图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,698
图片 106,205
书籍 19,173
相关文件 96,618
Video 1,329
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Gelemşeya pêşwazîkirina têgihan ya kurmanciyê
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Gelemşeya pêşwazîkirina têgihan ya kurmanciyê

Gelemşeya pêşwazîkirina têgihan ya kurmanciyê
=KTML_Bold=Gelemşeya pêşwazîkirina têgihan ya kurmanciyê=KTML_End=
#Dilawer Zeraq#
Pêşwazîkirin, an jî bi gotineke biwêjî, “Çûna pêşiya (yekî an jî tiştekî)”, di çalakiya xwe de du kirinên sereke û berbiçav bi cî tîne.A yekê: Di lihevrasthatinên pêşî de, qebûlkirina (di heman demê de jî bersivdarî û hewandina) heyîn an jî diyardeya ku ji hêla hember tê.A duyan: Di lihevrasthatinên pêşî de, xweraberkirina bo heyîn an jî diyardeya ku ji hêla hember tê.Di leqayîhevhatiên bi vî rengî de, tiştê herî diyarker, nasyarî û nenasyariya her du heyînan an jî diyardeyan e.Kurmancî; wek zaravaya mezintir ya kurdî, bi taybetî li bakur, ji ber ku digel perwerdehiyê, ji gelek tiştan bêpar maye û bandora zimanê tirkî ji zimanên din (erebî, farisî, îngilîzî, fransî û hwd.) cudatir li serê bûye, di leqayîhevhatinên min behs jê kirî de, gelek gelemşeyên girêkî lê diqewimin.Pêşwazîkirina ku pêwîst e kurmancî; ji her du aliyên min li jor destnîşankirî ve, di gavên pêşî de, amade be ji qebûlkirin û xweraberkirinê re û pêwîst e bi naverok û hewana xwe ya çandî, gelêrî, dîrokî û wateyî ve; sembol, nîşanek û sînyalên xwe yên ji “zimanê çandî, zimanê çalak yê rojane, zimanê ramînê, wateyên mecazî, kontekstî û metaforî” bide der.Lê belê, ji ber kartêk û dongiyên bêparmanê kurmancî hin caran; an li xwe heyirî dimîne, an ji ber fireh-kontekstiyê tê de dimîne an ji ber bayê modernîzmê metaforên gelêrî ji fonksiyoneliya xwe (dûr) dikevin an jî ji ber lihevnekirina zana û bikarhênerên wê; kurmancî di warê têgihdarî û peydekirina bergind û naverokên taybet ve, pirî caran wekî ku têr nake xuya dike.De îcar, gava avakirina têgihekê ya di ser mentîq û watedariya tirkî re dikeve nav vê gelemşeya geremolî, êdî mesele yekcar bi dest ve nayê.Bikarhêner û zanayên kurmancî di vî warî de bi sê refleks û reaksiyonan bi pêş de tên. a) Beşek jê, naxwazin ji bo têgihekê an jî wateyeke metaforîk tu peyveke nû bê peydekirin û dixwazin bila di nav peyv û watedariyên peyvên kurmancî de bergind bê peydekirin.b) Beşek jê, dixwazin bi qasî gengaz e, bila peyvên nû bên çêkirin da ku ‘wate-şehitîn’ di derbiranê de çênebe û têgih û wateyên mecazî, pêreyî yên peyvan li nav hev nekevin.c) Beşek jê, dixwazin çi gava hewce kir, bila li gorî rewşê her du rê û rêbaz jî bên bikaranîn.Ez bi xwe, wekî nivîskarekî, piştgirê fikra beşa ‘c’yê me û li ser wê fikrê me û dibêjim; her du beş û tercîhên ‘a û b’yê, kurmanciyê teng dike û pêkanîna wan her du dîtinan dike ku zerengî, hewînerî û rengûawayê kurmanciyê xuyanî neke. Û di hin caran de jî, hem tevlihevî hem nerastiyên berbiçav hem jî lihevnekirinên beloq derdikevin rastê.Yek ji wan lihevnekirinên beloq, peyva ‘peywend’ê ye ku nizanim cara pêşî ji alî kê ve, wekî berginda peyva ‘context (îng.)-bağlam (tr.)’ hat bikaranîn û bi taybetî di biwara nivîsarên akademîk de, mîna ku ji gelek aliyan ve şax lê hatibe xistin, zûzûka berbelav bû.Her çend, peyva ‘peywend’ê -ya ku ez ê bo vî qasî, ji bo wate û hewana wê ya çandî û wateyên wê yên esasî û pêreyî, du ferhengên soranî û du ferhengên kurmancî wekî çavkanî daynim rastê-* mîna ku ber li xwe firehkirî û berbelavbûyî xuya dike jî, hê jî, gelek kesan û nivîskaran, peyva ‘peywend’ê, wekî berginda naveroka têgihî ya peyva ‘contekst’ê bi kar neaniye û ew qebûlkirina ku min ji serî de bi kurtasî pênase kir, xweşikî pêk nehatiye û ev rewşa hanê li ser gengeşeyê ye.Helbet hêja ye di nivîsareke taybet de, li ser vê peyvê -û belkî li ser çend peyvên dîtir yên têgihî- bê sekinandin û ji alî “wateya naverokî, wateya gelêrî, wateya kargînî (fonksiyonelî), wateya teşeyî, wateya bibîrxistinî” ve hûrgerî di wan de bê kirin û were nîşandan; peyva ‘peywend’ê, li ser ‘wateya teşeyî û wateya bibîrxistinî’, ji ‘bağlam’a tirkî hatiye anîn û li peyva ‘context’ê hatiye mînandin û bi vî halê xwe ne durist û bikeys e.Wekî gotina dawî, dixwazim bêjim; ji bo ku di siberojê de, peyvên me yên bi awayekî ‘xeletî menşûr’ berbelavbûyî zêdetir nebin, pêwîst e; nivîskar û (belkî) pisporên dîsîplînan, bi pêrgîçûneke wêrek û bi kurmanciya xwe bawer, bi awayekî bi pergal nivîsaran binivîsin û di vî warî de dîtin û zanînên xwe ji hev re rave bikin da ku kêm zêde fikr û dîtineke hevpar derkeve rastê. 
* Ferhengên çêlhatî ev in:
1) Gîw Mukriyanî, (Ferhenga Kurdî-Kurdî), Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Amedê,
2) Mihemed Salih Pêndrozî (Cegersoj), Ferhengî Peyvî (Kurdîya naverast-Kurdiya Jorîn),
3) Ferhenga Kamêran, (Kurdî-Kurdî), Weşanên Spîrêz
4) Zana Farqînî (Kurdî-Tirkî), Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê. [1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,189
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | http://www.rupelanu.com/ - 06-05-2023
挂钩项目: 22
小组: 文章
Publication date: 26-03-2023 (1 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 语言
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 06-05-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on07-05-2023
此产品最近更新( سارا ک ):07-05-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,189
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,698
图片 106,205
书籍 19,173
相关文件 96,618
Video 1,329
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!