Kurdipedia Dev Kürtçe bilgi Kaynağıdır
Kurdipedia hakkında
Kurdipedi arşivcileri
 Arama
 Öğe kaydı
 Araçlar
 Diller
 Benim Hesabım
 Arama yap
 Yüz
  Karanlık durum
 Standart ayarlar
 Arama
 Öğe kaydı
 Araçlar
 Diller
 Benim Hesabım
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Kütüphane
 
Öğe kaydı
   Gelişmiş Arama
İletişim
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Daha fazla...
 Daha fazla...
 
 Karanlık durum
 Slayt Bar
 Yazı boyutu


 Standart ayarlar
Kurdipedia hakkında
Olayla ilişkili konu
Kullanım Koşulları
Kurdipedi arşivcileri
Sizin yorumlarınız
Kullanıcı koleksiyon
Olayların kronolojisi
 Etkinlikler - Kurdipedia
Yardım
 Daha fazla
 Kürtçe isimler
 Arama'ya tıklayın
Istatistik
Makale
  578,606
Resim
  122,471
Kitap PDF
  21,900
İlgili Dosyalar
  122,097
Video
  2,160
Dil
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
313,460
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
94,776
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,512
عربي - Arabic 
42,639
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,253
فارسی - Farsi 
15,030
English - English 
8,463
Türkçe - Turkish 
3,808
Deutsch - German 
2,013
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Grup
Türkçe
Biyografi 
395
Mekanlar 
72
Parti ve Organizasyonlar 
6
Yayınlar 
42
Diğer 
2
Resim ve tanım 
9
Tarih ve olaylar 
1
Kürt mütfağı 
4
Kütüphane 
1,229
Kısa tanım 
1,990
Şehitler 
41
Belgeler 
16
Video 
1
Dosya deposu
MP3 
840
PDF 
34,403
MP4 
3,740
IMG 
229,149
∑   Hepsi bir arada 
268,132
İçerik arama
Çar dengbêj û stranek
Grup: Kısa tanım
Kurdipedia'nın kadın kolejleri, ulusal veri tabanlarında Kürt kadınlarının acılarını ve başarılarını çağdaş bir şekilde arşivliyor.
Paylaş
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Değerlendirme
Mükemmel
Çok iyi
Orta
Kötü değil
Kötü
Favorilerime ekle
Bu makale hakkında yorumunuzu yazın!
Öğenin tarihçesi
Metadata
RSS
Seçilen konunun resmini Google'da arayın!
Seçilen konuyu Google'da arayın.
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Çar dengbêj û stranek
Çar dengbêj û stranek
=KTML_Bold=Çar dengbêj û stranek=KTML_End=
=KTML_Underline=İkram Oguz=KTML_End=
Zarokatîya min li gund derbas bû, li Xanbegîya Jêrîn…
Xanbegîya Jorin jî gundê xalanê min û navbera herdu gundan 3-4 km bû.
Xanbegîya Jorîn li quntara çîyayê Şawelat ava bibû û ji 15-20 malan pêk dihat. Pîrika min di demsala havîn û payîzê da carinan peyatî ji Xanbegîya Jorîn bi rê diket û dihat gundê me, bi rojan li mala me dibû mêvan. Dema ku ez 7-8 salî bûm, ew jî 70-80 salî bû. Wek gotina wê 70-80 salî dibêjim, jiber ku wê bixwe jî salên xwe nizanîbû.
Me kingê di derbarê salên wê da pirsek lê bikira, herdem û hercarê bersiva wê, „ez 70-80 salîm e” bû.
Pîrika min jî mîna hemû mezinên ku li gund dijîyan, di rojê da pênc wext nimêj dikir, lêbelê ji wan cudatir ibadeteke wê ya din jî hebû. Her danê sibê derdiket derva, berê xwe dida royê, kefa destên xwe ber bi jor vedikir û bêdeng di dilê xwe da dua dikir.
Ew duakirina wê bala min dikişand. Min hercarê jê dipirsî, ku ew çima berê xwe dide royê û çi ji royê dixwaze?
Qasî ku tê bîra min, wê jî destê min digirt û ez berbi xwe dikişandim, bi pêçîyên xwe yên nerm û germ, bi porê min ra dilîst û bi rûken ji min ra digot; “Berê xwe didim nûra Xwedê û ji bo me hemûyan dua dikim. Mezinên me jî her roj mîna min berê xwe didan royê û di dilê xwe da dua dikirin. Ez jî ji dema ezebtîya xwe va ew duayên ku min ji dê û bavê xwe bihîstîye, her roj dubare dikim…”
Ji wê demê pê va û bi taybetî jî di demsala havîn û payîzê da dema ku ro bilind bibe û tîna xwe bide erdê, hercarê berê gund, dû ra jî pîrika min û duakirina wê ya li hemberî royê tê bîra min.
Dê û bavên min jî dua dikirin, lêbelê ne li hemberî royê, di rojê da pênc caran, berî û piştî nimêjê. Ew duayên ku wan her roj û di rojê da pênc caran dubare dikir, bavê min fêrî min kiribû, ku pişt ra ez jî mîna wan her roj nimêj û dua bikim.
Sal û demsal derbas bûn.
Mixabin pîrîka min, dê û bavê mîn û hemû mezinên wê demê yekoyek xatir xwestin û dor bi dor koça xwe ya herî dawîyê kirin.
Ez îro di salên dê û bavên xwe yên di dema zarokatîya xwe da me û bi salan e, ez jî dua dikim.
Lêbelê ne mîna pîrika xwe di danê sibê da û li hemberî royê, ne jî mîna dê û bavê xwe di rojê da pênc caran, berî û piştî nimêjkirinê…
Ez di heftê da carek, bi taybetî êvara roja pêncşemê, ku li ba me jê ra digotin êvara înê, duayên dirêj dikim.
Duyên min ne gotinên Xwedê, ne jî ayetên pîroz in.
Duayên min ji kilam û stranên dengbêjan pêk tên.
Hûn dê bibêjin çima roja Pêncşemê û stranên dengbêjan?
Ez jî bersiva vê pirsê nizanim. Lê dibe ku ev jî xurkek ji dema zarokatîya min be. Jiber ku di dema zarokatîya min da li gundê me bi navê teknolojîyê tenê radyo hebû, ew jî di her malan da cîh nedigirt û hergav nedihat vekirin.
Xwedîyê radyoyê jî tenê ji bo ku li ajansa êvarê guhdarî bike, yek jî di hefteyê da carek, roja pêncşemê û di dema weşana Radyoya Rewanê da, bişkoşka radyoyê ber bi alî çepê badida û dengê radyoyê vedikir.
Di demsala havîn û payîzê û di her danê êvara înê da saeteke min li ser xanî, li ber kuleka odeya mala apê min, di demsala bihar û zivistanê da jî di heman demê da û li paş derîyê odeya mala apê min derbas dibû. Mêr û jin li odê rûdiniştin, zarok jî li ber kulekê ya jî li paş derîyê odê disekinîn, li dengbêjên ku li Rewanê distiran û dengê wan heta gundê me dihat, guhdarî dikirin.
Ez bawerim ev duakirina min a di êvara înê da û bi stranên dengêjan jî ji wê demê tê.
Duakirina min carinan ji kilam û stranên dengbêjek, carînan jî tenê kilameka ku bi deng û awazên çend dengbêjan va hatîye xemilandin, pêk tê û bi saetan dikudîne.
Dengbêjên min distirên, ez jî bi deng û awazên wan ra dikevim rêwîtîyeke dûr û di nav xewn û xeyalên xwe yên kin û dirêj da wenda dibim. Kîngê dengê wan were birîn, wê gavê dawî li xewn û xeyalên min tên û ez jî li xwe vedigerim.
Çend roj berê jî bi strana “Lê lê Êmê” û dengê çar dengbêjan va xewn û xeyalên min xemilîn.
Dengbêj Heqqê distira û cara yekem bû ku min ev strana bi dengê wî guhdarî dikir.
Hinek stran hene ku mirov tu car awaz û gotinên wan ji bîr nake.
“Lê lê Êmê“ jî ji bo min ji wan stranan yek e, ku min ev stran bi caran ji Dengbêj Reso, Husêyno û Şakiro guhdarî kirî ye.
Lêbelê Dengbêj Heqqê bi awazeke cuda û bi gotinên cuda distira. Dema ku stran qedîya û dengê Heqqê hate birîn, ez ji gotinên stranê ketim şikê û di nav arşîva xwe da, li dengê her sê dengbêjên mezin û navdar, Reso, Husêyno û Şakiro, vegerîyam.
Bi deng û sewta wan carek, ducar, sêcar li ser hev, min li stranê guhdarî kir.
Her yekî bi terza xwe û bi gotinên nêzikî hev pesnê bedewîya Êmê dida, bi deng û awaza xwe ya taybet ew dixemiland.
Ez li ber compûtera xwe rûniştim, gor her sê dengbêjên mezin gotinên stranê anî ser ekranê û ew dan ber hev. Berê hevparî û cudahîya di navbera gotinên wan da cîh digre, tespît kir. Dû ra li gotinên ku Heqqê di stranê da bi kar anîne, nihêrî. Çi bibînim, gotinên stranê, ew gotinên kêmasî sed sal e, hatine dubarekirin, firyane û li cîhê wan gotinên bêteşe cîh girtine…
Wek tê zanîn Reso bi salên xwe va ji Husêyno û Şakiro mezintir e û loma herduyan jî xwe wek şagirtên Reso bi nav dikirin.
Di hevpeyvînekê da ji Husêyno dipirsin, ku dengbejî çî ye?
Huseyno jî bersiva vê pirsê kin û kurt wuha dide: Dengbêjî terz û meqamên Reso, lihevanîna Şakiro û dengê min e…
Loma ez jî bi terz û awaza ku Reso straye, gotinên stranê wek bingeh digrim û gor wê dinirxînim, ku ew gotin jî wuha ne:
Lê lê Êmê heyran rabe çavê te reş e çavê lo vê fêrigê
Êmê mala bavê te şewitîyê çavê te reş in çavê fêrigê
heval û hogirê te elbê xwe hildane meşîyane bêrîyê
mi dî te qolê zêra kuta ber enîya kever gulîyê vê cênikê
ezê bi destê Êma xwe bigirim birevînim
bavêjim nava her çar male Çebaxçûrê qeza vê Gonîgê
kuro Xwedê ji dê û bavê min ra li dunyayê qebûl meke
dilê min gelek di te da hebû, destê min negirt neda te
ez dame kotîyê mêra dewlekî heramî jê peyda bî ye
awko destê mi ji dewla heram nabe
şevên payîzê ji dewla heram ra lûrî berxê xwe dikim
xewê şeva li min herimî, ji êvar da destê min qerimî li ser dara bêşîgê
Êmê heyran bejna te zirav e ji dara takrihanê
Êmê mala bavê te şewitîyê bejna te zirav e ji kokrihanê
ketîye hêşîn dike li çîya û banîya li ser zozanê
keçê çavê te reş e ji kildanê, burîyê te reş e ji qeytanê
memikê te zer bûne ji tevdanê, sûretê te sor bûne xal ketinê dewsê ramûsanê
porê te fenanî porê Zelîxayê mîna konê Zor Temir Paşa vegirtîye,
li çîyayê Şengalê li deşta Heranê ji êvar da alîkî xwe berdaye gelîyê Moxanê
kuro Xwedê ji dê û bavê min ra li dunyayê qebûl meke
dilê min gelek di te da hebû, destê min negirt neda te
ez dame kotîyê mêra dewlekî heramî jê peyda bî ye
hey lawko destê mi ji dewla heram nabe
şevên payîzê ji dewla heram ra lûrî berxê va dikim
xewê şeva li min herimî,
êtîmo ji êvar da destê min qerimî li ser dara bêşîgê
De lê Êmê
ezê şevê ji te ra bêjim Êmê
bi royê bêjim Êmê
malxirabê ez rebenê Xwedê daîm bendewarê te me
gidî bi şev û royê
te hêlîna xwe çêkirî li qeyayê mezin çîyayê bilind
destê min nagihêjê
ez bendewarê te me
min ji te ra negot ezê herim welatê xerîb
temîya min li te be,
tu bi dû mi ra hêlîna xwe niviz çêneke li ser dara çekemê…
Çawa ku Husêyno dibêje, Şakiro jî di dema xwe da ev stran hildaye nav repertuara xwe, bi lihevanîna xwe ya taybet va hinek tişt li pesnên ku Reso ji bo Êmê dike, zêde kirîye û straye.
Şakiro di zêdekirina pesnên ji bo Êmê da, ji Reso cudatir wuha dibêje:
Gerdana êlî fenanî gerdana qazanê
poza piçûk a fenanî nukulê di kewanê
diranê hûr ê fenanî heba mircanê
lêvê tenik ê fenanî kaxitê vê Îranê
serê memikê sor û binî spî, fenanî fîncanê ferfûrî,
mîna sêvek ji sêvê Xelatê
çend saleka bigîhêje bimîne li serê pelan û daranê…
Şakiro di benda dawîyê da jî dîsa Êmê bi hinek rengdêrên cuda disêwirîne û wuha dibêje:
Bi rojê Êmê, bi şevê, bi saetê, bi lahzê Êmê
te zarxweşê, bidevdostê, dilxayînê
dêûrimê, bavkafirê, dilecemê…
Herwiha Husêyno jî di pesindayîna Êmê da çend tiştan li gotinên stranê zede dike û ew jî wuha dibêje:
Sûretê te sor û zer bûne
xal û xetê zer ketine
teze hatine li kewn û wexta ramûsanê
memikê te gir bûne ji tevdanê…
Dibêjin, gotin difire, lê nivîs dimîne.
Lêbelê ger ku gotin, gotina dengbêjan be, ji dev derbikeve, bifire jî ti car wenda nabe û diçe bi guhê şagirtek va dizeliqe.
Ew gotin di hişe şagirt da û bi deme ra dikemile, dewlemend dibe û bi terz û sewteke nû va dîsa li civakê vedigere…
Di vê stranên da jî wusa bûye. Gotinên ku Reso bi terz û awaza xwe straye, bi pesn û sêwirandinên ku Şakiro ji bo Êmê lihevanîye, stran dirêj û dewlemend bûye. Herwiha dîsa bi deng û sewta Husêyno ya taybet jî stran bi rengeke din xemilîye…
Ev stran cara yekem li ku û çend sal berê hatîye gotin, bêguman nayê zanîn. Lê ya ku tê zanîn ew e, ku ji alî dengbêjên mîna Şakiro û Husêyno hinek tişt lê hatibin zêdekirin jî ji bingeha xwe ya ku li ser evîn û evîndarîyê û bi pesn û sêwirandina Êmê hatîye avakirin, ti tiştek wenda nekirîye.
Lêbelê ev demeke Dengbêj Heqqê jî vê stranê distirê, mixabin ne bi gotinên Reso, ne jî bi zêdekirin û lihevanîna Şakiro û Husêyno…
Heqqê di derbarê vê stranê da dibêje, ku wî ev stran ji Husêyno guhdarî û berhev kirîye.
Lê dema ku mirov li wî guhdarî dike, dibîne ku Heqqê gotinên stranê ji binî va guhartîye.
Ew gor rewşa civakê ya îroyîn bi hinek gotinên ku di qesîdeyan da pêxember tên pesinandin, Êmê disêwirîne û pesnê wê dide…
Êmê ya ku Reso bi hûrgulîyên bêsînor qala bejn û bala wê ya zirav û bedewîya wê dike…
Êmê ya ku Şakiro tenikîya dev û lêvên wê dişibîne kaxitê Îranê û serê memikên wê dişibîne sêvên Xelatê…
Êmê ya ku Husêyno qala sûretê wê yê ji ramûsanê sor û zer, memikên wê yên ji tevdanê gir bûne, dike, Heqê destê wê girtîye, bi çareşefeke reş herderê wê nixamtîye û berê wê daye Meke û Medine ya Erebîstanêl…
Heqqê dest avêtîye ber guhê xwe û bi van peyv û gotinên cuda şikl û şemalê Êmê tarif dike û wuha distirê:
Êmê rebenê tu rabe vê sibengê malxirabê ro derketîye dîyarê qebûl
Êmê rebenê şerqê şemalê xwe da Mekê Medînê çar terefê Medînê ekanê Resûl
qîzê tu were ezê duakî bikim ji xulkê Alemê Rebê Xwedîyê dunyayê
duayê min bike qebûl, yar yar yar Êmê rebene…
De lêlê Êmê rebenê sibeye ez ê ji Hemûkê diçime Hekayê
tu sêr bike vê sibengê keryan û Suryayê
Êmê rebenê ezê daketim Ruha ya şewitî tu sêr bike qayika berîya Îsa di gemîya yê
ezê diçûme Suruca şewitî tu sêr bike kehêla Meletyayê
Êmê rebenê ezê daketim deşta Diyarbekir, tu sêr bike bejnbilind a enîdeqa pêşmalçît a
dilo rezîlo bi kulo bixîyalo bi xemo, parsê dilê min kete duduyayê
yekê atilya ser xanîya, yekê koçera serê çîyayê
min ê derê vê êvarê selamê da altinya ser xanîya.
min dêna xwe dayê ji xewê rabû pîya
ezê li dev û lêvên wê dinêrim reşik e, nolanî dev û lêvên qeresîya
minê selewatek ser selewatê ber dînê nebî Mihemed daye
ezê qonaxê sî û sê rojan jê ra bejim yar yar… Êmê rebenê…
Êmê rebenê sibeye minê berê vê êvarê selam da koçera serê çîya,
minê dêna xwe dayê subhanellah ji xewê rabû pîya
bejna wê zirav e, dirêje fenanî strêrka beranê rûya
ezê diçûme Hemis û Hekayê, Musul û Bexdayê
minê ji xwe ra cem hedadan qalfaveki çêkir 24 tilîya
Êmê rebenê min da binê nigê xwe dîsa devê min negihîşte henarê rûya
ez nizanim şabûna min ya jî şerma bû 33 diranê min bihevra çûn asî eleman
De lêlê Êmê rebenê te ez kirim vê sibengê pepûkek pepûkên ser keleman
heyla zalimê te ez ji xwe ra kirim kundo ji kundoyê devê çeman
te ez kirim masikî bi avê binê gola Îbrahîm Xelîl Evdilrehman
roja şevê torçîya torên xwe diavêtin koka qelem û hubur ji min nema
Yar yar yar yar …. Êmê rebenê…
Êmê rebenê sibeye vê sibengê minê selam daye koçera serê çîya,
min dêna xwe dayê bejna vê teresê zirav e, dirêje fenanî gulîya dara sêvê
gelî bira bala xwe bidê bayê newal û kendalan lê dixe
bejna wê zirav e, dirêj e qayde bi qayde pê ra tere û tê
ezê li taxima sing û berê wê dinêrim nolanî sînokê kilama meriv bi xwe biavê ser avê
ezê li dev û lêvê wê dinêrim, diranê wê spî dike nolanî birincê Qerecdaxê
berê vê êvarê merû belav bike li cemaata nolanî hazira xwe ra bavê ser berfê
gelî cimaatê loma jî mi mekin qelem û defterên min tunin,
ancax ev kilama min a hanê ewqas li hevdu tê, eman eman Êmê rebenê…
Heqqê di dawîya stranê da ji bo helwesta xwe û guhartina ku di vê stranê da kirîye, bi çend peyvên kin û kurt wuha dibêje: Gelî cimaatê loma jî mekin, qelem û defterên min tunin, ancax ev kilama min a hanê ewqas li hevdu tê…
Bêguman Heqqê bi van gotinên xwe yên dawîyê, nefspiçûktîya xwe û nîyeta xwe ya ku tê da xirabîyek cîh nagre, nîşan dide.
Ev tişteke ne xirab e.
Lêbelê bi nîyeteke baş û pîroz be jî Heqqê gor hest û helwesta civakê ya îroyîn, gotinên stranê, ew gotinên ku ji bo pesn û sêwirandina bedewîya Êmê hatine bikaranîn, daye alîkî û li şûna wan hinek peyvên ku bêhna dîn û dîyanetê jê tên bi cîh kirîye.
Bi vê guhartinê va Heqqê berê Êmê daye Meke û Medînêyê û ew kirîye hecî, stran jî bûye qesîde…
30-04-2023
ikramoguz@gmail.com
=KTML_Bold=Çavkanî:=KTML_End=
Antolojîya dengbêjan 1, Dengbêj Reso, Ömer Güneş-İbrahim Şahin, Weşanên Nûbihar- Stenbol
Antolojîya dengbêjan 2, Dengbêj Şakiro, Ömer Güneş-İbrahim Şahin, Weşanên Nûbihar- Stenbol
Antolojîya dengbêjan 3, Dengbêj Husêyno, Ömer Güneş-İbrahim Şahin, Weşanên Nûbihar- Stenbol
Dengbên bavê min, İkram Oguz, Weşanên NavKurd, Kornwestheim[1]

Bu kaydın içeriğinden Kurdipedia sorumlu değildir, kayıt sahibi sorumludur. Arşiv amaçlı kaydettik.
Bu makale (Kurmancî) dilinde yazılmıştır, makaleleri orijinal dilinde açmak için sembolüne tıklayın!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Bu başlık 2,717 defa görüntülendi
Bu makale hakkında yorumunuzu yazın!
HashTag
Kaynaklar
[1] İnternet sitesi | Kurmancî | https://navkurd.net/- 08-05-2023
Bağlantılı yazılar: 55
Başlık dili: Kurmancî
Yayın tarihi: 30-04-2023 (2 Yıl)
Belge Türü: Orijinal dili
İçerik Kategorisi: Makaleler ve röportajlar
İçerik Kategorisi: Kültür
İçerik Kategorisi: Araştırma
Özerk: Kurdistan
Yayın Türü: Born-digital
Teknik Meta Veriler
Ürün Kalitesi: 99%
99%
Bu başlık Aras Hiso tarafından 08-05-2023 kaydedildi
Bu makale ( Sara Kamele ) tarafından gözden geçirilmiş ve yayımlanmıştır
Bu başlık en son Sara Kamele tarafından 09-05-2023 tarihinde Düzenlendi
Başlık Adresi
Bu başlık Kurdipedia Standartlar göre eksiktir , düzenlemeye ihtiyaç vardır
Bu başlık 2,717 defa görüntülendi
QR Code
Bağlantılı dosya - Sürüm
Tür Sürüm Editör Adı
Fotoğraf dosyası 1.0.133 KB 08-05-2023 Aras HisoA.H.
  Yeni başlık
  Olayla ilişkili konu 
  Kadınlar içindir 
  
  Kurdipedi yayınları 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17
| İletişim | CSS3 | HTML5

| Sayfa oluşturma süresi: 0.219 saniye!