ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 517,421
画像 105,714
書籍 19,160
関連ファイル 96,493
Video 1,307
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Danasîna Romanek Bîyografîk!
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Me Kilîda Çîyê Wenda kir

Me Kilîda Çîyê Wenda kir
=KTML_Bold=Danasîna Romanek Bîyografîk!=KTML_End=
=KTML_Underline=Şeyhmus ÖZZENGİN=KTML_End=
“#Me Kilîda Çîyê Wenda kir# !” M. S. Çurukkaya Weşanên Dozê. Çapa yekê, 677 Rûpel.Ji Tirkî wergêra Kurdî, Welat Azad.Dîrok hafiza miletekî ye. Zemqa hevgirtina wî miletî ye. Ev pêvajoka dîrokî, bi başî û xerabîyên xwe nasnameya wî miletî jî çê dike. Em ji van re dersên dîrokî dibêjin. Dema miletek dest bi jibîrkirinê bike, ji hafiza xwe qut bibe, an jî hafiza xwe êdî bikar neyne û tecrûbên xwe yên dîrokî dernebixe asta zanistîyê, ev dibe destpêka xeterîyek mezin û perçebûna wî miletî, têkçûna wî miletî bi vê rewşê re tê. Ji ber vê jî M. Selîm Çurukkaya; dîlimek ji serhildan, serpêhatî û kevnejîyanek a sedsalîya nêzîk ya Kurdistanê, bi pênûsek xurt û bi metoda romanivîsa dîrokî derxistîye zanistîyê. Di virde M. Selim Çurukkaya barekî giran ji ser milê xwe danîye.“Me Kilîta Çîyê Wenda Kir”, Serpêhatîyên şervanên Kurdistanê, qahremanên dîrokê û navê wan e. Navê efsane, destan û çîrokên van serkirdeyên bênav yên berxwedanên Kurdistanê ye. Ev beşa dîroka miletê Kurd a sedsalî ya erênî ye. Lê hêlek me ya neyênî jî heye. M. Selîm Çurukkaya, ne tenê hêla erênî, ya nêyênî jî bi pênûs û serpêhatîyên dîrokî derdixe ber me. M. Selim, di vir de derdixe ber me, ku çawa xîyanet, her bûye sebebê têkçûna me û rûpelek neyênî bi sedan salan kirîye para vî miletê mazlûm.Berhema “Me Kilîta Çîyê Wenda kir”, bi wê roja xebera reş re destpê dike. Di virde, M. Selîm Çurukkaya, malbata wî, dost û nasên pêvajoka vê dîrokê, yeko yeko emin. Her yekê ku bi vê pêvajoka General Dr. Seîd Çurukkaya re têkildar bûye, bûye perçeyek ji êşên vê xebera reş. Nivîskarê berhemê, ev pêvajok, bi detayek berfireh anîye ziman û hewl daye xwe, ku ji bandora psîkolojîya wan rojan derkeve û di nav tayên dîrokê de li dersan bigere, ku sûdê jê bigirin. Nivîskar, di vir de jî serkevtî ji nav van detayan derdikeve û xwe berdide nav tayên dîroka miletê xwe. Li Dr. Seîdan digere. Li Sebebên têkçûna miletekî a sedsalî, li hizran û xîyanetkaran digere ku çi cûre cûre “vîcdan” jî bi wan re hebû. Nivîskar, şehadeta General Dr. Seîd Çurukkaya, şervanîya qahremanê serpêhatîyê berhemê û hezkirina wî a bi xakê welatê wî ve têkildar, bi van hevokan tîne ziman:“Dr. Seîdê ku ev şanzdeh sal bûn nikarîbû biçe welatê xwe, niha bi tabûta xwe diçû welatê xwe. Ne xerîbê rêya Çilkanîya Çewlikê û sînorê Xabûrê bû. Bi salan ji bo wê axê şer kiribû li wan deran..” s.29M. Selîm Çurukkaya, me li erdnîgarîya Çewlikê û gundên derdorê, seraünserê Kurdistanê û heta beşê binxetê digerîne. Rewş û helwesta şervanên Kurdistanê, wefaya wan, bi xaka wan û hestên wan re bi pênûsek xurt û herîkar tîne ziman. Têkilîyên rojane yên rûniştînerên herêmê, sosyolojîya wan û têkilîyên malbatî, serhildan û serkêşên serhildanan, wek bênderekê di romanê de hildibijêre û dide ber bayê. Yên ku jê re lazimin berhev dike û bi hosteyî pêşkêşî xwendevanan dike. Nivîskar, di vê bêndera têkilî û bîranînan de wîcdanê mirov esas digire û karesatên bêwîcdanî dike dersên dîrokî. Ji romanekî bîyografîya Dr. Seîd bêtir, bîyografîya sedsala me ye, ji pênûsa M. Selîm Çurukkaya diherike ber me.“Wîjdanê wan miribû, mirovatîya wan miribû, heta wî xwedayê di pirtûkên pîroz de, ku bahsa wî dikirin jî miribû”(!)s.73Hêlek din a romanê jî, erdnîgarîya herêmê, hespên şervanan û têkilî, vefaya van hespên rewan û sûwarên wan e:“..Li alîyekî jî te yê bigota qey çîyayên henber çemê Mûradê jî bi Rehşanê re difirin..” s.86Di vê bîyografîyayê de bi sedan nav derbas dibe. Her nav çîrokek e. Nivîskar, li ser erdnîgarîya Kurdistanê, li ser her cîhê; “..Bîyanîyê van deran bû bi her tiştê xwe.Li mirovên xwe, li apên xwe, li amojên xwe, li her tiştê taxê bîyanî bû. Zimanê ku pê diaxivî kesî ne dixwest pê biaxşive. Yên diaxivîn jî bi çavekî piçûk li wan dihat nihêrtin.” S.158 Nivîskar, piştî bi sedan serpêhatî û çîrokan re xwe digihîne D. Seîd Çürükkaya ku li çîyê bi destana Dr. Suleyman wê bêt nas kirin.“.Êdî hemû çîyayan dê bi vî navî behsa wî bikirana.”s.247Di qadên berxwedanên dîrokî yên xaka Kurdistanê de, her gund, her çem, her çîya, her berqef xwedî çîroka xwebexşekî dîrokî ne. Vîcdanê mirovan, vîcdanê rastîya dîrokê van serpêhatîyan jibîr nake. Dr. Suleyman, di gav bi gavên şervanîya xwe de li çîrokên van xwebexşan rast tê. Dibe şahidê fêrisî û xîyanetê, dibe şahidê vîcdan û bêvîcdanîya li ser rûwê vê axa pîroz.“..Tenê ji devan barî guhan bû û rastî hatin derewkirin.Yek caran derewan şûna rastîyan girt. Hemû nivşan tenê dîroka xwe jîyan. Fam nekirin bê ka yên berîya wan çi bi serê wan de qewimîye..”s.266Nivîskar, di beşa 24 an û şûn de, bi gelemperî di bin bandora nerînên xwe yên sîyasî de dimîne. Bi rêya Aysel, Omer re û bi çûna qerargeha Ocalan re van nerînan eşkere dike. Bi raya min, eger nivîskar di van beşan de xwe baştır kontrol bikira, wê ev bîyografîya hîn xweştir derketa holê. Vê rewşê; damezirandina PKK, destpêkirina şerê çekdarî û rewşa ku piştî derketina zîndanê, ku Selîm lê dibe şahid sînor dike. Pêşîya kûraya rexneya li ser PKK digire. Îhtîmala ku nivîskar, rewşa PKK bi helwesta xwe re dinirxîne derdixe ber xwendevan. Xwe bi metodek ezezî li ser xwendevanan ferz dike. Hevoka nivîskar a ku di vê rewşê de bandorek neyênî li ser xwendevan dike û îhtîmala ku nivîskar dibin bandora rewşa şexsî de maye derdixe ber me:“..li ser rewşa guhertina PKKyê ya ku ew ketine zîndanê û virde fikirî. Xeletî, xeflet û îxaneta ku tu kesî nedîtibû wî dît û ev xwendin. Abdullah Ocalanê ku hatibû gelîyê Bekayê, ferqkir ku Selîm jî wî fam kirîye. Ji bo wî bêdeng bike, serî pê bide tewandin, hemû hêza xwe bi kar anî. Demeke kurt jî di vê kirina xwe de biser ket.”s.286Çîroka fîşeka Enwer Efendîyê, ku di berxwedana 1925 an de cîh girtibû, çîrokek mijoyî ya dîroka Kurdistanê ye. Piştî têkçûna berxwedana 1925 an, Enwer Efendî berikek mawzera xwe li paçekî dipêçe û dixe paxila xwe, derbasî binxetê dibin. Pir kes wê berikê jê dixwazin, lê nade wan. Wek hêvîyekê di paxila xwe de vedişêre. Paşîyê vê berikê û kurê xwe Hadî bi hişmendîyek netewî û dîrokî teslîmî yekîneya berxwedana nû dike.Nivîskar, nakokîyên di navbera serkirdeyên PKK û şervanan de, nakokîyên di navbera hêvîyên gundîyên piştgir û armancên tevgerê de; Ji bona van şervanan, berf, zor û zahmetîya çîyayên Kurdistanê û armancên PKK, yek bi yek wek nakokîyên ku emê bi dehan salan li ser mijûl bibin û li bersîvan bigerin derdixe ber me.Rewşa şervanan û têgihîştina rêveberîya PKK bi vê hevokê tîne ziman:“Jiu ber dengê gulleyan û ji ber bazdana ji wî çîyayî bo wî çîyayî nikarîbû li tiştekî din bifikire.”“Fam nedikirin ku şerê gerîla ji jor ve ji rêveberîyê ve ketîye bin sîwana neyarên gelê Kurd.”s.344Nivîskar di kûraya Romaneke Biyografikde eşkere dike ku; li van çîyayên asê, warên sîpan û aşîtên berfê, çendîn qefle jin, xort û mêrên şervan bi biryara rêveberên PKK şandine mirinê? Çendîn jin ji ber evînê, çendîn bûk û zava bûne qurbana biryarên serkirdeyên PKK. Çendîn hezar Kurd li van alifê çîyan qir bûne? Ne mezelên wan, ne navê wan û ne jî sebeba kujtina wan hatîye şîrovekirin. Çend malbat çawayîya wendabûn û mirina ewladên xwe dizanin?Xîyaneta ewînekê bi ewîndarê xwe re, xîyaneta hêvîyekê bi hêvîdarê xwe re, xîyaneta cîns bi cînsên xwe re, xîyaneta jinekê bi hevala xwe re, xîyaneta dozekê bi dozdarê xwe re, çiqasî zahmet e. Wek êşa bêdarman, ku mirov xwe bi xwe bixapîne, ewqesî dijwar e. Nivîskar, vana yek bi yek rêz dike ber xwendevan.Çawa qêrîna wan jin û bûkên bênav, ku li pîsîrên wan çîyayên qedîm diketin û dibûn niqutên xwînê li ser wan zinaran û wenda dibûn, wek xetên dîrokê îro bi Romana M. Selîm Çurukkaya a bîyografîk re li me vedigerin!Ev Roman Hafiza dîroka sedsalî ye. Divê Kurd xwedî li hafiza xwe derkevin. Hafiza kurdan, xwedî lêderketina hest û ramanên dîrokî, jîyana kurdewarî û xaka dîrokî bi xwe ye.Nivîskar, hest, raman û helwesta Generalê Kurd yê sedsala me, di dersek perwerdeyê de bi van hevokan tîne ziman; ev General Seîd Çurukkaya bi xwe ye.„Hûn dizanin welat çî ye gelo? Belkî ji ber ku hûn nizanin hûn direvin. Welat hûn in. Welat dê û bavê we ye. Welat xwuşk û birayên we ne. Welat cîhê ku zaroktî û xortanîya we lê derbas bûye. Welat zimanê we ye.“s.614Ez M. Selîm Çurukkaya pîroz dikim.[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは288表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | http://www.rojnameyakurdistan.com/ - 10-05-2023
リンクされたアイテム: 2
ライブラリ
日程&イベント
グループ: 記事
Publication date: 15-03-2021 (3 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: 小説
プロヴァンス: Kurdistan
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ئاراس حسۆ 10-05-2023上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 11-05-2023
最近の( سارا ک )によって更新この商品: 11-05-2023
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは288表示された回数
Attached files - Version
タイプ Version エディタ名
写真ファイル 1.0.17 KB 10-05-2023 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 517,421
画像 105,714
書籍 19,160
関連ファイル 96,493
Video 1,307
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.687 秒(秒) !