پەرتوکخانە پەرتوکخانە
لێ گەڕیان

کوردیپیدیا بەرفرەهترین ژێدەرێ زانیاریێن کوردییە!


گەریانا دەست نیشانکری





لێ گەڕیانا هویر      کیبورد


لێ گەڕیان
لێ گەڕیانا هویر
پەرتوکخانە
ناونامە بو زاروکێن کورد
کرونولوژیا ڕویدانا
ژێدەر
پاش
کومکری
چالاکی
چەوا لێ بگەڕهم؟
بەلاڤوکێن کوردیپێدیا
ڤیدیۆ
دارشتنا پولا
بابەت ب هەلکەفتێ
ڤڕێکرن
ڤڕێکرنا بابەتی
ڤرێکرنا وێنەی
ڕاپرسی
بوچوونێن هەوە
پەیوەندی
کوردیپیدیا پێدڤی ب چ زانیاریانە!
ستاندارد
رێسایێن بکار ئینانێ
کوالیتیا ڤی بابەتی
ئامراز
دەربارێ مە
ئەرشیڤ ڤانێن کوردیپێدیا
دەربارەی مە چ گوتیە؟
کوردیپیدیایێ بکە د مالپەرێ خودا
تومارکرن / ڤەمراندنا ئیمێلی
ئامارێن مێهڤانا
ئامارا بابەتا
وەرگێرێ فونتا
گهوڕینا دیرۆکان
کۆنترلکرنا ڕاست نڤیسینێ
زمان و شێوەزارێ لاپەرا
کیبورد
لینکێت پێدڤی
ئێکستێنشنا کوردیپێدیا بو گوگڵ کروم
کوکیز
زمان
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
هژمارا من
چوونا ژوور
دێ بمە هەڤکارێ هەوە
پەیڤا نهێنە تە ژبیر کریە!
لێ گەڕیان ڤڕێکرن ئامراز زمان هژمارا من
لێ گەڕیانا هویر
پەرتوکخانە
ناونامە بو زاروکێن کورد
کرونولوژیا ڕویدانا
ژێدەر
پاش
کومکری
چالاکی
چەوا لێ بگەڕهم؟
بەلاڤوکێن کوردیپێدیا
ڤیدیۆ
دارشتنا پولا
بابەت ب هەلکەفتێ
ڤڕێکرنا بابەتی
ڤرێکرنا وێنەی
ڕاپرسی
بوچوونێن هەوە
پەیوەندی
کوردیپیدیا پێدڤی ب چ زانیاریانە!
ستاندارد
رێسایێن بکار ئینانێ
کوالیتیا ڤی بابەتی
دەربارێ مە
ئەرشیڤ ڤانێن کوردیپێدیا
دەربارەی مە چ گوتیە؟
کوردیپیدیایێ بکە د مالپەرێ خودا
تومارکرن / ڤەمراندنا ئیمێلی
ئامارێن مێهڤانا
ئامارا بابەتا
وەرگێرێ فونتا
گهوڕینا دیرۆکان
کۆنترلکرنا ڕاست نڤیسینێ
زمان و شێوەزارێ لاپەرا
کیبورد
لینکێت پێدڤی
ئێکستێنشنا کوردیپێدیا بو گوگڵ کروم
کوکیز
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
چوونا ژوور
دێ بمە هەڤکارێ هەوە
پەیڤا نهێنە تە ژبیر کریە!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 دەربارێ مە
 بابەت ب هەلکەفتێ
 رێسایێن بکار ئینانێ
 ئەرشیڤ ڤانێن کوردیپێدیا
 بوچوونێن هەوە
 کومکری
 کرونولوژیا ڕویدانا
 چالاکی - کوردیپێدیا
 هاریکاری
بابەتێ نوی
کەسایەتی
فەلامورز مەسقەتی
04-04-2024
کاروان م. ئاکرەیی
کەسایەتی
عەلی قاسملوو
01-04-2024
کاروان م. ئاکرەیی
کەسایەتی
غەفور باراوی
01-04-2024
کاروان م. ئاکرەیی
کەسایەتی
گەلاوێژ موڕادی
01-04-2024
کاروان م. ئاکرەیی
کەسایەتی
دێنیز ئونداڤ
31-03-2024
ڤەژەن کشتۆ
پەڕتووکخانە
شرینا ئەنفالبووی
29-03-2024
ئاراس ئیلنجاغی
کەسایەتی
ئەسما یوسف ئەمین
24-03-2024
کاروان م. ئاکرەیی
جهـ
کۆچۆ
21-03-2024
ڤەژەن کشتۆ
کەسایەتی
پشتیوان جەمال ئەحمەد
17-03-2024
کاروان م. ئاکرەیی
پەڕتووکخانە
ڕێبەرێ مامۆستایێ پەروەردەیا وەرزشی بۆ پۆلا حەفتی بنەڕەت تا دووازدێ ئامادەیی
02-03-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
ئامار
بابەت 516,442
وێنە 105,223
پەرتوک PDF 19,086
فایلێن پەیوەندیدار 95,720
ڤیدیۆ 1,281
کەسایەتی
کەریم کابان
کەسایەتی
کوێستان داودی
جهـ
تل قەسەب
کەسایەتی
سەردار محەمەد عەبدولڕەحمان
کەسایەتی
سەبریا هەکاری
WERGERNASÎ Û WERGER DI KURDÎ DE
کوردیپێدیا، (مافێ گەهشتن بو زانیاری یێن گشتی) ژبو تەڤایا کوردان دەستەبەر دکەت!
پول: کورتەباس | زمانێ بابەتی: Kurmancî - Kurdîy Serû
هەڤپشکی کرن
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
هەلسەنگاندنا بابەتی
نایاب
گەلەك باشە
ناڤنجی
خراب نینە
خراب
بو ناڤ لیستا کومکریا
ڕایا خو دەربارەی ڤی بابەی بنڤێسە!
گهوڕنکاریێن بابەتی!
Metadata
RSS
گووگلا وێنا بو بابەتێ هەلبژارتی!
گوگل دەربارەی بابەتێ هەلبژارتی!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

WERGERNASÎ Û WERGER DI KURDÎ DE

WERGERNASÎ Û WERGER DI KURDÎ DE
=KTML_Bold=WERGERNASÎ Û WERGER DI KURDÎ DE=KTML_End=
Ziyattin YILDIRIMÇAKAR & Yakup AYKAÇ

Wergernasî û Werger Di Kurdî De
=KTML_Bold=DESTPÊK=KTML_End=
Werger û pêvajoya wergerê li cîhanê di zanîngehan de di beşên cuda de tê hînkirin û hem li Tirkiyeyê hem jî li welatên derve, bi navê “Wergernasî”yê (Translation Studies/Çeviribilim) gelek beş hatine avakirin. Lêbelê ji bo Kurdî mixabin derfeteke bi vî awayî heta niha li Tirkiye û bakurê Kurdistanê pêk nehatiye ku beşên taybet bi navề wergernasiyê li zanîngehan vebin. Herwiha, ji bilî çend nivîsên ku li ser wergerê hatine nivîsandin û çend rexneyên ku hatine kirin, hema hema tu rexne û nivîs li ser wergera di Kurdî de nehatine kirin û nivîsîn. Ev kêmasî ji bo wergera di Kurdî de dibe pirsgirêk, ji bilî pirsgirêkên wergerê bixwe ku di nav wê de avakirina hevokan, bikaranîna peyvan, avakirina peyvan, lêanîn û hwd. jî hene.
Armanca me ji bo pêşkêşkirina về mijarê ew e ku bi nivîsîna li ser hin xalan em mijareke weku wergerê rave û şîrove bikin.
Di về nivîsê de em ê ewilî wergerê pênase bikin bê ka çi ye. Piştî wê, em ê bi kurtî behsa dîroka wergerê di Kurdî de bikin. Di serenaveke din de em ê girîngiya wergerê ji bo Kurdî -li vir armanca me wergera bo Kurmancî ya Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê ye-pêşkeş bikin ku zimanekî îhmalkirî ye û di van salên dawî de werger tê de nû pêş ketiye. Di serenava dawî de em ê behsa rewşa wergerê di Kurdî de bikin, hin pirsgirêkên wê raxînin ber çavan û pêşniyazan bikin û herî dawî jî em ê encamê pêşkêş bikin.
Di seranserê nivîsê de ji “wergera di Kurdî de” qesta me “wergera di Kurmancî de ya li Tirkiye û bakurê Kurdistanê” ye.
=KTML_Bold=1. WERGER ÇI YE?=KTML_End=
Divê em ewilî behsa peyva wergerê bikin ka ji ku tê û wateya wê çi ye. Di peywenda mijara me de werger veguhezîn (transfer), kişandina [tiştekî] ji kesekî, cihekî, mercekî bo yekî din; tevger an pêvajoya wergerandina ji zimanekî bo yekî din, di heman demê de berhema wê, versiyona bi zimanekî din e (Oxford, 2004). Bi her awayî em rewşekê vedigerînin rewşeke din, ji halekî werdigerînin halekî din, ji şêwazekê diguherînin şêwazeke din.
“Çend wateyên têgeha wergerê hene: Werger dikare behsa qada mijarê ya giştî bike, behsa berhemê (metna ku hatiye wergerandin) yan jî behsa pêvajoyê (translating) bike ku di Kurdî de em ê jê re bibêjin wergêran.” (Munday, 2001: 4-5; Öpengin, 2011: 1) Tişta ku Munday li vir behs dike; ya yekem zanista wergerê ye ku em ê jê re bibêjin wergernasî jî, ya duyem metna hatiye wergerandin bixwe ye ku em ji wê re jî dibêjin werger, ya sêyem jî pêvajoya wergerandina metnekê ye û em ji wê re jî dibêjin wergêran (Öpengin, 2011: 1).
Werger bixwe mijareke berfireh e, ji ber vê, em ê li vir tenê behsa wergera nivîskî bikin ne ku behsa wergera devkî ku weku şîrovekirin (interpretation an jî interpretating) jî bi nav dikin. Weku me li jor jî destnîşan kiribû, di wergerê de veguhezînek çêdibe yanê bi gotineke herî hêsan di nav du zimanên cuda yên nivîskî de metna orîjînal a nivîskî ji bo zimanekî din ê nivîskî tê wergerandin: Yanê metna jêder ku bi zimanê jêder hatiye nivîsandin tê wergerandin û dibe metna armanc bi zimanê armanc (Yıldırımçakar, 2016: 22).
Herwiha li gorî teorî û teorîsyenên curbicur mirov dikare gelek pênaseyan ji bo wergerê dayne. Yanê teorîsyenekî ku bêhtir xwe nêzíkî zimannasiyê dibîne, wergerê weku cihguherandina metneke di zimanekî de, bi keresteya metnî ya weku wê di zimanê din de, îfade bike (Catford, 1965: 20). Yan jî bi nêrîneke sosyolojîk werger çalakiyeke sosyolojîk e ku mirov nikare erkên wê bi navbeynkariyê yan jî bi ragihandinê sînordar bike (Saphiro, 2014).
Herwiha zimannasê Rûs-Amerîkî Roman Jacobson di pirtûka xwe ya navdar de “On the Linguistic Aspects of Translation” (Li Ser Aliyê Zimannasiyê yê Wergerê), wergerê bi sê awayan pênase dike. Jacobson cureyê yekem weku wergera linavzimanî (intralingual) îfade dike. Ev cureya wergerê, wergerandina metnê bi şêweyeke din e ji bo ku berhem baştir bê fêmkirin. Bo nimúne wergera Mem û Zînê bi lêanîna xwe ya îro ku ji aliyê niviskarên weku Jan Dost û Perwîz Cîhanî ve hatiye kirin ji bo ku berhem fesîhtir û fêhmbartir be, mînakeke wergera linavzimanî ye. Yanê nivisandina heman berhemê bi awayekî din e. Wergera navberzimanî (interlingual) wergera herî berbelav e ku ji zimaneki bo zimanekî din tê kirin. Wergera ji pirtûkeke Îngilizî bo Kurdî mínakeke về wergerê ye. Cureyê sêyem ku Jacobson behs dike, wergera navbersemiyotik (intersemiotik- wergera di navbera sîstemên semiyotîk de) e. Weku mînak dema ku pirtûkekê bo filmekî adapte dikin tişta ku di về derê de tê kirin, wergera navberemiyotik e. Tenê wergera di navbera zimanan de ji aliyê Jacobson ve weku ‘wergera berbihev’ (translation proper) tê qebûlkirin. Jacobson ji aliyekî ve li ser pênaseya wergerê ji kesên piştî xwe vediqete ku ew ji aliyê wergerê ve zimên derdixe derveyî armanca xwe ya axaftinê. Jacobson wergerê weku tiştekî wusa dibîne ku her gav mirov dikare ji zimanekî derbasî yekî din bike, lê pênaseya wî li ser çand û cudahiyên zimanan ên rêzimanî nasekine. Li gorî Munday tiştekî din jî di pênaseya Jacobson de kêm e. Wî xêza navbera wergera di nav zimanekî de û wergera di nav zimanên cuda de baş rave nekiriye. Lewma, weku mînak em nikarin baş bizanin ka ev “zimanêdin” ku wî behs kiriye, zarava jî dihundirîne yan na. Bêguman ev niqaş, ji bo wergerên di navbera Soranî û Kurmancî de jî girîng e. Le mirov dikare wergerên ji Kurmancî bo Soranî jî weku werger qebûl bike, ji ber ku dema em deqekê ji Îngilîzî werdigerînin an jî en ji Soranî werdigerînin tişta ku em dikin heman tişt e (Öpengin, 2011: 2; Yıldırımçakar, 2016: 12-13).
Wergernasî dîsîplînek e ku li ser wan diyardeyan dixebite ku têkiliya wan bi wergerê re heye. Her çiqas werger û şîrove (interpreting) pratîkên kevn in ku ev hezar sal in tên kirin jî wergernasî qadeke nû ye (Munday, 2010). Em dikarin wergernasiyê weku “beşeke înter dîsîplîner ku li ser wergerê dixebite” tarîf bikin.
Taybetiyeke bingehîn a wergernasiyê ev e ku înterdîsîplîner e; lewma gelek mijaran di nav xwe de dihundirîne. Ji ber về yekê mirov dikare bibêje ku werger û wergernasî êdî di her mijarê de, di her qadê de xwe nîşan didin (Hatim&Munday, 2004: 8). Yanî êdî sînorên wergerê ne tenê metnek e ku tê wergerandin bo zimanekidin. Herwiha, binyadên wê yên sosyolojîk, felsefik, çandî ji tên vekolîn. Weku mînak êdî xebat herwiha pirtûkên weku kolonyalizm û wergernasî, çandnasî û wergernasî, şidet û wergernasî jî derdikevin ku wergerê derdixin derveyî metna ku tenê tê wergerandinû çarçoveyeke nû pêşkêş dikin ku herwiha wê dikin înterdîsîpline yanî werger û wergernasî êdî bi qadên weku çandnasî, civaknasi, edebiyat, herwiha zimannasî re di têkiliyeke xurt de ne.
Ev înterdîsîplîneriya wergerê bi demê re çêbûye. Ji ber ku ewili, heta salên 1980yan werger rasterast bi zimannasiyề û wêjeya berawirdî re di têkiliyê de bû ku tenê derbaskirina metnekê ji zimanekî bo zimanekî din bes bû, lê piştî 198oyan pênaseya wergerê jî guherî û çand, bandora nivîskar li ser metna ku werdigerîne, etîk û hwd jî girîng hatin dîtin û bi vî awayî jî înterdîsîplîneriya wergerê derkete pêş û ne weku dîsîplînek lê weku înterdîsîplînek hate pênasekirin.
=KTML_Bold=2. KURTENÊRÎNEK LI SER DÎROKA WERGERÊ DI KURDÎ DE=KTML_End=
Destpêka wergerê di Kurdî de heta sala 1856an diçe ku ew sal, yekem nimûneya ku ji bo Kurdî hatiye wergerandin încîlek e; încîla Matthew ku bi elîfbeya Ermenî li Stenbolệ hatiye belavkirin(Opengin, 2011: 4). Ev pirtûk herwiha weku yekem nimûneya pirtûka Kurdî ye ku hatiye çapkirin û weku yekem nimûneya welgera Kurdî tê qebûlkirin. Salek piştî wê, di sala 1857an de disa ji aliyê vaîzekî Ermen Stepan ve her sê beşên din ên încîlê jî tên wergerandin û li Stenbolê tê çapkirin (Pîrbal, 2008).
Piştî vê, dîsa di sala 1858-59'an de ji aliyê Mela Mehmûdê Bazîdî ve pişkek ji kitêba Şerefnameya Şerefxanê Bedlîsî ji Farisî hate wergerandin bo Kurmancî. (Öpengin, 2011: 5). Digel wergerên încilê mirov dikare vê jî weku destpêka wergerê di Kurdi de qebûl bike. Ji wê salê pê ve dem bi dem hin wergerên Kurdi, bi taybeti beşên încîlê, derdikevin meydanê. Wergerên incilén ji bo Kurdi (Kurmancî) prestîja zimanê Kurdî û axaftina Kurdí bilindtir kir. Wisa dixuye ku armanc ji bo wergerandina van încilan propagandaya dînî bû û armanceke din jî ew bû ku Ermenên di nav kurdan de li ser dînê xwe biminin (Opengin, 2011: 5).
Di 1931'an de Erebê Şemo bi wergêrana Koçeke Derewin a Aleksandre Araratyan nimûneyeke edebî pêşkêş dike (Öpengin, 2011:5). Di navbera 1931 û 1937'an de ji wêjeya Rûs û Ermenan 15 pirtük ji aliyê nivîskar û rewşenbîrên Kurd ên sovyetê yên weku Heciyê Cindi, Emînê Evdal, Casîmê Celîl, Qaçaxê Çaçan, Cerdoyê Genco, Rüben Drampyan û Erebê Şemo ve têne wergerandin bo Kurdi.
Di sala 1947an de vê carê Kamûran Alî Bedirxan û keşeyê Domînîkî Thomas Bois beşa încîlê Lûqa bi tîpên Erebî û Latînî çapkir. Dîsa heta salên 198oyan hinek xebatên Celadet Alî Bedirxan, Kamûran Alî Bedirxan, Qedrîcan û Osman Sebrî têne pêş çavan(Öpengin, 2011: 5).
Heta 198oyan herwiha piştî wê, gelek wergerên Mem û Zînê jî hatine wergerandin. Hin nimûneyên wergera Mem û Zînê tê pêşçavan ku Nûredîn Zaza di sala 1968'an de wergerandiye Fransî digel hin çîrokên xwe yên di Hawarê de derketî û di sala 1968an de M. Emîn Bozarslan Mem û Zîn latînîze kiriye û wergerandiye Tirkî digel ku beriya wî û piștî wî jî wergerên Mem û Zînê hatine kirin. Hê di sala 1856'an de ji aliyê Ahmet Faik ve Mem û Zin hatiye wergerandin bo Tirkiya Osmanî. Di sala 1906an de về carê ji aliyê Abdülaziz Halis (Çıkıntaş) ve disa Mem û Zîn tế wergeranun bo Tirkiya Osmanî. Di sala 1976an de Şamîl Esgerov Mem ü Zinê werdigerîne Tirkiya Azerî. Di sala 2010an de Namık Açıkgöz wergereke Mem û Zînê çêdike û di heman salê de Kadri Yıldırm jî wergera Mem û Zînê çêdike. (Tek, 2015). Herî dawî Selîm Temo di sala 2016an de Mem û Zînê werdigerîne Tirkî.
Digel van wergeran, di kovar û rojnameyên weku Kürt Teavün ve Terraki Gazetesi de, di Rojî Kurd de, Hetawî Kurd de, Jînê de hin nivîsên wergerî derketine. Piştî salên 198oyan êdî gelek rewşenbîrên Kurd ku ji ber sedemên siyasî derketin û çûn Ewropayê, gelek werger pêk anîn. Yekem nimûneya wergerê ku wê gavê derket Şervanekî Biçük ê Vietnamî ye ku ji aliyê wesanxaneya Roja Nû ve hat derxistin(Opengin, 2011: 7). Di sala 1996an de yekem nimûneya kovara wergerê Núdem Werger derket lê mixabin tenê yek hejmar derket, dewama wa nehat. Di navbera salên 1992 û 2001an de li diyasporayê li dora 45 pirtûkên wergerandî hatine weşandin û li Tirkiyeyê 15 pirtûkên wergerandî hatine weşandin. Herwiha di sala 1991an de pistî rabûna qedexeyên li ser weşanên Kurdî li Tirkiyeyê, hejmara berhemên wergerandî roj bi roj zêdetir bûn. Di navbera salên 2002 û 2009an de jî li Tirkiyeyê 105 pirtûkên wergerandî çap bûne û li diyasporayê 37 heb çap bûne (Öpengin, 2011: 8). Piştî salên 200oan li Tirkiyê hewlên ji bo wergerê di Kurdî de zêdetir bûn. Hin nav bêhtir derketin pêş ku di serî de Kawa Nemir, ku roman û helbestên ji edebiyata Amerîkî û Îngîlîzî werdigerîne Kurdî ji nivîskar û helbestvanên weku Shakespeare, Edgar Allan Poe, Herman Melville, Oscar Wilde, William Butler Yeats, Samuel Beckett, Walt Whitman, Emily Dickinson, T.S. Eliot, Ezra Pound, William Blake, John Keats, Sylvia Plath, James Joyce û hin kesên din. Di nav xebatên wî de Soneyên Shakespeare balê dikişînin. Ji bilî wî nivîskar û wergêr Ciwanmerd Kulek derdikeve pêş ku ji Îngîlizi û Îspanyoli wergeran dike ku wergerên wî yên ji William Faulkner, J.M. Coetzee, Gabriel Garcia Marquez balê dikişîne. Li derveyî welêt kesên weku Firat Cewerî, Hesenê Metê, Mustafa Aydogan, Fawaz Hisên, Huseyn Muhammed, Ergin Opengin digel nivîskariya xwe bi wergerên xwe derdikevin pêş. Ne mimkun e em hemû navan li vir bihejmêrin ji ber wê me tenê kesên bêhtir derketine pêş nivîsand.
Ji bo agahiyên bêhtir li ser wergerê di Kurdî de bnr: ÖPENGIN, Ergin, “Bizava Wergerê di Kurmanciyê de”, In Proceedings of first international conference on Kurdish Literature, xxx. Sanandaj, University of Kurdistan Press, 2011; PIRBAL, Ferhat, ‘The history of translating Kurdish literature from foreign languages into Kurdish”, The Kurdish Globe, 2008, http:// http://www.Kurdishacademy.org/?q=node/540; AYDOĞAN, Îbrahîm Seydo, “Hin Pirsgirêkên Wergerê Di Kurmancî de”, Guman-1, (267-283), Lîs, Ankara 2013; YILMAZ, Ferhat, “Karê Wergerê û Girîngiya Wi ji bo Wêjeyê”, Kürdoloji Akademik Çalışmalar, c. 2, (3-15), Yargı Yayınevi, Ankara, 2016.
=KTML_Bold=3. JI BO KURDÎ WERGER ÇI YE?=KTML_End=
Werger ji bo zimanên weku Kurdî gelek muhîm e. Çend sedemên về yên girîng hene. Bo nimûne Kurdi ji aliyê materyalên niviski ve gelek lawaz e, tenê vê dawiyê, ev bîst-bîst pênc sal in ku berhem bêhtir têne wergerandin ku bi saya van werger û nivisan berhemên wergerandî di Kurdî de zêdetir dibin.
Herwiha bi saya wergerandina metnan zimanek dikare cihê xwe qayîm bike, peyv di zimên de rûdinên û wateya peyvan zelal dibe, cihê xwe digire. Lewma çiqas metnên wergerandî li zimanekî zêde bibin, ew ziman ew qas xurtir dibe. Herwiha edebiyata zimanekî jî dîsa bi saya wergerê xurttir dibe. Di gotareke xwe ya di sala 1978an de Itamar Even Zohar çend gotinan li ser edebiyatê dike. Even Zohar destnîşan dike ku werger di çandên cuda de û di demên cuda de rolên cuda hildigire ser xwe. Hin caran xwediyê statuyeke bilinde hin caran jî xwediyê statuyeke marjînal e. Di wê gotarê de Even Zohar diyar dike ku şert û mercên civakî yên cuda hene ku tesîrê li ser hilberîna wergerê dikin. Weku mînak edebiyateke ku di destpêkê de ye û hêj dikemile, bi îhtîmalekî dê zêdetir berheman wergerîne; herwiha edebiyateke ku guherînên mezin tê de çêdibin yan jî yeke ku xwe weku marjînal dibîne û bi gotina Even Zohar xwe “lawaz” dibîne, dê dîsa zêdetir berheman wergerîne. Lê edebiyateke ku êdî ava bûye û têra xwe dike dê kêmtir berheman wergerîne (Bassnet & Lefevere, 1998: 127).
Dema mirov Kurdiyê bi zimanên din re muqayese dike pêdiviya Kurdi jî vê gavê bi wergerandina zêdetir berheman heye. Ger em li ser berhemên wêjeyî bifikirin, ev pêdiviya wergerê ne tenê ji ber şert ü mercên civakî ye, di heman demê de ji ber rewşa wêjeya Kurdî ye jî ku kêm berhem tê de hene yan jî berhemên tên nivîsandin li gorî berhemên wêjeyî yên zimanên din lawaz dimînin.
Weku me di beşeke beriya vê de jî îfade kiribû, armanca sereke ji wergerê ew e ku dema mirov nikaribe metnekê bi zimanekî bixwîne, mirov wê metnê werdigerîne zimanê ku jê fêhm dike û bi wî awayî jî dikare bixwîne. Lêbelê ji bo Kurdî, bi taybetî ji bo Kurdên li Tirkiyê ev rewş zêde derbasdar nîne. Ji ber ku hema hemû kesên xwende, ku bikaribin metnekê bixwînin, bi Tirkî perwerde dîtine û dikarin bi Tirkî bixwînin, herwiha gelek berhemên ku về gavê tên wergerandin bo Kurdî jixwe di Tirkî de hene. Wê gavê wergera di Kurdî de derdikeve derveyî armanca xwe ya bingehîn, yanê wergerek dema ku bo Kurdî li Tirkiyeyê tê kirin armanca sereke ne ew e ku “Xwendevan ji metna ku fêhm nakin, bikaribin fêm bikin”. Wê gavề di Kurdî de têgihiştina berhemekê ji bo wergerê ne armanceke sereke ye. Ji ber ku em dikarin di zimanekî din de bixwînin û têbigihêjin, fikran ji wan pirtûkan hildin û di nivîs û gotinên xwe de bi Kurdî îfade bikin û bi kar bînin. Dema ku armanca sereke ya wergerê (fêhmbarîtî” (intelligibility) nebe, yanê armanca sereke fêmkirina metnê nebe, di vê rewşê de werger dibe tiştekî nepêwist; û wextê werger ne pêwîst be jî hinceta wê ya bingehîn namîne û bi awayekî meşrûiyeta wê namîne. Wextê ku werger meşrûiyeta xwe wunda bike jî çend pirs derdikevin holê; weku: Wextê werger ne pêwîst e, wê gavề çima tê kirin? Kê wergerê dike û çima? Li gorî kîjan krîteran werger tên kirin? Kê pirtûkên wergerandî, dixwîne? (Branchadell, 2005: 258)
Bersiva van pirsan hêsan nîne lê weku Gideon Toury jî dibêje werger hem ji bo parastin hem jî ji bo geşedana zimanên kêmîneyî dikare were bikaranîn û werger li hemberî zimanê din ê pirîneyî berxwedanek e, ji bo ku ew zimanê pirîneyî nekeve dewsê (Toury,1985: 3-10). Ji ber về werger berxwedanek e ku zimanê Kurdî pêş bixe, geş bike û nehêle zimanê Tirkî bikeve dewsê û bigihêje nifşên nû. Ji vî aliyî ve rola wergerê li gorî armanca wergerê ya sereke, yanî wergerandina berhemekê ku em nikarin di zimanekî din de bixwînin diguhere û roleke parastina zimên, îtîrazek li hember zimanên din digire ser xwe.. (Yıldırımçakar, 2016: 82)
Yek ji wergêrên herî berhemdar Kawa Nemir di hevpeyvîneke xwe de sedema wergerandina pirtûka James Joyce “Ulysess” weha rave dike: “Ez Ulyssesê werdigerînim di heman demê de ji bo ku bêsînoriyê nîşanî wan kesan bidim ku bi xefletê Kurdi hepsê cureyeke ortodoksiya zimên dikin.” ( Egistokur, 2015). Ulysses di dinyayê de yek ji berhemên herî zehmet e ku mirov bikaribe wergerine û herwiha bikaribe fêm bike dema ku dixwine, bi taybetî ji ber zimanê Joyce, wisa ku wergêrê wê yê Tirkî Nevzan Erkmen ji bo ku xwendevan bikaribin berhemê baştir fêm bikin, ferhengeke taybet bo Ulyssesê amade kiriye. Lewma wergerandina wê bo Kurdi, weku Kawa Nemir dibêje wê “bêsînoriya” Kurdî, herwiha karîn û șiyana Kurdî li hember zimanên din îspat bike. Di vê peywendê de werger dibe navgînek ji bo ku Kurdî karîna xwe îspat bike, xwe li formên herî dijwar biceribîne û ji bo kesên ku Kurdiyê weku zimanekî biçûk dibînin xwe îspat bike.
=KTML_Bold=4.VÊ GAVÊ REWŞA WERGERÊ DI KURDÎ DE, ÇEND PIRSGIRÊK Û PÊŞNIYAZ=KTML_End=
Weku me li jor jî behs kiribû wergera di Kurdî de piştî salên 1990an kete çalakiyeke xurt û pêşdetir çû. Bi saya van hewlan e ku mirov niha dikare bibêje ku di Kurdî de êdî klasîkên zimanên weku Rûsî, Îngilîzî û hwd. hatine/tên wergerandin û mirov dikare bi zimanê zikmakî wan bixwîne. Li vir tişta ku tesîrê li ser xwendina wergerên Kurdî dike “Tirkî” ye. Ji ber ku dema heman berhem di Tirkî de hebe, Kurd bêhtir meyildar in ku wê bi Tirkî bixwînin, ji ber ku perwerdeya xwe bi Tirkî dîtine û herwiha bi Tirkî baştir tédigihên û fêm dikin. Tişta ku li vir dibe pirsgirêk, herwiha başnezanina Kurdî û xeletiyên wergêran in. Ji ber ku Kurdên Tirkiyeyê bi zimanê xwe perwerdeyek nedîtine û ev dibe asteng li hember têgihiştina wan, lewma dema ku dixwînin yan hin peyvan fêm nakin û ji xwendina berhema bi Kurdî dûr dikevin yan jî ji ber ku berhem baş nehatiye wergerandin baş nayê fêmkirin û ev jî dibe sedem ku Xwendevan ji xwendina berhema Kurdî dûr bikevin. Ji ber về eger pirtûkek di Tirkî de hatibe wergerandin, wergera wê ya bi Tirkî hildibijêrin û wê baştir fêm dikin.
Tirseke din ku derdikeve holê bi wergerandina pirtûkên Kurdî bo Tirkî ew e ku dema pirtûkên Kurdî werin wergerandin bo Tirkî wê gavê kes wan bi Kurdî naxwîne, ji ber sedemên ku me li jor hejmartin ku ji van sedeman a herî berbiçav têgihiştina baştir a Tirkiye. Li gorî Seydo Aydoğan wergera ji Kurdî bo zimanên din na, lê wergera ji zimanên din bo Kurdî dê tesîrekê lí ser ziman, wêje û wergerê di Kurdî de bike. Sedema vê jî wiha derdibe: Em dikarin bi wergera biyanî, zimanê xwe li hin celebên vegotinê biceribínin ku di wêjeya me de nehatine bikaranîn (Aydoğan, 2013) û ev jî dikare rêyên nû, şêwazên nû, rêbazên nû veke ji bo wêjeyê. Ji ber ku hin ziman û wêje carinan bi teqlidan pêş dikevin û ev jî bi sava wergerandina berhemên zimanên din bo Kurdî dikare pêk were.
Pirsgirêkeke din a wergerên Kurdî ev e ku hin wergêr dema werdigerînin şêwaza nivîskar ji binî ve xerab dikin. Yanî dema ku nivîskarek bi hevokên dirêj fikrên xwe îfade kiribe ji dewsa wệ wergêr hevokên wî yên dirêj dixe çar pênc hevokên kurt ku şêwaza niviskar ji binî ve xerab dike. Yan jî eger wergêr bixwaze şêwaza nivîskar biparêze û hevokên ku nivîskar nivîsandî wisa jî wergerine Kurdî, wê gavê jî hevokên pir dirêj di Kurdî de derdikeve holê, carinan nikare hevokên xwe li gorî rêzimana Kurdî ava bike û bi vî awayî jî metin nayê fêmkirin; dema ku xwendekarek xwend jê zû aciz dibe, dev ji xwendinê berdide. Belkî sedem jî ev be ku nivîskarên Kurd bêhtir berê xwe didin wergerên kų di Tirkî de hene ji dewsa yên Kurdî. Bi ya me ji bo ku ev pirsgirêkên ku em behs dikin, durist bibin, divê ev nîqaşên ku em behs dikin û ev pirsgirêkên ku em behs dikin di civakê de, di akademiyê de bê bilêvkirin û gelek gotar, nivîs û rexne li ser bên amadekirin.
Herwiha ji ber hin sedeman wergerên Kurdî bêhtir bi hewlên şexsî î bi rêya hin-weşanxaneyan tê birêvebirin. Lê ji bo ku gaveke xurt di vê qadê de bê avêtin, pêdivî bi finans û projeyan heye. Mînakeke vê ya Katalaniyan e ku demekê bi alîkariya sazi û bankeyan berhevokên xwe yên wergerê pêk anîn û ji edebiyata cîhanê berhemên navdar wergerandin (De Toro, 2005).
=KTML_Bold=ENCAM=KTML_End=
Werger, bêguman mijareke girîng e ku về gavê ji aliyê wan kesên ku li ser Kurdî hûrdibin ve kêm xebat hatine kirin, ya rastî hema hema nehatiye xebitîn. Digel ku li cîhanê û herwiha li Tirkiyeyê beşên taybet di bin navê “Wergernasiyê” de ku bi Tirkî “Çeviribilim” vebûne di Kurdî de hêj qadeke bi vî navî nîne, ji ber vê ji bêyî dîtina perwerdeyeke durist, wergêrên Kurd, bi hewlên xwe yên şexsî têdikoşin ku tiştine baş derxin holê, wergerên baş çêbiKin. Ev ji pirsgirêkan derdixe meydanê ku gelek wergêr bixwe ji di ferqê de nînin, weku mînakên ku me li jor dayî, wergerandina hevokên dirêj an jî bi wergerandina hevokên kompleks. Herwiha nebûna saziyên ku bi awayekî pisporî li ser wergera Kurdî bixebitin, rê nade ku teorîsyenên wergerê -qesta me wergêr nîne- çêbibin.
Di về nivîsê de me hewl da ku em behsa wergerê bikin, hin agahiyên giştî li ser wergerê bidin û paşê jî behsa wergerê di Kurdi de bikin, hin pirsgirêkên wê raxin ber çavan. Weku me behs kiriye; wergerê di Kurdî de vê gavê bi hewlên şexsî dimeşe. Lê ji bo çareseriyeke birêkûpêk divê êdî hin rexnegirên wergerê derkevin an ji hin sazî -ku ev dibe ku zanîngeh bin an jî saziyên taybet- ku pirsgirêkên wergerê nîqaş bikin û ger bikarin ji van pirsgirêkan re çareseriyan bînin zimên û nîqaşan li ser li dar bixin ku qet nebe ev pirsgirêk bên zanîn û nîqaşkirin. Herwiha pêdivî bi proje û sponsoran heye ku piştgiriyê bidin wergêran ku digel berhemên edebî, yên tekníkî û îlmî ji bo Kurdî bên wergerandin.
ÇAVKANÎ
AYDOĞAN, Îbrahîm Seydo, (2013) “Hin Pirsgirêkên Wergerê Di Kurmanci de”, Guman-1, (267-283), Lîs, Ankara.
BRANCHADELL, Albert, Lovel Margaret West, (2005) Less Translated Languages, (Ed.) Amsterdam/Philadelphia: John Benjamins Publishing Company.
BASSNETT, Susan, Andre Lefevere, (1998) Constructing Cultures:Essays On Literary Translation Topics in Translation,ed., Multilingual Matters, Clevedon.
CATFORD, J.C., (1965) A Linguistic Theory of Translation, Oxford University Press, Oxford.
DE TORO, Christina Garcia, (2005) “Translation between Spanish and Catalan today”, Less Translated Languages, (269-287), John Benjamins Publishing Company, Amsterdam/Philadelphia.
Egoistokur, Kawa Nemir: (2013) “İrlanda ile Kürdistan arasındaki Ruh köprüsü”, http://egoistokucom/ulysses-irlanda-ile-Kurdistan-arasindaki-ruh-koprusu/ (çile 15, 2015)
HATIM, Basil and Jeremy Munday, (2004) Translation an Advanced Resource Book, Routledge, New York.
MUNDAY, Jeremy, (2001) Introducing Translation Studies, Routledge, New York.
MUNDAY, Jeremy, (2010) “Translation Studies”, Handbook of Translation Studies Vol. 1, (419-428), John Benjamins, Amsterdam/ Philedelphia.
Oxford English Dictionary, (2004) “translation”, Oxford University Press.
ÖPENGIN, Ergin, (2011) “Bizava Wergerê di Kurmanciyê de”, In Proceedings of first international conference on Kurdish Literature, xxX. Sanandaj, University of Kurdistan Press.
PAKER, Saliha, (2009) “Turkish Tradition”, Routledge Encyclope dia of Translation Studies, (550-559), Routledge, New York.
PÎRBAL, Ferhat, (2008) “The history of translating Kurdish literature from foreign languages into Kurdish”, The Kurdish Globe, http://www.Kurdishacademy.org/?q=node/540(10-12-2015).
SAPHIRO, Gisele, (2014) “The Sociology of Translation: A New Research Domain”, A Companion to Translation Studies, (82-94), Blackwell, Oxford.
TEK, Ayhan, (2015) Mem û Zîn’in Türçe Çevirileri Üzerine, Kovara Hece, 227, (43-47).
TOURY, Gideon, (1985) “Aspects of translating into minority languages from the point of view of Translation Studies.” Multilingua- Journal of Cross-Cultural and Interlanguage Communication 4, (3-10).
YILDIRIMÇAKAR, Ziyattin, (2016) Werger wek Kirineke Çandî -li serriyên ji wergernasiyê ber bi Kurdolojiyê ve-, Teza masterê ya çapnebûyî, Zanîngeha Mardin Artukluyê, Mardin.
[1]
ئەڤ بابەت ب زمانا (Kurmancî - Kurdîy Serû) هاتیە نڤیساندن، کلیک ل ئایکۆنا بکە ژ بو ڤەکرنا ڤی بابەتی ب ڤی زمانا کو پی هاتیە نڤیساندن!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەڤ بابەتە 1,305 جار هاتیە دیتن
هاشتاگ
ژێدەر
[1] ماڵپەڕ | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://wer-ger.com/ - 24-04-2023
بابەتێن پەیوەستکری: 30
رێکەوت و رووداو
کورتەباس
زمانێ بابەتی: Kurmancî - Kurdîy Serû
روژا تمام کرنێ: 05-04-2020 (4 سال)
جوڕێ دۆکومێنتێ: زمانی یەکەم
جوڕێ وەشانێ: دیجیتاڵ
زمان - شێوەزار: ک. باکوور ت. لاتین
وەڵات - هەرێم: کوردستان
کاتەگۆریا ناڤەڕۆکێ: ئەدەبی
کاتەگۆریا ناڤەڕۆکێ: زمانزانی
کاتەگۆریا ناڤەڕۆکێ: وتار و دیمانە
تایبەتمەندی یێن تەکنیکی
کوالیتیا ڤی بابەتی: 99%
99%
ئەڤ بابەتە ژ لایێ: ( ئەڤین تەیفوور ) ل: 24-04-2023 هاتیە تومارکرن
ئەڤ بابەتە ژ ئالێ: ( سارا کامەلا ) ل : 27-04-2023 پێداچوون ژبوو هاتییە کرن و ڕەها بوویە
ئەڤ بابەتە بو دویماهیک جار ژ لایێ: ( ئەڤین تەیفوور )ڤە: 21-07-2023 هاتیە ڕاست ڤەکرن
ناڤ و نیشانێن بابەتی
ئەڤ بابەتە ب ستانداردی کوردیپێدیا هێشتا نە دروستە و پێدڤی ب داڕشتنەکا بابەتی و زمانی هەیە!
ئەڤ بابەتە 1,305 جار هاتیە دیتن
فایلێن پەیوەست کری - ڤێرشن
جور ڤێرشن ناڤێ تومارکەری
فایلا وێنەیی 1.0.116 KB 24-04-2023 ئەڤین تەیفوورئـ.ت.
کوردیپیدیا بەرفرەهترین ژێدەرێ زانیاریێن کوردییە!
کەسایەتی
فادیا فێسەڵ ڕەڤۆ حسێن
پەڕتووکخانە
ڕێبەرێ مامۆستایێ پەروەردەیا وەرزشی بۆ پۆلا حەفتی بنەڕەت تا دووازدێ ئامادەیی
پەڕتووکخانە
شرینا ئەنفالبووی
کەسایەتی
عیسا هادی شەکر فارس
کەسایەتی
خەیری ئادەم
وێنە و پێناس
لالش ل ساڵا 1976
وێنە و پێناس
زەلامێن کورد ل دەمێ یاریا تاولێ ل باژێڕۆکێ کۆیە، ساڵا 1963
پەڕتووکخانە
باشوورێ کوردستانێ و بەغدا- سەربۆرا کوردی ل سەد سالییا دەولەتا عێراقێ 1921-2021
شوینوار و جهێن کەڤنار
کەلها کوردا
پەڕتووکخانە
دەولەت و میرگەهێن کوردی ل سەردەمێن ناڤەڕاست و نوودا
کەسایەتی
عیدۆ بشار خەلەف
وێنە و پێناس
مستەفا بارزانی ل دەمێ پێشکێشکرنا گۆتارەکێ ل کۆیە، ساڵا 1963
کورتەباس
کۆچەری
کورتەباس
بۆز ئەرسەلان و بەرهەم ژ زاڕۆکان ڕە
پەڕتووکخانە
دیوانا ئەحمەد حاجی بەرواری (گەڤەڕکی)
کورتەباس
هەمی تشت دبوورن بەلێ مرن نابورت
کەسایەتی
سەبریا هەکاری
کورتەباس
کاروانی
کەسایەتی
سەرهات ناریمان خەمۆ
کەسایەتی
عەیشان مجۆ بەرکات جۆمەر
کەسایەتی
عەیشان هەسن دەروێش حەمۆ
کەسایەتی
فایزا دربۆ حسێن
وێنە و پێناس
کۆمەڵەکا دانعەمرێن ئێزدی ل لالش، ساڵا 1976
کورتەباس
لەیادی نەمراندا - ئۆگستین سادق
کەسایەتی
عەبدوڵا ساڵح ئاکرەیی
شوینوار و جهێن کەڤنار
کەلها سارتکە
وێنە و پێناس
نەورۆزا ساڵا 1972
شوینوار و جهێن کەڤنار
شکەفتا گوندێ گوندکی ل ئاکرێ
شوینوار و جهێن کەڤنار
پرا دەلال

روژەڤ
کەسایەتی
کەریم کابان
18-01-2024
کاروان م. ئاکرەیی
کەریم کابان
کەسایەتی
کوێستان داودی
26-01-2024
کاروان م. ئاکرەیی
کوێستان داودی
جهـ
تل قەسەب
01-02-2024
ڤەژەن کشتۆ
تل قەسەب
کەسایەتی
سەردار محەمەد عەبدولڕەحمان
06-02-2024
کاروان م. ئاکرەیی
سەردار محەمەد عەبدولڕەحمان
کەسایەتی
سەبریا هەکاری
21-02-2024
زریان سەرچناری
سەبریا هەکاری
بابەتێ نوی
کەسایەتی
فەلامورز مەسقەتی
04-04-2024
کاروان م. ئاکرەیی
کەسایەتی
عەلی قاسملوو
01-04-2024
کاروان م. ئاکرەیی
کەسایەتی
غەفور باراوی
01-04-2024
کاروان م. ئاکرەیی
کەسایەتی
گەلاوێژ موڕادی
01-04-2024
کاروان م. ئاکرەیی
کەسایەتی
دێنیز ئونداڤ
31-03-2024
ڤەژەن کشتۆ
پەڕتووکخانە
شرینا ئەنفالبووی
29-03-2024
ئاراس ئیلنجاغی
کەسایەتی
ئەسما یوسف ئەمین
24-03-2024
کاروان م. ئاکرەیی
جهـ
کۆچۆ
21-03-2024
ڤەژەن کشتۆ
کەسایەتی
پشتیوان جەمال ئەحمەد
17-03-2024
کاروان م. ئاکرەیی
پەڕتووکخانە
ڕێبەرێ مامۆستایێ پەروەردەیا وەرزشی بۆ پۆلا حەفتی بنەڕەت تا دووازدێ ئامادەیی
02-03-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
ئامار
بابەت 516,442
وێنە 105,223
پەرتوک PDF 19,086
فایلێن پەیوەندیدار 95,720
ڤیدیۆ 1,281
کوردیپیدیا بەرفرەهترین ژێدەرێ زانیاریێن کوردییە!
کەسایەتی
فادیا فێسەڵ ڕەڤۆ حسێن
پەڕتووکخانە
ڕێبەرێ مامۆستایێ پەروەردەیا وەرزشی بۆ پۆلا حەفتی بنەڕەت تا دووازدێ ئامادەیی
پەڕتووکخانە
شرینا ئەنفالبووی
کەسایەتی
عیسا هادی شەکر فارس
کەسایەتی
خەیری ئادەم
وێنە و پێناس
لالش ل ساڵا 1976
وێنە و پێناس
زەلامێن کورد ل دەمێ یاریا تاولێ ل باژێڕۆکێ کۆیە، ساڵا 1963
پەڕتووکخانە
باشوورێ کوردستانێ و بەغدا- سەربۆرا کوردی ل سەد سالییا دەولەتا عێراقێ 1921-2021
شوینوار و جهێن کەڤنار
کەلها کوردا
پەڕتووکخانە
دەولەت و میرگەهێن کوردی ل سەردەمێن ناڤەڕاست و نوودا
کەسایەتی
عیدۆ بشار خەلەف
وێنە و پێناس
مستەفا بارزانی ل دەمێ پێشکێشکرنا گۆتارەکێ ل کۆیە، ساڵا 1963
کورتەباس
کۆچەری
کورتەباس
بۆز ئەرسەلان و بەرهەم ژ زاڕۆکان ڕە
پەڕتووکخانە
دیوانا ئەحمەد حاجی بەرواری (گەڤەڕکی)
کورتەباس
هەمی تشت دبوورن بەلێ مرن نابورت
کەسایەتی
سەبریا هەکاری
کورتەباس
کاروانی
کەسایەتی
سەرهات ناریمان خەمۆ
کەسایەتی
عەیشان مجۆ بەرکات جۆمەر
کەسایەتی
عەیشان هەسن دەروێش حەمۆ
کەسایەتی
فایزا دربۆ حسێن
وێنە و پێناس
کۆمەڵەکا دانعەمرێن ئێزدی ل لالش، ساڵا 1976
کورتەباس
لەیادی نەمراندا - ئۆگستین سادق
کەسایەتی
عەبدوڵا ساڵح ئاکرەیی
شوینوار و جهێن کەڤنار
کەلها سارتکە
وێنە و پێناس
نەورۆزا ساڵا 1972
شوینوار و جهێن کەڤنار
شکەفتا گوندێ گوندکی ل ئاکرێ
شوینوار و جهێن کەڤنار
پرا دەلال

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| پەیوەندی | CSS3 | HTML5

| دروستکرنا لاپەری 0.375 چرکە!