Գրադարան Գրադարան
Որոնել

Kurdipedia խոշորագույն բազմալեզու աղբյուրները քրդական աշխատությունը!


Որոնման ընտրանքներ





Ընդլայնված որոնում      Ստեղնաշար


Որոնել
Ընդլայնված որոնում
Գրադարան
քրդական անունները
Ժամանակագրություն միջոցառումներ
Աղբյուրները
Պատմություն
Այցելու Հավաքածուներ
Տուրիզմ
Որոնում:
Հրապարակումը
Տեսանյութ
Դասավորություն
Պատահական հատ.
Ուղարկել
Ուղարկել հոդվածը
Ուղարկել լուսանկար
Հարցում
Ձեր Կարծիքը
Հետադարձ կապ
Ինչ տեղեկություններ ենք պետք է!
Ստանդարտների
Օգտագործման պայմաններ
Նյութի Որակի
Գործիքներ
Օգտվողի մասին
Քուրդիպեդիայի արխիվագետներ
Հոդվածներ մեր մասին!
Ավելացնել Kurdipedia Ձեր կայքը
Ավելացնել / Ջնջել Email
այցելուներ վիճակագրություն
Նյութի վիճակագրություն
Տառատեսակներ Փոխակերպիչ
Օրացույցներ փոխակերպիչ
Ուղղագրության ստուգում
Լեզուներն ու բարբառները էջերում
Ստեղնաշար
Հարմար հղումներ
Ընդլայնել Kurdipedia-ն Google Chrome-ում
Թխվածքաբլիթներ
Լեզուներ
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Իմ հաշիվը
Մուտք
Անդամակցություն!
Մոռացել եք գաղտնաբառը!
Որոնել Ուղարկել Գործիքներ Լեզուներ Իմ հաշիվը
Ընդլայնված որոնում
Գրադարան
քրդական անունները
Ժամանակագրություն միջոցառումներ
Աղբյուրները
Պատմություն
Այցելու Հավաքածուներ
Տուրիզմ
Որոնում:
Հրապարակումը
Տեսանյութ
Դասավորություն
Պատահական հատ.
Ուղարկել հոդվածը
Ուղարկել լուսանկար
Հարցում
Ձեր Կարծիքը
Հետադարձ կապ
Ինչ տեղեկություններ ենք պետք է!
Ստանդարտների
Օգտագործման պայմաններ
Նյութի Որակի
Օգտվողի մասին
Քուրդիպեդիայի արխիվագետներ
Հոդվածներ մեր մասին!
Ավելացնել Kurdipedia Ձեր կայքը
Ավելացնել / Ջնջել Email
այցելուներ վիճակագրություն
Նյութի վիճակագրություն
Տառատեսակներ Փոխակերպիչ
Օրացույցներ փոխակերպիչ
Ուղղագրության ստուգում
Լեզուներն ու բարբառները էջերում
Ստեղնաշար
Հարմար հղումներ
Ընդլայնել Kurdipedia-ն Google Chrome-ում
Թխվածքաբլիթներ
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Մուտք
Անդամակցություն!
Մոռացել եք գաղտնաբառը!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Օգտվողի մասին
 Պատահական հատ.
 Օգտագործման պայմաններ
 Քուրդիպեդիայի արխիվագետներ
 Ձեր Կարծիքը
 Այցելու Հավաքածուներ
 Ժամանակագրություն միջոցառումներ
 Տուրիզմ - ՔՈՒՐԴԻՊԵԴԻԱ
 Օգնություն
նոր նյութեր
Գրադարան
ՔՐԴԵՐԵՆ ՈՒՍՈՒՄՆԱՄԵԹՈԴԱԿԱՆ ՁԵՌՆԱՐԿ
14-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Կենսագրություն
Միքայելե Ռաշիդ
29-01-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Գրադարան
Հայաստանում բնակվող ազգությամբ եզդի աղջիկների իրավունքներին հնարավորություններին առնչվող խնդիրները
26-12-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Գրադարան
ՔՐԴԱԿԱՆ ԺՈՂՈՎՐԴԱԿԱՆ ԵՐԳԱՐՎԵՍՏԸ
26-12-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Գրադարան
Քրդական գործոնը հայ-քրդական առնչությունները տարածաշրջանային զարգացումների համատեքստում – Հատոր 1
26-12-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Կենսագրություն
ՄԱՔՍԻՄ ՀՈՒՍԵՅՆԻ ԽԱՄՈՅԱՆ
22-08-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Կենսագրություն
Ամարիկե Սարդար
26-06-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Կենսագրություն
Շաքրո Մհոյան
09-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Կենսագրություն
Կարլենե Չաչանի
09-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Կենսագրություն
Հովսեփ Օրբելի
09-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Վիճակագրություն
Հոդվածներ 517,413
Նկարներ 105,688
Գրքեր 19,152
Կից փաստաթղթեր 96,427
Տեսանյութ 1,307
Հոդվածներ
Քրդերի ու եզդիների մասին
Կենսագրություն
Արամ Տիգրան
Հոդվածներ
Language and negotiations o...
Կենսագրություն
Ամինե Ավդալ
Կենսագրություն
Հաջիե Ջնդի Ջաուարի
Kurdistan dikeve bin dagirkerîya Oğuzan, Selçûkîyan, Tataran û Moğolan
Քուրդիպեդիան քրդական տեղեկատվության ամենամեծ բազմալեզու աղբյուրն է:
խումբ: Հոդվածներ | Հոդվածներ լեզու: Kurmancî - Kurdîy Serû
Կիսվել
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Աստիճան Հատ
Գերազանց
Շատ լավ
Միջին
Վատ
Վատ
Ավելացնել իմ հավաքածուների
Գրեք ձեր մեկնաբանությունը մոտ այս նյութը!
Նյութերի պատմություն
Metadata
RSS
Փնտրել Google պատկերների հետ կապված ընտրված տարրը.
Փնտրել Google ընտրված տարրը.
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Kurdistan dikeve bin dagirkerîya Oğuzan, Selçûkîyan, Tataran û Moğolan

Kurdistan dikeve bin dagirkerîya Oğuzan, Selçûkîyan, Tataran û Moğolan
=KTML_Bold=Kurdistan dikeve bin dagirkerîya Oğuzan, Selçûkîyan, Tataran û Moğolan=KTML_End=
Siddik BOZARSLAN

”Oğuzan ku pêşîyên Selçûkîyan in, di 1029an da ber bi rojava ve pêşve diçin û rastê orduyên Mahmudê Gazneyî tên. Piranîya eskerên orduya Mahmûdê Gazneyî Kurd bûne. Rêvebirê Kurdan di rojên ewil ên şer da dikeve destê Oğuzan. Oğuzan li ser serokê Kurd ê dîlketî teda û zulm dikin û şert datînin pêşîya wî ku divê eskerên Kurd ji şer vekişin û serokê Kurd ê dîlketî wî şertê oğuzan qebûl dike. Piştî ku eskerên Kurd ji şer vedikêşin, oğuzan serfîrazî bi dest dixin.
Oğuzan di 1037an da êrîş birine ser herêma Murağayê, bajar talan kirine û beşekî xelkê kuştine. Li hemberî wê rewşê Kurdên ku li wê herêmê dijîn, bi rêvebirîya Vehsuzan Bîn Mamelan ra dibin yek ku li Azerbaycanê hukum dikir, wan li dijî oğuzan şer kirin û oğuzî têk diçin.
Vehsuzan Bîn Mamelan, di 1029an da li Tebrîzê Hukumeta Ruvadîye ya Kurdî ava dike. Berîya wê jî Hukumeta Deylem a Kurdî ku ava bûbû, dibe pêşevayê wê hukumetê.
Li Îranê di 1035an da Hukumeta Şivankarre ya Kurdî ava bûye û ev hukumeta Kurdî heta 1335an jîyana xwe domandîye.
Hêzên ku di bin rêvebirîya Vehsuzan da bûn, di 1040an da êrîşê Oğuzan dikin û orduyên oguzan têk dibin; gelek fermandarên wan dîl dikin. Di wan deman da beşeke orduya Oguzan çûne sefera Ermenîstanê û di wê seferê da herêma Hakkarî û derdorên wê talan kirine. Hêzên Kurdî yên herêmê, derdorên hêzên oğuzan digirin, oğuzî têkçûneke mezin dixwin û ji eskerên wan 1500 kes tên kuştin, 7 fermandarên wan jî dîl dikevin destên Kurdan. Demek piştî wê têkçûnê Oğuzî careke dî xwe berhev dikin û êrîşê Dîyarbekrê dikin; herêmên Pişxabûr û Huseynîyeyê talan dikin. Dema ku Nasir Bîn Mervan-ul Kurdî têdigihîşe ku serî bi Oguzan ra dernaxe, ji Oğuzan ra gelek mal û xenîmet dide û bi wî awayî wan ji Dîyarbekrê dûr dixe. (Botan Amedî, Kürtler ve Kürdistan Tarihi I, Fırat-Dicle Yayınları İstanbul 1991, s. 114-115)
”Wek tê zanîn di 1071an da Şerê Malazgirê (Malazgirt) di navbera Sultanê Selçûkî Alpaslan û Împaratorê Romayî Diojen da diqewime û di şer da romayî têk diçin û Diojen dîl dikeve destê Selçûkîyan. Ji ber ku Selçûkî di vî şerî da serketinek bi dest dixin; ev jibo civata Kurdî jî dibe despêka qonaxeke nû di navbera Kurdan û Selçûkîyan da. Pêvajoya vê qonaxê dibe despêka dagirkerîya Selçûkîyan li ser Kurdan, yanî êdî Kurd dibin bindestê Selçûkîyan.
Awayê (şiklê) rêvebirîya Dewleta Selçûkî, ji pênc (5) hukumetan pêk dihat ku ji pênc malbat ango boyên (qolên) ku li derên cîyê hukumetên wan hebûn. Dewleta Selçûkî ya ku Kurdistanê û Îraqê jî bi dest xistibû, di 1117an da ava bûye û jîyana xwe heta 1214an domandîye. Dewleta Selçûkî ya ku li Orta Anatolyayê di 1077an da ava bûbû, 230 sal hukmê xwe domandîye ku ya herî emirdirêj bûye.
Dema ku Atabegî li Anatolyayê hukum kirine, Kurd rûbirûyê êrîş û dagirkerîya wan jî bûne.
Îmaduddîn û Tîmurlenk (Timirtaş), di 1134an da êrîşê Dîyarbekrê kirine. Dorpêçan û êrîşên wan ên jibo bajêr qederê mehek encam nedaye. Lê Îmaduddîn paşê êrîşên xwe birine ser Eşîra Hamîdîye ya Kurdî û herêmên baskên wan eşîran Akrayan û Susuyan xistine bin dagirkerîya xwe. Atabegîyan di 1142yan da jî êrîş birine ser Aşik û Erbî ku ew Emîratekî biçûk bûn û gelek xwîn rijandin. Îmaduddîn, di sala 1139an da êrîşê Şehrezurê kir, di 1142yan da jî êrîşê Hakarîyê kir, her herêmê wêran kir û ji wir jî ber bi Dîyarbekrê çû û bajêr xist bin dorpêçana xwe. Lê serfiraz nebû ku bajêr têxe destê xwe.
Atabegîyan di 1146an da êrîş birin ser Eşîra Boşnavîye. Kurdên ku di bin fermandarîya Husamettîn da bûn, şerêke dijwar li dar xistin. Gelek xwîn hat rijandin, lê Kurd teslîm nebûn. Dema ku şer berdewam dikir, Îmaduddîn dimire û eskerên Atabegîyan mecbûr mane ku hêzên xwe paşve bikêşînin.
Dema desthilatîya Atabegîyan li Kurdistanê nema, li herêma Cizîrê Hukumeta Azîzan ya Kurdî ava dibe. Her çi qas Akkoyunîyan vê hukumeta Kurdî hilweşandibin jî di esasê xwe da Osmanîyan dawî li vê hukumeta Kurdî anîne. (Botan Amedî, knd r. 115-116)
Dema Xalîfe Nasir Liddîn di 1185an da di navbera Kurdan û bapîrên Tirkan da şerek qewimî û ew derdora du sal dom kir. Di encamên van şeran da hin Kurdên herêmên Ezîne (Kilikya) û Surîyeyê, cîyên xwe terikandin û bûn koçber. Her wek di gelek bûyeran da, di êrîşên Tirkan da jibo Hakkarîyê ku di 1218an da qewimî bûn, dîsa xwîn hat rijandin. Her wekî ku van bûyeran hindik bûn, digel wan carna jî li Kurdistanê bûyerên xwezayî wek tofanan diqewimîya û ew dibûn semedên wendabûna gelek kesan. Wek mîsal, di 1225an da li herêma Cizîrê (herêmên Îraq, Musul, Mardîn, Dîyarbekir û Urfa-Riha) erdhejek (deprem) diqewime û nexweşîya belavbûnê (salgin) çêdibe û ew jî dibe semedê mirina gelek kesan.
Di 1217an da herêma Kurdistanê îcar rûbirûyê êrîşên Harzemîyan dimîne. Dema Mehmet Harzem Şah li dijê Xelîfe yê Abbasî Nasir Liddîn di şer da ye, li herêma Çîyayên Zagros rastê Kurdan tê û normal e ku Kurd û Harzemîyan şer bikin. Kurê Mehmet Harzem Şah, Celalettîn di 1235an da tê herêma Zagrosê. Semedê (sedemê) hatina wî jî, ji ber ku Tataran welatê Harzem û Keleya Gazneyê xistibûn bin dagirkerîya xwe, bûye. Celaletîn yê ku ji Tataran revîyaye, li her derên Kurdistanê ku tê da derbas dibe, xwîn dirijîne, qetlîam pêk tîne û xisarên gelek mezin dide Kurdistanê û civata Kurdî. Ji van qetlîamên herî mezin yek jê li herêma Mûşê di 1231an da pêk tîne. Di 1231an da Celalettîn, li Azerbaycanê ji Tataran direve û li Kurdistanê ji xwe ra li cîyeke sitarê digere. Hêzên Tataran li herêmên Dîyarbekrê digihîn eskerên Celalettîn û piranîya wan didin ber şûran û dikujin û yên direvin, li Konyayê xwe davêjin bextê Aladdîn Keykubat. Celalettîn, ji Exlatê (Ahlat) heta Dîyarbekrê cîyek ji Kurdan ray nekir da ku xwe veşêre.
Tataran jî dema dabûn pey Celalettîn ku wî dîl bikin, wan jî li Kurdistanê gelek qetlîam çêkirin. Di wan êrîşan da tenî Eşîra Kureyşe ya Kurdî dikaribû li hemberî Tataran li ber xwe bidin û êrîşên wan ji xwe dûr bixin. Tataran êrîşên xwe heta Nisêbînê (Nusaybin) û Dîyarbekrê jî domandine û wan herêman xirab kirine û wêran kirine.
Celalettîn di 1231an da li nik (cem) serokeşîrekî Kurdî demek xwe veşartîye. Di dema dorpêçana Exlatê (Ahlat) da birayê Kurdekî ji alîyê hêzên Harzeman ve tê kuştin. Ev Kurd, jibo tolhildana birayê xwe, Celalettîn dişopîne û wî dikuje, bê ku haya reîsê wî jê hebe.
Kurdan di 1240an da di bin rêvebirîya Şemseddîn Muhammed da dewletek ava dikin. Ev dewlet, di dîrokê da wek ”Padîşahîya Goristan û Sisistan” hatîye bi navkirin. Li vê dewleta Kurdî, ji heman sulaleyê heşt padîşah hukum kirine. Harat, Goristan, Gerecistan, Sisistan, Serbidaran, Memelikine, şeş ji wan kesan in ku wê dewletê bi rêvebirine. Ev dewlet, hema piştî êrîşên Cengiz Xan li herêmên Goristan û Sisistanê hatîye sazkirin (çêkirin). Ev dewlet ku 130 sal jîyaye, di 1370yan da xirab bûye. (C.P. B. Muhtasar Kurdistan Tarihi, Kürtçe Türkçe Baskıları-weşanên Kurdî û Tirkî, jêdergirtî B. Amedî, knd. r. 116-117))
Di 1247an da îcar herêmên Kurdistanê Dîyarbekir û Şehrezur dikevin bin êrîşên Mogolîyan.
Di dema Mogolîyan da li Kurdistanê Argun Axa hukum dikir ku ew kurê Emir Newroz yê navdar bû.
Mogolîyan di 1257an da êrîşên Kurdistanê kirin. Wan li Hamadan û Kirmanşahê hovîtîyek li dar xistin, her derî şewitandin û xirab kirin. Paşê Hulagu Xan, sefera Baxdayê kir û qetlîaman pêk anî.
Piştî hilweşandina Xelîfetîya Abbasî, Hulagu Xan Baxdayê xist destê xwe, ji wir jî êrîş bi ser Şehrezurê. Eşîrên Kurdî yên ku li herêmê dijîyan, ji neçarîyê koçberê Cizîrê, Şamê û Misirê kirin. Paşê dema ku Hulagu Xan çû sefera Surîyeyê, bajarên Cizîrê, Mêrdînê, Urfayê û Dîyarbekrê wêran kirin, xirab kirin.
Li Erbîlê bi navê Kahacî beşekî eskerên Mogolî, bi Kurdan ra hevkarîyek çêkirin û li dijî Hulagu Xan di 1297an da serhildanek li dar xistin. Ev serhildan, sê sal dom kir. Li gora gotinên kitêba ”Di nava du Îhtilalan da Îraq” da, (M. E. Zekî Beg, ade) di wê navberê da Gazanxan (Gazanhan), Kurdên Cîbalî (Cîbal,li Başurê Kurdistanê bajareka Kurdî ye), ji ber ku ew bi Newrozê ra bûbûn yek, êrîşê wan kir. Di vî şerî da derdora 50 hezar kes hatin kuştin. Kurdên dîlketî li bazarê, jibo her kesî bi 12 Dirhemî hatine firotin. Her mîyek ku hatibû talankirin, jibo 1 Dirhemî dihat firotin û her gayek an çêlekek jî jibo 5 Dirhemî dihat firotin. Di wê demê da Dewleta Mogolî bû du parçe. Lê wan bûyeran heta 1328an domandin.
Li Yemenê di 1299an da Turkmenan bi navê Resulîye dewletek çêkirin. Di qadên dewletê yên jorîn da Kurd jî cî girtine. Ji ber ku bermayîyên Kurdên Eyyubî, li herêmê digel turkmenan dijîyan. (Botan Amedî, knd, r. 117-119)
Karakoyunu û Îlhanîyan dixwestin Kurdistanê di nav xwe da parve bikin, loma her dem şerê hev dikirin. Lê piştê ku Îlhanîyan têkçûn xwarin û hukmê wan hilweşîya; Karakoyunîyan êrîşên xwe birin ser Kurdên Mukrî ku ew li herêmên Savaşbulak û Urmîyê dijîyan. Ji ber wan şeran li hawirdorê piranîya xelkê ji neçarîyê cîyên xwe terikandin û bûn koçber.
Berîya ku xelkê Kurd teda û zulma ku li Kurdistanê hatibûn serê wan ji bîr bikin, îcar tofanên Tîmurleng bûn bela serê wan ku gelek êrîş û dagirkerîya wan ya devbixwîn dest pêkir.
Piştî ku Tîmurleng Baxdayê xist bin dagirkerîya xwe, li ser xeta Kurdistanê çû seferên Kafkasyayê. Tîmurleng bajarên Cizîrê, Dîyarbekir û Musulê xist bin dagirkerîya xwe; cîyên ku lê derbas dibûn, kevir li ser keviran nedihîşt. Gelê herêmê ku ji zulma Tîmurleng direvîyan, wan çîyayan ji xwe ra kirin sitar û xwe veşartin. Tîmurleng yê devbixwîn, gelek şer qezenc kiribûn, lê ew hê jî têr nedibû; wî herêmên Wanê û Hakkarîyê jî dagir kir. Mîrekên Kurdî yên Musulê, Cizîrê, Erbîlê, Garzan û Hasankêfê jibo ku bikaribin xwe ji zulma Tîmurleng ya dijwar ku li her derî belav bûye biparêzin, ew çûn huzura Tîmurleng û girêdana xwe ya jibo wî dîyar kirin; lê ev hewildana wan jibo bexişandinê, fêdeyek nanî.
Tîmurleng, jibo Walîyê Kurdistanê kurê xwe Celalettîn Mîran Şah taîn kir. Celalettîn Mîran Şah jî wek bavê xwe zalimek û xwînxwarek bû û li ser rîya bavê xwe dimeşîya. Walîyê Erbîlê Îzeddîn Kurdî, ewil fermanên Tîmurleng qebûl kiribû, yanî jê ra îtaatê kiribû; lê di 1401an da li dijê zulma wî serî hildabû. Jibo wê serhildanê Tîmurleng dîsa dizivire Kurdistanê. Kurdistanê cereka dî serubino dike, dşewitîne, wêran dike. Dema Tîmurleng digihîje herêma Bidlîsê, Emîr Şerefettîn (Şerefxan) Bidlîsî dihere pêşîya wî, pêşwazîyeke germ lê dike û bi hurmet girêdana xwe bo wî dîyar dike û bi vî awayî herêma Bidlîsê û derdorên wê ji hovîtîya wî diparêze.
Tîmurleng di 1405an da dimire. Piştî mirina wî, Emîr Yusuf yê Karakoyunî ku ji zulma Tîmurleng revîyabû û xwe veşartibû, ew tê Bidlîsê û ji Şerefettînê Bidlîsî alîkarî dixwaze. Ş. Bidlîsî keça xwe dide Emîr Yusuf û dibe alîkar da ku dewleta xwe ji nûve ava bike û biparêze.
Kurê Tîmurleng Şahre Mîrza, di 1431an da sefera Ermenistanê dike. Ji ber wê seferê Mîrê Bidlîsê Şerefettîn Bidlîsî, Mîrê Hasankêfê Xelîl (Halil), Mîrê Hakkarîyê Ehmed (Ahmet) û hin mîrên dî diherîn huzura Ş. Mîrza û îtaatên xwe dîyar dikin û her weha welatên xwe ji belayeka mezin rizgar dikin.
Di van deman da Akkoyunîyan zorbirî Karakoyunîyan dikin û dewleta wan xirab dikin û dewleta xwe ava dikin. Akkoyunîyan, bi bahaneya ku ”Mîrên Kurdan alîkarîya Karakoyunîyan kirine”, li hemberî beg û mîrên Kurd, ketine nav hewildanên şer. Wan ne tenê li hemberî mîrên Kurdan şer kirine; digel wê politikayê mîrekî û begîtîyên Kurdan jî ber hev dane, wan tek u tek qels xistine, bi wî awayî tovên nîfaqê çinandine, yên qelsketî jî bi xwe ve dane girêdan û herî dawî jî wan ji meydanê rakirine.
”Di rastîyê da, hêza Dewleta Akkoyunîyan tune bû ku li ser Kurdan bibin fermanrewa, yanî hukum bikin. Lê di serî da bêtifaqî û nezanîn û di encamên wan da jî hevkarî û yekîtîyeka qeîm çênekirine û ev jî bûye sedem ku bikevin bin hukme Akkoyunîyan. Encam; wek her demî dîsa dagirkirina welat ji alîyê bîyanîyan û xelk raserî teda û zulmeka nedîtî dibû.”
Hukumdarê Akkoyunîyan Uzun Hasan, gelek westa bû ku mîrekîyên Kurdan bera hev didan. ”Bi hîleyeke besît dikaribû Eşîrên Çemîşgezekê bera eşîrên cînar (cîran) ên Kurdî bidana û bidana qirkirin. Wek ewaya, dîsa Sofî Xelîl û Arap Şah yên fermandarê Uzun Hasan, eşîrên Çemîşgezekê bixapîne û rêke herêma Botan. Li vir li ser hesabê Akkoyunuyan bira bi bira didan şerkirin. Bi rîya wan ji eşîrên K[1]urdan Dumelî û eşîrên Dembillî da şerên bi xwînî çêbû.” (M. Emîn Zekî Beg, age: jêdergirtî B. Amedî, knd, r. 120-121)
Այս տարրը գրվել է (Kurmancî - Kurdîy Serû) լեզվով, սեղմեք պատկերակը բացել իրը բնագրի լեզվով
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Այս տարրը արդեն դիտվել 941 անգամ
ՀեշԹեգ
Աղբյուրները
[1] Կայք | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://portal.netewe.com/- 21-04-2023
կապված նյութեր: 9
խումբ: Հոդվածներ
Հոդվածներ լեզու: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 04-09-2022 (2 Տարի)
Բովանդակության դասակարգում: Քրդական հարց
Բովանդակության դասակարգում: Հոդվածներ և հարցազրույցներ
Երկիր - Նահանգ: Քրդստան
Հրապարակման տեսակը: ծնված-թվային
Փաստաթուղթ Տեսակը: Բնօրինակ լեզու
Technical Metadata
Նյութի Որակի: 99%
99%
Ավելացրել է ( ئاراس حسۆ ) վրա 21-04-2023
Այս հոդվածը վերանայվել է եւ թողարկվել է ( ئەمیر سیراجەدین ) կողմից 25-04-2023
Այս տարրը վերջերս թարմացվել է ( ئەمیر سیراجەدین ) վրա: 25-04-2023
URL
Այս տարրը ըստ Kurdipedia ի (Ստանդարտների) չի վերջնական դեռ!
Այս տարրը արդեն դիտվել 941 անգամ
Kurdipedia խոշորագույն բազմալեզու աղբյուրները քրդական աշխատությունը!
Հոդվածներ
Սասունցի (արաբ) Սինեմի ու (Շեկո տան քրդերի) պատմությունները
Կենսագրություն
Օրդիխանե Ջալիլ
Գրադարան
Հայաստանում բնակվող ազգությամբ եզդի աղջիկների իրավունքներին հնարավորություններին առնչվող խնդիրները
Հոդվածներ
ՔՐԴԱԿԱՆ ՀԱՐՑԻ ԾԱԳՈՒՄԸ. 19-ՐԴ ԴԱՐԻ ԱՊՍՏԱՄԲՈՒԹՅՈՒՆՆԵՐԻՑ ՄԻՆՉԵՎ ՍԵՎՐ-ԼՈԶԱՆ
Գրադարան
ՔՐԴԱԿԱՆ ԺՈՂՈՎՐԴԱԿԱՆ ԵՐԳԱՐՎԵՍՏԸ
Կենսագրություն
Արամ Տիգրան
Հոդվածներ
Ադրբեջանի քրդերի ինքնության ձուլման խնդիրը 2017 թ. Իրաքի Քուրդիստանի անկախության հանրաքվեի լույսի ներքո
Գրադարան
Քրդական գործոնը հայ-քրդական առնչությունները տարածաշրջանային զարգացումների համատեքստում – Հատոր 1
Գրադարան
ՔՐԴԵՐԵՆ ՈՒՍՈՒՄՆԱՄԵԹՈԴԱԿԱՆ ՁԵՌՆԱՐԿ
Հոդվածներ
Քրդերը Հայաստանում

Վավերական
Հոդվածներ
Քրդերի ու եզդիների մասին
28-09-2014
هاوڕێ باخەوان
Քրդերի ու եզդիների մասին
Կենսագրություն
Արամ Տիգրան
02-03-2015
هاوڕێ باخەوان
Արամ Տիգրան
Հոդվածներ
Language and negotiations of identities among young Kurds in Finland
09-11-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Language and negotiations of identities among young Kurds in Finland
Կենսագրություն
Ամինե Ավդալ
07-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Ամինե Ավդալ
Կենսագրություն
Հաջիե Ջնդի Ջաուարի
07-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Հաջիե Ջնդի Ջաուարի
նոր նյութեր
Գրադարան
ՔՐԴԵՐԵՆ ՈՒՍՈՒՄՆԱՄԵԹՈԴԱԿԱՆ ՁԵՌՆԱՐԿ
14-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Կենսագրություն
Միքայելե Ռաշիդ
29-01-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Գրադարան
Հայաստանում բնակվող ազգությամբ եզդի աղջիկների իրավունքներին հնարավորություններին առնչվող խնդիրները
26-12-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Գրադարան
ՔՐԴԱԿԱՆ ԺՈՂՈՎՐԴԱԿԱՆ ԵՐԳԱՐՎԵՍՏԸ
26-12-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Գրադարան
Քրդական գործոնը հայ-քրդական առնչությունները տարածաշրջանային զարգացումների համատեքստում – Հատոր 1
26-12-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Կենսագրություն
ՄԱՔՍԻՄ ՀՈՒՍԵՅՆԻ ԽԱՄՈՅԱՆ
22-08-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Կենսագրություն
Ամարիկե Սարդար
26-06-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Կենսագրություն
Շաքրո Մհոյան
09-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Կենսագրություն
Կարլենե Չաչանի
09-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Կենսագրություն
Հովսեփ Օրբելի
09-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Վիճակագրություն
Հոդվածներ 517,413
Նկարներ 105,688
Գրքեր 19,152
Կից փաստաթղթեր 96,427
Տեսանյութ 1,307
Kurdipedia խոշորագույն բազմալեզու աղբյուրները քրդական աշխատությունը!
Հոդվածներ
Սասունցի (արաբ) Սինեմի ու (Շեկո տան քրդերի) պատմությունները
Կենսագրություն
Օրդիխանե Ջալիլ
Գրադարան
Հայաստանում բնակվող ազգությամբ եզդի աղջիկների իրավունքներին հնարավորություններին առնչվող խնդիրները
Հոդվածներ
ՔՐԴԱԿԱՆ ՀԱՐՑԻ ԾԱԳՈՒՄԸ. 19-ՐԴ ԴԱՐԻ ԱՊՍՏԱՄԲՈՒԹՅՈՒՆՆԵՐԻՑ ՄԻՆՉԵՎ ՍԵՎՐ-ԼՈԶԱՆ
Գրադարան
ՔՐԴԱԿԱՆ ԺՈՂՈՎՐԴԱԿԱՆ ԵՐԳԱՐՎԵՍՏԸ
Կենսագրություն
Արամ Տիգրան
Հոդվածներ
Ադրբեջանի քրդերի ինքնության ձուլման խնդիրը 2017 թ. Իրաքի Քուրդիստանի անկախության հանրաքվեի լույսի ներքո
Գրադարան
Քրդական գործոնը հայ-քրդական առնչությունները տարածաշրջանային զարգացումների համատեքստում – Հատոր 1
Գրադարան
ՔՐԴԵՐԵՆ ՈՒՍՈՒՄՆԱՄԵԹՈԴԱԿԱՆ ՁԵՌՆԱՐԿ
Հոդվածներ
Քրդերը Հայաստանում

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| Հետադարձ կապ | CSS3 | HTML5

| Էջ սերունդ ժամանակ: 0.531 երկրորդ (ներ).