图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 515,910
图片 105,083
书籍 19,065
相关文件 95,525
Video 1,259
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
WÊJEGERÎ NE KAREKÎ HÊSAN E
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Lokman Polat

Lokman Polat
=KTML_Bold=WÊJEGERÎ NE KAREKÎ HÊSAN E=KTML_End=
#Lokman Polat#
Birêz Demhat Dêrikî li ser nave rojnameya EVRO ku li başurê Kurdistanê derdikeve bi min re hevpeyvînek çêkir û weşandin. Jib o xwendevanên bakurê Kurdistanê ez hevpeyvînê pêşkêşê xwendevanên kurd dikim.
Wêjegerî ne karekî hêsane, lê eger ligel wêjegeriyê karê wergerê, rexnegeriyê, vekolîn hebin zehmetire. Vêcarê rojnameya Evro bû mêhvanê romannivîs, çîroknivîs, wergerkar, rexnegir û vekolînerê Kurd Lokman Polat. Birêz Lokman Polat ku bi dehan pirtûkên wî yên wêjeyî hene, li sala 1956 an de li navçeya Licê ya bi ser bajarê Amed ê ve jidayîk bûye. Wêjeger Lokman Polat ji sala 1980 î ve bi karê wêjeyê ve mijûle. Li sala 1980î jiber dewleta Tirk der mafê wî 10 sal û şeş heyv cezayê zîndanê dibrê, ew neçar dibe li sala 1984ê berê xwe bide welatê Siwêd. Ji wê demê were wêjeger Lokman Polat li Siwêd dijî. Di vê heyvpeyvînê de me xwest em birêz Lokman Polat bi xwendevanên rojnameya Evro bidin nasîn.
Demhat Dêrikî
Pirs û bersîvên hevpeyvînê
1. Birêz Lokman Polat, heta îro te bi dehan pirtûkên roman, çîrok, helbest, werger, rexne û vekolîn nivisêne, lê dixwazim pirtir ser romanê pirsên xwe bikim, li gorî te wêje çi ye, di nava vê pirsê de wêjeya Kurdî tê çi wateyê?
Bersîv 1 / Lokman Polat / Wêje, bi arebî jê re edebiyat û ewropî jê re literature dibêjin. Ji bo ku piraniya nivîskarên kurd peyva edebiyatê bikar tînin, min jî heta niha vê peyvê bi kar anî. Edebiyat ji peyva erebî(Edeb)hatiye..litera jî tîp e, bingeha literaturê bêje(wêje) ye, lew re gava mirov li ciyê Edebiyatê an Literaturê, ku herdu jî ne kurdî ne, bêjeyeke kurdî bi kar bîne, çêtir e.
Wêje/ Edebiyat wek her tiştên însanî, berhemeke mirovahiyê ye û hîmê xwe ji jiyanê digre. Berhemên edebî jîndar in, ji nav jiyana însanan û ji xeyalên mirovan tên afirandin. Edebiyat, anku lîteratur hunera nivîsînê ye. Dîtin, raman, hest û îmajeyên ku bi gotin û nivîsînê tê qalkirinê. Zanîstiya hunera hunermendî û afirandinê ye. Estetîka-bedewiya, rindiya armanca ramanê ye.
Wêjeya kurdî wêjeya ku bi kurdî tê gotin û tê nivîsîn e. Kurdên nivîskar ên ku berhemên xwe bi arebî, farisî û tirkî diafirînin ew berhem aide wêjeya kurdî nîn in. Pirtûkên Yaşar Kemal û Selîm Berekat wêjeya kurdî nîn in ên arebî û tirkî ne.
Berê lîteratura devkî xurt bû. Lê niha, di dema me de lîteratura nivîskî xurt e, pêşketî ye. Edebiyat dayika gelek babetên hunerî ye. Yên ku hunera tiyatro, fîlm û muzîkê pêk tînin ji lîteraturê feyde dibînin. Ham madeya lîteraturê ziman e. Ji bo vê divê teknîka zimên di edebiyatê de baş bê karanîn. Edebiyatvan divê hunera zimên baş pêk bîne. Edebiyatvan wexta ku dest bi nivîsînê dike dizane, ku li hember cîvakê xwediyê berpirsiyariyek e.
Edebiyatvanek çiqas li ser cîvakê xwediyê bandorek mezin be, ewqas jî xwediyê berpirsiyariyek mezin e. Fonksiyonê edebiyatvan ev e ku şikil dide hîs û şiûra cîvakê. Cîvakê diramîne, wê dide fikrandin. Li gor şaxên hunerên din, şaxa hunera edebî xwediyê hîn îmkanên mezin e. Ew bi haceta zimên dikare bikeve her qada jiyanê. Ji bo qada edebiyatê dem, mekan, şert û şût bê sînor in.
2. Di vê serdema em tê de dijîn, paşketin û pêşketina romana Kurdî û cudahiya wê ji romana cîhanî çi ye, em dikarin bibêjin ku bi giştî romana Kurdî pêngavne ber bi çav avêtine?
Bersîv /2 / Lokman Polat / Romana kurdî her diçe pêş dikeve, dikemila. Romana kurdî kêmê romanên nivîskarê cîhanê nîn e û ji gelek romanên tirkî û arebî serketîtire. Beriya 1980î berhemên edebî yên Kurdî kêm bûn. (Li vir mexsed Kurdistana Bakur e. ) Nivîsên li ser edebiyata Kurdî pirr kêm -car carna- dihatin weşandinê. Lê piştî 1980’yî û bi taybetî jî di salên nabeyna 1985 û 2005an de gelek berhemên edebî -li welêt û li derveyê welêt- hatin afirandin, bi sedan nivîsên li ser edebiyatê -bi gelemperî edebiyat û bi taybetî jî edebiyata Kurdî – hatin weşandin.
Ziman, çand û edebiyata neteweyekî hebûna wî neteweyî ne. Neteweyek ku zimanê xwe, çanda xwe, edebiyata xwe wenda bike, ew bi xwe jî wenda dibe, di nav neteweyên din de dihele, asîmîle dibe. Yên ku neteweyan li ser lingan dihêle ziman, çand û edebiyata wî neteweyî ye.
Edebiyata Kurdî a bi devkî gelek xurt e, dewlemend e. Edebiyata nivîskî jî di van salên dawîn de, ber bi pêş dikeve, pêş ve diçe, dewlemend dibe. Edebiyat di jiyana gel û neteweyan de bûyerên ku li ser jiyana civakî bandora xwe dike, bi hawayekî hizn, hest û bi sîmgeyan, bi taswîran, bi gotinan yan jî bi nivîskî tête pêşkêşkirin e. Di edebiyatê de ziman bingeh e; ziman nebe edebiyat nabe. Lê, dewlemendiya zimên jî bi têkiliyên bi edebiyatê ve girêdayî ye. Bi karanîna zimanê edebî, ew ziman hîn pêş dikeve, bi goşt û xwîn dibe, bi ruh û can dibe, jîndar dibe. Pêş ve diçe.
3. Gelo her romaneke tê nivîsandin em dikarin jê re bêjin romane, yan taybetmendiyên romanê hene û dema Lokman Polat dest bi nivîsandina romanekê dike çi bingeh digire?
Bersîv / 3 / Lokman Polat / Bêguman her pirtûka ku li ser berga wê nivîsîne roman neroman e. Di kurdî de jî hinek pirtûk hene ku weke roman hatine binavkirin lêbelê roman nînin. Min di pirtûka xwe a bi navê ”Romana kurdî / Rexne, nirxandin, şîrove” de rexne li hinek pirtûkên ku li ser berga wan roman hatine nivîsîn lê di esasê xwe de roman nîn in, rexne kir.
Di nivîsîna romanê de ez di her romanek xwe de teknîkên cuda ên nivîsînê bikar tînim. Weke bingeh jî romanê li ser bingeha xeyal û rastiyê dihonînim. Ji ber rastî û xeyalan cîhaneke edebî a romanê diafirînim, li gor mijarê jî karekterên romanê pêk tînim.
4. Hemû roman ne weke hevin, hin roman hene aşûpîne anko xeyalin, hin hene ji rastiya civakê ne, hin hene dîrok in…Lokman Polat xwe di kîjan curê romanê de dibîne û heta çi radeyê Lokman Polat xwe di nava romanê xwe de dibîne?
Bersîv / 4 / Lokman Polat / Mijarên romanên min curbecur in. Hinek jê romanên ku bûyerên wan di dema dîrokê de derbas bûne, hinek ên nûjen in. Hinek bi tevahî xeyalî ne hinek li gor rastiya realîyeta civakê civakî ne. Bi piranî jî romanên ku rastî û xeyal li hevûdu hatine hunandin in.
Ez wek nivîskar di radeyeke hindik de di nav hinek romanên xwe de heme, lêbelê di piraniya romanên xwe de tuneme. Ji xwe li gor mijara hinek romanan nepêwîst e û ne mimkûne ku nivîskar têkeve nav romanê. Min bi navê ”Şûrê Siltan Selhadînê Eyubî” romaneke tarîxî/dîrokî nivîsî. Bûyerên romanê di dema Eyubiyan de tê rave kirin, lewre jî ne mimkûne ku nivîskar têkeve nav wê romanê.
Giraniya naveroka romanên min xeyal in. Romana kurdî herî pir ji hêla utopyayê/xeyalê ve qels e. Romanên ku bi xeyalî hatine afirandin hindik in. Piraniya romanên kurdî romanên li gor realîzma civakî, serpêhatî, biyografîk û otobiyografîk in.
Divê asoya xeyalên nivîskar/romannivîser berfereh be. Xeyalên dûr û kûr bihizire. Rastî û xeyalê li hevûdu bihone. Romanên ku ji ber rastî û xeyalan hatine afirandin romanên serketî ne.
5. Di qonaxa nivîsandina romanê de pir caran pirsgirêk derdikevin, li gor te pirsgirêkên romannivîsên Kurd çi ne?
Bersîv / 5 / Lokman Polat / Pirsgirêkên romannivîserên kurd pirsgirêka çapkirina romanên wan in. Gelek nivîskar pirtûk dinivîsin lêbelê îmkanê çapkirinê nabînin. Li bakurê Kurdistanê dewleta kurdan jî tune ku ji wezareta çandî alîkarî wergirin. Lomajî ji bo kurdan bingeha hertiştî daxwaza dewletbûnê ye. Pirsgirêkên nivîskaran jî û pirsgirêkên hemû beşên civakê jî bi damezrandina dewletbûnê çareser dibe.
Pirsgirêka nivîsîna romana kurdî a romannivîserê kurd ev e ku; rewşa wan a aborî dest nade ku vî karî, xebata xwe ya nivîsînê bi şêweyeke profesyonelî pêk bînin. Ji bo debara xwe û malbata xwe kar dikin û di wextê xwe î vala de bi şêweyeke amatorî bi karê nivîsê re mijul dibin.
6. Heta roja me ya îro gelek axivitin têne gerandin ku xwendevanên romana Kurdî kêmin, ger raste, sedem roman û romannivîsin yan xwendevanin?
Bersîv / 6 / Lokman Polat / ji bo ku li bakurê Kurdistanê dewleta kurdan tune, di dibîstanan de perwerdeya kurdî tune loma jî xwendevanên pirtûkên kurdî hindik in. Netenê xwendevanên romanên kurdî hindikin, bi gelemperî xwendina kurdî û xwendevanên kurd hindik in. Nexwe di nav pirtûkên kurdî de herî pir romanên kurdî têne firotin.
Sedemê kêmbûna xwendevanan roman û romannivîser nîn in. Sedem tunebûna dewletbûna kurd û tunebûna perwerdeya kurdî li dibîstanan e.
7. Xurbetê heta çi radeyê bandora xwe li romanê te kirine?
Bersîv / 7 / Lokman Polat / Ji gelek welatan, nivîskarên wî welatî ji ber sedemên siyasî ji welatê xwe bazdane û çûne welatekî din û ew welat ji xwe re kirine cihê jîyanê, li wir bi cih û war bûne. Dîroka ronakbîr û nivîskarên kurd, dîroka sirgûnê ye. Gelek rewşenbîrên kurd li welatên biyanî mirine. Ji malbata Bedirxaniyan û malbata Cemîlpaşa gelek ronakbîr li biyaniyê wefat kirine.
Nivîskarên Kurd yên penaber li welatên biyanî ji bo doza netewa kurd gelek kar û xebatên hêja kirin û berhemên giranbuha afirandin. Ew xabatên wan ê hêja, bêguman perçeyek ji dîroka têkoşîna netewa kurd e. Pirtûkên dîrokî ku wan nivîsiye beşek ji dîroka netewa kurd ronahî dike. Berhemên wan ji hêla dîrokê, zimên, çand û edebiyatê de serçavî ne; ji bo ronakbîrên kurd yên nûha çavkanî ne.
Kovar û rojnameyên ku di wê demê de hatine weşandin, qîmet û rûmeta wan îro jî li cem ronakbîr û nivîskarên kurd gelekî bi qîmet in. Kovara Hawarê hêj jî di hêla rêziman û rastnivîsa kurdî û alfabeya kurdî de rê nîşanê me dide. Em di gelek warên nivîsandinê de hîmên xwe ji kovara Hawarê digirin û ji xwe re dikin rêzan.
Wexta ku di 12ê îlona sala 1980yî de de li Tirkiyê derba askerî a faşîst çêbû û cunta hat ser hikim, piştî derbeyê gelek ronakbîr, nivîskar, welatparêz û şoreşgerên kurd derketin derveyî welat û pirraniya wan di welatê Ewropa da cih û war bûn. Ev penaberên kurd yên siyasî li sirgûnê çapemenîya kurd û edebiyata kurd ya sirgûnê afirandin. Ji sala 1980î û vir ve ji 200î zêdetir kovar û rojnameyên kurdan li Ewropayê hatine weşandin.
Herweha gelek pirtûkên edebî ji sala 1980î vir ve hatin weşandin. Gelek nivîskarên kurd yên penaber pirtûkên xwe yên yekem li ewropayê çap kirin. Edebiyata kurd a nûjen di vê demê de dest pê kir. Çend nivîskarên kurd ku pirtûkên xwe yên yekem bi zimanê tirkî weşandibûn, pirtûkên xwe yên din êdî bi kurdî nivîsîn û weşandin.
Nivîskarên kurd yên ku li sirgûnê dijîn bi sedan romanên kurdî û bi sedan pirtûkên helbest û çîrokên kurdî weşandin. Di hêla çand, ziman û edebiyata kurd de nivîskarên sirgûnê yên penaber xizmetên gelek hêja kirin û hîn jî dikin.
Ji bo afirandina romanên min bingeh welatê min Kurdistan e. Lê naverok û mijara hinek romanên min li xurbetê, xerîbiyê, biyaniyê derbas dibin.
Herweha çand û wêjeya Swêdê jî bibe nebe li mirov tesîr dike û di hinek waran de bandora xwe datîne ser mirov.
8. Gotina dawî.
Bersîv / 8 / Lokman Polat / Gotina min a dawî, ev e ku; dive kurdên herçar parçeyê Kurdistanê pêngava dewletbûn û çûyina ber bi serxwebûna başurê Kurdistanê biparêzin. Başur ji bo tevahiya Kurdistanê pencereye, şibak e ku ronahî dide hundir.
Niha li bakurê Kurdistanê gelek romanên nivîskarên kurd ên başurê Kurdistanê ji soranî dikine kurmancî û diweşînin. Divê li başur jî romanên romannivîserên kurdên bakur li başur hem bi soranî û hem bi kurmancî bi alfabeya arebî/kurdî ku ew li başur bikar tînin, werine weşandinê.
Dive wezareta çandî a hukumata herêma Kurdistanê jî piştgirî bide kar û xebata çandî, edebî/wêjeyî.
Ez ji birêz Demhat Dêrikî re û ji rojnameya Evro re spas dikim ku dîtinên min pêşkêşê xwendevanên kurdên başurê Kurdistanê kir in. Silav û rêz.
Demhat Dêrikî
Rojnameya Evro
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,336
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://portal.netewe.com/ - 10-05-2023
挂钩项目: 62
传记
文章
日期与活动
小组: 文章
Publication date: 16-05-2021 (3 年份的)
Publication Type: Born-digital
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 10-05-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on11-05-2023
此产品最近更新( سارا ک ):10-05-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,336
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 515,910
图片 105,083
书籍 19,065
相关文件 95,525
Video 1,259
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!