图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,104
图片 105,471
书籍 19,114
相关文件 96,131
Video 1,290
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
​​​​​​​Hêvî li Rojhilat e û bi Jinê re ye
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

​​​​​​​Hêvî li Rojhilat e û bi Jinê re ye

​​​​​​​Hêvî li Rojhilat e û bi Jinê re ye
=KTML_Bold=​​​​​​​Hêvî li Rojhilat e û bi Jinê re ye=KTML_End=
=KTML_Underline=Selahattîn ERDEM=KTML_End=
Qetilkirina Jîna Emînî bi êşkenceyê kir ku sebir bifûre. Jîna Emînî ji nişka ve bû 'sembola azadiyê' û 'çirûska têkoşînê'. Li bajarên Kurdan jin bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' daketin qadan.
Bêguman dilê Kurdan li Îmraliyê û li Zapê lê dide. Sekn û berxwedana Rêber Apo û gerîla di asta diyarker de hebûn û azadiya Kurdan temsîl dike. Bandora vê berxwedana pîroz carna gelê Kurd ê li parçeyekî Kurdistanê û derveyî welat dixe nava liv û tevgerê, carna jî bandorê li hemûyan dike û bi rengekî topyekûn dixe nava tevgerê. Bi vî rengî gelê Kurd yek ji têkoşînên herî bi wate yên azadiyê dimeşîne.
Bandora berxwedana Îmrali û Zapê beriya hefteyekê hema bêjin li her derê bû. Lewma li her derê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û azadiya gelê Kurd gelek çalakiyên girîng hatin lidarxistin. Serhildana jinê ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê destpê kir, bi berxwedana Îmrali û Zapê re hefteya derbasbûyî dewam kir. Berxwedana li Îmrali û gerîla bênavber dewam dike. Serhildana jinê û serhildana gel a li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê jî mohra xwe li hefteya derbasbûyî xist.
Çalakiyên jinê yên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê piştî wê yekê destpê kir, ku jineke Kurd a ciwan Jîna Emînî ya li Zanîngeha Tehranê dixwend bi gotina 'Beşek ji porê wê tê dîtin' ji aliyê 'Polîsên Exlaqê yên Îranê' ve bi êşkenceyê hate qetilkirin. Piştî ku bûyer hate bihîstin, di serî de bajarê Seqizê cihê jidayikbûna Jîna Emînî li gelek bajarên Kurdan jin daketin qadan, komkujî û zext şermezar kirin. Çalakiyên şermezarkirinê gav bi gav berê xwe dan Rejîma Îslamî ya Îranê û li her devera Rojhilatê Kurdistanê û Îranê belav bûn. Li van deveran jî neman û li tevahiya Kurdistanê û çar aliyên cîhanê belav bûn, veguherîn serhildaneke azadiyê ya giştî.
Li Rojhilatê Kurdistanê jin û gel ji xwe bêzar bûn. Rejîma Îslamî ya Îranê timî bi tirsa hilweşînê ye, lewma zexta li ser gel bi taybetî jî li ser jin û ciwanan zêde dikir. Bêguman cihê ku zext herî zêde lê hate girankirin Rojhilatê Kurdistanê bû, beşa civakê ya ku zexta giran lê dihate kirin jî jin bûn. Zext, destavêtin, destdirêjî û komkujiyên li hemberî jinên Kurd yekser bi piştgiriya dewletê dihatin kirin. Ji xwe deh roj beriya kuştina Jîna Emînî bi êşkenceyê li Merîwanê jineke Kurd a bi navê Şilêr Resûlî, di encama êrîşa wezîfedarekî dewletê de ku dixwest dest biavêje wê, xwe ji şaneşînê avêtibû. Ev kuştin jî di serî de li Merîwanê li gelek bajarên Kurdan ji aliyê jin û gel ve hatibû şermezarkirin. Jin û xelkê Rojhilatî hîn ji ber vê bûyerê bêzar bûn.
Qetilkirina Jîna Emînî bi êşkenceyê piştî vê bûyerê, kir ku sebir êdî bifûre. Jîna Emînî bi carekê bû 'sembola azadiyê' û 'çirûska têkoşînê'. Li bajarên Kurdan jin bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' daketin qadan. Protestoyên ku li Rojhilatê Kurdistanê û Zanîngeha Tehranê destpê kirin, ji Azerbaycan a Îranê heta bi Belûcistanê li tevahiya bajarên Îranê belav bûn, veguherîn şoreşa azadiyê ya jinê û tevgera demokratîk a Îranê. Jinan li her cihî çarşef û destmal şewitandin, bi carekê ve bûn pêşenga tevgera demokrasiyê ya Îranê. Jinên ku li naverastê porê xwe jêkirin gotin 'Por tune, guneh jî tune' û nîşan dan ku nixumandina porên jinên bi exlaq çiqasî bêwate ye. Vê tevgerê gav bi gav rejîm bi temamî û serkêşê wê Elî Xameney kir hedefa xwe. Li tevahiya Kurdistanê û çar aliyên cîhanê belav bû, li her qadê çalakiyên ji bo piştgiriya bi jinên Rojhilatî û Îranê hatin lidarxistin.
Ya rast, di serî de Rêveberiya Îranê li tevahiya cîhanê gelek hêz ne li bendê bûn ku rewşeke di vê astê de biqewime. Dema ku ji nişka ve bi tevgereke gel a demokratîk a giştî ya bi pêşengiya jinên azadîxwaz re rû bi rû man, her kes hejiyan. Gelek hêz û derdor mat man bê çi bibêjin, nekarîn daxuyaniyê bidin, nekarîn helwestê nîşan bidin. Hikumeta Îbrahîm Reîsî ya Îranê, bûyer weke nerazîbûneke ji rêzê û demkî dît û destpêkê hewl da bi hin şîretan bitepisîne. Lê belê gava ku dît tevger mezin dibe, belav dibe û bi rengekî eşkere daxwaza demokrasî û azadiyê dike, vê carê jî dest bi bikaranîna çekê kir, hewl da bi amûrên zextê bûyeran bitepisîne.
Niha jî di dema nivîsandina vê gotarê de, çalakiyên şermezarkirinê yên veguherîne 'şoreşeke demokrasî û azadiyê' û li hemberî wê jî êrîşên rejîma Îranê dewam dikin. Baş nayê zanîn ku heta niha çend kes hatine kuştin, çend kes birîndar bûne, çend kes hatine girtin û xistine zindanê. Tê gotin ku hejmara miriyan derdora deh kesî ye, gelek birîndar bûne û gelek mirov jî hatine girtin.
Diyar e Rejîma Îslamî ya Îranê guhê xwe li daxwazên jin û gelan digire û hewl dide bi rêbaza tundiyê bûyeran bêdeng bike. Lê belê vê bike û piştî demekê bûyeran bitepisîne jî, êdî nikare mîna berê bibe, rejîm bi rengekî cidî hejiya ye. Di serî de jin, civak dakete qadan û hêza xwe nîşan da. Li Îranê êdî ti tişt wê mîna berê nebe. Serhlidana jinan a li Îranê wê bandoreke girgîng li dewlet û civaka Îranê bike. Di demeke nêz de dibe ku li Îranê bûyerên nû, guhertinên girîng rû bidin.
Ya rast, hînê nayê zanîn bê bûyerên heyî ber bi ku ve biçin. Her çend atmosfereke welê heye ku 'dewlet dikare bitepisîne', di vê mijarê de dibe ku encama dixwaze nikaribe bi dest bixe. Dibe ku bûyer bi rê û rêbazên cuda dewam bikin. Yan jî di demeke kurt de bê astengkirin jî di dema nêz de dibe ku ji nû ve biteqe. Ji ber ku potansiyeleke civakî li Îranê heye ku vê bike. Civaka Îranê civaka herî dînamîk û şoreşger a Rojhilata Navîn e. Îran di nava dîrokê de ew cih e ku herî zêde şoreşên civakî lê pêk hatiye. Hişmendiya azadiyê ya civaka Îranê ji aliyê dîrokî ve gelekî xurt e. Li dijî karakterê serwerîperest ê rojavayî azadîparêziya rojhilat temsîl dike. Lewma bûyerên ku rû dane mîna teqîna ji çirûska ji ber komkujiyekê xuya bike jî di rastiyê de xwedî bingeheke civakî û dîrokî ye. Ji vê jî wêdetir hêrs û nerazîbûna li hemberî Rejîma Îslamî ye ku çil sal in civakê ji nedîtî ve tê û dibêje 'Ez çi bibêjim wê ew bibe'. Her wiha xizanî û dejenerebûnek jî heye. Wê demê bûyerên ku diqewimin bêbingeh nînin.
Dibe ku pêşengiya jinê ya ji bûyeran re ecêb bê dîtin. Lê belê nêzîkatiyeke bi vî rengî jî nerast e. Feraseta ku jin û civaka Îranê paşverû dibîne, nîşaneya oryantîzma Rojavayî ya bi serweriya mêr e. Mirovên di ser çil salî re baş zanin ku yên pêşengî ji çalakiyên hilweşandina rejîma Şah re kir, jin bûn. Şoreşa 1979'an jî ji aliyê jinan ve hate kirin. Di dema derbasbûyî de, jinan timî piştgirî dan baskê 'reformîst' ê ku soza 'guherînê' didin. Lê belê sîstema ku bi Rejîma Xûmeynî ava bû, veguherî dîktatoriya Xamaney. Yanî hêrs û nerazîbûna heyî ya jinan, bi qasî ku ji ber zexta heyî ye, her wiha ji ber têkbirina bendewariyên wan ên berê ye.
Kurd pêşengiyê ji tevgera demokrasiyê ya li Îranê re dikin û li refên pêş jî jinên Kurd hene, ku ev jî tê fêhmkirin. Ji ber ku jinên li Rojhilatê Kurdistanê di nava civaka Îranê de yên herî zêde têne tepisandine. Ji şoreşa azadiya jinê ya li parçeyên din ên Kurdistanê û fikrên Rêber Apo gelekî bi bandor bûne. Li çiyayên Kurdistanê jin ji bo azadiyê şer dikin ku ev yek bandoreke hînker li jinan hemûyan dike. Wê demê gelekî xwezayî ye ku jinên li Rojhilat pêşengiyê ji tevgera demokrasî û azadiyê ya li Îranê re dikin.
Hingî diyar e ku çalakiyên şermezarkirinê yên navborî ji nişka ve destpê kiribin jî ti tişt ji ber xwe ve nîne û encama karên rêxistinî û zanekirinê ne. Lewma pêvajoya heyî wê dewam bike û azadî jî li ser zemîna esasî bê rûniştandin. Wê hîn bêhtir bê fêhmkirin kuı hêvî ne bi heyraniya li rojava ya serwer re heye, hêvî li xaka rojhilat a azadîparêz e. Ji aliyê her kesî ve wê bê fêhmkirin û qebûlkirin ku serweriya mêr wê bê hilweşandin û civaka demokratîk jî bi pêşengiya jin a azad pêk were. Eşkere ye ku hêvî li rojhilat a azadîxwaz e û bi jinên azadîxwaz re ye.
Detayeke din a ku biçûk e, lê belê wateya xwe gelekî mezin e wiha ye: Dema ku Jîna ji dayik bû, mîna her malbatê malbata wê jî xwest nav li keça xwe bike û navê 'Jîna' lê kir. Zarok ji aliyê malbatê û derdorê ve bi navê Jîna tê naskirin û bi wî rengî bang lê tê kirin. Malbat rojekê çû daîreya nifûsê ya Îranê ji bo keça xwe qeyd bike. Midûrê nifûsê jê re dibêje 'Nav ji ber ku bi Kurdî ye nikare bê qeydkirin'. Ji neçarî jî navê 'Mahsa Amînî' li nifûsa Îranê tê qeydkirin. Bi vî rengî dibe mirovek ku li nava malbatê û civakê navekî xwe yê cuda heye, li nava dewletê jî navekî cuda. Kurd bi vê rewşê baş zane, lewma ji destpêkê ve navê 'Jîna Emînî' bi kar anîn. Yên ku pê nizanin û naxwazin zanibin jî gotin 'Mahsa Amînî'. Qirkirina çandî ya ku li Kurdan tê ferzkirin vaye ev e. Wê demê li geliyê Kurdan kare gelekî tevlîhev e. Zehmet e ku mirov ji dûr ve bibîne bê çi bi serê Kurdan tê. Lê belê heta ku ev rastî neyê fêhmkirin, kes nikare bibe dostê rastî yê Kurdan. Yên ku rastiya Kurdan rast fêhm nakin mîna ku di navê 'Mahsa Amînî' de tê kirin, ji wan heye ku dostaniyê bi Kurdan re dikin, lê belê dikevin wê rewşê ku piştgiriyê didin asîmîlasyon û qirkirina çandî ya li ser Kurdan.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,606
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://hawarnews.com/ - 13-05-2023
挂钩项目: 62
文章
日期与活动
小组: 文章
Publication date: 26-09-2022 (2 年份的)
Publication Type: Born-digital
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 13-05-2023
本文已被审查并发布( ئەمیر سیراجەدین )on13-05-2023
此产品最近更新( ئەمیر سیراجەدین ):13-05-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,606
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,104
图片 105,471
书籍 19,114
相关文件 96,131
Video 1,290
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!