پەرتووکخانە پەرتووکخانە
گەڕان

کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!


بژاردەی گەڕان





گەڕانی ورد      کیبۆرد


گەڕان
گەڕانی ورد
پەرتووکخانە
ناونامە بۆ منداڵانی کورد
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
سەرچاوەکان
شوێنپێیەکان
دڵخوازەکان
چالاکییەکان
چۆن بگەڕێم؟
بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا
ڤیدیۆ
درەختی پۆلەکان
بابەت بەهەڵکەوت
تۆمارکردنی بابەت
تۆماركردنی بابەتی نوێ
ناردنی وێنە
ڕاپرسی
بیروڕاکانتان
پەیوەندی
کوردیپێدیا چ زانیارییەکی پێویستە!
ستانداردەکان
ڕێساکانی بەکارهێنان
کوالیتیی بابەت
ئامرازەکان
دەربارە
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
چیمان دەربارە وتراوە!
ناوکێشکردن لە ماڵپەڕەکانتاندا
تۆمارکردن / کوژاندنەوەی ئیمێڵ
ئاماری میوانەکان
ئاماری بابەت
وەرگێڕی فۆنتەکان
گۆڕینی ڕێکەوتەکان
پشکنینی ڕێنووس
زمان و شێوەزمانی ڕووپەلەکان
کیبۆرد
لینکە پێویستەکان
ئێکستێنشنی کوردیپێدیا بۆ گووگڵ کڕۆم
کوکیز
زمانەکان
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
هەژماری من
چوونەژوورەوە
دەبمە هاوکارتان!
وشەی نهێنیت لەبیرکردووە!
گەڕان تۆمارکردنی بابەت ئامرازەکان زمانەکان هەژماری من
گەڕانی ورد
پەرتووکخانە
ناونامە بۆ منداڵانی کورد
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
سەرچاوەکان
شوێنپێیەکان
دڵخوازەکان
چالاکییەکان
چۆن بگەڕێم؟
بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا
ڤیدیۆ
درەختی پۆلەکان
بابەت بەهەڵکەوت
تۆماركردنی بابەتی نوێ
ناردنی وێنە
ڕاپرسی
بیروڕاکانتان
پەیوەندی
کوردیپێدیا چ زانیارییەکی پێویستە!
ستانداردەکان
ڕێساکانی بەکارهێنان
کوالیتیی بابەت
دەربارە
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
چیمان دەربارە وتراوە!
ناوکێشکردن لە ماڵپەڕەکانتاندا
تۆمارکردن / کوژاندنەوەی ئیمێڵ
ئاماری میوانەکان
ئاماری بابەت
وەرگێڕی فۆنتەکان
گۆڕینی ڕێکەوتەکان
پشکنینی ڕێنووس
زمان و شێوەزمانی ڕووپەلەکان
کیبۆرد
لینکە پێویستەکان
ئێکستێنشنی کوردیپێدیا بۆ گووگڵ کڕۆم
کوکیز
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
چوونەژوورەوە
دەبمە هاوکارتان!
وشەی نهێنیت لەبیرکردووە!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 دەربارە
 بابەت بەهەڵکەوت
 چالاکییەکانی ڕۆژی
 ڕێساکانی بەکارهێنان
 ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
 بیروڕاکانتان
 دڵخوازەکان
 کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
 چالاکییەکان - کوردیپێدیا
 یارمەتی
بابەتی نوێ
ژیاننامە
حسێنی پاسکیلچی
17-05-2024
ئەوین کامەران
ژیاننامە
نیشتیمان عەبدولقادر ئەحمەد
17-05-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
پەرتووکخانە
ڕێبەری کچە زیرەکەکان؛ چۆن لەماڵەوە بەتەنیا بین؟
16-05-2024
کشمیر کەریم
پەرتووکخانە
ڕێبەری کچە زیرەکەکان؛ چۆن نهێنی بپارێزین؟
16-05-2024
کشمیر کەریم
ڤیدیۆ
چەندین نهێنی ژیانی ئەردەڵان بەکر لەزاری خۆیەوە
14-05-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ڤیدیۆ
کۆمەڵێک خانمی سلێمانی گرووپێکی گەشتکردنیان بۆ خۆیان درووستکردووە
14-05-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ڤیدیۆ
دوپشک ئەو پیاوەی جیهان بەدوایدا دەگەڕا و لە سلێمانی دەستگیرکرا
14-05-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ڤیدیۆ
چیرۆکی سەرکەوتنی ژنە ئەفسەرێکی کورد مژدە عەبدولحەمید
14-05-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ژیاننامە
مژدە عەبدولحەمید
14-05-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ژیاننامە
شەم سامان
14-05-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ئامار
بابەت 519,512
وێنە 106,558
پەرتووک PDF 19,264
فایلی پەیوەندیدار 97,084
ڤیدیۆ 1,385
ژیاننامە
مشکۆ هەولێری
ژیاننامە
ئەحمەد تورک
شوێنەکان
بەندینخانەی نوگرە سەلمان
ژیاننامە
فیگەن یوکسەکداغ
بڵاوکراوەکان (گۆڤار، ڕۆژنام...
تاراوگە
Şoreşa Bakurê Sûriyê qonaxeke dîrokî ye
کوردیپێدیا، مێژووی ڕۆژ بە ڕۆژی کوردستان و کورد دەنووسێتەوە..
پۆل: کورتەباس | زمانی بابەت: Kurmancî - Kurdîy Serû
بەشکردن
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
نرخاندنی بابەت
نایاب
زۆر باشە
باش
خراپ نییە
خراپ
بۆ ناو لیستی دڵخوازەکان
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
گۆڕانکارییەکانی بابەتەکە
Metadata
RSS
گووگڵی وێنەی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
گووگڵی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Şoreşa Bakurê Sûriyê qonaxeke dîrokî ye

Şoreşa Bakurê Sûriyê qonaxeke dîrokî ye
=KTML_Bold=Şoreşa Bakurê Sûriyê qonaxeke dîrokî ye=KTML_End=
=KTML_Underline=Ehmed ŞÊXO=KTML_End=

Bi bîstên salan herêm û gelên wê hatibûn parçekirin, rewşa pergala dewletnetewe û îslamperest li ser herêmê hatibû ferzkirin. Van pergalan di rêvebirina gelan û welatan de bi bin ketin, xizanî, bêkartî û înkarkirin û yekalî zêde bibûm, nemaze netewperest ku mutleq girêdayî hegemoniya cîhanî û kapîtalîzmê ya ku berhêmên herêmê û gelên wê dizîn û talan kirin, qirkirina komî û qirkirina etnîkî û guhertina demgorafîk pêk dianîn da ku netewe dewletan ava bikin ku dûrî çand, nirxên herêmê û mirovahiyê ye ya ku bi pirrengiya xwe ya neteweyî, olî, mezhebî dihat naskirin.
Tevgerên gelên herêmê û civakên wê bi pirrengiya beşên wê bi awayekî mezin li hemberî van pergalan ketin tevgerê. Nemaze li welatên ereban. Lê piraniya van tevgeran ne rêxistinkirî bûn an ku ne xwedî rêveberiyeke zane û têkoşer bûn ku bikaribin derdê xelkê fam bikin û armancên wê pêk bînin. Lê spontanîtî û ciwanbûn taybetmendiya serdest bûn. Her wiha tevgerên hêzên îslama siyasî hebûn, di serî de şepêlên îxwanî, pêre dewletên herêmê hebûn ku ev tevger ji bo xwe derfeteke guncaw dîtin da ku li gel rewşa xwe ya lawaz, serferzaiyên xwe zindî bikin, Tirkiyê, Îran û Îsraîlê mînak in. Ji wê zêdetir tevgereke mezin ji aliyê hêzên cîhanî ve hebû, dibe ku wan hin dewletên herêmî û alavên wê yên xwecihî bi rêve dibirin da ku şoreş, tevgerên gel û serhildanan li gorî berjewendî û ajnîdeyên xwe bi kar bînin û hegemoniya xwe li ser herêmê ferz bikin, di heman demê de berhemên wê û nirxên wê yên madî û manewî kontrol bikin.
Piştî nêzîkî 11 salan ji şoreş û serhildanan, ku hinekan bi navê 'Buhara Erebî' û hinekan bi navê 'Buhara Gelan' û hinekan jî kirîz û hinekan jî navê 'Payîzê' lê kirin ku ji ber tevger û destwerdanên herêmî û cîhanî, şerên navxweyî bi xwe re anîn û bandorên neyînî li herêmê, dewletên wê û heta civak û gelên wê kir.
Lê di kurahiya vê rewşa bi girêk an ku rewşa bêhêviyê de, şoreşeke cûda li bakurê Sûriyê (Rojava) derket. Di 19'ê Tîrmehê de gelên herêmê bi ciwan û jinên xwe rabûn. Ev şoreş qonaxeke dîrokî ye û ji ber van sedeman ji şoreşên cîhanê û şoreşên 'Buhara Erebî' cûda ye:
1-Zihniyet û reftar: Şoreşa Bakurê Sûriyê (Şoreşa 19'ê Tîrmehê), zihniyeteke demokratîk a beşdarbûyî ya ku baweriya xwe bi piralîbûn, cihêrengî û yekitiya demokratîk a tevahî îfade dike, her wiha îradeya neteweyî ya azad a civak û gelan îfade dike. Ev zihniyet ne rewşeke girêdayîbûnê an ajantiya ji aliyekî re ye. Lê dibîne ku têgeh û wateya şoreşê ew e ku astengî û kelem li pêşiya tevna civaka demokratîk were rakirin, kar were kirin û pêwîstiyên sereke werin dabîkirin, siyaseta azad a demokratîk were meşandin, berovajî şoreşên 'Buhara erebî' û hêzên wê ye yên ku reftarên wê zihniyeta yekalî ya înkarkirina aliyên din îfade dike û hewl dide yek rengî bi hêz, qetilkirin û tirsandinê ferz bike, ji wê zêdetir girêdayî hêzên derve ne.
2-Rêxistin û rêveberî: Xwe û civakê di nava komîn, meclis, kooperatîf, yekitiyên demokratîk ên civakî de bi rêxistin dike. Civak bi tevna xwe ya siyasî û exlaqî siyaseta demokratîk û xweparastinê pêk tîne. Rêveberî ya ku ji civakê derketiye, bi pêşengtiya jin û ciwanan tevahî xebatên têkoşîn, avakirin û guhertinan bi rêxistin dike û bi rêve dibe. Ne mîna hêzên di 'Buhara ereban' de ye ku tu rêxistin an ku zanebûneke nû jê re tune ye, berovajî vê girêdayî komên leşkerî yên bi nakok ku hemû fermanan didin û qetilkirinê dikin da ku destkeft û rêveberiyê qezenc bikin.
3-Armanc û mebest: Şoreşa Bakurê Sûriyê ji bo pêkanîna guhertineke demokratîk, niştimanî û pêkanîna demokrasiyê li dewletê heyî kar dike. Ji ber ku armanca wê demokatîkkirina civakê û tevahî qadên xebatê ye. Di serî de ji bo demokratîkirina çalakiyên siyasî û aborî ye. Armanca wê ne ku bighêje desthilatdariyê an kesan biguhere an dewleteke netewe ya nû ava bike û berhemên wê yên aborî bi kar bîne mîna ku di şoreşên buhara erebî de hatin kirin.
4-Alav û rêbaz: Şoreşa Bakurê Sûriyê tevahî alav û rêbazên dirust bi kar tîne da ku bihêje armancên xwe yên bilind. Rêbazên xirab helbet wê encamên xirab bi xwe re bîne. Ji ber vê yekê taybetmendiyên vê şoreşê siyaset, parastin, rêftarên şoreşgerî û civakî, xebatên guhertin û avakirinê bi rêbazên exalqî ye, her kesên ne xwedî taybet exalqî ya civakî bin nikarin bibin rêveber. Şoreş xwe dispêre rêgeza xweparastin û pêkanîna demokrasiyê bi rêya rêveberiyên wê yên xweser ên demokratîk ji bo tevahî statû û taybetmendiyên cuda yên di çarçoveya yekitiya demokratîk a topyakun a rasteqîn de ye.
5- Di navbera xwespartina li çand û dîrokên herêmê û gelên wê û zanist û fikirên zanistî yên nûjen ên keda mirovahiyê û xebatên wî de, Şoreşa Bakurê Sûriyê rewşeke temsîl dike ku resenî û nûjebûnê di nav xwe de kom dike. Yanî xwe naspêre fetisandin û definkirinê di dema borî de, ne wekî tevgerên paşverû an qutbûna ji dîrokî, nirxên civaka herêmî wekî ku hin tevgerên modernîst, lîberal û neteweperest ên ku nirx û çandên hevbeş ên gelên herêmê bi tevahî qonaxên wê yên jiyanî înkar dikin.
6-Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê armanc dike ku tevahî bingehên fikirî, siyasî, civakî, çandî, aborî û qanûnî yên pergalên serdest û dîktator biguherîne, ne ku tenê kesan an hikumetan biguherîne, li gel ku sîstem, zihniyet û rêftar û alavên wê yên berê bimîne mîna ku di hin şoreşên 'Buhara erebî' de çêbûn.
Em dikarinê bêjin ku Şoreşa 19'ê Tîrmehê ne darbeyeke an şoreşeke ku hin kesan an tebeqe an jî beşekê bighîne desthilatdarê. Lê belê şoreşeke civakî ya topyakun e. Di serî de Şoreşa Jina Azad û ciwanên birêxistinkirî yên zane ye. Ya ku Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê cûda dike, modela jina azad e, ne tenê li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûryê, an ku Sûriyê bi giştî, lê ji jinan re bi giştî li ser asta herêmê û cîhanê rê û vebijêrk e. Li bakurê Sûryê jin di hemû saziyên civakî, siyasî, dîplomasî, çandî, rêxistinên cûda, saziyên sivîl, leşkerî, ewlehî de cih digirin. Di tevahî xebat, komîte û saziyên rêveberiyên xweser sîstema hevserokatiyê heye. Her wiha her qanûn an kar an jî civîneke bêyî hebûn jin û îradeya wê, bêyî nêrîna wê ya azadû biryarên wê ne rewa ne.
Ya girîng jin bi biryara xwe, nûneretiya nasnameya xwe û îradeya xwe ya azad beşdar e, ne tenê bi hebûna şeklî, parafîn û gul, wekî di şoreşên 'Buhara erebî' de an jî di sazî û dîmenên dewlet di netewe dewletan de û di saziyên navneteweyî de xwedî cewher, esl û zihniyeta mêran e. Li gorî vê yekê Şoreşa Bakurê Sûriyeyê Şoreşa Jina Azad e, ya rasttir e ku mirov bêje Şoreşa 19’ê Tîrmehê gelek şoreşan di nava xwe de kom dike û dihewîne.
Ya girîng em balê bikişînin ser zemîna siyasî, civakî û felsefîk ku Şoreşa Bakurê Sûriyê pişta xwe dayê ye. Li vir divê em rêber û ronakbîr Abdullah Ocalan bi bîr bixin ku ji destpêka hatina wê ya li Sûriyê û Lubnanê ve di sala 1979'an de heta derketina xwe, rê li ber danîna vê zemînê, ziynet û xebata civaka kurdî ya rêxistinkirî ya bi beşdarbûna gelên din re vekir. Rêber Abdullah Ocalan kesyaet û civaka kurdî di hemû aliyan de amade û perwerde kir. Her wiha ronakbîr û rêbertî piştî komploya navneteweyî ya li dijî wî û dîlgirtina wî ji 23 salan ve di parêzname û pirtûkên xwe de fikir û tecrûbeyên xwe pêşkêş kirin. Parêzname, pirtûk û fikir û felsefeya wî bûne çavkanî ku di aliyê siyasî, îdeolojî û fikirî de ji Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê re bibûn jêder.
Şoreşa Bakurê Sûriyê xwedî aliyekî herêmî û cîhanî ye, ji ber ku alternatîfa sîstema hegemonyaya cîhanî û dewleta neteweyî ya yekalî ye. Şoreşê rêveberiyên xweser weke beden, yan jî neteweya demokratîk weke teoriyeke alternatîfa netew-dewlet û yekdestdariya kapîtalîst a cîhanî û parçeyên wê ku herêmê parçe dike, pêşkêş kir.
Şoreşa Bakurê Sûriyê li çareserî, rêgaz û alavên wê di nava civak û gelan de digire, wan bi rêxistin dike û perwerde dike da ku çandeke demokratîk ya hevbeş were avakirin ku bi biratiya gelan û pirrengî û rêzgirtin û hevdû qebûlkirinê bawer dike. Armanca şoreşê ne hilweşandina dewlet-netewe yan jî avakirina yekitiyeke nû ye, lê belê armanc dike ku civak xwedî qadeke azad be da ku xwe birêxistin bike û li gorî destûra demokrat a ku hemû hêzên demokratîk ên civakî û hêzên desthiltadar ên dewletên li ser esasê pêkanîna ewlehî, istiqrar, aştiya rasteqîn û mafê civakan di xweparastin û siyaseta demokratîk de xebatê bimeşîne.
Ji ber vê yekê Şoreşa Bakurê Sûriyê dikare ji gelan, civak û netewên herêmê re modelekê pêşkêş bike ku li Rojhilata Navîn konfederalîzma demokratîk a neteweyan heye û weke alternatîfa rejîmên neteweperest û îslamîst û nêzîkatiyên zayendî û pozîtîvîst ye.
Şoreşa Rojava an ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê modelekê têkiliyên biratî gelan û civakan pêşkêş dike û modeleke serkeftî ya têkiliyên Ereb-Kurd pêşkêş dike. Ev yek di modela rêveberiyên xweseriyên demokratîk û QSD'ê de yên ku bi milyonan Ereb û Kurd û gelên herêmê ji terora DAIŞ û El-Qaîde rizgar kir, diyar dibe. QSD û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê destanên qehremaniyê û serkftinên li dijî DAIŞ'ê pêk anîn, zêdetirî 11 hezar şehîd û zêdetirî 22 hezar birîndar di oxira rizgarkirina şêniyên pêkhateyan Sûriyê, rizgarkirina herêmê û cîhanê de dan. Bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî ya şerê li dijî DAIŞ'ê, ji sala 2014 heta 2019'an têkoşîn kir, DAIŞ li Baxozê têk bir û şerê şaneyên DAIŞ'ê heta niha didomîne. Ji wê zêdetir pergala Rêveberiya Xweser û Şoreşa Bakurê Sûriyê hîna hêza ku yekitiya Sûriyê û serdestî û silametiya xaka wê diparêze. Nemaze li dijî dagirekriya Tirk û çeteyên wê ku xwestin tola binkeftina DAIŞ'ê hilînin û projeya demorkatîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê lawaz û derbe bikin. Ev pergal hêza ku dê bi hevkariya tevahî sûriyan her buhosteke xaka dagirkerî rizgar bike, ji ber vê yekê tê hedefgirtin û ji qadên siyasî yên navneteweyî tê dûrxistin. Ev pergala Rêveberiya Xweser îradeya niştimanî ya sûriya demorkatî ku serîtewadin û girêdana bi aliyan re red dike. Pergal ji bo avakirina sûriyeke demorkatîk a nenavendî, çareserkirina aloziyê û doza kurdî û ji bo berjewendiyên gelê Sûriyê kar dike.
Li ser vê yekê Şoreşa Bakurê Sûriyê qoxaneke mezin di dîroka gelê Kurd, Ereb û gelên herêmê bi giştî de ye. Ji ber ku çareseriyeke demokratîk û civakî ji alozî û pirsgirkên niştimanî yên herêmê re pêşkêş dike. Rewşa hevgirtin, tevkarî, biratî û têkiliyên demokratîk ên di navbera hemû beşên civakê de, her wiha jiyana her pêkhateyekê bi reng, çand, zian û taybetmendiyn xwe bijî û yekitiya demorkatîk dikarin li hemberî hemû astengiyên siyasî, aborî û ewlehî bibin bersiv. Bi vê yekê rêbazekê pêşkêşî civak, gel û dewletên herêmê dike da ku ji aloziyên xwe, girêdana bi derve re xilas bibin û rê li ber projeyên dagirkirinê yên herêmî digire. Ev yek bi xebateke hevpar a tevahî pêkhateyan, avakirina eniyeke hundirîn a bi hêz li ser esasê hevdu qebûlkirin, rêzgirtina di navbera hemû civak gel û neteweyên herêmê de, her wiha bi pêkanîna modela rêveberiyên xweser û veguhestina niştimanî ya demokratîk û avakirina demokrasiyê pêkan e.[1]
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî - Kurdîy Serû) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 1,000 جار بینراوە
هاشتاگ
سەرچاوەکان
[1] ماڵپەڕ | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://hawarnews.com/ - 13-05-2023
بابەتە پەیوەستکراوەکان: 12
زمانی بابەت: Kurmancî - Kurdîy Serû
ڕۆژی دەرچوون: 19-07-2022 (2 ساڵ)
پۆلێنی ناوەڕۆک: وتار و دیمانە
پۆلێنی ناوەڕۆک: مێژوو
جۆری دۆکومێنت: زمانی یەکەم
جۆری وەشان: دیجیتاڵ
وڵات - هەرێم: ڕۆژاوای کوردستان
تایبەتمەندییە تەکنیکییەکان
کوالیتیی بابەت: 99%
99%
ئەم بابەتە لەلایەن: ( ئاراس حسۆ )ەوە لە: 13-05-2023 تۆمارکراوە
ئەم بابەتە لەلایەن: ( ئەمیر سیراجەدین )ەوە لە: 13-05-2023 پێداچوونەوەی بۆکراوە و ئازادکراوە
ئەم بابەتە بۆ دواجار لەلایەن: ( ئەمیر سیراجەدین )ەوە لە: 13-05-2023 باشترکراوە
ناونیشانی بابەت
ئەم بابەتە بەپێی ستانداردەکانی کوردیپێدیا هێشتا ناتەواوە و پێویستیی بە داڕشتنەوەی بابەتی و زمانەوانیی زۆرتر هەیە!
ئەم بابەتە 1,000 جار بینراوە
کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!
شوێنەوار و کۆنینە
قەڵای حەسەن ئاباد
ژیاننامە
ئارەزوو سەردار
کورتەباس
گرەیەم بارکەر بۆ رووداو: لە شانەدەردا دۆزیمانەوە نیاندەرتاڵەکان بە ئاگر چێشتیان لێناوە و پێکەوە نانیان خواردووە
ژیاننامە
داستان محەمەد قادر
کورتەباس
فەرمانبەرانی بادینان لە ئەرشیفی عوسمانیدا
شوێنەوار و کۆنینە
سیاهگل.. پەرستگەی سەردەمی ساسانییەکان
ژیاننامە
نیشتیمان عەبدولقادر ئەحمەد
کورتەباس
ڕێوڕەسمی کۆمسای.. 909 ساڵ لە کولتوور و دابونەریتی رەسەنی کوردی
پەرتووکخانە
سیاسەت و پلانی زمان بۆ هەرێمی کوردستان
پەرتووکخانە
سایکس-پیکۆنامە - وەشانی 1
ژیاننامە
مژدە عەبدولحەمید
پەرتووکخانە
ژینانامە - وەشانی 1
پەرتووکخانە
دیوانی شیبلی
ژیاننامە
کارزان کەریم مەغدید
ژیاننامە
ڕەحیم مەعروف محەمەدئەمین کافرۆشی
کورتەباس
مۆزەخانەیەکی هاوشێوەی لۆڤەر لە هەرێمی کوردستان دروست دەکرێت
پەرتووکخانە
کۆڵبەرنامە - وەشانی 1
ژیاننامە
کەوسەر ئەحمەد
وێنە و پێناس
دوو ئافرەتی گەڕەکێکی قەڵاتی هەولێر ساڵی 1963
وێنە و پێناس
کرماشان ساڵی 1960
پەرتووکخانە
لۆزاننامە - وەشانی 2
وێنە و پێناس
شەقامی باتا لە هەولێر ساڵی 1960
وێنە و پێناس
هەولێر؛ فولکەی شێخ مەحموود ساڵی 1959
پەرتووکخانە
کورد و کیسنجەر، سەرەتایەکی کێشەدار و کۆتاییەکی کارەساتبار
ژیاننامە
شەم سامان
پەرتووکخانە
خۆم و ئەستێرە گەشەکان؛ بەرگی 10
کورتەباس
دارەسووتاوەکە ... مێژووی بازاڕێک لە بازرگانی
پەرتووکخانە
ڕێبەری کچە زیرەکەکان؛ چۆن لەماڵەوە بەتەنیا بین؟
وێنە و پێناس
قەڵاتی هەولێر ساڵی 1940
شوێنەوار و کۆنینە
ئەشکەوتی کاڵدار
شوێنەوار و کۆنینە
قەڵای نارین
پەرتووکخانە
ڕێبەری کچە زیرەکەکان؛ چۆن نهێنی بپارێزین؟
ژیاننامە
ڕێکان بێستون ئەسعەد
ژیاننامە
حسێنی پاسکیلچی
شوێنەوار و کۆنینە
قشڵەی قوشتەپە

ڕۆژەڤ
ژیاننامە
مشکۆ هەولێری
20-12-2008
هاوڕێ باخەوان
مشکۆ هەولێری
ژیاننامە
ئەحمەد تورک
24-02-2009
هاوڕێ باخەوان
ئەحمەد تورک
شوێنەکان
بەندینخانەی نوگرە سەلمان
08-02-2014
هاوڕێ باخەوان
بەندینخانەی نوگرە سەلمان
ژیاننامە
فیگەن یوکسەکداغ
22-06-2014
هاوڕێ باخەوان
فیگەن یوکسەکداغ
بڵاوکراوەکان (گۆڤار، ڕۆژنامە و ...)
تاراوگە
02-06-2018
هاوڕێ باخەوان
تاراوگە
 چالاکییەکانی ڕۆژی
بابەتی نوێ
ژیاننامە
حسێنی پاسکیلچی
17-05-2024
ئەوین کامەران
ژیاننامە
نیشتیمان عەبدولقادر ئەحمەد
17-05-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
پەرتووکخانە
ڕێبەری کچە زیرەکەکان؛ چۆن لەماڵەوە بەتەنیا بین؟
16-05-2024
کشمیر کەریم
پەرتووکخانە
ڕێبەری کچە زیرەکەکان؛ چۆن نهێنی بپارێزین؟
16-05-2024
کشمیر کەریم
ڤیدیۆ
چەندین نهێنی ژیانی ئەردەڵان بەکر لەزاری خۆیەوە
14-05-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ڤیدیۆ
کۆمەڵێک خانمی سلێمانی گرووپێکی گەشتکردنیان بۆ خۆیان درووستکردووە
14-05-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ڤیدیۆ
دوپشک ئەو پیاوەی جیهان بەدوایدا دەگەڕا و لە سلێمانی دەستگیرکرا
14-05-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ڤیدیۆ
چیرۆکی سەرکەوتنی ژنە ئەفسەرێکی کورد مژدە عەبدولحەمید
14-05-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ژیاننامە
مژدە عەبدولحەمید
14-05-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ژیاننامە
شەم سامان
14-05-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ئامار
بابەت 519,512
وێنە 106,558
پەرتووک PDF 19,264
فایلی پەیوەندیدار 97,084
ڤیدیۆ 1,385
کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!
شوێنەوار و کۆنینە
قەڵای حەسەن ئاباد
ژیاننامە
ئارەزوو سەردار
کورتەباس
گرەیەم بارکەر بۆ رووداو: لە شانەدەردا دۆزیمانەوە نیاندەرتاڵەکان بە ئاگر چێشتیان لێناوە و پێکەوە نانیان خواردووە
ژیاننامە
داستان محەمەد قادر
کورتەباس
فەرمانبەرانی بادینان لە ئەرشیفی عوسمانیدا
شوێنەوار و کۆنینە
سیاهگل.. پەرستگەی سەردەمی ساسانییەکان
ژیاننامە
نیشتیمان عەبدولقادر ئەحمەد
کورتەباس
ڕێوڕەسمی کۆمسای.. 909 ساڵ لە کولتوور و دابونەریتی رەسەنی کوردی
پەرتووکخانە
سیاسەت و پلانی زمان بۆ هەرێمی کوردستان
پەرتووکخانە
سایکس-پیکۆنامە - وەشانی 1
ژیاننامە
مژدە عەبدولحەمید
پەرتووکخانە
ژینانامە - وەشانی 1
پەرتووکخانە
دیوانی شیبلی
ژیاننامە
کارزان کەریم مەغدید
ژیاننامە
ڕەحیم مەعروف محەمەدئەمین کافرۆشی
کورتەباس
مۆزەخانەیەکی هاوشێوەی لۆڤەر لە هەرێمی کوردستان دروست دەکرێت
پەرتووکخانە
کۆڵبەرنامە - وەشانی 1
ژیاننامە
کەوسەر ئەحمەد
وێنە و پێناس
دوو ئافرەتی گەڕەکێکی قەڵاتی هەولێر ساڵی 1963
وێنە و پێناس
کرماشان ساڵی 1960
پەرتووکخانە
لۆزاننامە - وەشانی 2
وێنە و پێناس
شەقامی باتا لە هەولێر ساڵی 1960
وێنە و پێناس
هەولێر؛ فولکەی شێخ مەحموود ساڵی 1959
پەرتووکخانە
کورد و کیسنجەر، سەرەتایەکی کێشەدار و کۆتاییەکی کارەساتبار
ژیاننامە
شەم سامان
پەرتووکخانە
خۆم و ئەستێرە گەشەکان؛ بەرگی 10
کورتەباس
دارەسووتاوەکە ... مێژووی بازاڕێک لە بازرگانی
پەرتووکخانە
ڕێبەری کچە زیرەکەکان؛ چۆن لەماڵەوە بەتەنیا بین؟
وێنە و پێناس
قەڵاتی هەولێر ساڵی 1940
شوێنەوار و کۆنینە
ئەشکەوتی کاڵدار
شوێنەوار و کۆنینە
قەڵای نارین
پەرتووکخانە
ڕێبەری کچە زیرەکەکان؛ چۆن نهێنی بپارێزین؟
ژیاننامە
ڕێکان بێستون ئەسعەد
ژیاننامە
حسێنی پاسکیلچی
شوێنەوار و کۆنینە
قشڵەی قوشتەپە

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| پەیوەندی | CSS3 | HTML5

| کاتی ئافراندنی لاپەڕە: 0.218 چرکە!