הספרייה הספרייה
לחפש

כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!


Search Options





חיפוש מתקדם      מקלדת


לחפש
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
לשלוח
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
כלי עבודה
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
שפות
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
החשבון שלי
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
לחפש לשלוח כלי עבודה שפות החשבון שלי
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 אודות
 פריט אקראי!
 תנאי השימוש
 Kurdipedia Archivists
 המשוב שלך
 אוספי משתמש
 כרונולוגיה של אירועים
 פעילויות - כורדיפדיה
 עזרה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 517,368
תמונות 105,653
ספרים 19,144
קבצים הקשורים 96,360
Video 1,306
הספרייה
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפ...
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê?
קבוצה: מאמרים | שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
פריט דירוג
מצוין
טוב מאוד
הממוצע
מסכן
רע
הוסף לאוספים שלי
כתוב את התגובה שלך על סעיף זה!
היסטורית פריטים
Metadata
RSS
חפש בגוגל לתמונות הקשורות לפריט שנבחר!
חפש בגוגל עבור פריט שנבחר!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê?

Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê?
=KTML_Bold=Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê?=KTML_End=
=KTML_Underline=Şeyhmus ÖZZENGİN=KTML_End=
Miletê Kurd û hemû pêkhateyên Kurdistanê, di destpêka sedsala me û seranserê sedsala çûyî de tûşî rejîmên dîktator, komkujî û êrîşên tûndrev bûn, jenosîdan bûn û ev hîn berdewam e. Hê şaxekî darê ku pê bigirin û bikin hêvîyek ji xwe re a navdewletî ji vî miletî re peyda nebû. Her bi îmkanên xwe hevûdû hinbêz kirin û li henber vê zilma nerewa liber xwe dan.Herêmên xaka Kurdistanê, ku li gor madeya 140 a destûra Iraqê li benda referandûmê bûn, Şengal, Başîka, Qereqoş, Deşta Neyneva, D.xurmato, Kerkûk û Xaneqîn tûşî êrîşên DAÎŞ bûn. Wê demê serokwezîrê Iraqê Nûrî El Malikî bû û fermanderê artêşa Iraqê bû. Serokwezîrê Iraqê Nûrî El Malikî fermana “li berxwe nedin, şer nekin û vekişin„ da Artêşa Iraqê. 87 hezar leşkerên artêşa Iraqê, bê ku fişekekê biteqînin, çekên xwe radestî hêza barbar (DAIŞ) kirin û bipaş de vekişîyan. Di vê bipaşde vekişandinê de karesatên mezin hatin serê Şengal, deşta Neyneva, Mûsil, Qereqoş û Başîka. Bayê jenosîdek mezin li herêmê belav bû. Kurdên Êzdî, Şebek, Kakaî û mesîhî, Keldanî tûşî vê barbarîyê bûn. Bi sedhezaran berê xwe dan Herêma Kurdistanê. Nêzî 2 milîyon koçber li herêma Kurdistanê bicîh bûn. Van barbarên ku bi navê îslamê çek girtibûn destê xwe, li ser Kurdên Êzdî jenosîdek mezin pêkanîn. Bi 10 hezaran hatin qetilkirin, keç û qîzên me, jinên me hatin revandin. Musil ket destê DAIŞê û wahşetek ne mirovî li Musilê jî pêkhat. Kurdan hin li henber van êrîşan liber xwe da û hin jî ev koça bi sedhezaran hinbêz kir. Bi qasî ku Herêma Kurdistanê rûbirûyî qeyranek darayî û êrîşên DAIŞ bû jî, xwedî li wan derket, parast û xwedî kir. Papa Francîz di virê de bi hevokekê dibêje;“Hûn Kurd miletekî pak in, we destê xwe yê bi rehim dirêjî van hemû pêkhateyên ayînî û netewî kiriye, ji bo min jî dua bikin.”Wek ku em dizanin; Piştî ku Daiş şikest, serokê Herêma Kurdistanê, Papa dawetî Kurdistanê kiribû, ku pêşewazî wî bike û pir tiştan bi çavê xwe bibînin û di deftera Watîkanê de qeyd bike. Ew roj hat û Papa Françîs ev zîyaret, di dema Covîd 19 dan de, ku pir bi rizîko bû jî, pêk anî û Kurdistanê bi hemû reng, ayînî û çandên xwe ve pêşewazî lê kir.Di merasima pêşewazî ya Papa de hemû konsolxaneyên welatan, karmendên bîyanî, pêkhateyên ayînî, netewî, sîyasî beşdar bûn. Papa Francis, li ser vê pêşewazîyê û pir rengîyê hestên xwe bi van hevokan anî ziman;“Gelek spas bo vê pêşwaziya mezin, ku we li min kir. Demek dirêj e min dixwest serdana Herêma Kurdistanê bikim. Kêfxweşim, ku îro bi daxwaza we hatim Kurdistanê. Gelek pêzanînên min hene di derheqa we û miletê we de. Tevî ku hûn di şer de bûn, we pêşwazî li koçberên Mesihiyên Mûsilê û deşta Neynewa û Qereqoşê û li pêkhateyên din kir. We himbêza xwe ji bo xrîstiyanan re vekir.”Peyama duyem a Papa Françîs jî li ser tehamûl û vîcdanê ayînî û civakî bû. Di vê mesajê de jî dîyar dike ku „bihevrejîyan û hevdûqebûlkirina di navbera pêkhateyên netewî û ayînî de, nasname û çanda resen a Kurdistanê ye.“Papa Françîs bê ku çavê xwe ji hêjayîyên ku miletê Kurd hinbêz kirîye re bigire, eşkere dike ku;“baweriya me ya temam bi azadiya ayînî û firehayîniyê heye. Lêborîn, bihevrejîyan û hevdûqebûlkirina di navbera pêkhateyên netewî û ayînî de, nasname û çanda resen a Kurdistanê ye. Ez bi hemû şêweyek parêzgarî li wê çandê dikim. Ev çand bawermendîya me ye jî”Papa Françîs sebeba hatina xwe jî bi zimanekî aştîxwaz û vîcdanekî pak, li Herêma Kurdistanê got:“Hatim ku li gel we bi hev re, em ji bona mesîhiyan û ji bona hemû mirovahiyê dua bikin. Dijmin hat ji bo ku vî welatê resen têk bide. Lê we bi resenîya xwe xizmet kir û pêşwazî li koçber û pêkhateyên din kir û we ew ji qetlîaman parast. Şer rûxandin û wêrankirin e. Lê we bi pakîya xwe, dijminê xwe têk bir û welatên xwe, xaka xwe parast û avedan kir. We kir bingeha xakek aştîxwaz û aram.Hatim vê axa mubarek pîroz bikim. Hûn milekî pak in, we destê xwe yê bi rehm ji bona hemû kêmhateyên ayînî û netewî dirêj kir. Hûn miletekî pîroz in. Ji bona min jî dua bikin. Spas ji bona hemû ew resenîya hêja û pîroz, ku li gel we û hemû ayînan û hemû pêkhateyan heye. Li Kurdistanê azadî berqerar e. Dûbare spasiya pêşwaziya germ û mazûvaniya we a hêja dikim.”Bi kurtayî:Papa Françîs sembola 1,5 milyar bawermendên Mesîhîya ye. Serokê Watîkanê ye. Peyamên ku da cîhanê:1-Miletê Kurd miletekî resen e. Felsefeya miletê Kurd a ayînî û çandî li ser vîcdanekî pak, piralî û rahmê hatîye honandin.2-Miletê Kurd, bi êrîşên hovane re ev carek din îspat kir ku ev felsefe û çand li ser axa Kurdistanê zînde ye û dijî. Axa Kurdistanê, axek pîroz e.3-Aramî û piralî jîyana ku li Herêma Kurdistanê hatîye avakirin, cîhê şanazîyê ye. Miletê Kurd îspat kirîye ku bi hêsanî dikare xwe bi xwe îdare bike û hemû çand û olan li herêma xwe hinbêz bike û biparêze.4-Asayîşa ku li Herêma Kurdistanê heye, li seranserê Rohilata Naverast tineye. Papa, wek ku li mala xwe di ewlehîyê de hat pêşewazî kirin. Ev îspata ewlehî û asayîşa Herêma Kurdistanê ye.[1]
פריט זה נכתב בשפה (Kurmancî - Kurdîy Serû), לחץ על סמל כדי לפתוח את הפריט בשפת המקור!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
פריט זו נצפתה פעמים 425
HashTag
מקורות
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | http://www.rojnameyakurdistan.com/ - 10-05-2023
פריטים המקושרים: 4
קבוצה: מאמרים
שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 09-03-2023 (1 שנה)
Publication Type: Born-digital
סוג המסמך: שפת מקור
ספר: שונים
פרובנס: Kurdistan
Technical Metadata
איכות פריט: 99%
99%
נוסף על ידי ( ئاراس حسۆ ) על 10-05-2023
מאמר זה נבדק ושוחרר על ידי ( سارا ک ) ב- 11-05-2023
פריט זה עודכן לאחרונה על ידי ( سارا ک ) על: 11-05-2023
קשר
פריט זה לפי כורדיפדיה של תקנים עוד לא נגמר עדיין!
פריט זו נצפתה פעמים 425
Attached files - Version
סוג Version שם עורך
קובץ תמונה 1.0.112 KB 10-05-2023 ئاراس حسۆئـ.ح.
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות

Actual
הספרייה
אנא כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 517,368
תמונות 105,653
ספרים 19,144
קבצים הקשורים 96,360
Video 1,306
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| ליצור קשר עם | CSS3 | HTML5

| זמן טעינת דף: 0.875 2!