图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,671
图片 106,192
书籍 19,172
相关文件 96,607
Video 1,327
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Kurd û komplo di siyaseta hevsengiyê ya Sûriyê de
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Meclîsa Sûriya Demokratîk‎

Meclîsa Sûriya Demokratîk‎
=KTML_Bold=Kurd û komplo di siyaseta hevsengiyê ya Sûriyê de=KTML_End=
=KTML_Underline=Raûf KARAKOÇAN=KTML_End=

Polîtîkaya dewletê ku li Sûriyê serdest bû, piştî ku Hafiz Esad bi derbeyekê bû desthilatdar, xwe dispêre hevsengiyan û wisa dewam kir. Mayîna demdirêj a hindikahiya elewiyan a li ser desthilatdariyê, ji ber ku hevsengiyên navxweyî diparêze, pêk tê. Şarezahiya Hafiz Esat a ji bo siyaseta navxweyî, desthilata xwe parast û siyaseta derve jî bi duserîbûna cîhanê ya ji ber Şerê Sar ve girê da û pozîsyoneke baş ji bo Sûriyê peyda kir. Ji bo cîhana Ereban jî xeteke bi heman rengî temsîl dikir. Têkiliya wî bi rêxistinên Filistînê re, serdestiya wî li Lubnanê û siyasetên wî yên li dijî Îsraîlê hemû li ser heman xetê bûn.
Tevgera azadiyê ya Kurd jî ji vê pozîsyona li Sûriyê sûd wergirtiye. Hem têkiliyên wê bi rêxistinên Filistînê re, hem jî peywendiya wê ya li Lubnanê û bikaranîna wê ya qada Sûriyê girêdayî konjonktura serdemê bû. PKK daket Rojhilata Navîn û 20 salan li qadê ma, ji ber ku hêza xwe ya sûdwergirtina ji polîtîkaya hevsengiyê ya Sûriyê bi kar anî.
Hilweşîna sosyalîzma reel, dihat wateya bidawîbûna polîtîkaya hevsengiyê ya Sûriyê. Hêzên kapîtalîst ên global, serdestên cîhana yekserî, berê xwe da Rojhilata Navîn û hêzên wê yên statukoparêz û netewedewletên Iraq, Sûriye, Efganistan û Tirkiye ew neçarî guhertinê kirin. Ev jî bû sedem ku ji aliyê taktîk û stratejîk ve têkiliyên nû çêbin. Komploya Navneteweyî ya 9'ê Cotmehê ku li serok Apo hate ferzkirin jî di encama hevsengiyên nû yên li Rojhilata Navîn de pêk hat an jî ev bû pêngava yekemîn a mudaxaleyê.
Piştî ku berê tifingan dan Sûriye êdî nekarî serok Apo ragire. Ji ber gefa destwerdana leşkerî ya dewleta Tirk û DYA, Sûriye kir ku serok Apo jê derkeve. Ji ber qîmeta dida hevaltiyê serok Apo ji bo ku gefa li ser Sûriyê bibire, 9'ê Cotmeha 1998'an neçar ma ku ji Sûriyê derkeve.
Di ser Komploya Navneteweyî re 24 sal derbas bûn. Ne tenê komploya tunekirina têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bû, di heman demê de komployek ji bo tunekirina hêviyên wan bû. Komploya 9'ê Cotmehê bi hemû aliyên xwe ve hatiye nirxandin, hatiye deşîfrekirin. Bêyî ku bigihêje armanc û hedefên xwe, hatiye xitimandin. Lê belê hê jî hewl didin bidomînin. Komployê di şexsê rêber Apo de dest pê kir û bi konseptên nû yên şer û planên tunekirinê re berdewam e.
Siyaseta hevsengiyê ya serdema Hafiz Esad bi rengekî cuda dewam dike. Tevî ku bûye Sûriyeke ku ji ser kevirê mirîşûştinê birine ser teneşîrê jî, li ser bingeha hevsengiyan hewl dide li ber xwe bide. Ne tenê li ber xwe dide, gav bi gav destê xwe xurt dike û hewl dide tawîzan bi dest bixe.
Şerê ku di Adara 2011’an de dest pê kir, hê jî didome. Aktorên li ser erdê zêdetir bûne û pozîsyonên wan guherîne. Tirkiye bûye hêza domandina şerê navxweyî yê Sûriyê û hin herêm dagir kirine. Muxalîfên rejîmê, DAIŞ, El Nusra û çeteyên cîhadîst ên biyanî parastin û bi rêya wan hesabên li ser Sûriyê kirin. Stratejiya xwe ya bingehîn li ser hilweşandina rejîmê ava kir. Vê polîtîkayê îflas kir û niha jî li pey diyalogê ne.
Di encama guhertina polîtîkaya hevsengiyê ya Sûriyê de, gavên destpêkê yên komployê di sala 1998'an de rê li ber girtina rêber Apo vekir. Niha jî xetereyeke nû heye. Nêzîkbûna Tirkiye-Sûriyê divê ji aliyê Kurdan ve ji nû ve were şîrovekirin. Lê belê zext li Kurdan hate kirin ku li dijî Sûriyê helwestê nîşan bidin û ji bo vê gelek hewldan çêbûn. Dewleta Tirk rêveberiya PYD'ê bi xalîçeyên sor li Enqereyê pêşwazî kir. Tê zanîn ku dixwaze Kurdan li gorî polîtîkayên xwe bi kar bîne û zorê li wan dike ku li dijî Sûriyê şer bikin. Desthilata AKP-MHP'ê nekarî tişta ji Kurdan hêvî dikir bi dest bixe, lewma berê xwe da dijminatiyeke bêeman. Tevî vê yekê jî Kurdan ji siyaseta demokratîk, diyalog û çareseriya pirsgirêkan di nava yekparebûna axa Sûriyê de parast. Siyaseta rêya sêyemîn kirin esas. Lê belê planên wan ên ji bo bikaranîna Kurdan qet bi ser neketin.
Di şerê navxweyî yê Sûriyê de Kurdan tu carî hikumeta Sûriyê nekire hedef. Li gorî bîranîna serok Apo ya li Sûriyê bûn alîgirên çareseriyê. Avakirina rêveberiyeke xweser û avakirina hêzên parastinê tu carî li ser Sûriyê xetere çênekiriye. Li gel ku mimkun e bi rêya diyalogê pirsgirêkan bi hev re çareser bikin, lê nêzîkatiyên hikumeta Şamê bi ferzkirina vegera serdema beriya şer a sala 2011'an pirsgirêkan çareser nake û tu encaman nade.
Ya ku rewşa heyî ya Sûriye û Tirkiyê saz dike, Rûsya ye. Pêwîstiya Rûsyayê bi Tirkiyê heye û pêwîstiya Tirkiyê bi Rûsyayê heye. Tevî ku ev her du pê li lingên hev dikin jî, xuya ye hevkariyeke çarenûsî kirine. Senaryoyên ku Erdogan bi Esad re bîne cem hev û Kurdan berteref bike, ji aliyê Pûtîn ve tên nivîsandin. Di nava vê hevsengiyê de cihê Kurdan nîn e. Ya ku di salvegera Komploya 9’ê Cotmehê de li ser rêveberiya xweser a Rojava hat ferzkirin jî komployeke navneteweyî ye, lê aktorên wê cuda ne.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,110
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://hawarnews.com/ - 13-05-2023
挂钩项目: 21
图书馆
库尔德文件
文章
日期与活动
缔约方组织
词和词组
小组: 文章
Publication date: 11-10-2022 (2 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 政治
文件类型: 原文
普罗旺斯: 叙利亚
普罗旺斯: 西部库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 13-05-2023
本文已被审查并发布( ئەمیر سیراجەدین )on13-05-2023
此产品最近更新( ئەمیر سیراجەدین ):13-05-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,110
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,671
图片 106,192
书籍 19,172
相关文件 96,607
Video 1,327
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!