Library Library
Search

Kurdipedia is the largest multilingual sources for Kurdish information!


Search Options





Advanced Search      Keyboard


Search
Advanced Search
Library
Kurdish names
Chronology of events
Sources
History
User Favorites
Activities
Search Help?
Publication
Video
Classifications
Random item!
Send
Send Article
Send Image
Survey
Your feedback
Contact
What kind of information do we need!
Standards
Terms of Use
Item Quality
Tools
About
Kurdipedia Archivists
Articles about us!
Add Kurdipedia to your website
Add / Delete Email
Visitors statistics
Item statistics
Fonts Converter
Calendars Converter
Spell Check
Languages and dialects of the pages
Keyboard
Handy links
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Languages
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
My account
Sign In
Membership!
Forgot your password!
Search Send Tools Languages My account
Advanced Search
Library
Kurdish names
Chronology of events
Sources
History
User Favorites
Activities
Search Help?
Publication
Video
Classifications
Random item!
Send Article
Send Image
Survey
Your feedback
Contact
What kind of information do we need!
Standards
Terms of Use
Item Quality
About
Kurdipedia Archivists
Articles about us!
Add Kurdipedia to your website
Add / Delete Email
Visitors statistics
Item statistics
Fonts Converter
Calendars Converter
Spell Check
Languages and dialects of the pages
Keyboard
Handy links
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Sign In
Membership!
Forgot your password!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 About
 Random item!
 Terms of Use
 Kurdipedia Archivists
 Your feedback
 User Favorites
 Chronology of events
 Activities - Kurdipedia
 Help
New Item
Library
A Cynical Enterprise: US-Iraq Relations, Oil, and the Struggle for the Persian Gulf
17-04-2024
Hazhar Kamala
Library
America’s role in nation-building : from Germany to Iraq
17-04-2024
Hazhar Kamala
Library
U.S. Relations with Iraq From the Mandate to Operation Iraqi Freedom
17-04-2024
Hazhar Kamala
Library
BEYOND OIL: THE COLD WAR RELATIONSHIP BETWEEN THE UNITED STATES, BRITAIN, AND THE IRAQI MONARCHY, 1946-1958
17-04-2024
Hazhar Kamala
Library
Anglo - iraqi relations and oil during The Kassim Regime
17-04-2024
Hazhar Kamala
Library
EXPANDING THE STATE: DISARMAMENT IN THE BRITISH MANDATE OF IRAQ, 1919-1927
16-04-2024
Hazhar Kamala
Library
THE ANGLO-IRAQI RELATIONSHIP BETWEEN 1945 AND 1948
16-04-2024
Hazhar Kamala
Library
British Intelligence and Turkish Arabia: Strategy, Diplomacy, and Empire, 1898-1918
16-04-2024
Hazhar Kamala
Library
The Grand Strategy of Gertrude Bell: From the Arab Bureau to the Creation of Iraq
16-04-2024
Hazhar Kamala
Library
THE HISTORY OF THE IRAQ LEVIES 1915-1932
16-04-2024
Hazhar Kamala
Statistics
Articles 515,995
Images 105,145
Books 19,081
Related files 95,580
Video 1,260
Library
Resolution of Turkey’s Kurd...
Library
IRAQ BETWEEN TWO OCCUPATION...
Library
RETHINKING STATE AND BORDER...
Library
The Grand Strategy of Gertr...
Library
America’s role in nation-bu...
DI LABORA “GEŞEPÊDANA TIRKIYEYÊ” DE, TUNEBÛNA KURDISTANÊ !
Due to Kurdipedia, you know; Who is who! Where is where! and what is what!
Group: Articles | Articles language: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Ranking item
Excellent
Very good
Average
Poor
Bad
Add to my favorites
Write your comment about this item!
Items history
Metadata
RSS
Search in Google for images related to the selected item!
Search in Google for selected item!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

DI LABORA “GEŞEPÊDANA TIRKIYEYÊ” DE, TUNEBÛNA KURDISTANÊ !

DI LABORA “GEŞEPÊDANA TIRKIYEYÊ” DE, TUNEBÛNA KURDISTANÊ !
DI LABORA “GEŞEPÊDANA TIRKIYEYÊ” DE, TUNEBÛNA KURDISTANÊ !
FERHAD HEMÊ
Werger ji erebî: #Kendal Cûdî#

Kordînatorê giştî yê berê yê”Projeya Başûr Rojhilatê Anadolyeyê”di daxuyaniyeke navdar a sala 2014`an de, armanca ji projeyê wiha şirove kir:” Laboratwareke ku civaknas, antropolog û pisporên endziyariyê, dikarin karîna xwe pêş bixin û gelek tiştan fêr bibin”. Dema ku hîna zêdetir nêzî naveroka vê” Laboratwarê” bibin, yekser û bê pêşgotin, wê çavên me ber bi girseya mirovan biçin ku hejmara wan zêdetirî 10 milyon kes e û li erdnîgariya Kurdistanê dijîn. Ev erdnîgarî ku binerd û sererdê xwe dewlemend e, tevî vê yekê jî li ser asta niştimanî li Tirkiyê yê herî hejar û feqîr e.
Li gorî çêkerên ” Laboratwarê”, şopandina teoriya “Mîsyona şaristanî û geşepêdanê” ji bo vejandina vê blokê û danîna wê di çarçoveya pêşketina texmînkirî de, dê vebijarkek amûrek be. Lê di rastiya xwe de, hewl dide sê armancan têkildarî Kurdan pêk bîne; A yekê, înkarkirina cihêrengiya çandî ji bo homojeniya neteweyî (polîtîkeya endzyarkirina nifûsê), a duyemîn komkirina pereyan bi rêya bikaranîna avahîziya civakî û xwezayî(Pêşesazkirin û qanûna qezenca komî) û ya sêyemîn jî bikaranîna pêşesaziya tundiyê ji bo wêrankirina civakên xwecihî, da ku nikaribin derfetên xwe yên ji bo Rêveberiya Xweser bikarbînin(Qirkirina çandî û siyasî bi rêya tundiya dewletê).
Ev her sê armanc ku girêdayî hev in, yê teoriya civaknasê almanî Georg Elwert in. Elwert van hersê armancan di çarçoveya têgeha “Bazarên tundiyê” de pênase dike. Elwert cewherê van bazarên tundiyê wiha pênase dike: “Tundî di wan de, wekî amûrek bi bandor ji bo reşkirina çavkaniyên mirovî û madî û bidestxistina wê û derbkirina jiyana civakî û ekolojiy, tê pêşkêş kirin. Ji aliyekî din ve jî, hin aliyên din hene ku tundî têde tune ye û têde sûkeke girêdayî hev in têde heye û jinûve ji cîhanê re têne hilbirandin. Ev yek jî bi rêya rêxistinan, saziyên neteweyî an jî navndewletî, tê kirin. Ev herdu qadên ku dijberî hev xuya dikin, bi hev ve girêdayî ne.” Elwert bi berdewamî dibêje: “Bazarên tundiyê, li erdnîgariya ku têde tawankarî, leşkerîkirin, derxistina çavkaniyan û koçberkirina niştecihên xwecihî têne kirin, têne dîtin.”
Divê em bibînin ku ev nêrîn, berdewamiya teoriya erdnîgar û dîroknasê jîngehê yê amerîkî Jason Moore e. Jason Moore pêvajoya mezinbûna kapîtalîst, wekî rêbazekî nû ya birêxistinkirina xwezayê bi rêya tevlîbûna nava pîşesaziya hawirdorê û aktîvkirina pêvajoyên aborî ji bo keysbazkirina xwarin, enerjî, çavkaniyên xav û hêza kedê, dibîne. Ev rêbazê nû li dervayî pergala kirîn û firotinê ne û dûv re dikeve nava çerxa berhevkirina sermayê de.
Ji aliyekî din ve jî, Zanyarê Civakî David Harvey, xalên ku jorê nehatibûn gotin, berdewam dike. Harvey, balê dikşîne xwezaya kombûyî ya lîberalîzma nû bi rêya “talanê” ya ku di encamê de, çavkaniyên madî, civakî û rêveberî yên ji niştecihên xwecihî yên li dervayî çembera kirîn û firotina bazara cîhanî ne, têne standin. Bi wê re jî şêwaza jiyana wan a çandî û dîrokî berovajî dibe û biyosfera wan tê guhartin.
Piştperdeya projeyê:
Li ser bingeha van têgehan,”Projeya Başûr Rojhilatê Anadolê” Laboratwareke ji bo pêkanîna vê stratejî. Nîşaneyên derketina vê projeyê, vedigere destpêka damezirandina Komara Tirkiyê. Wê demê Ataturk di çarçoveya”Plana Reforma Rojhilat”ya sala 1925`an de, banga xêzkirina nexşereyên çemên başûr rojhilat(Kurdistanê) yên hûndirê hewizên Dicle û Firatê, kir. Li gorî Ataturk ji bo ku ev xal bibe destpêka dabînekirina pêdiviyên enerjî ya zêde li rojavayê welat, ji ber ku Tirkiyê petrol û gaza xwe tune bû. Lê divê em jibîr nekin ku di çarçoveya vê plane de, zimanê kurdî jî li saziyên fermî, dibistan, dadgeh, bazarên kar û kolanan, hate qedexekirin.
Bi awayekî piratîkî, di bin dirûşemeya”Geşepêdan” di warê enerjî, nûjekirina çandinî û avdaniyê û anîna ava vexwarin, ev proje sala 1954`an de li ser erdîngariyeke 1,8 milyon hiktar hate damezirandin. Ev yek ji mezintirîn projeyên pêşxistina hewizên çeman di cîhanê de ye. Ev proje, di nava xwe de 13 projeyên avdaniyê û hîdroenerjîyê, her wiha avakirina 22 bendavan û avakirina 19 stasyonên hîdroelektrîkê li ser çemên Dicle û Firatê, dihewîne.
Ev proje 9 parêzgehên ku piraniya xwe Kurd in ango rejeya nifûsa Kurdan têde 90 ji sedî ye, wekî zevî bikar anî. Parêzgehên ku cihê xwe di projeyê de digirin ev in: Adiyeman, Dîlok, Kilis, Amed, Sêrt, Urfa, Mardîn, Şirnex û Batman(Dibe ku parêzgehên Kurdan ên din jî bigire nava xwe). Her wiha li herêmê %20 erda avdanî heye û ev jî wekî jêdera nan a welat e. Li gorî amarên fermî yên îsal, %78 ji berhemanîna enerjiya hîdroyî û %54 ji projeyên avdanê hatine amadekirin. Heta niha, 28 milyar dolar lêçûna wê ye.
Di dirêjahiya dîroka projeyê de, guhartinên stratejîn di pirrengkirina zimanê armancên projeyê, li gorî guhartinên di xîtaba aborî ya pêşketina navdewletî de pêk hatin. Bo nimûne, di salên 80`î de, proje hate berfirehkirin û plansazkirin û binesaziya(Geşepêdanê paşdeketî) girte nava xwe. Piştre têgehên nû wekî”Domdarbûn, beşdarbûn û geşepêdanên mirovî” di salên 90`î de derbasî nava projeyê bûn (Geşepêdana bêsînor). Di salên 2000 û şûnde jî de, piştî jinûvedîzyankirina aboriya siyasî ya Tirkiyê li gorî Lîbralzima nû, li ser xwesteka bazarê û hinardekirinê, bû projeyekî avakirinê. Pê re jî, têgehên wekî, keysbazkirina derfetên xwecihî, giringîdayîna istismarên veberhêmamên sektora taybet û karîna rikberî(Piştî geşepêdanê) hatin bikaranîn. Bi kurtî, proje gav bi gav ji binesaziyek dewletî ya bi koordînasyona Banka Cîhanî di warê enerjî û çandiniyê de, bi rêya sermayeya cîhanî (taybet bank û stokên darayî) bû projeyeke warên geştiyarî, kankerî, avakirin, bajarvanî, perwerde û tenduristî.
Tunekirina doza Kurdan:
Dûrî bêalîbûna têgehên teknîkî yên ku rastiyên pratîk û dîrokî vedişêre, divê armanca projeyê ji aliyê çareserkirina pirsgirêka Kurd taybet ve were zelalkirin. AKP`ê ku hevalbendê MHP`ê ye, rewabûna projeyê di veguhertina civakî û aborî de, di çarçoveya “têkoşîna li dijî terorê” de diyar dike. Ev formula di destpêka û nîvê salên 90`î de zêde hatibû bikaranîn, ku wê demê şahidiya herî hovanetirîn tawanên şer yên li dijî jîngeh û civaka Kurdistanê hatibûne kirin. Daxuyaniya serokê rêveberiya projeya berê Mumer Yeşar Ozgul naveroka vê nêzîkatiyê bi kurtî wiha dibêje: “Bi zêdekirina veberhênanên çandiniyê ji bo pêşdebirina projeyê, dê aboriya herêmê pêş bixe. Ev proje wê pirsgirêkên bêkarî û paşdemayîna aborî çareser bike û ev yek jî wê heta radeyekê girîng jêderên aborî û civakî yên terorê tune bike.”
Ji bo ku fikarên veberhanînan sivik bike, hikûmeta Erdogan jî wek hikûmetên berê stratejiyeke “Pêşesaziya şer” dimeşîne. Her wiha li herêmên Kurdan ji sala 1987`an vir, li dijî têkoşîna Kurdan, qanûna leşkerî feriz kiriye. Piştî têkçûna “Pêvajoya Aştiyê” ya sala 2015’an, erkên şaredariyên herêmî hatin desteserkirin, rêxistinên sivîl hatin tasfiyekirin, rêveberên HDP’ê hatin girtin û pê re jî şerekî hovane bi hevkariya terora xwecihî û herêmî li dijî alîgirên PKK’ê li Tirkiyê da meşandin. Piştre jî ev şerê hov gihîşt herêmên mayî yên Kurdan li Sûriyê û Kurdistana Iraqê (Dê hûrgiliyên vê mijarê di lêkolîna me ya bê de bin). Armanc jî, ji holêrakirina berxwedana xwecihî ya li hemberî qanûna talankirinê (qezencê) ye.
zuhakirina çavkaniyên jîngehê:
Lê belê, ev nêzîkatî di van demên dawîn de, di deriyê krîza hawirdorê de, li derveyî hesabên biryarderan maye. Ji ber ku bandorên wê niha li tevahiya cîhanê, nemaze Tirkiyê diyar dibin. George Edgar Dessinger, ku lêkolîneke berfireh bi sernavê“Koçberkirina ji ber bendavan li başûr rojhilatê Tirkiyê”nivîsandiye, li ser lihevketina ku ji ber qezenca bêsînor bi karesatên hawirdorê re derdikeve holê û girêdana wan bi encamên giran ên ku dibe civaka navneteweyî û herêmî temenê wê bidin, piştrast dike û wiha got: “Cîhanek ku belavbûna karbonê bi awayekî tirsnak zêde dibe, ev proje mijarên jîngehê û civakî bi rengekî nedîtî kûr dike, lewra şorbûn, erozyona axê, xerabbûna hewa û avê, qirêjî û her wiha guhertinên karanîna erd, bajarîbûn û pîşesazîbûna bêsînor, digire nava xwe.”
Tirkiyê ku heta van kêliyan bi mijara avhewayê itîraf nake û bi Peymana Parîsê ne pabend e, ji ber germbûna zêde û kêmbûna barîna baranê, ji ber zuhabûn û zêdebûna pileya germê bi awayekî ne asayî, êş û azarê dikşîne. Di vê çarçoveyê de, di 20`ê Tîrmehê de, li bajarokê Cizîrê ya girêdayî parêzgeha Şirnexê, pileya germahiya rektorê tomar kir û pile gihîşt 49,1. Lewra, li gorî texmînên Rêveberê Navenda Guhartina Avhewayê ya Istenbolê Levent Kurnaz, ev herêma ku projeya başûr rojhilatê Anadolê digire nava xwe, wê ya herî zêdetir rastî çolbûn û erozyona axê were. Kurnaz piştrast kir ku eger rewş bi vî rengî dewam bike, wê ev herêm wekî herêma Besra ya Iraqê be. Lewra dê mijar rasteraste girêdayî têkçûna ewlehiya xwarinê bi giştî be.
Ji ber van metirsiyên objektîf, dewleta Tirk hîna jî xwe dispêre teoriya pêşveçûna yekser ya ku destnîşan dike ku ji bo pêşerojeke baş, divê baca geşepêdanê ji aliyê civak û derdorê ve were dayîn. Berevajî vê nêrîna hişk ya îdeolojîk, lêkolînên zanistî yên ku çavdêriya pêvajoya geşepêdana vê projeyê dikin, îsbat dikin ku ew di hemû astan de têk çûye, nexasim mijara nûjenkirina çandiniyê ku şorbûna axê kûrtir kiriye. Her wiha di encama avakirina hewizan li ser bendavan de û vekirina kanalên avê û hewizên çêkirî yên ku biyosfera sewalan wêran kir û ferizkirina qedexeyan I ser tevgerên giyandarên jîndar, zirar daye cihêrengiya jîngehê.
Ji aliyê xwe ve jî, çandiniya pîşesazî û erozyona axê, bi mîlyonan hektar erd jehrî kiriye. Ji ber ku rêbaza mezinbûna kapîtalîst di dema hilberandina dewlemendiya çandiniyê – pembû û dexl – û sewalan bi rêya alavên pîşesaziya xwarinê û bendavên çêkirî, ew berê xwe didin çavkaniyên xwe û wê keysbaz dikin û wêran dikin. Piştre, têkiliyek nû çêdibe piştî girêdana bingehîn di nav armancên hilberîna zêde ya qezencê de û çandiniyên pîşesazî û çavkaniyên xwezayî yên keysbazkirî. Ev piratîka nûjenkirinê bi xwe, niha bûye sedema encamên jîngehê yên wêranker, di Projeya Başûr Rojhilatê Anadoleyê de, ku wargeha dîrokî ya çandiniyê ye
Ji aliyekî din ve jî, bandorên çêkirina hewizan li ser çemên Dîcle û Firatê ne tenê li ser biyosferê ne, lê belê dê şûnwarên dîrokî û arkeolojîk ji holê rabike û koçberkirina girseyî çêbike. Bi bîrixistina çend mînakan jî ev yek diyar dibe: Çar bajarok û nêzîkî 143 gund ji ber hewiza Bendava Ataturk de ketine bin avê, her wiha pêleke koçberiyê çêbû ku 55.300 kesan koçber bûn. Di heman demê, ji ber çêkirina bendava Ilisu li ser çemê Dîcleyê li parêzgeha Batmanê bûye sedema ku herêmên dîrokî li gundê Hesenkêfê, binav bibin û nêzî 70 hezar kesên ku li wê deverê dijîn, koçber bûn.
Her wiha ji ber bendavên Munzirê, yekane bloka civakî ya li bakurê parêzgeha Dêrsimê ku hîn jî ji welatê xwe yê dîrokî bi zaravayê zazakî diaxive, ji holê rakir. Ev bendav jî dê cihên dîrokî yên ku bi serhildana Şêx Seyîd Riza “Serhildana Dêrsimê” ve girêdayî ne û wekî bîra dîrokî ya Kurdan e, binav bike. Bendava Bêrecûkê ku li ser sînorê Sûriyê ye, rûberek mezin ji zeviyên çandiniyê yên 31 gundan di bin avê de hîşt, her wiha nêzîkî 30 hezar kes koçber bûn û bi wê re bajarê navdar Xeleftî di bin çemê Firatê de ma. Ev bajarok niha di nav niştecihên herêmê de wiha tê bibîranîn: “Bihuşta winda”.
Hejmarên fermî eşkere dikin ku zêdetirî nîv mîlyon kes tenê ji ber bendavan koçber bûne û ligel ku hikûmeta AKP`ê siyaseta bendavan ji sala 2002`an vir ve berfireh kir û hejmar bi rengekî nedîtî du qat bûne. Lewra, çavdêran ev nêzîkatî bi polîtîkayên koçberkirin û helandinê re ku dewleta Tirk bi “Qanûnên jinûvebicihkirinê “yên 1927 – 1934’an meşandiye, girêdan.
Lê mijar, bi koçberkirina bi darê zorê re sînordar namîne, planeke siyasî ya saziyên dewletê heye û li gorî pisporan bi taybetî jî di mijara tewîzan, jinûve bicihkirin û mafên milkiyetê de, divê bê temamkirin. George Edgar Dessinger di lêkolîna xwe ya navborî de bi baldarî çavdêriya van hûragahiyan kir û gihîşt encamên girîng. Dessinger destnîşan kir ku gelek koçberan ji ber xapandina mafên xwedîtîya axê, bê tewîzên qanûnî mane. Nemaze di bin fişara dewletê de, bi bihayê erdê ku tê pêşniyarkirin qebûl kirin, lewra divê dev ji erd û şêwaza jiyanê berde. Lêkolîner Sigdam Kurt di pirtûka xwe ya bi navê “Malbatên Koçber: Jiyana Malbatê û Têkiliyên di navbera herdu Zayendî de” bandorên vê yekê li ser jiyana niştecihan nirxand. Di pirtûkê de, behsa jiyana jin û keçên ciwan piştî ku dev ji warê xwe yê dîrokî berdan, li bajaran rastî polîtîkaya mûçeyên kêm û perwerdeya bi zimanê tirkî tên, dike. Armanc ji vê yekê jî ku torên kevneşopî yên civakî û çandî ji holê rabike û malbatê jihev bixe.
Bi vegera li ser mijara belavkirina mafên milkiyetê, Desinger eşkere dike ku pirsgirêka tewîzan û ji nû ve veqetandina çavkaniyên civakî û xwezayî, bûye sedem ku bandora xwediyên zeviyên çandiniyê ên mezin, li gorî armancên stratejîk ên Enqereyê ji nû ve were danîn. Bo nimûne, di projeya Ataturk de, çînên xwecihî yên ku bi Enqereyê re hevkar in, dizanibûn ku çawa bikarin, milkiyeta erdên ku dê bikevin nava herêmên çêkirina bendavan, bi rêya gendeliya bi komeleyên avdanê re, îspat bikin.
Lêkolîn diyar dike ku cotkar ji %65 pêk tên û %10 jî xwediyê erdên çandiniyê ne piştî ku dewletê bi zanebûn qanûna reforma çandiniyê bi cih neaniye. Lê xwediyên mezin ên erdan ku ji %10 pêk tê, %65 ji erdên herêmê bi dest xistine. Lê beşeke mezin ji erdên ku bendav li ser hatibû avakirin, milkiyeta wan komînal bû. Di dawiyê de, vê çînî bi lihevkirina bi komeleyên avdaniyê re, sûd ji milkiyeta zeviyên komînal girt, lewra mîqdarên ku ji tewîzan bi dest xistin, hîştin ku zeviyên nû bikirin. Ev encamp, heman nêrîna lêkolînerê pisporê nirxandina “Projeya Başûrê Rojhilatê Anadoluyê” Arda Bilgen e.
Li gorî lêkolînên navborî, xurtkirina bandora blokên nû yên civakî yên hevkarên dewletê, li gorî nêrîna Enqereyê dikare berxwedana gelêrî ya li dijî geşepêdana îdiakirî kêm bike. Di heman demê de, çîna ku piştgirî dide têkoşîna mafên Kurdan dorê lê zêdetir teng dibe. Nexasim ku xwediyên zeviyên biçûk nikarin pereyê ku ji aliyê komeleyên Avdaniyê ve hatiye diyarkirin di kirîna zeviyên nû de bidin û ew neçar man ku xwe radestî çîna nû ya hikûmetê bikin. Ew cihên nû jî di bin kontrol û qanûna helandinê de ne. Her wiha piştî ku nifûsa xwecihî li derve hate hiştin, karkerên madenê(mines) ji rojavayê Tirkiyeyê anîn herêmê û ev yek bû sedema ku Tirk li herêmê belav bibin. Li gor Disinger, ev jî îsbat dike ku pêvajoya koçberkirina bi darê zorê, weke sîstemeke bingehîn a geşepêdanê, hewldaneke duqatî dixwaze da ku tirkan li şûna niştecihên resen bicih bikin.
Arda Bilgen bi Disinger re li ser armancên projeyê ji bo homojeniya neteweyî ya tirk heman nêrîn e. Lê di heman demê de, Bilgen lê zêde dike ku saziyên geşepêdanê yên navneteweyî, hikûmet, pispor, şêwirmend û persbektîfên hikmûmeta navendî bi rêxistinên sivîl re yên ne hikûmî, hewl didin ku nêrînek elîtîst, destwerdan û endezyariya civakî ji jor ve li dijî nifûsên herêmî, ferz bikin.
Wekî encam, li gorî hejmarên fermî yên saziyên dewleta Tirk, rêjeya bêkariyê li Mêrdîn, Batiman, Şirnex û Sêrtê gihîştiye %30,9. Li herêmên rojavayê Tirkiyeyê para her kesî ji dahateya giştî 27 hezar dolar e, lê li parêzgeha Urfayê 9 hezar dolar e.
Bê gûman, ev hejmar rastiyên berbiçav eşkere nakin, lê ew nîşan didin her çendî biçûk bin jî, para nifûsa herêmî ji dahatên projeyê hema bêje tune ye, lê tenê para mezin a komeke herêmî ya piçûk e ku bi veberhêneran re li rojavayê Tirkiyê û cîhanê li hev dike. Bi vî awayî dirûşma projeya ku armanca wê kêmkirina ferqa di navbera rojava û rojhilat de ye, dibe sernavek propaganda û tinazê.
Ji ber ku ev proje di pêşveçûnê de têk çûye, divê em vegerin ser armancên wê yên rastîn ên di warê têkoşîna li dijî doza Kurd de. Di vê çarçoveyê de, Robert Hatem û Mark Dorman di lêkolîna xwe ya bi sernavê: “Çareseriya Tirkiyeyê ji bo doza Kurdan”…Astengiyên Enqerê” nivîsandiye. Di lêkolînê de sê nêrînên biryarderên Enqereyê pêşkêş dike, ji bo ku doza Kurdan ne ji aliyê mafên mirovan û mirovahî ve, lê bi rakirina wê ji koka wê ve were çareser kirin; A yekemîn, ev mijar ji piştgiriya herêmî ya ji bo Partiya Karkerên Kurdistanê tê, ku pêwîstî bi kontrol û şopandina xelkê heye û avakirina komên alîgirê Enqerê. A duyemîn, doza Kurdan ji xizaniya çandî û aborî ya herêmê tê, ku tovê piştevaniya serhildanê ye, û ji ber vê yekê hewce ye ku çareseriyên geşepêdanê bi armanca koçberkirina bi darê zorê û wêrankirina çandî û teşwîqkirina bajarîbûn û helandina perwerdehiyê, mîna polîtîkayên koçberiyê yên wekî qanûna 1927-1934. A sêyemîn, doza Kurd carna ji dewletên herêmê û civatên kurdî yên li Iraq û Sûrîyê belav bûne, piştgirîyê werdigire û bi rêya avê û kontrolkirina sînoran zext li ser van hikûmetan were kirin û li gorî wê jî xelkê herêmê bi zorê serî li daxwazên dewletê didin û ji alîgirên PKK ê dûr bikevin.
Di lêkolînê de hat destnîşankirin ku “Projeya Başûrê Rojhilatê Anadoleyê” ji van her sê îdîayan re çareseriyeke berfireh dide û her tim ji aliyê piraniya hêzên desthilatdar ên bi çîna aborî ya bi desthilatdariyê re hevalbend e, tê pejirandin. Proje dikare pirsgirêka “terora herêmî” bi sînordarkirina tevgerên navxweyî bi avakirina bendav, projeyên binesaziyê, stasyonên elektrîkê û komkirina nifûsê li bajaran, çareser bike. Lewra, mekanîzmaya kontrolê û derbasbûna leşkerî ya bilez hêsantir dike. Ev nêrîn ji aliyê artêş, ewlekarî û bi giştî dewleta kûr ve tê pejirandin. Proje dikare pirsgirêka Kurd li herêmê çareser bike, bi dayîna amûrekê ji bo dewleta Tirk ku bi avakirina bendav û dîwaran li ser sînor, şewitandina daristanan û hêsankirina êrîşên leşkerî, gefan li welatên cîran bixe, da ku van hikûmetên daxwazên Enqereyê pêk bînin.
Di dawiyê de, bi teşwîqkirina geşepêdan û qazanca herêmê û paşguhkirina pirsên bingehîn ên doza Kurd û berdewamkirina siyaseta asîmîlekirina civakê bi zorê, koçberkirin, dikare pirsgirêkên civakî û aborî çareser bike. Ev bend bi taybetî di nav karsaz û sermayedarên herêmî û navneteweyî de bi berfirehî tê pejirandin û ji hukûmeta Erdogan re xizmet dike da ku bingeha xwe ya hilbijartinê di nav komên kurd ên kevneperest (xwediyên milkiyetên mezin ên li gundan, bloka îslamîst a populîst û bûrjûwaziya nû ya li bajaran) berfireh bike.
Piştî ku polîtîkaya komeleyên avdanê newekheviya avdanê girantir kir û ber bi bajêr ve kişand, lêkolînê bandora van nêzîkatiyan li ser civaka herêmê berdewam dike. Lê di heman demê de bi hevsengiya bi şîrketên “burjûwaziya sivîl” re, bi rêya hêsankirina deynan ji bo wan û efûkirina ji qanûnên bacê, hat kirin. Da ku bi mebest nirxê erdê li hin bajaran bi plansazkirin û dabeşkirina herêman were bilindkirin, ku feqîr û hejar nikaribin bikirin, wek ku li Amed û Urfayê.
Di lêkolînê de tê gotin ku Kurdên koçberkirî tên teşwîqkirin da ku biçin bajarên ku tê xwestin derfetên xwendinê hebin. Lê belê, jiyîna li bajaran jî wan neçar dike ku tev li “civak û çanda tirkan a ku bi giranî perwerdehî û dîndar e” bibin. Di encama lêkolînê de tê destnîşankirin ku armanca projeyê îfadekirina siyasî ya fikra kemalîst a dewleta netewe ye ku li ser bingehê yek nasnameya etnîkî ye. Ji ber ku li çareseriya pirsgirêka Kurd bi tinekirina Kurdan û helandina wan di nava neteweya bilind de, dinêre.
Ocalan ji zindana xwe, geşedanên êrîşa bêsînor a kapîtalîst a li ser Kurdistanê dişopîne û di parêznameya xwe ya 5`an de ev dîmen bi vegotineke kûr wiha pênase dike: “Kurdistan û rastiya Kurd weke Laboratwarek”. Her wiha Ocalan dibêje: “Kî bawer bike ku rastiya Kurd bi sê lingên kapîtalîst ve girêdayî nîne “netew-dewlet, qanûna qazanca kombûyî û pîşesazîbûn” an jî bandorên wê pir kêm in, ew di nav windahiyeke eşkere de dijî. Eger ne ji van hersê lingên kapîtalîst bûna, rastiya Kurd weke welat, civak, aborî, çand û dîplomasî, ne li ber înkar û qirkirinê bûya. Li gorî vê yekê, Ocalan dibêje: “Bendav rola cinawiran dilîzin ku malên dîrokî, qadên çandiniyê, gundan û ekolojiyê (hilweşandina dîrokî û çandiniyê) dadiqurtîne. Avakirina kargehan, asfaltkirina rê û stasyonên enerjiyê ku xwe wekî xizmetên nûjen pêşkêş dikin, ew bi xwe “Qirkirina erdnîgarî” ye. Her wiha avakirina mizgeftan “olê ji bo qirkirina çandî wekî amûrek veşartî bikar tînin”, lê dibistanên Tirkî jî wekî “qirkirina çandî” bikar tînin.[1]
This item has been written in (Kurmancî - Kurdîy Serû) language, click on icon to open the item in the original language!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
This item has been viewed 594 times
HashTag
Sources
[1] Website | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://nlka.net/ - 14-04-2023
Linked items: 7
Group: Articles
Articles language: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 02-08-2022 (2 Year)
Content category: Articles & Interviews
Content category: Politic
Country - Province: Kurdistan
Document Type: Translation
Language - Dialect: Kurdish - Kurmanji - Latin
Original Language: Arabic
Publication Type: Born-digital
Technical Metadata
Item Quality: 98%
98%
Added by ( ئاراس حسۆ ) on 14-04-2023
This article has been reviewed and released by ( Sara Kamela ) on 21-04-2023
URL
This item according to Kurdipedia's Standards is not finalized yet!
This item has been viewed 594 times
Kurdipedia is the largest multilingual sources for Kurdish information!
Image and Description
Yezidi boys 1912
Image and Description
AN EXAMPLE OF BAATHS SOCIALISM AND DEMOCRACY IN KURDISTAN OF IRAQ
Library
U.S. Relations with Iraq From the Mandate to Operation Iraqi Freedom
Articles
Shadala
Articles
The Kurds and World War II: Some Considerations for a Social History Perspective
Library
A Cynical Enterprise: US-Iraq Relations, Oil, and the Struggle for the Persian Gulf
Biography
Abdullah Zeydan
Image and Description
The Kurdish Quarter, which is located at the bottom of Mount Canaan in Safed, Palestine in 1946
Articles
Western Wall
Biography
HIWA SALAM KHLID
Image and Description
A Kurdish army in Istanbul to participate in the Battle of the Dardanelles in 1918
Biography
Antonio Negri
Image and Description
Kurdish Jews from Mahabad (Saujbulak), Kurdistan, 1910
Articles
Development Policies in the Kurdistan Region of Iraq: Reality and Challenges
Biography
Bibi Maryam Bakhtiari
Biography
KHAIRY ADAM
Biography
Jasmin Moghbeli
Archaeological places
Cendera Bridge
Library
Anglo - iraqi relations and oil during The Kassim Regime
Library
America’s role in nation-building : from Germany to Iraq
Articles
Mardukhi Calendar
Archaeological places
The tomb of the historian Marduk Kurdistani
Biography
Ayub Nuri
Biography
Havin Al-Sindy
Archaeological places
Shemzinan Bridge
Library
BEYOND OIL: THE COLD WAR RELATIONSHIP BETWEEN THE UNITED STATES, BRITAIN, AND THE IRAQI MONARCHY, 1946-1958
Biography
Shilan Fuad Hussain
Biography
Nurcan Baysal
Archaeological places
Hassoun Caves
Archaeological places
Mosque (Salah al-Din al-Ayyubi) in the city of Faraqin

Actual
Library
Resolution of Turkey’s Kurdish Question A Process in Crisis
14-04-2024
Hazhar Kamala
Resolution of Turkey’s Kurdish Question A Process in Crisis
Library
IRAQ BETWEEN TWO OCCUPATIONS OBSERvATIONS ON IRAQ ANd ThE Great Powers (1933–2003)
14-04-2024
Hazhar Kamala
IRAQ BETWEEN TWO OCCUPATIONS OBSERvATIONS ON IRAQ ANd ThE Great Powers (1933–2003)
Library
RETHINKING STATE AND BORDER FORMATION IN THE MIDDLE EAST
15-04-2024
Hazhar Kamala
RETHINKING STATE AND BORDER FORMATION IN THE MIDDLE EAST
Library
The Grand Strategy of Gertrude Bell: From the Arab Bureau to the Creation of Iraq
16-04-2024
Hazhar Kamala
The Grand Strategy of Gertrude Bell: From the Arab Bureau to the Creation of Iraq
Library
America’s role in nation-building : from Germany to Iraq
17-04-2024
Hazhar Kamala
America’s role in nation-building : from Germany to Iraq
New Item
Library
A Cynical Enterprise: US-Iraq Relations, Oil, and the Struggle for the Persian Gulf
17-04-2024
Hazhar Kamala
Library
America’s role in nation-building : from Germany to Iraq
17-04-2024
Hazhar Kamala
Library
U.S. Relations with Iraq From the Mandate to Operation Iraqi Freedom
17-04-2024
Hazhar Kamala
Library
BEYOND OIL: THE COLD WAR RELATIONSHIP BETWEEN THE UNITED STATES, BRITAIN, AND THE IRAQI MONARCHY, 1946-1958
17-04-2024
Hazhar Kamala
Library
Anglo - iraqi relations and oil during The Kassim Regime
17-04-2024
Hazhar Kamala
Library
EXPANDING THE STATE: DISARMAMENT IN THE BRITISH MANDATE OF IRAQ, 1919-1927
16-04-2024
Hazhar Kamala
Library
THE ANGLO-IRAQI RELATIONSHIP BETWEEN 1945 AND 1948
16-04-2024
Hazhar Kamala
Library
British Intelligence and Turkish Arabia: Strategy, Diplomacy, and Empire, 1898-1918
16-04-2024
Hazhar Kamala
Library
The Grand Strategy of Gertrude Bell: From the Arab Bureau to the Creation of Iraq
16-04-2024
Hazhar Kamala
Library
THE HISTORY OF THE IRAQ LEVIES 1915-1932
16-04-2024
Hazhar Kamala
Statistics
Articles 515,995
Images 105,145
Books 19,081
Related files 95,580
Video 1,260
Kurdipedia is the largest multilingual sources for Kurdish information!
Image and Description
Yezidi boys 1912
Image and Description
AN EXAMPLE OF BAATHS SOCIALISM AND DEMOCRACY IN KURDISTAN OF IRAQ
Library
U.S. Relations with Iraq From the Mandate to Operation Iraqi Freedom
Articles
Shadala
Articles
The Kurds and World War II: Some Considerations for a Social History Perspective
Library
A Cynical Enterprise: US-Iraq Relations, Oil, and the Struggle for the Persian Gulf
Biography
Abdullah Zeydan
Image and Description
The Kurdish Quarter, which is located at the bottom of Mount Canaan in Safed, Palestine in 1946
Articles
Western Wall
Biography
HIWA SALAM KHLID
Image and Description
A Kurdish army in Istanbul to participate in the Battle of the Dardanelles in 1918
Biography
Antonio Negri
Image and Description
Kurdish Jews from Mahabad (Saujbulak), Kurdistan, 1910
Articles
Development Policies in the Kurdistan Region of Iraq: Reality and Challenges
Biography
Bibi Maryam Bakhtiari
Biography
KHAIRY ADAM
Biography
Jasmin Moghbeli
Archaeological places
Cendera Bridge
Library
Anglo - iraqi relations and oil during The Kassim Regime
Library
America’s role in nation-building : from Germany to Iraq
Articles
Mardukhi Calendar
Archaeological places
The tomb of the historian Marduk Kurdistani
Biography
Ayub Nuri
Biography
Havin Al-Sindy
Archaeological places
Shemzinan Bridge
Library
BEYOND OIL: THE COLD WAR RELATIONSHIP BETWEEN THE UNITED STATES, BRITAIN, AND THE IRAQI MONARCHY, 1946-1958
Biography
Shilan Fuad Hussain
Biography
Nurcan Baysal
Archaeological places
Hassoun Caves
Archaeological places
Mosque (Salah al-Din al-Ayyubi) in the city of Faraqin

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| Contact | CSS3 | HTML5

| Page generation time: 0.516 second(s)!