图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,040
图片 106,411
书籍 19,244
相关文件 96,889
Video 1,377
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Alî Akdogan - Denîz Hêlîn
小组: 烈士 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Alî Akdogan

Alî Akdogan
$Agahiyên şehîd:$
Nav paşnav: Alî Akdogan
Nasnav: Denîz Hêlîn
Cihê jidayikbûnê: Gever
Dayik-Bav: Hatîce-Şukru
Dem û cihê şehadetê: 12-03-2023 / Mêrdîn

$Kurtejiyana şehîd:$
DENÎZ HÊLÎN
Hevrêyê me Denîz li bajarê berxwedan û serhildanê yê Kurdistanê li Geverê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Di salên 1990'î de di encama polîtîkaya şewitandina gundan de ya dijmin li dijî gelê me xiste meriyetê, gundê hevrêyê me Denîz hate şewitandin û malbata wî neçar ma ku koçî Wanê bike. Malbata hevrêyê me Denîz li Wanê jî dilsozê kevneşopiya xwe ya Kurdîtiyê ya qedîm ma û sekna xwe ya welatparêziyê parast. Ji ber ku Wan ji bo têkoşîna me qadeke girîng e û xwedî sekneke bingehîn a welatparêziyê ye, hre wiha ji ber ku ji malbata wî ya berfireh tevlîbûn û şehadet li nava gerîla hebû, vê yekê kesayetiya hevrêyê me Denîz diyar kir. Ji ber vê yekê hîn di destpêka ciwantiya xwe de tevlî nava kar bû, xwe û heval, xizmên xwe beşdarî nava karên ciwanan kir û pêşengî ji wan re kir. Dema ku karên ciwanan dikir, firsend dît ku têkoşîna azadiyê ya gelê me ji nêz ve nas bike, gav bi gav bi daxwaz û kelecaneke hîn mezintir tevlî nava kar bû. Ji ber ku êrîşên dijmin ên li ser gelê me cuda bûn, di qirkirinê de israr kir û bi vê armancê her cûre heqaret, zext, êşkence û komkujî rewa dît, hêrsa hevrêyê me Denîz a li dijî dijmin mezintir bû. Hevrêyê me têgihişt ku têkoşîna herî bi bandor a li dijî dijmin li çiyayên Kurdistanê li nava refên gerîla dibe, çend caran xwest tevlî nava refên gerîla bibe lê bi ser neket. Lê belê hezkirina şoreşê ya kete dilê wî bû sedem ku di armanca xwe de bi ser bikeve. Ji bo vê israr kir, astengî hemû ji pêşiya xwe rakir û di sala 2013'an de tevî du xizmên xwe tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrêyê me Denîz ê ku demekê li Bakurê Kurdistanê gerîlatiyê kir, ezmûna xwe ya yekemîn a gerîlatiyê bi pratîkkirina li qadên Wan, Faraşîn û Katoyê bi dest xist. Piştre derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû û li wir perwerdehiya Şervanên Nû dît. Bi sekna xwe ya meraqdar û vekirî ya fêrbûnê, di demeke kin hînê jiyana gerîla û çiya bûye û bû gerîlayekî jêhatî. Piştî perwerdehiya xwe di yekîneyên leşkerî yên ku çûbû de xebatên xwe berdewam kir û hewl da ku bibe milîtanekî layiqê têkoşîna Rêbertiya me. Di vê pêvajoyê de bi xwendin û sûdwergirtina ji tecrûbeyên hevrêyên xwe hewl dida xwe pêşde bibe. Ji ber cihê yekîneya leşkerî ya ku lê bû, derfeta naskirina gelek hevrêyan bi dest xist û di bin bandora van hevrêyan de ma. Lê hevdîtin û nîqaşên wî yên bi hevrêyên Hêzên Taybet re ku ji zarokatiya xwe ve her tim bala wî dikşîne û sekna wan hevrêyan di jiyanê de hevrêyê me Denîz gelekî bandor kiriye. Rêxistina Hêzên Taybet ji nîqaş û xwendinên ku kirî, cihê ku herî baş xwe lê îfade bike û têkoşîna xwe bilind bike dît. Ji bo vê jî kûrbûnek kûr kir û biryara xwe da ku bibe milîtanekî fedaî yê afrînerê nirxên gelê me yê azadiyê Rêber Apo û tevlî xebatên Hêzên Taybet bû.
Di pêvajoya perwerdehiya Hêzên Taybet de jî pêşketinê esas girtiye û ji ber keda ku daye ji bo hevrêyên xwe yên têkoşînê bû mînak. Hevrêyê me Denîz ku her tim bi enerjiyek bilind dixwaze bixebite, di dema perwerdehiyê de jî misyona xwe ya pêşengiyê berdewam kir. Digel ku ciwan bû jî bi kesayeta xwe ya gihîştî hurmeta hevrêyên xwe girt û bû yek ji wan hevrêyên ku me dixwest em pê re bixebitin. Hevrêyê me Denîz bi perwerdehiya bîrdozî ya ku dîtiye, fedaîbûn mîna şêwayê jiyanê girtiye dest û di her kêliya jiyana xwe de bi pratîkkirina wê bûye milîtaneke mînak. Hevrêyê me Denîz ku bi tevlîbûna xwe ya bi cewher, fedekar û fedaî a di pêvajoya perwerdeyê de serkeftinên mezin di kesayeta xwe de afirand, beriya pêvajoya perwerdeyê bi dawî bibe, tevlî xebateke gelekî girîng bû. Di vê xebata ku di wateya rêxistinî de dilsozî, bawerî û tam jêhatîbûn hewce dike, helwesta xwe ya heyî parastiye û derfet dîtiye ku roj bi roj zêdetir xwe bi pêş bixe û di fedaîtiya Apoyî de bi temamî xwe kûr kiriye. Weke milîtanekî Rêber Apo girîngî û pozîsyona Rêbertiya me ya ji bo gelê me hîn kûrtir nirxand. Bi felsefeya Rêbertiya me ya ku di avakirina gelê me de xwedî roleke diyarker e ku mirovên bi rûmet ber bi azadiyê ve dimeşin, kariye jiyanê rast analîz bike û li ser piyan bisekine. Ji bo vê jî hebûna Rêbertî hem ji bo gelê me û hem jî ji bo xwe weke kana jiyanê nirxandiye. Lê belê dîlgirtin û tecrîda bê navber a li ser Rêbertiya me jî ji bo wî weke cihê şermê nîşan da û destnîşan kir ku yên îdîa dikin ku ew milîtanên Rêbertî ne, divê vê rewşê ti carî qebûl nekin. Ji bo vê jî weke milîtanekî fedaî gelek caran pêşniyara çalakiyên fedaî kiriye ku darbeya herî giran li dijmin bixe û li ser vê mijarê lêhûrbûnên kûr jiyaye. Bakurê Kurdistanê weke qada ku herî baş dikaribû van çalakiyan pêk bîne dît û bi israr xwest ku derbasî vê herêmê bibe. Şehadet, êrîşên li dijî gelê me, tecrîda mutleq a li ser Rêbertiya me, hevrêyê me Denîz gelek bandor kiriye û bûye sedem ku hêrsa wî ya li dijî dijmin hîn zêdetir bibe. Hevrêyê me ku ji bo fermandarê serdema nû ya gerîlatiyê namzeteke xurt e, her tim nirxandina Rêbertiya me ya 'teknîka herî mezin mirov bi xwe ye' esas girtiye û şêwe têkbirina dijmin ancax bi gerîlatiya 24 saetan dikare pêk were pêşbîn kiriye.
Dema ku jê re hate ragihandin ku ew ê derbasî herêma Mêrdînê bibe, kêfxweşî û kelecana ku jiyaye nikareye bîne ziman û bi coşeke mezin dest bi meşa azadiyê kir. Şehadeta pismamê wî yê bi hev re tevlî nava refên gerîla bû hevrê Demhat-Hozan Akdogan li qada Mêrdînê û bîranînên ji fermandarên me yên hêja hevrê Şehîd Aryana-Yasemîn Maç ên têkildarî qada Mêrdînê, rêwîtiya hevrêyê me Denîz a ber bi Mêrdînê ve hîn bi wate kirin. Di şexsê van hevrêyan de ji bo hilanîna tola şehîdan hemûyan û bibe milîtanekî hêja yê Rêbertî berê xwe da Mêrdînê. Hevrêyê me Denîz li vê qadê bû xwedî sekn û meşeke hêjayî vê kûrbûna xwe. Di 11-12'ê Adarê de di şerê dijî dijmin de heta nefesa xwe ya dawî dilsozê îdeolojiya Apoyî ma, bi vî rengî şer kir û şehîd bû. Em ji bo xwe weke şensekî hêja dibînin ku hevrêyên bedew ên mîna hevrê Denîz nas kirine, li gel wî ji bo heman armancê şer kirine û em ê armancên wan bi ser bixînin.
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览333
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://anfarabic.com/ - 24-04-2023
挂钩项目: 2
日期与活动
烈士
小组: 烈士
Cause of death: No specified T4 645
Military rank: No specified T4 708
No specified T3 80: 马尔丁
No specified T3 81: 北库尔德斯坦
No specified T3 82: 基夫里
No specified T3 85: 北库尔德斯坦
人键: 军事
性别:
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئەڤین تەیفوور 24-04-2023
本文已被审查并发布( زریان سەرچناری )on24-04-2023
此产品最近更新( ئەڤین تەیفوور ):24-04-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览333
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,040
图片 106,411
书籍 19,244
相关文件 96,889
Video 1,377
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!