图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,384
图片 105,687
书籍 19,152
相关文件 96,425
Video 1,307
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Li Tirkiyê jin di nav pencên neteweperestî û desthilatdariyê de ne
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Li Tirkiyê jin di nav pencên neteweperestî û desthilatdariyê de ne

Li Tirkiyê jin di nav pencên neteweperestî û desthilatdariyê de ne
=KTML_Bold=Li Tirkiyê jin di nav pencên neteweperestî û desthilatdariyê de ne=KTML_End=
=KTML_Underline=Hêvîdar XALID=KTML_End=

Li Tirkiyê azadiya takekesî û derbirînê, mafên jin, zarok û pêkhate û beş û çandên din ên ne tirkî tune ne. Li Tirkiyê mirovên ne Tirk rastî kiryarên nîjadperestiyê tên. Di girtîgehên li Tirkiyê de bi hezaran girtiyên siyasî yên derbirînê, bi hezaran jin û çalakvanên mafên jin û zarokan bêyî tu sûc û gunehî hatine ragirtin. Her wiha hejmareke mezin a rojnamevan, hiqûqnas û parêzvanên mafên mirovan di wan girtîgehan de hene. Tirkiye welateke ku mirov ne Tirk be rastî sûcên nîjadperestî, nefret, kiryarên faşîst û yên ne exalqî tê. Ya herî zêde para xwe ji van sûc û binpêkirinan digire, jin in.
Li Tirkiyê hemû beşên civakê rastî binpêkirin û astengiyan tên. Rejîma Tirk diruşma yek netewe, yek ziman, yek ol û yek taîfe esas girtiye. Gelek rêxistinên civaka sivîl, sandîqeyên pêşesazî, rêxistin û komeleyên hiqûqî û qanûnî, sazî û dezgehên ragihandinê, her wiha deste û komên çandî, partiyên siyasî, tevger û komeleyên parastina mafên jinan û mafên bingehîn ên jiyanî rastî gelek zehmetiyan tên.
Welat di pêvajoya serokê rejîma Tirk Recep Tayyîp Erdogan de di aliyê mafên jinan de gelekî paş ketiye. Rejîma serdest bi fermana Erdogan azadiya sivîl a jinan asteng dike û rêjeya tundiya li ser jinan zêde bûye. Li vî welatî mafên jinan derveyî hesabên Erdogan û hevkarên wî yên di desthilatdariyê de ne.
Di van demên dawî de diyardeya tundiya li dijî jinê yek ji diyardeyên herî xeter di civakê de ye ku zêde bûye, ji ber qanûnên ku jinan ji tundiya diparêzin tune ne. Sedemên vê yekê polîtîkayên Erdogan ên çewt û giran ên plankirî yên li dijî jinan e. Beriya salekê Erdogan ji Peymana Stenbolê ya Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan vekişiya. Tevî bertekên herêmî, navnteweyî, bi taybet ên rêxistinên jinan û hiqûqî yên li welat yên li dijî vê vekişandinê, lê Erdogan ji biryarê venegeriya. Vê yekê hişt ku jiyana jinan bikeve reweşeke zehmettir. Erdogan û pergala wî ev qanûn û hemû tiştên ku zihniyeta baviksalarî xurt dike û têgehên desthilatdariyê yên ku rola jinan di civakê de lawaz dike, pêk tînin. Di encamê de hemû destkefiyên ku jinan bi salan bi têkoşîna xwe ya domdar a li dijî siyasetên înkarkirinê li Tirkiyê bi dest xistine, têk birin.
Li Tirkiyê jin ji mafên xwe yên xwezayî yên herî biçûk ê di jiyanê de bê par hatiye hiştin. Ruxmî vê yekê jî rejîma Tirk bi rêya ragihandina xwe ya taybet hewl dide wêneyeke xweşik bide rewşa jinan, da ku nêrîneke derew û tam dûrî rastiya rewşa jinan bi afirîne. Rejîma Tirk bi van rêbazan dixwaze pirsgirêkên xwe binixumîne, li şûna ku çareseriyên bingehîn jê re bibîne.
Li Tirkiyê, li dijî jinan tundî û êrişên zayendî têne kirin ku dighêjin asta qetilkirin. Li Tirkiyê rewşeke welê heye ku divê jin were qetilikirin, divê jin nefikire, divê êriş li ser wê were kirin, divê jin were girtin, nabe jin banga mafên xwe bike, divê li gorî adet û qanûnên ku ji aliyê hevjîn, an bira, an jî bav an jî wesiyan ve li ser wê hatine ferzkirin serî daxe, nabe jin dûrî qalibên zihniyeta dewletê ya serwer tev bigre. Dewletê rih, fikir û tevahî rewşa jinan kontrol dike, dighêje asta ku ne laqiyî ku bijî, dibînin.
Li dijî jinên ku di girîgehên Tirkiyê de, rojane binpêkirinên dermirovî têne kirin. Beriya çend rojan endama Komîteya Jinan a girêdayî Komeleya Mafên Mirovan a Ezmîrê Cemîla Kaya di raporekê de diyar kir ku bi dehan jinên girtî, bi rêbazên zext û îşkenceya dermirovî rastî binpêkirinan tên. Li vir em dikarin balê bikişînin ser rewşa tenduristiyê ya siyasetmedara Aysel Tûglûk ya di girîgeha Tirkiyê de. Tevî ku nexweşiya demansê bi Aysel re heye, lê desthilata rejîma Tirk heta niha wê serbest bernade. Her kes dizane û hiştina nexweşan di girîgehê de karekî ne qaûnî û ne adilane ye. Lê desthilata rejîma Tirk li hemberî doza Aysel Tûglûk bêdeng e. Dîsa jî bi dehan jinên çalakvan tevî nexweşiyê bi tawan û hincetên ne rast girtî ne.
Cemîla Kaya diyar kir ku di nav jinan de bêkarî zêde bûye, ev jî bû sedem ku bi sedan jin rasatî tundiya aborî werin. Her wiha da zanîn ku jinên ku li gorî Peymana Stenbolê dihatin parastin, tên binçavkirin û darizandin. Cemîla Kaya destnîşan kir ku hemû cûre binpêkirin ji lêdanê heta qetilkirinê, li dijî jinan têne kirin.
Li aliyekî din jî 'Platforma Qetilkirina Jinan Rawestînin' di rapora xwe ya mehane de ragihand ku di meha Tîrmehê de 24 jin hatin qetilkirin û 20 jî di rewşên bi guman de jiyana xwe ji dest dan. Binpêkirinên li dijî jinan de kêliyekê jî nesekinine.
Li Tirkiyê jin ji hemû aliyan ve hatiye dorpêçkirin. Têgeha dewletnewe û desthilata baviksalarî rih û fikirê jinan dikujin û li hemberî jinan hemû cûre tundiyê tên meşandin. Bi hilweşandina qada aborî re ya ji ber siyasetên şaş ên Erdogn, rewşa jinan kampaxtir bû. Lewra pêwîstiya wê bi fikir û vîna azad heye da ku guhertineke cewherî di jiyana xwe de ava bike û pê re jî civak bi tevahî were guhertin.
Ji tevahî jinên li Tirkiyê tê xwestin ku têkoşîn û xebateke hevbeş pêk bînin, li dijî siyasetên çewisandinê bisekinin, rola xwe di hemû qadên jiyanê de xurt bikin û xwe bi rêxistin bikin. Her wiha ji jinan tê xwestin ku qanûnên parastina jinan ji tundiyê aktîv bikin û bê rawestandin banga mafên xwe bikin.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,164
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://hawarnews.com/ - 13-05-2023
挂钩项目: 17
小组: 文章
Publication date: 27-08-2022 (2 年份的)
Publication Type: Born-digital
文件类型: 原文
普罗旺斯: 土耳其
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 13-05-2023
本文已被审查并发布( ئەمیر سیراجەدین )on13-05-2023
此产品最近更新( ئەمیر سیراجەدین ):13-05-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,164
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,384
图片 105,687
书籍 19,152
相关文件 96,425
Video 1,307
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!