图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,698
图片 106,205
书籍 19,173
相关文件 96,618
Video 1,329
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Medya Civakî û pirsa yekîtîyê
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Cano AMEDÎ

Cano AMEDÎ
=KTML_Bold=Medya Civakî û pirsa yekîtîyê=KTML_End=
=KTML_Underline=Cano AMEDÎ=KTML_End=
Ev demek e li ser tora medyaya civakî, beşek dost û hevalên ku ez hinekan ji wan nasdikim û hinekan jî nasnakim, derbarê pirsgirekên rojevê de, gilî û gazinên xwe, şîrove û rexneyên xwe di rûpela min de parve dikin. Bi rastî mirov ji wan rexne û şîroveyên bikêr, sûdek baş digire. Lê belê, em dibînin ku hinek kes an derdor hene ku bi berçavkên îdeolojîk û reşkirinê, dixwazin di kûrahîya şêlûyê de xwe bixapînin.
Dost û hogirên hêja, em hemû baş dizanin ku ev êş û azarên hanê ku em bi hev re dijîn, encamên birînek kûr û dûr e. Ev ne pirs û pirsgirêkê îro ne; ev xwedî demdirêjîyek dîrokî ne!
Pirsên ku çima yekîtî, hevkarî û nûjenîyek mayende pêk nayê, pirsên hergav di rojeva tevgera neteweyî û demokratîk ya miletê Kurd de ye. Bersiva van pirsan jî li gorî helwest û berpirsîyarîya partî, rêxistin û kesayetan tê guhertin. Em pirsgirêk û êşa xwe dizanin lê binavkirin û dermankirina wê êşê karê bijîşkên pispor û dilsoz in. Ew bijîşkên her tim keda xwe didin û bi fedakarî li dû rastîya tedawîkirina nexweşêyan in, dikarin bibin bersîva van eş û pirsgirêkan. Lê mixabin em dibînin ku hinek ji bo berjewendî û ezeztîya xwe ya rojane, li ber derîyan destên xwe datînin ser hevdû û şabaşîyê dikin; ew bêpîvan tevdigerin û hûqûka hevbeş binpê dikin.
Hevalno, alavên vê xwarinê ji ezmên nayê, hebe an tunebe divê em pêdivî û çareserîyê li ser vê erdnegarîyê peyda bikin. Ev malzeme ji ked û fedakarîya dilsozên doza netewî û demokratîk pêk tê. Ew jî em hemû kesên welatparêz û dozdarên doza neteweyî û demokratîk in. Ne derfetên me heye ku em pispor û bijîşkên bijarte ji asîmanan transfer bikin; ne jî di vê rewşê de, em xwedî wan îmkan û dewlemendîyê ne ku rê li ber pêlên xirabîya xêrnexwazan bigirin.
Kêm zêde, em gelek jê nêzîkî 45 sal in ku hevdû nas dikin. Di rojên xweş û nexweş de, em şirîkê derbasbûnekê ne. Hiqûqek me ya hevpar heye. Di destpêka ciwanîyê û şoreşgerîya me de, hinek ji me aliger û dilsoz bûn, hinek jê kadro û berpirsên komîteyên bajaran bûn. Hinek jê serok, sekreter, endamê komîteya navendî û hinek jê jî endamê mekteba siyasî bûn. Her kom û kozik, her partî û rêxistinên kurdistanî xwedî girseyek mezin û desthilatdarên herêman bûn. Em her yek bi wan partî û rêxistinan re peywendîdar bûn an jî mesûl bûn.
Ez zarok bûm, di 18 saliya xwe de hatim girtin. Çi bû, min çi kir, çi dît, çi jîyam ez nabêjim. Bila bersîva wê pirsê cîwanî û navoserîya min be. Lê ji wê pêvajoyê heta niha, li gorî erk û karê xwe, li gorî berpirsîyarîya xwe ez şirîkê xêr û gunehên wê pêvajoyê me. Hêvî dikim ku herkes li gorî berpirsîyarîya xwe tevbigere û barê xwe hilgire.
Di zindanê de jî û piştî zîndanê jî ji bo yekîtîyek netewî, ji bo bereyeke netewî, ji bo kar û xebatên hevbeş, ji bo hevkarîyek kurdistanî, min piştgiriya hemû hewldanên hatine kirin kiriye. Min her tim hêvî kirîye ku ew xebatên hevbeş bi ser bikevin. Bi kêmanî, ji bo ew xebat û hewldan bigihîje armanc û encamekî rasteqîn, min “dua” kirîye. Ez îro jî li ser wan bîr û baweriyên xwe me. Li ser wê karekter û hêvîyê me.
Çima yekîtî çê nabe? Bi ya min bersiva vê pirsê dîsa li cem me ye. Yên hundurê wê bersivê tije bike dîsa em in. Gelo em amade ne di vî warî de, bersiva xwe zelal bikin. Bê sedemên bêbingeh, gelo em çiqasî amade ne ku destê xwe bikin bin bar û bi berpirsiyarîyek rizgarîxwazîya neteweyî tevbigerin.
Ez li ser navê xwe dibêjim ku ji bo min berjewendiyên netewî beriya her tiştî tê û ez girîngiya vêya, li ser her tiştî digirim. Ez do jî, îro jî û sibê jî piştgir û aligerê bingehek neteweyî û demokratîk im. Bi hişmendîyeke neteweyî, hemû alîyên kurdistanî, rewşenbîr û kesayetîyên siyasî divê ji bo dermankirina birînên xwe tevbigerin. Bi helwest û sekna xwe, bi hêvî û daxwazên xwe divê rolekî çêkir bilîzin û bi berpirsyarî tevbigerin. Kî dikare çi bike divê li gorî wê gavan bavêje. Heta niha bi nivîs û helwestên xwe, min xwestiye keda min di hevîrê yekîtî û hevkarîyên rizgarîxwazîya neteweyî de hebe. Bi ked û xwêdana xwe, bi hêvî û armanca xw, ez her gav xîzmetkarê doza netewî me. Îro jî û sibê jî ez amademe xizmeta gelê xwe bikim.
Hêvî dikim herkes bêyî ku li lê û egeran binêrîn û bê şert û merc li çareserî û dermanê yekîtîyê bigerin û em bi hevdû re rabin ku karibin vê pirsgirêka xwe ya kevnar çareser bikin. Gava ku gotin û kirin ne lihev bibin, peydakirina derman û çareserîyê jî zehmet e.
Medyaya civakî derfetên zêrîn derxistiye holê, lê em hemû baş dizanin ku gelek kes wan derfetan bi şêweyekî xerab bikar tînin. Li gorî bîr û bawerîya min, eger dilsozên doza rizgarîxwazîya neteweyî bi berpirsiyarîyek neteweyî tevbigerin, medyaya civakî û teknolojîya heyî, bi vê armancê bi kar bînin, em dê bikaribin gelek kês û feydê jê bigrin. Zimanekî civakî û çêkir, dikare derîyê serkeftin û hêviyên nû veke. Lê mixabin ew nexweşîyên îdeolojîk û karekter, tîn û tesîra çepitîya tirk malxirabîyek giran li ser me çêkiriye. Heta ku em xwe ji bandora van nexweşîyan rizgar nekin, emê gelek zehmetîyên mezin bibînin, bikişînin û bijîn; em ê her dem hewl bidin ku hevdû di tasek av de bifetisînin. Di demên dawî de tiştê ez dibînim, wêneyên ku derdikevin pêş, mixabin bi vî rengî ne. Ev jî mirovan diêşîne, rê li ber dilsarîyan vedike.
Kurdistanîyên Ezîz û xoşewîst, dem ne dema nîyet xwendin û xwe li ser hevdû ferz kirinê ye. Dem ne dema pêvajoya parastina bi berçavkên îdeolojîk yên ne bi rewşa tevgera rizgarêxwazîya neteweyî guncav, grûpperestî û partîperestîyê ye. Dem ne dema komîsertî, ezezî, binpêkirina cudakarîyê û xwe ferz kirinê ye. Ez naxwazim ji salên 1978 an vir de, rûpelên dîroka derbasbûyî heta niha raxim ber çavan. Pêwîst jî nabînim.
Kî bi kê re hevaltî kir, itifaq kir, kî li gel kê danûstandinên îdeolojîk û rêxistinî kir, kê bi ked û xebatên xwe, bi têkilî û helwesta xwe piştgirîya tevgera PKKê kir ku encamê wê îro li ber çavan e.
Gava ev derfter vebin, divê herkes hesabê xwe baş bike. Ew kesên bi salan av kişandin ser aşê vê tevgerê, niha jî dixwazin eyarê bidin kesên ku heta niha bi awakî berdewamî li ser helwesta xwe mane, ku li ber derîyên desthilatdaran serî netewandine; wan dorpêç bikin û dîl bigirin. Bila kes „serê xwe bi paçan mezin neke, em hevdû ji nêzîk ve nas dikin. Pirêzên me jî sekin û helwestên me jî li ber çavan e.
Ziman û berpirsyarîya kesayetî û aliyên siyasî jî ji hevdû cûda ne. Hiqûq û mesûlîyeta wan ne wek hev in. Hinek kes hene ku bi nexweşîya “xuyakirina li ser medya civakî” dixwazin her tim li ser dîkê bin û bala raya giştî bikşînin ser xwe. Ev dêrûnîyek ne baş e û encamên trawmayên têkçûna kesayetîyek bêhêvîtiyê ye! Dermanê vê nexweşîyê hişmendîyeke netewî ye. Berpirsîyarî û zimanêkî çêkir e. Eger em bawer in ku bi zimanê xirabîyê, bi helwestên têkbirinê emê bi ser bikevin; wê gavê bila herkes bi şûr û mertalan xwe derkevin kolanan! Lê divê em baş bizanibin ku ew helwest û siyaseta reşkirinê tenê û tenê xizmeta neyarên gelê Kurd dike.
Rexne kirin, rê li ber gengeşî û ramanên nû vekirin erkê medenî bûnê ye. Rexne û pêşniyarên rê li ber guherandin û çareseriyên mayînde vebike, divê tu kes jê dûr nekeve. Pêwîstîya me bi rexneyên berhemdar û çêker, yên rê li ber guherandin û avakirina yekitî, hevkarî û hevrêziyê veke heye. Bi zimanekî tund û tûj em dê nikaribin derîyê dîyalogê di navbena xwe de ava bikin. Em hemû baş dizanin ku rexneyên rê li ber dûrketin û hilweşandinê vedike tu feydeyekê nade tu kesî û tevgera rizgarîxwazîya neteweyî. Di derbarê kêmasî û şaşîyên rojane de divê em hevdû rexne bikin, hevdû serast bikin û rê li ber nexweşiyên demkî bigirin. Bi rexne û rêzgirtina dualî, di warê pîvan û sînorên dostanî û hevaltîyê de divê em bi baldêrî tevbigerin. Em ne xort û ciwanên 20 an 30 salî ne, bi giranî em nifşê salên 1970ya an 1980ya ne. Bi başî û xirabî, bi serkeftin û têkçûyîyên xwe, em têkoşer û şîrîkê rojên derbasbûyî ne. Pirêza 50 salên dawî li holê ye. Di wê şanoyê de kî aktor bû kî lîstîkvan bû dîyar e! Em hemû rûsipî û xwedî nebîyan ne. Em alîgir, dilsoz, endam, kadir û rêvebirên doyin şêwirmend û rûsipîyê îro ne. Divê ziman, helwest û bertekên me li gorî tecrube, zanabûn û kamilbûna me be.
Divê em enerjî û derfetên xwe, li dijî dewletên dagirker û xulamokên wan xerc bikin, ne li dijî hevdu. Pêwîstîya me bi tecrube û zanyarîyên hevûdu hene. Erkê temen û kamilbûna me avakirin û çêkirin e; ne belavkirin û xirabkirin e. Pêwîstîya me, bi çepik û şabaşan tuneye. Pêwîstîya me bi hevûdu, heval û hogirtîya hevdu heye. Divê em baş bizanibin ku bi temenê 70 an 80 salî, em ne amade ne bi dînamîzma têkoşerîya 20 salîyê tevbigerin. Divê em li gorî rastîya xwe tevbigerin, tecrube û zanyarîyên xwe bi nifşê nû re parve bikin.
Bi hevîya welatekî serbixwe, miletekî azad û civateke demokratîk û bi rêz û silavên germî şad û bextewar bin.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览936
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://portal.netewe.com/ - 10-05-2023
挂钩项目: 21
小组: 文章
Publication date: 16-05-2021 (3 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 社会
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 10-05-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on11-05-2023
此产品最近更新( سارا ک ):10-05-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览936
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.17 KB 10-05-2023 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,698
图片 106,205
书籍 19,173
相关文件 96,618
Video 1,329
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!