîn ên geometrîk û matematîkê, bikaranîna sembolîk a ziman, hunera pêşîn, edebiyata pêşîn, tabloyêb pêşîn, mîmariya pêşîn, alavên pêşîn ên hilberînê, cihwarên pêşîn di vê serdemê de çêbûn.
Du sedemên bingehîn hene ku di vê serdemê de şoreşeke ramanî pêk hatiye. Ya yekemîn, ji ber jiyana xwecih û pêşketina hilberînê ye. Di qonaxên cuda yên dîrokê de ji ber vê yekê pêşketinên rewşenbîrî derketin holê. Ya duyemîn û ya herî girîng jî avantajên derbasbûna li jiyana civakî ne. Bi civakîbûnê re, mirov piştî pêhesînê, êdî bi awayên şênber û razber difikirîn û qabiliyeta xwe bi pêş xist. Ji ber ku ev şêwaza ramanê bi pêşengiya jinan bi pêş ket û ji bo berjewendiya civakê bû, ev şêwaza ramanê di şexsê jinan de wek pîrozî hate wesifandin.
Şoreşa rewşenbîrî ya duyemîn di dema şaristaniyên bajaran êb Sumer û Misirê de çêbû. Her wiha em dikarin ji vê re bêjin sazîbûn û restorekirina yekemîn şoreşa rewşenbîrî di serdema neolîtîk de an jî 'yekem'ên di serdema neolîtîkê de hatine pêşxistin, derbasî qonaxeke nû bûn. Ji aliye mekanî ve jî ji bakurê Mezopotamyayê ber bi başûrê Mezopotamyayê ve guherîn çêbû. Bi gotina Abdullah Ocalan Di serdema yekemîn de kapasîteya ku destkeftiyên şoreşa neolîtîk veguherîne pergaleke şaristaniyê, hem di aliyê zîhnî hem jî navgînî de pêk hat.” Di wê serdemê de di warê derman, matematîk, biyolojî, wêje, teolojî, nivîs, mîmarî, astronomî û hwd de pêşketinên girîng çêbûn. Berevajî şoreşa ramanî ya yekemîn, çalakiyên rewşenbîrî di wê serdemê de ji aliyê komeke elît a monopol ve ku ji aliyê rahîban ve hatiye yekparekirin û xistin xizmeta pergala hiyerarşîk û koleyan ku em jê re dibêjin şaristaniya navendî. Zîguratên li wir dibistanên monopolkirina berhemên ramanî ne û wan vediguherînin pergalan. Bêyî vê hêza rewşenbîrî û derûnî ya xurt rahîbên Sumeran, ne mimkûn e ku mirov ji pergaleke bêçîn û nehiyerarşîk mîna civaka xwezayî ber bi pergaleke koledariyê ve biçe.
Şoreşa ramanî ya sêyem jî geşedanên felsefîk ên li Îyonyayê derdora salên 600’î beriya zayînê bûn. Beriya wê an jî di dema destpêka wan de Zerdeşt, Budha û Konfûçyus xwedî ramanên nîvolî, nîvfelsefîk in. Van pêşketinên rewşenbîrî her wiha bingeha şoreşa felsefî ya ku li Îyonyayê bi pêş ket û geşedanên piştî wê jî danî.
Di serdema Îyoniyan de, ji ol-mîtolojî û awayê ramana xwedayî ber bi awayê felsefî yê ramanê anku awayê şîrovekirin û lêkonlînkirina xwezayê ve derbasbûnek heye. Vê yekê rê û resmeke nû ya ramanê derxist holê ku wek zanist hate pênasekirin. Berevajî rêbaza ramanê ya mîtolojîk û teolojîk, pergaleke ramanê ya nermtir û ji xwedayan dûr hate pêşxistin. Vê yekê rê li ber lêpirsîneke din a jiyanê û dogmayên heyî vekir. Di wê serdemê de, di gelek warên wekî wêje, fîzîk, biyolojî, dîrok, matematîk, huner û siyasetê de nûjenî û pêşketinên şoreşgerî çêbûn. Pêşengên navdar ên vê serdemê Thales, Pythagoras, Heraclitus, Socrates, Aristothales û Platon in.
Şoreşa rewşenbîrî ya ewropayî ya sedsala 16 'an li ser mîrasa van hemû qonaxên sereke û şopandina raman û tecrubeyên di cih û demên cuda de bi pêş ket. Ev yek sedema herî girîng e ku bi tevgerên mîna Ronesans, Reform û rokanbîriyê Ewropayê ji serdema tarî derkeve. Di wê serdemê de ekolên ramanê; lêkolînên zanistî, nûbûnên felsefî, şoreşeke rewşenbîrî ya ronîkirinê, geş bûye. Şoreşa rewşenbîrî di wê serdemê de, di heman demê de berdewama yên berê, bi wateyên hîn berfirehtir û kûrtir tê xemilandin. Şoreşa rewşenbîrî ya Ewropayê hem di nava diyalektîka vê dîroka rewşenbîrî de cih girt û hem jî pêşketinên bêhempa pêk anîn.
Şaş e ku mirov şoreşeke bi vî rengî ya rewşenbîrî bi monopolên sermaye û desthilatdariyê, bi kapîtalîzmê ve girê bide. Berovajî vê yekê pêşengên wê serdemê hem li hemberî paşverûtiya Serdema Navîn û hem jî li hemberî sermayedarên ku dixwestin geşedanên ramanî ji hev belav bikin an jî bikin monopol, têkoşîn meşandin. Tu felsefe, ol, zanist, huner û wêje (heke têkiliya wan a madî an jî manewî bi desthilatê re tune be) nayê çêkirin da ku kesek hêza xwe xurt bike. Lê di dawiyê de, bi taybet di sedsalên 19-20'an de sermayedarên serdemê ku hêza zanist û felsefeyê dît, karîn wan ji nirxên civakî dûr bixin, bikin monopol û îzole bikin û xwe li ser wan bingehan ava bikin.
Rêber Abdullah Ocalan şoreşa ramanî ya di wê serdemê de wiha kurteber dike: Divê were zanîn ku pêşengên vê şoreşê beriya her tiştî ol, zanist, felsefe û hunera serdemên berê baş şîrove kirine. Diyar e ku ew tevkariyên xwe yên li van qadan li ser vê şîrovekirinê esas digirin. Divê bê qebûlkirin ku rewşenbîrên ewropî di nêzîkbûna li heqîqetê de gavên mezin avêtine. Teqez e ku di warê rêbaz û pratîkê de serkeftî ne. Bi taybet destkeftiyên wan ên di warê Xwezaya Yekemîn de (fizîk, kîmya, biyolojî, astronomî) têkildarî vê yekê ne. Lê belê ne pêkan e ku mirov heman xalê ji bo nêzîkatiyên wan ên li qadên zanistî, felsefî, hunerî û exlaqî yên li hemberî civakê anku Xwezaya Duyemîn diyar bike. Rewşenbîrên ewropî şîroveyên watedar (manîfesto), dîsîplînên zanistî, dibistanên felsefî, meylên hunerî û ekolên exlaqî bi pêş xistin. Lê belê ji bo parastina karakterê exlaqî û polîtîk ê civakê ew qasî bi ser neketin. Berevajî wê, çawa ku bi monopolên sermaye û desthilatê ve girêdayî bûn, di hedefgirtina civaka exlaqî û polîtîk de heta ku bigihêje tunekirinê, ku ew jî nikare wek kêmasî û şaşî bê îzahkirin, hevkarên sûc in. Krîza rewşenbîrî bi vî rengî dest pê kir.”
Bi vî awayî em dikarin pêşketinên ramanî û şoreşan kurteber bikin. Lê divê em diyar bikin û careke din teqez bikin ku di tu serdemeke dîrokê de çalakî û hewldanên ramanî ji bo zêdekirina hêz û desthilata hinek aliyan pêk nehatine. Nemaze yekemîn nimûneyên ramanê û lêgerînên rewşenbîrî yên pêşîn bi temamî ji bo domandina civakê, bi wateyeke tengtir ji bo hêsankirina jiyanê ne. Dema ku çalakiya rewşenbîrî kete destê aliyên teng-elît jî, hewldanên dijber û çalakiyên alternatîf ên rewşenbîrî û lêgerîna heqîqetê hebûn. Mijareke din a girîng jî ew e ku hewldanên rewşenbîrî û rewşenbîrî nikarin ji hev bên veqetandin. Dibe ku îro ev hewldan jî bi navê zanistê gihaştibin asta herî jor, lê divê neyê jibîrkirin ku hin ramanên ku bi hezaran sal berê derketine holê, nehatine pûçkirin û razên hin îcadan nehatine aşkerakirin. Her raman û îcadeke nû, bi tenê bi sentezkirina ya berî xwe karî bibe gavekw nû. Li ser vê bingehê divê were diyarkirin ku lêgerîna heqîqetê hê jî diyardeyeke berdewam e.
=KTML_Bold=PIRSGIRÊKÊN REWŞENBÎRÎ Û QEYRAN=KTML_End=
Ya ku îro hêzên dijberî şaristaniyê li serê hev dikin ew e ku pirsgirêk û krîzên rewşenbîrî hene. Ne pêkan e ku krîz û pirsgirêk rû nedin, ji ber ku bi xwe pergaleke krîzê ye û çalakiyên rewşenbîrî di saziyên ramangeriyê de dî girtine. Dema ku bi berfirehî şaristanî û bi bertengî jî pergala kapîtalîst werin nirxandin, ev krîza rewşenbîrî gelekî hilweşîner e.
Wekî ku me hewl da di dîroka rewşenbîriyê de de jî diyar bikin, dîrokê gelek mîrasên rewşenbîrî ji me re hiştine, û tevî ku îro nakokî hene jî, lê di destê me de tecrubeyeke rewşenbîrî ya pir mezin heye. Civaka mirovan ji bikaranîna alavên kevirî gihaştiye wê astê ku dikare fuzeyan bişîne fezayê. Ger wisa ye, çima ji aliyekî ve şerek heye heta ku tê de çekên kîmyewî têne bikaranîn, li aliyê din jî mirov ji birçînan dimirin? Çima hê jî qirkirinên çandî, komkujî û jenosîd pêk tên? Çima her ku zanist bi pêş dikeve, xweza û ekolojî tên tunekirin? Çima zanist ku armanca wê ya bingehîn mayîndekirina civakê ye, amûra herî bingehîn e ku îro civakê bê nefes dihêle? Çima jinên ku rewşenbîrên yekemîn bûn, îro bi navê rewşenbîriyê kirine alavek?
Bê guman nabe ku ev ji kontrolkirin û bikaranîna zanistê ya ji aliyê monopolên sermaye û desthilatê ve cuda bên dîtin. Lê ji vê wêdetir, qeyrana îro binyadî ye. Yanî ji ber hin kêmasiyên di pêşketina zanistê bi xwe de ye. Di zanistê de averêbûna herî mezin di pêşketina şaristaniyê de çêbûye. Berê jî ji bo berjewendiyên jiyanî yên civakê her cure çalakiyên rmanî dihatin kirin. Armanca sereke mayîndebûna civakê bû. Xwedî karektereke exlaqî û polîtîk bû. Lê pergala şaristaniyê hemû zanyarî û zanistên ku bingehên wê di civaka xwezayî de hatine danîn, dike monopol; ji civakê, ji jinan, ji xwezayê qut dike. Yên ku zanîn û zanistê hildiberînin, niha bûne amûrên hêz û dewletên di zîguratan de. Nemaze derxistina zanistê ji destê jinan bû sedema xirabûna hevsengiya di navbera jîrahiya hestyarî û ya analîtîk de û roj bi roj mesafeya di navbera wan de zêde dibe. Vê yekê rê li ber pêşketina zanista pragmatîk vekir.
Vê şêwaza zanistê di nava rewşenbîrên ewropayî de bi vî awayî xwe nîşan da û ji roja destpêkê ve ji civakê qut bûn. Di van salan de nakokiyên desthilatdariya dêrê û mîrnişînan jî hişt ku ew li ser bingeheke xweser û parçebûyî ramanê pêş bixin û pêşketineke rewşenbîrî ya şoreşgerî pêk bînin. Lê li aliyê din, ji ber sazûmaniya kapîtalîzm û netewedewletê di sedsalên 19 û 20'an de ev geşedanên ramanî bûn sedem ku monopolên sermaye û desthilatê ava bibin. Ev yek veguherî melkemotekî mîna endustrîalîzmê ku civak û xwezayê daqurtîne.
Rêber Abdullah Ocalan vê rewşa nû ya zanistê wiha dinirxîne: Di demekê de ku zanist, hêz û sermayeye hildiberîne, sermaye û desthilatê jî hilberînê bi yekcarî dike malê xwe. Bi temamî qutkirina zanistê ji exlaq û siyasetê, derî li ber şer, pevçûn û her cûre destdirêjiyê vekir... Ne pêkan bû ku ev têkilî di navbera zanist û hêz û civakê de, di paradîgma û rêbaza bingehîn de xwe nîşan nede. Bêparkirina civakê jî dihat wateya ku wê dikin alav, mîna ku jin û kole kiribûn alav. Piştre jî cudakirina obje-subjeyê yên bi F. Bacon û Descartes re dest pê kirin, derbasî hemû zanistan kirin. Bi vî awayî dema ku civak, jin û xweza kirn alav; desthilat, xweda, mirov û mêr kirin kirde. Ev nêzîkatî hema hema ji aliyê hemû zanistan ve hatiye rewakirin. Zanistên pozîtîvîst, pragmatîk û determînîst ku li ser vê bingehê bi pêş dikevin; bêyî bi hev re bên nirxandin, zanist jî ji hev xistin û heqîqet jî ji nav birin ku armanca sereke ya hewldanên rewşenbîrî bû. Ji ber van sedeman em di qada rewşenbîrî de û di pergala civakî de ku wekî refleksê heye, bi krîz û pirsgirêkên mezin re rû bi rû ne.
=KTML_Bold=PEYWIRÊN ME YÊN REWŞENBÎRÎ=KTML_End=
Şaristaniya demokratîk bi giştî û bi taybet jî pergala neteweya demokratik, ji aliyekî ve dewama çmê civakî yê dîrokî ye, li aliyê din jî alternatîfa pergala şaristaniya navendperest û netewedewletên heyî ye. Hemû tevger û hêzên dijberên vê şaristaniya navendperest û pergala kapîtalîst, di gelek war û pîvanan de xwedî erk in ku neteweya demokratîk ava bikin. Lê dema em bifikirin ku her pergal li ser bingeheke zîhnî û rewşenbîrî hatiye avakirin û guhertin û şoreşên rasteqîn li vir tên kirin; peywirên rewşenbîrî ji bo avakirina neteweya demokratîk hene.
Wek hêzên dijberên şaristaniyê, bi qasî ku em ji pratîka tevgerên ku em mîratgirên wan in fêm dikin, carinan analîzên pergala ramanî û rewşenbîrî yên xurt tên kirin û cîhaneke zîhniyeta demokratik û azadîparêz radixe ber çavan. Lê pirsgirêka bingehîn a civata rewşenbîran ew e ku di asta teorîk de maye û ev zîhniyet veneguherandiye pergal û têkoşînê. Berovajî vê, yên ku li hemberî pergala heyî muxalefeta herî radîkal dikin, di vî warî de cih bi cih serkeftinan bi dest xistin, lê liv û tevgera heyî jî nikare cîhana zîhniyetê ya pergala ku li dijî wê têdikoşe, analîz bike û jê veqete. Tevgerên îro yên li dijî pergalê neçar in bi van her du fenomenên bingehîn re bi hev re binirxînin. Di avakirina neteweya demokratîk de bi erkên rewşenbîrî mijûlbûn û nekirina heman şaşiyê girîng e. Ji ber vê yekê çalakiyên rewşenbîrî têkiliyeke xwe ya xurt bi aliyên exlaqî û polîtîk re heye. Bi taybetî, ferz e ku pergala neteweya demokratik, alternatîfa siyasî û ramanî ya şaristaniya navendperest û pergala wê ya kapîtalîst bi hev re binirxîne. Divê mirov bala xwe bide ser vê yekê; di dewra me de bêyî ku xwe bispêre şoreş û zîhniyeteke ramanî, bêyî ku avaniyên zîhniyeta heyî û qalibên ramanî yên ku civakê ber bi tunebûnê ve dibin, bên tunekirin, serkeftin ne pêkan e.
Li gorî vê yekê peywirên rewşenbîrî yên neteweya demokratîk;
1- Divê neteweya demokratîk mîrasa pêşketinên şoreşgerî yên ku me di dîroka rewşenbîriyê de amaje pê kiriye û çirûskên ramanê yên di demên cuda yên dîrokê de, ji xwe re bike mîrate. Ji bilî perspektîfên ku ji aliyê zîhniyeta monopolên desthilat û sermayeyê ve hatine texrîbkirin, hemû çalakiyên rewşenbîrî û ramanî mîlad in ku dê me ber bi heqîqetê ve bibin.
2- Divê çalakiyên ramanî û rewşenbîrî ji monopola pergala desthilat û sermayeyê bêne rizgarkirin. Diyar dibe bê ka çalakiyên zanistî yên li ber xizmeta pergalê rê li ber karesatên çawa vedikin. Hemû zanyar û ramangerên ku di sazî û rêxistinên di bin kontrola vê pergalê de bi amûrên madî çalakiyan li dar dixin, divê bibînin ku ev pergal çawa dibe sedema têkçûna civakî û windakirina heqîqetê.
3-Divê çalakiyên rewşenbîrî bêne lidarxistin û di bin banekî de kom bibin. Di dîroka nêz de û îro, li dijî zîhniyeta pergalê û sazîbûnê gelek ekoên raman û têkoşînê hene. Ji ber taybetmendiya xebata rewşenbîrî, dikare bê hêvîkirin ku nerm û cihêreng bin. Lê dema mijar dibe avakirina pergaleke demokratîk, wekhev û azadîparêz, divê her kes û tevgera ku di vê mijarê de têdikoşe, di wateya ramanî de hevpar û birêxistinî be. Pêşketineke zanistî ku li quncikekî herî dûr a cîhanê jî pêk tê, divê bi saya vê hevkariyê bibe malê tevahiya mirovahiyê. Her wiha xebatên rewşenbîrî, çandî, wêjeyî, hunerî, felsefî, zanistî yên li ser esasê reseniyê dikarin di qadên neteweyî, herêmî û xwecih de werin kirin.
4- Girêdayî vê yekê, li gorî pêşniyara rêber Abdullah Ocalan divê Konfederasyona Çand û Akademiyan a Cîhanê bê avakirin. Pergaleke akademîk ku mîrasa hemû şoreşên ramanî û rewşenbîrî digire nava xwe û xebatên zanistî yên îro di bin banê xwe de kom bike û bi rê ve bibe, pêwîst e. BIrêxistinbûna wê ya bi rengê konfederasyonê dê bibe sedem ku nermbûn û xweseriya xwe ya li gorî avaniya ramanê biparêze. Tevî ku pêwîst e li seranserê cîhanê akademiyên bi şêwaza konfederasyonê bên avakirin, xebatên akademiyên neteweyî û herêmî jî pêwîst in. Her wiha li gorî reseniya wê divê jin, ciwan, çapemenî, çand, aborî, dîplomasî û akademiyên siyasî werin avakirin. Ji bo van akademiyan pêwîstî bi avahiyên biheybet û saetên perwerdeyê yên fermî nîn e. Cih û dema wan li gorî şert û mercan dikare bên diyarkirin. Beşdarbûn divê li ser bingeha dilxwazî û tercîha ramanî be.
5- Çalakiyên rewşenbîrî divê serbixwe û xweser bin. Ji akademî, zanîngeh û saziyên ramanê yên pergalê nayê hêvîkirin ku hişmendiyeke nû hilberînin. Şoreşa rewşenbîrî ya nû divê kadro û pêşengên xwe biafirîne. Dema ku pêdivî pê hebe ev xebatkar dê bikarin bibin mamoste û xwendekar. Sazî û kadroyên ku dê erkên rewşenbîrî yên neteweya demokratîk pêk bînin, divê xwedî wan taybetmendiyan bin ku zîhniyeta şaristaniyê derbas kiriye. Divê ji aliyê madî û manewî ve têkiliyên xwe yên bi pergalê re qut bikin.
6- Çalakiyên rewşenbîrî ku bi zîhniyeta neteweya demokratîk werin kirin, divê exlaqî û etîk bin. Rastiya lêkolînên zanistî yên ji exlaq û etîkê bêpar, encamên mîna çekên kîmyewî yên ku civak û xwezayê tune dikin, derseke herî berbiçav e. Di dirêjahiya dîroka şaristaniyê de xebatên zanistî yên ku ji civaka exlaqî û polîtîk qut kirine, gihaştine qonaxa tunekirina civaka exlaqî û polîtîk. Her wiha ji armancên sereke yên çalakiyên rewşenbîrî ku werin lidarxistin, rawestandina vê meyle ye ku hebûna civakê tehdît dike.
7- Li gorî vê yekê, çawa ku rêber Abdullah Ocalan gotiye Divê beriya her tiştî zanista ku tê pêşxistin, wek 'zanista civakî' bê birêxistinkirin. Divê zanista civakî wek xwedawenda sereke ya hemû zanistan bê qebûlkirin. Ne zanistên din ên Xwezaya Yekem (fizîk, astronomî, kîmya, biyolojî) û ne jî zanistên din beşerî (wêje, felsefe, huner, aborî û hwd) yên têkildarî Xwezaya Duyemîn xwedî mîsyoneke pêşengiyê ne; ew nikarin pêwendiyeke watedar bi heqîqetê re çêkin. Her du qad jî encax eger karibin bi zanista civakî re bi awayekî serkeftî têkiliyê deynin, dikarin ji heqîqetê para xwe hildin. Her wiha xebatên rewşenbîrî divê bi rêya rexneya pozîtîvîzm û postmodernîzmê pêk werin. Divê bê zanîn bê ka dê çawa perspektîfên rastîn, relativîst, determînîst û pragmatîst derbas bike. Divê cudahiyên zanistî yên ku heqîqetê parçe dikin, werin redkirin.
8- Berhemên çandî, wêjeyî û hunerî yên li ser vê bingehê bêne belavkirin, hem dê şoreşa rewşenbîrî bi pêş bixin û hem jî dê mayînde bikin û di heman demê de asta rewşenbîrî ya civakê bilind bike û şoreşa rewşenbîrî bike malê civakê.
9- Zanistên ku di bin kontrola monopolên sermaye û desthilatê de çawa di warê mirov, civak û ekolojiyê de bi westanekê bi encam bûne, divê pêşengiya ramanî ya neteweya demokratîk jî di aliyê civakê de xwedî karaktereke berxwedêr be. Her wiha, ev pergala ku bi amûrên hêzê hatiye çekdarkirin, nikare tehemulî saziyên rewşenbîrên alternatîf bike. Lewam divê karaktereke berxwedêr hebe. Ji bo heqîqetê, divê em bizanin mîna Îsa dên çarmixkirin, mîna Hallacê Mansûr bên şewitandin û bi rengekî birûmet mîna Sokrates jehrê vexwin.
=KTML_Bold=Çavkanî=KTML_End=
Dîroka Bawerî û Ramana Olî (Mircea Eliade)
Dîroka Ramanê (Orhan Hançerlioğlu)
Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk (Abdullah Ocalan)
Siyaseta Sedsala 21'an (Immanuel Wallerstein)
Sosyolojiya Azadiyê (Abdullah Ocalan)
Wikipedia [1]
Այս տարրը գրվել է (Kurmancî - Kurdîy Serû) լեզվով, սեղմեք պատկերակը բացել իրը բնագրի լեզվով
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Այս տարրը արդեն դիտվել 1,131 անգամ
ՀեշԹեգ
Աղբյուրները
[1] Կայք | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://hawarnews.com/ - 14-05-2023
կապված նյութեր: 32
Ժամկետները եւ իրադարձություններ
Հոդվածներ
16. NETEWE
խումբ: Հոդվածներ
Հոդվածներ լեզու: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 06-06-2022 (2 Տարի)
Բովանդակության դասակարգում: Գրականություն/ Գրական քննադատություն
Բովանդակության դասակարգում: Հոդվածներ և հարցազրույցներ
Երկիր - Նահանգ: Քրդստան
Հրապարակման տեսակը: ծնված-թվային
Փաստաթուղթ Տեսակը: Բնօրինակ լեզու
Technical Metadata
Նյութի Որակի: 99%
99%
Ավելացրել է ( ئاراس حسۆ ) վրա 14-05-2023
Այս հոդվածը վերանայվել է եւ թողարկվել է ( سارا ک ) կողմից 15-05-2023
Այս տարրը վերջերս թարմացվել է ( سارا ک ) վրա: 15-05-2023
URL
Այս տարրը ըստ Kurdipedia ի (Ստանդարտների) չի վերջնական դեռ!
Այս տարրը արդեն դիտվել 1,131 անգամ
Kurdipedia խոշորագույն բազմալեզու աղբյուրները քրդական աշխատությունը!
Հոդվածներ
Սասունցի (արաբ) Սինեմի ու (Շեկո տան քրդերի) պատմությունները
Հոդվածներ
ՔՐԴԱԿԱՆ ՀԱՐՑԻ ԾԱԳՈՒՄԸ. 19-ՐԴ ԴԱՐԻ ԱՊՍՏԱՄԲՈՒԹՅՈՒՆՆԵՐԻՑ ՄԻՆՉԵՎ ՍԵՎՐ-ԼՈԶԱՆ
Կենսագրություն
Օրդիխանե Ջալիլ
Գրադարան
Հայաստանում բնակվող ազգությամբ եզդի աղջիկների իրավունքներին հնարավորություններին առնչվող խնդիրները
Հոդվածներ
Ադրբեջանի քրդերի ինքնության ձուլման խնդիրը 2017 թ. Իրաքի Քուրդիստանի անկախության հանրաքվեի լույսի ներքո
Գրադարան
ՔՐԴԱԿԱՆ ԺՈՂՈՎՐԴԱԿԱՆ ԵՐԳԱՐՎԵՍՏԸ
Կենսագրություն
Արամ Տիգրան
Հոդվածներ
Քրդերը Հայաստանում
Գրադարան
Քրդական գործոնը հայ-քրդական առնչությունները տարածաշրջանային զարգացումների համատեքստում – Հատոր 1

Վավերական
Հոդվածներ
Քրդերի ու եզդիների մասին
28-09-2014
هاوڕێ باخەوان
Քրդերի ու եզդիների մասին
Կենսագրություն
Արամ Տիգրան
02-03-2015
هاوڕێ باخەوان
Արամ Տիգրան
Հոդվածներ
Language and negotiations of identities among young Kurds in Finland
09-11-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Language and negotiations of identities among young Kurds in Finland
Կենսագրություն
Ամինե Ավդալ
07-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Ամինե Ավդալ
Կենսագրություն
Հաջիե Ջնդի Ջաուարի
07-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Հաջիե Ջնդի Ջաուարի
նոր նյութեր
Կենսագրություն
Միքայելե Ռաշիդ
29-01-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Գրադարան
Զամբիլֆրոշ
08-01-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Գրադարան
Հայաստանում բնակվող ազգությամբ եզդի աղջիկների իրավունքներին հնարավորություններին առնչվող խնդիրները
26-12-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Գրադարան
ՔՐԴԱԿԱՆ ԺՈՂՈՎՐԴԱԿԱՆ ԵՐԳԱՐՎԵՍՏԸ
26-12-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Գրադարան
Քրդական գործոնը հայ-քրդական առնչությունները տարածաշրջանային զարգացումների համատեքստում – Հատոր 1
26-12-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Կենսագրություն
ՄԱՔՍԻՄ ՀՈՒՍԵՅՆԻ ԽԱՄՈՅԱՆ
22-08-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Կենսագրություն
Ամարիկե Սարդար
26-06-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Կենսագրություն
Շաքրո Մհոյան
09-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Կենսագրություն
Կարլենե Չաչանի
09-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Կենսագրություն
Հովսեփ Օրբելի
09-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Վիճակագրություն
Հոդվածներ 514,843
Նկարներ 104,289
Գրքեր 18,894
Կից փաստաթղթեր 94,750
Տեսանյութ 1,238
Kurdipedia խոշորագույն բազմալեզու աղբյուրները քրդական աշխատությունը!
Հոդվածներ
Սասունցի (արաբ) Սինեմի ու (Շեկո տան քրդերի) պատմությունները
Հոդվածներ
ՔՐԴԱԿԱՆ ՀԱՐՑԻ ԾԱԳՈՒՄԸ. 19-ՐԴ ԴԱՐԻ ԱՊՍՏԱՄԲՈՒԹՅՈՒՆՆԵՐԻՑ ՄԻՆՉԵՎ ՍԵՎՐ-ԼՈԶԱՆ
Կենսագրություն
Օրդիխանե Ջալիլ
Գրադարան
Հայաստանում բնակվող ազգությամբ եզդի աղջիկների իրավունքներին հնարավորություններին առնչվող խնդիրները
Հոդվածներ
Ադրբեջանի քրդերի ինքնության ձուլման խնդիրը 2017 թ. Իրաքի Քուրդիստանի անկախության հանրաքվեի լույսի ներքո
Գրադարան
ՔՐԴԱԿԱՆ ԺՈՂՈՎՐԴԱԿԱՆ ԵՐԳԱՐՎԵՍՏԸ
Կենսագրություն
Արամ Տիգրան
Հոդվածներ
Քրդերը Հայաստանում
Գրադարան
Քրդական գործոնը հայ-քրդական առնչությունները տարածաշրջանային զարգացումների համատեքստում – Հատոր 1

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.33
| Հետադարձ կապ | CSS3 | HTML5

| Էջ սերունդ ժամանակ: 0.672 երկրորդ (ներ).