$Agahiyên şehîd:$
Nav paşnav: Şervan Ozkan
Nasnav: Rûbar Marûfî
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Sarya-Îsmet
Dem û cihê şehadetê: 08-05-2021/ Avaşîn
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Rûbar li nava malbateke welatparêza a ji eşîra Marufî ya Colemêrgê ji dayik bû. Bi çand û hişmendiya civakî ya ji malbat û derdora xwe ya welatparêz wergirtî mezin bû û zilma dewletê hîn di zarokatiyê de nas kir. Hevrêyê me Rûbar gihîşt wê baweriyê ku li Kurdistanê tenê mirov dikare weke gerîlayekî azad bimîne û bi vî rengî jiyana azad dikare bê avakirin. Bi vê têgihiştinê sala 2013'an tevlî nava refên gerîla bû. Piştî ku li herêmên Metîna û Zapê têkoşiya, derbasî herêma Avaşînê bû. Hevrêyê me Rûbar ku bi fedakarî, kedkarî û bêhesab tevlî bû pratîka li Avaşînê bû, bû fermandarek ku ji aliyê hevrêyên xwe hemûyan ve dihate hezkirin. Di şer û çalakiyên qada Aris Faris de bi wêrekî lehengiyeke mezin kir.[1]
Denna post har skrivits in (Kurmancî - Kurdîy Serû) språk, klicka på ikonen
för att öppna objektet på originalspråket!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Denna post har tittat 214 gånger