图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,421
图片 105,714
书籍 19,160
相关文件 96,493
Video 1,307
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Heke jin azad nebe, civak azad nabe
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Heke jin azad nebe, civak azad nabe

Heke jin azad nebe, civak azad nabe
=KTML_Bold=Heke jin azad nebe, civak azad nabe=KTML_End=
=KTML_Underline=HÊVÎ MIHEMED=KTML_End=
Dema ku jin zane be û mafên xwe nas bike, wê demê wê îmkanên mîsogerkirina serkeftina şoreşê mezintir bin û dê ev pêvajo ji bo wan dîrokî be ku dê di dîrokê de were nivîsandin.
Beriya ku DAIŞ were Sûriye, Iraq û herêmên din, wêneyeke din a jiyanê ji bo civak, mêr û jinan nîşan dida ku civak hînî wê nebûbû. Tariyê xwe li mêjî, jiyan û rewşê girt. Her tişt reş û tarî bû. Bi vî rengî dixwestin vê peymanê bidin; dema ku rengê reş neyê lixwekirin, ew ola me şaş e û wekî ku em ola xwe paşguh dikin û tiştekî li ser nizanin, ji ber vê yekê ew hatine da ku xeta ola me rast bikin.
Azarên ku civak, bi taybet jinan di dema DAIŞʹê de kişandin, mîna wan di tu serdeman nehatine dîtin.
Lê bi vî wêneyî me ji xwe dipirsî; gelo çawa jinên li Îranê di bin sîwana tarîtiyê de dijiyan ku rastî û bedewiya wan nixumandî bûn û tenê ji bo zewac, pêkanîna pêwîstiyên mal û zarokan dihatin bikaranîn û tiştekî li ser çand an asta fikir û rêvebirina jinan li wir nizanin. Ji ber ku dewleta Îranê jin girtî û nixumandî hiştin û ev yek bi ol û exlaqê ve girê dane. Rejîma Îranê di mêjiyê jinan de ev yek çand ku exlaq tê wateya ku jin dernekevin yan jî li hemberî qanûn û urf û adetên ku hatine rûniştandin, ranebin. Bi van qanûnan û edaletan jiyana jinan di civakê de tengav dikirin. Her wiha bi her xwepêşandaneke jinan re, dewlet dibîne ku dikare jinan biqewitîne, recim bike, ceza û qetil bike, mîna ku jinan gunehek li dijî qanûn û rêbazên ola dewleta Îranê kiriye.
Beşdarbûna jinan di qadên siyasî û aborî de û xuyakirina hêza wan a rêxistinkirî di kar de, dibe sedem ku dewleta Îranê wan bike hedef. Dewleta Îranê bi derxistina qanûn û şerîetên olî re hincetan derdixe da ku rê li ber pêşketina jinan bigire. Ji ber vê yekê em dibînin ku hejmara jinan di qadan de kêm e. Piraniya jinan ên ku di saziyên dewleta îslamê de kar dikin, xizim û alîgirên siyasetmendaran û zilamên dewletê ne.
Dema em dibînin ku rewşa jinan û civakê xirabtir dibe, divê çareseriyeke bingehîn were dîtin ku jin û civakê ji van kiryaran xilas bike.
Di çarçoveya rûdanên li Îranê de, piştî qetilkirina Jîna Emînî hêviyên xilaskirina jinan ji zilmê xuya dibin. Serhildana gel wekî şiyariyeke civakê ji mirinê ye.
Di vê şoreşê de para herî mezin a jinan e ku careke din bi qîrîna xwe ji cîhanê re dibêjin, me hûn ji xewa we şiyar kirin ku mîna xewa Ehil Kehf bû. Jina ciwan a Kurd bi qîrîna xwe bang kir ku ji xewê şiyar bibin ku dewleta Îranê bi salan li ser civak û jinan ferz kiribû.
Ji vir dikarim bibêjim ku ji qîrîna keça Kurd heta qîrîna jin û mêran, bi yekdengî li hemberî rejîma Îranê rabûn û dirûşma Jin, jiyan, azadî qberz kirin. Ev dirûşm ku jinan li Îranê berz kir, bingeha xwe ji tecrubeya jinên Kurd û beşdarbûna wan di nava Şoreşa Rojava de digire. Jinên Rojava li hemberî rêxistina DAIŞ’ê ku ya herî xetere li ser jin û tevahî cîhanê ye, şer kir û gavên dîrokî avêtin ku mîna wan di dîroka jinan de nehatine avêtin û bi dirûşma Jin, jiyan, azadî serkeftineke mezin misoger kir ku ji jinên li Îranê re bûye mînak.
Di dawiyê de dixwazim balê bikişînin ser gotinên rêber Abdullah Ocalan ên der barê jinan de ku dibêje divê jin destpêkê dîroka xwe, dîroka ku nehatiye nivîsandin, nas bikin da ku bi awayekî durist pêşengiya civakê bikin, divê jin di her tiştî de de xwe bispêrin xwe, ji ber ku ew ê jinan perwerde dike ku dikare şoreşê bi ser bixe. Her wiha divê jin bi rêya tecrubeya jinên Kurd hêz û îmkanên xwe yên rêxistinî û rêvebirinê nas bikin.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,628
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://hawarnews.com/ - 13-05-2023
挂钩项目: 56
文章
日期与活动
小组: 文章
Publication date: 02-10-2022 (2 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 社会
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 13-05-2023
本文已被审查并发布( ئەمیر سیراجەدین )on13-05-2023
此产品最近更新( ئەمیر سیراجەدین ):13-05-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,628
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,421
图片 105,714
书籍 19,160
相关文件 96,493
Video 1,307
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!