پەرتوکخانە پەرتوکخانە
لێ گەڕیان

کوردیپیدیا بەرفرەهترین ژێدەرێ زانیاریێن کوردییە!


گەریانا دەست نیشانکری





لێ گەڕیانا هویر      کیبورد


لێ گەڕیان
لێ گەڕیانا هویر
پەرتوکخانە
ناونامە بو زاروکێن کورد
کرونولوژیا ڕویدانا
ژێدەر
پاش
کومکری
چالاکی
چەوا لێ بگەڕهم؟
بەلاڤوکێن کوردیپێدیا
ڤیدیۆ
دارشتنا پولا
بابەت ب هەلکەفتێ
ڤڕێکرن
ڤڕێکرنا بابەتی
ڤرێکرنا وێنەی
ڕاپرسی
بوچوونێن هەوە
پەیوەندی
کوردیپیدیا پێدڤی ب چ زانیاریانە!
ستاندارد
رێسایێن بکار ئینانێ
کوالیتیا ڤی بابەتی
ئامراز
دەربارێ مە
ئەرشیڤ ڤانێن کوردیپێدیا
دەربارەی مە چ گوتیە؟
کوردیپیدیایێ بکە د مالپەرێ خودا
تومارکرن / ڤەمراندنا ئیمێلی
ئامارێن مێهڤانا
ئامارا بابەتا
وەرگێرێ فونتا
گهوڕینا دیرۆکان
کۆنترلکرنا ڕاست نڤیسینێ
زمان و شێوەزارێ لاپەرا
کیبورد
لینکێت پێدڤی
ئێکستێنشنا کوردیپێدیا بو گوگڵ کروم
کوکیز
زمان
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
هژمارا من
چوونا ژوور
دێ بمە هەڤکارێ هەوە
پەیڤا نهێنە تە ژبیر کریە!
لێ گەڕیان ڤڕێکرن ئامراز زمان هژمارا من
لێ گەڕیانا هویر
پەرتوکخانە
ناونامە بو زاروکێن کورد
کرونولوژیا ڕویدانا
ژێدەر
پاش
کومکری
چالاکی
چەوا لێ بگەڕهم؟
بەلاڤوکێن کوردیپێدیا
ڤیدیۆ
دارشتنا پولا
بابەت ب هەلکەفتێ
ڤڕێکرنا بابەتی
ڤرێکرنا وێنەی
ڕاپرسی
بوچوونێن هەوە
پەیوەندی
کوردیپیدیا پێدڤی ب چ زانیاریانە!
ستاندارد
رێسایێن بکار ئینانێ
کوالیتیا ڤی بابەتی
دەربارێ مە
ئەرشیڤ ڤانێن کوردیپێدیا
دەربارەی مە چ گوتیە؟
کوردیپیدیایێ بکە د مالپەرێ خودا
تومارکرن / ڤەمراندنا ئیمێلی
ئامارێن مێهڤانا
ئامارا بابەتا
وەرگێرێ فونتا
گهوڕینا دیرۆکان
کۆنترلکرنا ڕاست نڤیسینێ
زمان و شێوەزارێ لاپەرا
کیبورد
لینکێت پێدڤی
ئێکستێنشنا کوردیپێدیا بو گوگڵ کروم
کوکیز
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
چوونا ژوور
دێ بمە هەڤکارێ هەوە
پەیڤا نهێنە تە ژبیر کریە!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 دەربارێ مە
 بابەت ب هەلکەفتێ
 رێسایێن بکار ئینانێ
 ئەرشیڤ ڤانێن کوردیپێدیا
 بوچوونێن هەوە
 کومکری
 کرونولوژیا ڕویدانا
 چالاکی - کوردیپێدیا
 هاریکاری
بابەتێ نوی
کەسایەتی
فەلامورز مەسقەتی
04-04-2024
کاروان م. ئاکرەیی
کەسایەتی
عەلی قاسملوو
01-04-2024
کاروان م. ئاکرەیی
کەسایەتی
غەفور باراوی
01-04-2024
کاروان م. ئاکرەیی
کەسایەتی
گەلاوێژ موڕادی
01-04-2024
کاروان م. ئاکرەیی
کەسایەتی
دێنیز ئونداڤ
31-03-2024
ڤەژەن کشتۆ
پەڕتووکخانە
شرینا ئەنفالبووی
29-03-2024
ئاراس ئیلنجاغی
کەسایەتی
ئەسما یوسف ئەمین
24-03-2024
کاروان م. ئاکرەیی
جهـ
کۆچۆ
21-03-2024
ڤەژەن کشتۆ
کەسایەتی
پشتیوان جەمال ئەحمەد
17-03-2024
کاروان م. ئاکرەیی
پەڕتووکخانە
ڕێبەرێ مامۆستایێ پەروەردەیا وەرزشی بۆ پۆلا حەفتی بنەڕەت تا دووازدێ ئامادەیی
02-03-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
ئامار
بابەت 517,012
وێنە 105,392
پەرتوک PDF 19,102
فایلێن پەیوەندیدار 95,940
ڤیدیۆ 1,285
کەسایەتی
کەریم کابان
کەسایەتی
کوێستان داودی
جهـ
تل قەسەب
کەسایەتی
سەردار محەمەد عەبدولڕەحمان
کەسایەتی
سەبریا هەکاری
LI SER KARÊ WERGERIYÊ Û WÊJEYA SORANÎ BI BESAM MISTEFA RE HEVPEYVÎN
هەڤکارێن کوردیپێدیا، بابەتییانە، بێلایەنانە، بەرپرسانە و پیشەییانە، ئەرشیڤا نەتەویی تومار دکەن..
پول: کورتەباس | زمانێ بابەتی: Kurmancî - Kurdîy Serû
هەڤپشکی کرن
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
هەلسەنگاندنا بابەتی
نایاب
گەلەك باشە
ناڤنجی
خراب نینە
خراب
بو ناڤ لیستا کومکریا
ڕایا خو دەربارەی ڤی بابەی بنڤێسە!
گهوڕنکاریێن بابەتی!
Metadata
RSS
گووگلا وێنا بو بابەتێ هەلبژارتی!
گوگل دەربارەی بابەتێ هەلبژارتی!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Besam Mistefa

Besam Mistefa
$LI SER KARÊ WERGERIYÊ Û WÊJEYA SORANÎ BI #BESAM MISTEFA# RE HEVPEYVÎN$
Hevpeyvîn: #Ahmed Kanî#
Besam Mistefa, nivîskar, wergêr ûh elbestvanekî kurd e. Di 01-12-1977'an de li bajarê Hesîçe yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye. Lê hemû zaroktî û xortaniya xwe li Qamişlo derbas kiriye.
Besam Mistefa ku bav û kalên wî piştî beşdariya di şoreşa Şêx Seîdê Pîran de rastî sirgûnê tên û di salên 1930an de, ji Serxetê derbasî Binxetê dibin, zaroktiya xwe li gundê Cimayê yê ku bi dûriya 5 kîlometran dikeve rojhilatê bajarê Qamişloyê de, bihurandiye. Meseleya jidayikbûna wî ya li bajarê Hesîçeyê jî, vedigere wê yekê ku bavê wî karmendê banka xwînê bûye û çiku di wê demê de (salên heftêyan ji sedsala borî) banka xwînê li Qamişlo nebû û tenê li Hesîçeyê hebû, lewma ew li wir tê ser rûyê dinyayê, lê piștî wê bi demeke zû, dema banka xwînê li Qamişlo vedibe, ew tevî malbata xwe vedigere Cimayê.
Xwendina xwe ya seretayî û navendî û lîseyê li Qamişlo xilas kiriye. Paşê di fakulteya edebiyat û zanînên mirovî de, beșa wêjeya îngilîzî li zanîngeha Helebê xwendiye. Di sala 2003an de îcaza xwe ya dîploma standiye. Piştre, dora du salan li Qamişlo û gundên dora wê mamostetiya zimanê îngilizî kiriye. Di 16ê rêbendana 2006an de derbasî başûrê Kurdistanê bûye.
Nivîs û gotarên wî di gelek rojname û malperên kurdî de hatine weşandin. Besam Mistefa endamê desteya nivîskarên kovara werzî, ya bi navê Hawara Nû bû ku ji hêla Kombenda Kawa bo Çanda Kurdî li Hewlêrê derdiket. Herweha Besam endamê Komîteya Birêvebir ya Kombenda Kawa bo Çanda Kurdî bû. Niha, Besam endamê redaksiyona rojnameya Rûdaw, a çapa Ewropayê ye. Di sala 2011an de, Besam dest bi kurmancîkirina berhemên ji zaravê soranî kir û ji wê demê û vir ve, bi gelemperî romanên sereke yên zaravayê soranî li kurmancî werdigerîne. Besam Mistefa niha dîwaneke helbestan jî ji bo çapê amade dike. Niha Besam Mistefa li Hewlêrê dijî.
WERGERÊN WÎ
M, çîrok, Şêrzad Hesen, WeşanxaneyaAvesta. 2011
Xewna Pîrepindan, roman, Şêrzad Hesen, Weşanxaneya Avesta. 2011
Jineke Xinanî, roman, Şêrzad Hesen, Weşanxaneya Avesta. 2011
Êvara Perwaneyê, roman, Bextiyar Eli, Weşanxaneya Avesta. 2012
Apê min Cemşîd xan ku hertim bê ew li ber xwe dibir, roman, Bextiyar Elî, Weşanxaneya Avesta. 2012
Piyale ji bîr dikin min vexwin, helbest, Çinar Namiq, Weşanxaneya Ronahî. 2012
Gulên Şoran, roman, Eta Nehayî, Weşanxaneya Avesta. 2012
Hotêl Europe, roman, Ferhad Pîrbal, Weşanxaneya Avesta. 2012
Em li vir in, çîrok, Beroj Akreyî, Weşanxaneya Avesta. 2012
Santiago de Compostela, roman, Ferhad Pîrbal, Weşanxaneya Avesta.2013
Balindeyên Li Ber Bê, roman, Eta Nehayî, Weşanxaneya Avesta. 2013
Ahmed Kanî:
Berî her tiştî, ji bo zelalkirina mijara me û guftugoya me, ez dixwazim pirseke giştî bikim. Tu karê xuwe çawa bi nav dikî gelo? Wergêrî, transkrîbekirin an lihevanîna herdu zaravayên kurdî an tenê veguhêziya hinek bêjeyan? Ji ber ku ev berhem herdu jî bi kurdî têne nivîsîn. Hew zarava ji hev cuda ne…
Besam Mistefa:
Gotinek heye dibêje, ‘Pêwistî dayika afirandinê ye’. Mebesta min, ev karê ku ez pê radibim, yanî guhastina berhemên edebî yên bi zaravê soranî ji bo zaravê kurmancî, ji pêwistiyekê tên. Ev proje û proseyeke edebî ye. Nav ne giring e, lê bêguman ev prose dikare gelek deriyan li ber ponijîn, nirxandin û lêfikrînê veke. Armanca min a sereke ji vî karî ew e ku nêzîkbûneke edebî di navbera herdu zaravên sereke yên zimanê kurdi de pêk bê. Li Başûrê Kurdistanê ku di piraniya waran de di rewşeke baştir de ye ji parçeyên dî yên Kurdistanê, gelek berhemên edebî yên curbicur salane tên çapkirin û belavkirin. Lê ji ber ku ev berhem bi giştî bị zaravaye soranî û bi alfabêta erebî-aramî ne, lewma kurdên kurmancîaxêv, bi taybetî jî li Bakurê Kurdistanê ku hejmara herî mezin li wir e, ji van berheman bêpar dimînin. Hinek caran, beşek ji van berheman tên wergerandin ji bo zimanên dî yên wek erebî û farisî. Lê belê piraniya kurdên parçeyên dî ji wan mehrûm dimînin. Bi guhastina van berheman ji bo alfabêta latînî û zaravayê kurmancî, ku ez nav lê dikim zayîna duyem, wek zarokekî ku du caran ji dayik bibe, ez armanc dikim ew berhem bibin malê hemû kurdên li seranserê Kurdistanê. Lewma ev kar bêhtir dikeve warê avakirina pirên pêwendî û hevnaskirinê di navbera kurdên hemû parçe û herdu zaravayên sereke yên zimanê kurdî de. Ez texmîn dikim bi gaveke weha, gelek pencere û asoyên nû li ber edebiyata kurdî vedibin. Wek mînak, dema min cara yekem ji nûserê navdar Bextiyar Elî re pêşniyar kir ku ez berhemên wî bikim kurmancî, ew pir kêfxweş bû û got ku guhastina berhemên wî ji bo alfabêta latînî û zaravayê kurmancî jê re ji wergerandina berhemên wî ji bo zimanên wek ingilîzî û almanî giringtir e. Helbet, wergerandina van berheman ji bo her zimanekî giring e, lê pêşiyê divê ew bibin malê hemû kurdan, dû re dikarin rastî zayîneke cîhanî jî bên û di asmanekî firehtir de melevaniyê bikin. Ya ku vê pêwendiyê hîn xurtir jî dike ew e ku berhemên kurmancî jî bên wergerandin ji bo zaravayê soranî, ku mixabin hêj qelsiyeke berçav di vî warî de tê dîtin.
Ahmed Kanî:
Bi van pirtûkên ku niha bi saya serê te gihiştine Bakurê Kurdistanê re, geşbûneke berbiçav ketiye nav wêjeya Bakur de. Te çawa dest bi vî karî kir gelo? Ji kû derket ev kar?
Besam Mistefa:
Ji xwe yek ji armancên min ji vî karî ew e ku geşbûnek bikeve edebiyata kurdî de. Niha, piştî heta hedekî baştirbûna rewşa kurdan a giştî, edebiyata kurdî hinek gavên berçav û baş davêje. Lê hêj kêm in. Li gor derdorê û cîhanê bi awayeke giştî jî, di warê edebiyatê de, em li paş in. Sedemne paşketina mejiyê me yan pênûsa me ye, na; lê sed û yek hezar sedem hebûn ji vê yekê re. Lê belê her çawa be jî, divê em hertim kêmasî û çewtiyên xwe di hemû waran de nexin stûyê yên dî bi tenê, bê guman em jî gunehbar in. Heq e niha edebiyata me ji vê astê baştir bûya. Heq e hemû janre û ekolên edebî di kurdî de jî cî girtibana, ku mixabin hêj ev yek pêk nehatiye. Bi taybetî li Bakurê Kurdistanê, ku hejmara kurdan a herî mezin li wir e, kêmasiyeke mezin heye. Asta zimanê kurdî jî li wir nizm e. Berhem kêm derdikevin. Asta wan jî ne wek tê xwestin e. Hin hewldan û ceribîn hene, lê têr nakin. Teşwîqkirineke pêwist li ser edebiyat û warên afirandinê nayê xuyakirin. Hîn bawerî bi zimanê kurdî, wek amrazeke ku dikare hemû hest û nestên mirovê kurd, xewn û hêvî û şikestinên wî nîşan bide durist nebûye. Kirîza baweriyê heye. Dinyadîtin bi çav û ruhekî kurdî hêj pêk nehatiye. Hîn heybet û sehwa zimên cî negirtiye. Berhem li bêjingê nayên xistin, çiku hîn ziman bi xwe, di gelek hêlan de rûneniştiye. Lewma heta baweriya me bi zimanê me neyê wek amûreke ku dikare jiyan û mirinê jî bi kurdî der bibire, em ê leqayî edebiyat û berhemên qerase û astbilind neyên. Ez dîsa dibêjim, niha rewş baştir e, lê divê kar û xebat pir gurtir bibin.
Ahmed Kanî:
Şêweya xebata te çawa ye? Kî van pirtûkan hildibijêre û tu çawa dest bi wergera berhemekê dikî?
Besam Mistefa:
Hilbijartina pirtûkan bi hevahengî di navbera min û weşanxaneyê de tê bicihkirin. Bi taybetî weşanxaneya Avestayê û xwediyê wê Ebdullah Keskîn, ku guhdaneke mezin dide pirsa guhastina berhemên edebî yên bi zaravayê soranî ji bo zaravayê kurmancî, ku ez ne şaş bim Avestayê yekem berhema xwe ya kurdî jî ji soranî kiribû kurmancî û weşandibû.
Proseya wergerê bi rastî jî zehmet e. Gerek e mirov ji bo karekî weha bê valakirin, lê mixabin mirov nikare pê bijî. Wergerên ku ez dikim dikarin wek karê min ê duyem bên hejmartin. Lewma ez rastî kêşeya demê têm, dem teng e. Dema ez berhemekê werdigerînim, ez di serî de wê carekê du caran soranî dixwînim. Pişt re ez dest bi wergerandina wê dikim. Piştî ku werger diqede, ez soraniya wê dideynim aliyekî û li kurmanciya wê vedigerim û hemûyê serast dikim. Hingê ez dihinêrim ji weşanxaneyê re. Ew jî berhemê carekê edît dikin û tiştên ku nehatibin fêhmkirin yan guman li ser wan hebe destnîşan dikin û berhemê ji min re dişînin. Ez dîsa berhemê di bin çavan re derbas dikim û deverên destnîşankirî serast dikim û li weşanxaneyê vedigerînim. Ku wê katê ji çapkirinê re amade ye.
Wek her edebiyateke dî, berhemên balkêş û yên hêjayî wergerandinê heta hedekî xuyane. Nûserên navdar ku cihê xwe bi xurtî di vê edebiyatê de girtine, naskirî ne. Em roman, çîrok û helbestan jî werdigerînin. Em dixwazin berhemên çend nûserên mîna Eta Nehayî, Bextiyar Elî, Şêrzad Hesen, Ferhad Pîrbal û Mihemed Mukirî bi giştî bikin kurmancî. Yanî ev projeyeke mezin e, ku heye ne karê tek kesekî be, lê karê dezgehekê be. Şêweya wergerandinê bi min baştir e ger em bi dorê berhemên van nûseran wergerînin, çiku her nûserek cîhaneke wî ya edebî ya taybet heye, mesela em hemû berhemên Bextiyar Elî bikin kurmancî û pişt re berê xwe bidin nûserekî dî. Lê em bi hevahengî û li gor plana weşanxaneyê kar dikin, ku wê jî serkeftina xwe heta niha tekez kiriye.
Ahmed Kanî:
Li gorîn te, ev xebata ku tu niha dikî ê çi bide wêjeya kurdî? Bi berfirehî tu dikarî şirove bikî ji kerema xwe re? Belki di warê avakirina hişmendiyekê de nêzîkatiyekî çêke lê di ware nêzîkkirina zaravayan de jî gelo tu dibêjî ê heman alîkariye bike? Ji ber ku çaxê xwendevanên kurmanc berhemên sorani bi kurmancî bibînin, bawer nakim yên bi soranî bixwînin. Ê zehmet be ji wan re. Hem ji bo alfabeyê hem jî ji bo cudatiyet di navbera zaravayan de.
Besam Mistefa:
Berevajî vê yekê, werger hertim mirov ber bi wê yekê dajo ku xwe fêrî ziman, yan zaravayê resen ê berhema wergerandî bike. Ji ber ku çiqasî jî werger serkeftî û astbilind be, dê negihîje asta ziman yan zaravayê resene berhemê. Gelek kes ji bo ku karibin Pûşkîn bi rûsî bixwînin, xwe fêrî zimanê rusî dikin. Ew pêşî berhemên wî yên wergerandî ser zimanê xwe dixwînin, lê arezûyek bi wan re çêdibe ku xwe fêrî zimanê wan ê resen bikin. Lewma ez bawer dikim, û ev yek ji mebestên min bû jî, ku dê xwesteka li ser fêrbûna zaravayê soranî piştî wergerandina van berheman zêdetir bibe.
Lê li vir kêşeya alfabêtê derdikeve pêş. Lew ez bawer dikim, hedekî hêsan e jî, hemû berhemên bi her du zaravayan ji hêla alfabêtê jî bên guhastin yan transkrîbekirin. Min niha gelek berhemên soranî latînîze ji kirine. Ez bi wê yekê re me ku hemû berhemên latînî bên transkrîbekirin ser alfabêta erebî û berevajî wê jî bê kirin. Çiku hingî em ê karibin hevdu bixwînin, tevî ku em fêhm nekin bi timamî. Dû re, niha ne wek berê ye. Niha bi saya pêşketina teknolojiya-ku ez jê hez nakim!- û medyayê cîhan nêzîkî hev bûye û gelek sînorên ku berê hebûn, hatine şikandin yan li ber herifandinê ne. Bivê nevê nêzîkbûnek di navbera zaravên kurdî de çêbûye, nemaze bi rêya medyayê. Hem wergerandin, hem latînîzekirin yan erebîkirin, hemû jî dibin sedemên avabûna pirên pêwendî û hevdu fêhmkirin û ji hev nêzîkbûnê, pê re jî kevirekî giran li gola miçiqî ya çanda me dikeve. Tevger û bizaveke baş derdikeve pêş û geşbûnek li holê peyda dibe. Herdu zarava hevdu timam dikin û her yek zindîtî û geşbûnê dide ya dî. Çiku mak yek e. Lewra ez bawer dikim ku çi kesê berhemeke Eta Nehayî yan Şêrzad Hesen bi kurmancî xwendibe, di nava xwe de hêvî xwestiye ku bi soranî zanibûya, yan xwestiye xwe hînî soranî bike, bi taybetî kesên pispor û yên ku di warê çand û edebiyata kurdî de dixebitin. Heq e ku rewşenbîrên kurd bi kêmanî bi her du zaravayên sereke yên zimanê xwe zanibin. Ev dibe sedema zengînî û dewlemendiya ziman û asoyên wî. Çiku hînbûna her zaravayekî derî li ser piştê vedike li ber nasîna edebiyat û cîhanû ruhiyeta axêverên wî zaravayî.
Ahmed Kanî:
Parastina devokan çawa dibegelo? Heger nivîskarek bi devoka xwe binivîse di wergerê de tu çi rêbazê dimeşînî?
Besam Mistefa:
Di edebiyatê de nûser heta astekê dikare devoka xwe jî bi kar bîne, lê belê divê heta jê bê hewl bide zimanekî standard -ku hîn di zimanê kurdî de peyda nebûye- bi kar bîne. Nabe tu rabî eynî wek dayika te çawadaxivî, bi wê devokê binivîsî. Helbet, ew devok çavkaniya nûser e, lê belê ew dikare di wî sînorî de jî asê nemîne û devok, zarava û zimanêxwe her û her zengîn, berfirehtir û dewlemendtir bike. Çima na? Rast e, ji bo pêkanina zimaneki standard, naba tu devok bê perçiqandin piştguhxistin. Divê her devok û zarava jiyan û pêşveçûna xwe ya xwezayî û dîrokî û tecrûbeya xwe bijî. Zengîniya her devokekê zengîniya zimanê kurdi bi xwe ye. Yek kirina alfabêtan dê di vî warî de gaveke pir baş be.
Ahmed Kanî:
Di dema wergerê de têkiliya te bi nivîskaran re çêdibe gelo? Têkiliyeke çawa divê hebe di navbera wergêr û nivîskar de?
Besam Mistefa:
Belê, di dema wergerê de têkiliya min bi nûseran re berdewam e. Haya wan ji heye ku ez berhemên wan werdigerînim û ew kêfxwes in jî bi vê yekê. Pêwendî bi rêya hevdîtinên rû bi rû dibe, yan bi rêya e-mail û facebookê, li gor rewşa her nûserekî. Ger nûser sax be, çiku carina dibe ku mirov berhemên hin nûserên koçkirî jî wergerîne, baştir e ku têkili di navbera wergêr û nûser de hebe. Wek mînak, gelek caran ez hin peyvên taybet ku di ferhengan de jî nîn in, ji nûseran bi xwe dipirsim. Hin caran ez teksta kurmancî jî ji hinekan ji wan re dişînim. Eta Nehayî li Baneya Rojhilatê Kurdistanê rûdine, ji bo her du berhemên wî yên ku min wergerandin (Gulên Şoran û Balindeyên Li Ber Bê), em çend caran bi rêya internetê bi hev re axivîn û her tiştê ku ne zelal bû, wî ji min re zelal kir. Ferhad Pîrbal ku li Hewlêrê dimîne, ji bo herdu berhemên wî (Hotêl Ewropa û Santiago De Compostela), piştî wergerê em bi hev re rûniştin û me hemû peyvên ne zelal safi kirin. Şêrzad Hesen jî, di dema wergerê de her tiştê ku ji min re ne zelal xuya dikir, min jê dipirsî. Beroj Akreyî ji xwe bi kurmancî baş dizane û wî bi xwe berhema xwe serast kir (Em Li Vir in).
Ahmed Kanî:
Gelo mînakên weke vê xebata te di wêjeya cîhanê de hene qet? Te bihîstiye ku di wêjeya cîhanê de wergêrek ji zaravayekî vediguhêze zaravayekî din?
Besam Mistefa:
Di vî warî de, ez dikarim behsa zimanê erebî wek nimûne bikim. Di zimanê erebî de, gelek devok û zarava hene. Li her welatekî em dikarin bêjin ku zaravayek heye. Wek nimûne zaravayê misrî ji yê lubnanî cihê ye, lê ji ber bandora medya, drama û sînameyê hemû ereb bi giştî zaravayê misrî fêhm dikin. Lê belê sûrî û lubnanî ji zaravayê tûnisî yan mexrîbî baş fêhm nakin û carina di medya û sînemayê de dema kesek bi zaravayê tûnisî dipeyive, wek jêrnivîs zimanê erebî yê standard tê nivîsandin. Lê li vir tiştek heye. Ereban hem zimanekî standard heye û hem jî Qur`aneke wan heye, ku mak û bingeha ziman û rêzimana erebî ye. Lewma ew zaravayê ku ez behsa wan dikim bi piranî devkî ne, û ne nivîskî ne. Yanî di warê nivîsandinê de ereb hemû bi yek zimanî dinivîsin ku zimanê Qur`anê ye û zimanê êla pêxemberê Islamê (Qureyş ) ye. Lê rewşa zimanê kurdî cuda ye. Me ne zimanekî standard û ne jî Qur`anek heye. Ez dikarim bêjim her zimanek ceribandin û ezmûna xwe dijî. Bêguman li cihin din ê dinyayê jî mînakên weha hene, lê dibe ku haya min baş ji wan nebe. Hebûna du alfabêtan jî, ku di zimanê kurdî de heye, pir balkêş e. Bi vî rengî em dikarin bêjin ku rewşek ne normal xwe dide pêş.
Ahmed Kanî:
Gelek gotin, biwêj… pir hene ku di ferhengan de cî nagirin. Weke materyalên zimên. Tu vê pirsgirêka wergerê çawa çareser dikî?
Besam Mistefa:
Belê. Her nûserek cîhana wî ya edebî heye, û ziman bi awayekî taybet bi kar tîne. Carina hin peyvan jî saz dike. Dema di teksta resen de pend tên holê ez hewl didim pend yan metelokeke kurmancî ya ku heman wateyê dide bi cih bikim. Wek min li jor jî got di rewşên pir asê de ez hevkariyê ji nûseran bi xwe dixwazim û bi rêya vê yekê kêşeyan çareser dikim. Bêguman her tişt di ferhengan de peyda nabe. Ez bê ferheng qet wergerê nakim, lê heta ji min tê ez naxwaim zimanê wergera min zimanekî ferhengî yê qalibgirtî û hinekî sar be. Ez hewl didim bi zimanê jiyanê be. Zimanekî germ, zindî û bi bizav û germ, çiku edebiyat qada nîşandana hest û nestan e, ne wek zimanê zanistê yê sar û hişk e.
Ahmed Kanî:
Kîjan zehmetî derketine pêşiya te heta îro di warê wergerê de?
Besam Mistefa:
Werger hemû proseyeke zehmet e. Divê tu berhemê peyv bi peyv bixwînî û hewl bidî rîtma wê li ser yek ast yan hêlê ji pêşî heta dawî bihêle. Di warê kurmancî de, kêmbûna ferhengan jî kêşeyek e. Mesela, niha mirov gelek caran wergerê yekser li ser laptop yan komputeran dike. Bi giştî hemû ziman, ferhengên wan hene, lê kurdî û bi taybetî kurmancî di vî warî de qels e, nemaze wergera Google û yên dî. Wekî din jî mesela demê heye. Dîsa dibêjim karekî wek ê ku ez dikim, gerek bi kêmanî mirov jê re bihata valakirin û tevahiya dema xwe bidaya wî karî.
Ahmed Kanî:
Kijan cure pirtûk tu dixwazî wergerînî? Pirtûkeke ku te bi taybetî dixwest wergerînî û hîn ew derfet neketîn destê te heye gelo?
Besam Mistefa:
Li tenişta pirtûkên edebî, min dixwest pirtûkên rexne û lêkolîna edebî jî wergerînim. Ne tenê ji soranî, lê belê ji ingilîzî û erebî jî. Ez niha hinek hewldanan di vî warî de jî dikim. Kitêbek taybet belkî niha nayê bîra min, lê ez hewl didim hejmara herî zêde ya pirtûkan ji zarava û zimanên ez dizanim bikim kurmancî, helbet bi kalîte û asteke baş, çiku dibe hin kesên ku bi kûranî li meseleyan nanêrin, vê gotina min şaş fêhm bikin û bibêjin ku ew li hejmarê digere ne li kalîteyê. Lê mebesta min ew e ku hejmara herî zêde bikim kurmancî, çiku temenekî tenê têra mirov nake ji bo karekî weha.
Ahmed Kanî:
Li seranserê cîhanê wergêr heqdesta xwe ku keda wan e bi dest naxin. Karê wan jî cidî nayê dîtin û hurmeta ku heq dikin jî nagirin. Bawer dikim di nav kurdan de ev hîn dijwartir e. Tu çi difikirî ji bo vê yekê?
Besam Mistefa:
Bi qasî ku ez dizanim li cîhanê rewş ne weha xirab e, lê belê di nav me kurdan de belê rewş pir xirab e. Li cîhanê, hem rêza moralî û hem jî ya madî ji wergêran re heye. Di gelek caran de, karê wergêr ji yê nivîskêr bi xwe jî girigtir e. Dibe ku nûserek bi zimanekî tenê zanibe û pê binivîse û nikaribe wergerê ji zimanên dî bike, lê wergêr neçar e zêdeyî zimanekî û bi başî jî zanibe. Lê dîsa herdu hevdu timam dikin. Karê wan ne dûrî hev e. Ji ber ku em bala xwe didinê piraniya nûserên navdar di heman demê de wergêr jî bûn. Hem di nav kurdan de û hem li seranserê dinyayê. Eta Nehayî û Şêrzad Hesen û Beroj Akreyî, hemû li tenişta nûseriya xwe wergerê jî dikin. Berî demekê Beroj Akreyî berhemek mezin a şairê îranî yê navdar Ehmed Şamlû wergerand kurdî-soranî. Lewma ew nerîna ku nûser di ser wergêr re dibîne yan berevajî wergêr di ser nûser re dibîne, nerîneke çewt e. Çiku her du jî afirîner in û di qada dahênan û afirandinê de kar dikin. Rewşa werger û wergêran li seranserê dinyayê ji rewşa wergêrên kurd pir baştir e. Dû re, û dûr ji dirûşm û sloganên qelew ku ti zikê birçî têr nakin, çi ziman jî be heta pere neke qîmetê wî jî nayê girtin. Divê profesyonelî bikeve warê nûserî û wergêriya kurdî de.
Divê wergêr bikare bi wergera xwe bijî û nûser jî bi nûseriya xwe. Wê demê dê pêşketineke berçav di qada edebiyat û wergevaniya kurdî de pêk were.
Ahmed Kanî:
Di vê serdema globalîzasyonê de ku êdî em dinyayê weke gundekî dibînin û xwendina pirtûkan jî her diçe kêmtir dibe, werger çi îfade dike ji bo kurdan bi ya te?
Besam Mistefa:
Werger wek tekane rêya ku dê kurdan bigihîne peravên vê globalîzasyonê ye. Bi ya min xwendina pirtûkan kêm nebûye, lê niha dibe ku bêhtir kitêbên elektronî û dijîtal tên xwendin, ji kitêbên kaxez. Hîn jî kitêba kaxez li ber xwe dide û cihê xwe bi timamî ji dest nedaye, yanî hîn jî di şerê bi teknolojiyayê re winda nekiriye. Lê dê rastî rewşeke dijwar bê di siberojê de, çiku teknolojî metirsîdartirîn tişt e li ser siberoja însên û kes nizane dê me bighîne kû. Lê ez bawer dikim ger kitêba kaxez bi awayekî demkî winda jî bike, piştî gelek têkçûn û jidestdanên mezin, dîsa dê li jiyanê vegere. Çiku di destpekê de peyv bû, di dawiyê de jî her peyv e. Her tişt dê winda bike, ji bilî peyvê. Ji kurdan re, gelek şoreşên curbicur pêwist in. Yek jî şoreşa zimên û wergerê ye. Bi taybetî werger. Divê pêşiyê hemû klasîkên dinyayê û piraniya berhemên edebiyata nûjen bên wergerandin ji bo kurdî û dû re em dikarin bigihin cîhangîriyê û vê pirsa ku hûn niha dikin, bikin. Em dibêjin dinya bûye gundekî piçûk, lê dema kurdên ji du zaraveyan rastî hev tên, lal dimînin û ji hev fêhm nakin. Ger dinya gihiştibe vê qonaxê jî, em hîn gelekî li paş in. Werger tenê dikare baskan bi me ve bike û me ber bi asmanên nûjenî û globalîzmê ve bi firê bixe.
Ahmed Kanî:
Du teorî hene di derbarê wergerê de. Yek dibêjê divê wergêr nêzîkî zimanê orîjînal û nivîskar be. Ya din jî dibêje divê wergêr nêzîkî zimanê xwendevanan be. Kîjan giringtir e li gorî te?
Besam Mistefa:
Ne ev û ne ew, lê ya di navbera herduyan de, yanî têkeliya herduyan. Nabê berhem peyv bi peyv bê wergerandin, lê divê bi zimanê jiyanê bê wergerandin, bê ku zimanê nûser bê piştguhkirin. Werger bi zimanê xwe wergerê dike. Ew jî dibe xwediyê nû yê berhemê û peşkekê ji ruhê xwe bi ser berhemê de dirijîne. Mebesta wî ne razîkirina nûser yan xwîner e, lê belê razîkirina xwe ye. Ji ber dema ew xwe razî bike, dê hem nûser û hem xwîner jî jê razî bin. Heta ji wergêr bê divê êmin û rastgo be bi zimanê tekstê yê resen re, lê belê hinekî ji ruhê xwe jî lê zêde bike, ne ku tiştine nû lê zêde bike, na, lê belê bi stîla xwe ya taybet berhemê wergerîne. Gelek caran em rastî du wergerên heman berhemê tên, lê herdu ne wek hev in. Çiku her wergêrek ruhek e, cîhanek e, stîlek e. Ê min ez peyv bi peyv wergerê nakim, ez armanc dikim ruhê nûser bigihînim xwendevanan, yanî nûser xwestiye çi bêje, mebest yan nameya wî bi rêya ruhê xwe û bi rêya zimanê xwe bigihînim xwîneran. Berhema resen cara yekem ji malzaroka nûser derdikeve jiyanê, vê carê yan cara duyem divê di malzaroka min de -wergêr- bê xwedîkirin û ronahiyê bibîne. Dibe ku li hin cihan rîtm bişike, yan hin kêşe peyda bibin, lê belê ya giring ew e ku ruh, mebest û nameya nûser bigihe xwediyê xwe ger hebe.
Ahmed Kanî:
Li gorî te asta wergera baş çi ye? Gelo di wergerê de divê dengê wergêr bê bihîstin an divê nivîskar bi her awayî bêhîskirin?
Besam Mistefa:
Wergera baş ew e ku wergêr bikare nameya nûser yan armanca wî bigihîne xwîner. Berhema wergerandî heta hedekî dibe berhema wergêr jî. Wergera baş divê rîtm û ruhiyeta berhema resen xira neke. Heta jê bê êmin be ji teksta resen re.
Ahmed Kanî:
Kovara me Wêje û Rexne gihişte destê te bawer dikim. Te çawa dît? Nirxandinên te çi ne gelo?
Besam Mistefa:
Belê gihişte destê min. Bi giştî kovar wek hejmara yekem baş dixuye. Lê dikare ji weha baştir jî be. Diyar e ku kedeke baş li ser hatiye xerckirin, lê divê hewl bide ku bibe jêder û bingeheke baş ji bo lêkolîneke edebî ya kurdîya zanistî û modern û nûjen. Çiku pêwistiyeke mezin bi vî warî di edebiyata kurdî de heye. Bi taybetî rexneya wêjeyî ku hîn nebûye zanistek di nav edebiyata kurdî de. Kovara Wêje û Rexne gaveke giring e li ser vê rêya dûvdirêj. Bi ya min divê kovar bêhtir guhê xwe bide parçe û zaravayên dî jî, wek soranî û zazakî. Herweha rê ji lêkolerên nûjen re veke û di xeleka çend nav yan kesan de asê nemîne. Û taybetiyekê bide qada wergerê jî. Divê ne dubare berhemanîna tiştê berhemhatî be, lê tiştekî nû, taze, germ û sûprîzhewên pêşkêş bike. Ziman divê guhdaneke pir taybet bistîne. Mesela, di hejmara yekem de di rûpela yekem de, di navê kovarê de tîpa (û) wek (u) derbas dibe, nabe tiştekî weha dubare bibe. Ji me re ya giring ziman e. Herweha edebiyata klasîk, bi çavekî nûjen, jî heta hedekî mezin hatibû piştguhkirin.
Gelo ma çûna ber bi nûjeniyê ve tê wateya piştguhkirina edebiyata klasîk?
Bi ya min klasîsîzm çavkaniya nûjengeriyê ye. Lewma ger lêkolînên nûjen û kûr li ser edebiyata klasîk hebin dê pir baş bibe. Di wê hejmarê de babeteke soranî ya bi tîpên latînî hebû, ev yek jî pir baş bû. Divê bê zêdekirin jî, ji bo zaravayên din jî herweha. Herweha lêkolîneke behdînî jî hatibû latînezkirin, ew jî karekî pir hêja bû. Mesela rawestandina li ser dosyayekê jî di cihê xwe de bû. Bi giştî, kovara Wêje û Rexne wek yekem hejmar baş bû û dikare baştir jî bibe û şopekê li dû xwe bihêle di qada edebiyata kurdî û bi taybetî rexne û lêkolînên edebî de.
Ahmed Kanî:
Di kovara me de em hewl didin ku ciyekî taybet bidine wergerê. Ji hejmara pêşîn jî diyar e ji xwe. Tu vê yekê çawa dibînî gelo? Asta wergerên me çawa bû?
Besam Mistefa:
Çiqas guhdan bi wergerê hebe baş e. Lê divê hewldan bê kirin di wergeran de hin peyvên kurdî cih bigirin li şûna peyv û têgehên cîhanî yên qada rexne û lêkolînên edebî. Ev derfetek baş e ku tiştekî weha bê pêkanîn. Rast e, em hemû tûşî vê kêşeyê tên di dema wergerê de, lê kovareke weha dikare rahêje barekî weha û hin têgeh û têrman di kurmanciyê de bi cî bike. Xem nake ger têrmên cîhanî jî bên bikaranîn, lê bi kêmanî hewldanek hebe ku peyvin kurmancî jî bên peydakirin ku heman wateyê bidin yan nêzîkî wêbin. Mesela peyivin kurdî; ji bo têrmên wek modernîzm, postmodernîzm, formalîzm û htd bên peydakirin, û herdu bi hev re bên xebitandin ji bo kesê ku nizanibe van zimanên cîhanî jî bikaribe bi kurdî wan fêhm bike.
Ahmed Kanî:
Hinek rexneyên neyênî li me hatine kirin ku me cî pir daye wergerê. Tu jî wisa difikirî gelo?
Besam Mistefa:
Na. Wek min got çi qasî cih ji wergerê re hebe baş e. Lê divê werger bi zanebûn bên hilbijartin ku xizmeta kovarê û armancên wê bikin.
Ahmed Kanî:
Ez dixwazim hinekî pirsa rexnegiriya di zaravayê soranî de jî bikim. Çi diqewime, çi tê çapkirin an jî wergerandin? Kijan mijar têne nîqaşkirin gelo? Ez dizanim pirsên berfireh in lê ji kerema xwe re bi taybetî di hêla wergerê de tê bikaribî ci bibêjî? Kîjan berhemên li ser rexnegiriyê têne wergerandin gelo? Gel çawa li van berheman dinihêre?
Besam Mistefa:
Ji ber rewşa giştî ya kurdan li başûr ku ji parçên dî yên Kurdistanê baştir e, rewşa edebiyat û rexneyê jî di asman û azadiyeke berfirehtir de kar dikin, herweha rewşa aborî jî bi roleke giring radibe. Lê bi taybetî dixwazim bêjim ku niha başûr di qonaxeke demkî yan veguhêz de dibuhure, yanî qonaxa azadiyeke ne tekûz piştî bindestiyeke pir dirêj. Hemû gel û welat, her yek bi awayekî di demeke weha de dibuhurin, ku hem aliyê xwe yê baş û hem jî yê neyênî heye. Di qonaxên weha de bêhtir guhdan û giringî diçe ser hêlên dî yên jiyanê wek aborî, avakirin, bazirganî û kar û bar. Çand bi giştî dikeve pileya duyem. Raste tevgerek baş a kultûrî pêk tê, lê eleqeya pê re ne li gor pêwist dimîne.
Ahmed Kanî:
Niha kîjan berhem di destê te de ne? Di pêşerojê de em ê çi bibînin û bixwînin gelo?
Besam Mistefa:
Niha di nav destê min de romana Bextiyar Elî ya bi navê Koşka Balindeyên Xemgîn heye. Pişt re jî berhemên Mihemed Mukirî, Eta Nehayî û dîsa Bextiyar Elî hene. Herweha ji bilî wergerê ez niha li ser dîwaneke helbestan jî dixebitim û ji çapê re amade dikim.
Çavkanî
Ev gotar Ji Kovara Weje û Rexne di hejmara duduyan de hatiye weşandin.[1]
ئەڤ بابەت ب زمانا (Kurmancî - Kurdîy Serû) هاتیە نڤیساندن، کلیک ل ئایکۆنا بکە ژ بو ڤەکرنا ڤی بابەتی ب ڤی زمانا کو پی هاتیە نڤیساندن!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەڤ بابەتە 1,409 جار هاتیە دیتن
هاشتاگ
ژێدەر
[1] ماڵپەڕ | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://wer-ger.com/ - 24-04-2023
بابەتێن پەیوەستکری: 38
پەڕتووکخانە
رێکەوت و رووداو
کورتەباس
کەسایەتی
زمانێ بابەتی: Kurmancî - Kurdîy Serû
روژا تمام کرنێ: 27-05-2020 (4 سال)
جوڕێ دۆکومێنتێ: زمانی یەکەم
جوڕێ وەشانێ: دیجیتاڵ
زمان - شێوەزار: ک. باکوور ت. لاتین
وەڵات - هەرێم: کوردستان
کاتەگۆریا ناڤەڕۆکێ: دیمانە
کاتەگۆریا ناڤەڕۆکێ: ئەدەبی
تایبەتمەندی یێن تەکنیکی
کوالیتیا ڤی بابەتی: 99%
99%
ئەڤ بابەتە ژ لایێ: ( ئەڤین تەیفوور ) ل: 24-04-2023 هاتیە تومارکرن
ئەڤ بابەتە ژ ئالێ: ( سارا کامەلا ) ل : 27-04-2023 پێداچوون ژبوو هاتییە کرن و ڕەها بوویە
ئەڤ بابەتە بو دویماهیک جار ژ لایێ: ( سارا کامەلا )ڤە: 27-04-2023 هاتیە ڕاست ڤەکرن
ناڤ و نیشانێن بابەتی
ئەڤ بابەتە ب ستانداردی کوردیپێدیا هێشتا نە دروستە و پێدڤی ب داڕشتنەکا بابەتی و زمانی هەیە!
ئەڤ بابەتە 1,409 جار هاتیە دیتن
کوردیپیدیا بەرفرەهترین ژێدەرێ زانیاریێن کوردییە!
شوینوار و جهێن کەڤنار
شکەفتا گوندێ گوندکی ل ئاکرێ
کەسایەتی
عیدۆ بشار خەلەف
پەڕتووکخانە
ڕێبەرێ مامۆستایێ پەروەردەیا وەرزشی بۆ پۆلا حەفتی بنەڕەت تا دووازدێ ئامادەیی
کورتەباس
بۆز ئەرسەلان و بەرهەم ژ زاڕۆکان ڕە
وێنە و پێناس
کۆمەڵەکا دانعەمرێن ئێزدی ل لالش، ساڵا 1976
کورتەباس
کاروانی
شوینوار و جهێن کەڤنار
پرا دەلال
کورتەباس
هەمی تشت دبوورن بەلێ مرن نابورت
وێنە و پێناس
نەورۆزا ساڵا 1972
شوینوار و جهێن کەڤنار
کەلها سارتکە
کەسایەتی
فادیا فێسەڵ ڕەڤۆ حسێن
وێنە و پێناس
لالش ل ساڵا 1976
کەسایەتی
خەیری ئادەم
کەسایەتی
عیسا هادی شەکر فارس
کەسایەتی
سەرهات ناریمان خەمۆ
پەڕتووکخانە
باشوورێ کوردستانێ و بەغدا- سەربۆرا کوردی ل سەد سالییا دەولەتا عێراقێ 1921-2021
کەسایەتی
عەیشان هەسن دەروێش حەمۆ
کەسایەتی
عەیشان مجۆ بەرکات جۆمەر
کورتەباس
کۆچەری
پەڕتووکخانە
شرینا ئەنفالبووی
کەسایەتی
عەبدوڵا ساڵح ئاکرەیی
کورتەباس
لەیادی نەمراندا - ئۆگستین سادق
کەسایەتی
فایزا دربۆ حسێن
پەڕتووکخانە
دەولەت و میرگەهێن کوردی ل سەردەمێن ناڤەڕاست و نوودا
کەسایەتی
سەبریا هەکاری
وێنە و پێناس
زەلامێن کورد ل دەمێ یاریا تاولێ ل باژێڕۆکێ کۆیە، ساڵا 1963
پەڕتووکخانە
دیوانا ئەحمەد حاجی بەرواری (گەڤەڕکی)
شوینوار و جهێن کەڤنار
کەلها کوردا
وێنە و پێناس
مستەفا بارزانی ل دەمێ پێشکێشکرنا گۆتارەکێ ل کۆیە، ساڵا 1963

روژەڤ
کەسایەتی
کەریم کابان
18-01-2024
کاروان م. ئاکرەیی
کەریم کابان
کەسایەتی
کوێستان داودی
26-01-2024
کاروان م. ئاکرەیی
کوێستان داودی
جهـ
تل قەسەب
01-02-2024
ڤەژەن کشتۆ
تل قەسەب
کەسایەتی
سەردار محەمەد عەبدولڕەحمان
06-02-2024
کاروان م. ئاکرەیی
سەردار محەمەد عەبدولڕەحمان
کەسایەتی
سەبریا هەکاری
21-02-2024
زریان سەرچناری
سەبریا هەکاری
بابەتێ نوی
کەسایەتی
فەلامورز مەسقەتی
04-04-2024
کاروان م. ئاکرەیی
کەسایەتی
عەلی قاسملوو
01-04-2024
کاروان م. ئاکرەیی
کەسایەتی
غەفور باراوی
01-04-2024
کاروان م. ئاکرەیی
کەسایەتی
گەلاوێژ موڕادی
01-04-2024
کاروان م. ئاکرەیی
کەسایەتی
دێنیز ئونداڤ
31-03-2024
ڤەژەن کشتۆ
پەڕتووکخانە
شرینا ئەنفالبووی
29-03-2024
ئاراس ئیلنجاغی
کەسایەتی
ئەسما یوسف ئەمین
24-03-2024
کاروان م. ئاکرەیی
جهـ
کۆچۆ
21-03-2024
ڤەژەن کشتۆ
کەسایەتی
پشتیوان جەمال ئەحمەد
17-03-2024
کاروان م. ئاکرەیی
پەڕتووکخانە
ڕێبەرێ مامۆستایێ پەروەردەیا وەرزشی بۆ پۆلا حەفتی بنەڕەت تا دووازدێ ئامادەیی
02-03-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
ئامار
بابەت 517,012
وێنە 105,392
پەرتوک PDF 19,102
فایلێن پەیوەندیدار 95,940
ڤیدیۆ 1,285
کوردیپیدیا بەرفرەهترین ژێدەرێ زانیاریێن کوردییە!
شوینوار و جهێن کەڤنار
شکەفتا گوندێ گوندکی ل ئاکرێ
کەسایەتی
عیدۆ بشار خەلەف
پەڕتووکخانە
ڕێبەرێ مامۆستایێ پەروەردەیا وەرزشی بۆ پۆلا حەفتی بنەڕەت تا دووازدێ ئامادەیی
کورتەباس
بۆز ئەرسەلان و بەرهەم ژ زاڕۆکان ڕە
وێنە و پێناس
کۆمەڵەکا دانعەمرێن ئێزدی ل لالش، ساڵا 1976
کورتەباس
کاروانی
شوینوار و جهێن کەڤنار
پرا دەلال
کورتەباس
هەمی تشت دبوورن بەلێ مرن نابورت
وێنە و پێناس
نەورۆزا ساڵا 1972
شوینوار و جهێن کەڤنار
کەلها سارتکە
کەسایەتی
فادیا فێسەڵ ڕەڤۆ حسێن
وێنە و پێناس
لالش ل ساڵا 1976
کەسایەتی
خەیری ئادەم
کەسایەتی
عیسا هادی شەکر فارس
کەسایەتی
سەرهات ناریمان خەمۆ
پەڕتووکخانە
باشوورێ کوردستانێ و بەغدا- سەربۆرا کوردی ل سەد سالییا دەولەتا عێراقێ 1921-2021
کەسایەتی
عەیشان هەسن دەروێش حەمۆ
کەسایەتی
عەیشان مجۆ بەرکات جۆمەر
کورتەباس
کۆچەری
پەڕتووکخانە
شرینا ئەنفالبووی
کەسایەتی
عەبدوڵا ساڵح ئاکرەیی
کورتەباس
لەیادی نەمراندا - ئۆگستین سادق
کەسایەتی
فایزا دربۆ حسێن
پەڕتووکخانە
دەولەت و میرگەهێن کوردی ل سەردەمێن ناڤەڕاست و نوودا
کەسایەتی
سەبریا هەکاری
وێنە و پێناس
زەلامێن کورد ل دەمێ یاریا تاولێ ل باژێڕۆکێ کۆیە، ساڵا 1963
پەڕتووکخانە
دیوانا ئەحمەد حاجی بەرواری (گەڤەڕکی)
شوینوار و جهێن کەڤنار
کەلها کوردا
وێنە و پێناس
مستەفا بارزانی ل دەمێ پێشکێشکرنا گۆتارەکێ ل کۆیە، ساڵا 1963

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| پەیوەندی | CSS3 | HTML5

| دروستکرنا لاپەری 1.188 چرکە!