ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 519,515
画像 106,562
書籍 19,265
関連ファイル 97,092
Video 1,385
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
PARÊZERÊ KURD ÇAWA LI EFRÎNÊ HAT KUŞTIN?
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Parêzerê kurd Luqman Hemîd Henan

Parêzerê kurd Luqman Hemîd Henan
PARÊZERÊ KURD ÇAWA LI EFRÎNÊ HAT KUŞTIN?
Wergera ji zimanê erebî: #Kendal Cûdî#
Dema ku “Polîsên Sivîl” li Efrînê di 19 ê kanûna pêşîn a 2022 yan de, girtin ser mala parêzerê kurd Luqman Hemîd Henan (45 salî) ê li taxa Mehmûdîyê ya bajarê Efrînê dijîya û ew birin navenda xwe, dibe ku Luqman texmîn kiribe ku ev girtin jî wekî carên berê ye. Lê piştî sê rojan ji girtinê, cenazeyê Luqman li malbatê vegerîya.
Berî niha jî Henan, bi hinceta karkirina bi Birêveberiya Xweser û tevlîbûna QSDyê, gelek caran di vê salê de ji alîyê heman desthildarîyê ve hate girtin. Her wiha, cara dawîyê jî Henen bi heman hincetê hat girtin. Li gor Fermandarê Polîsên Sivîl li Efrînê Muhened Hisên “sûcê Henan ew e ku endamê Partîya Karkerên terorîst e.”
Lê rêxistinên hiqûqî dibêjin ku parêzerê kurd ji ber bêbextîya yek ji endamên komên çekdar li Efrînê hat girtin. Wî endamî, ji ber ku parêzer Henan red kir ku avahîyekê bide endamekî koma Firqeya Sultan Murad, ew tewanbar kir.
Gelek sazîyên hiqûqî wêneyên cenazeyê parêzerê kurd belav kirin û li ser cenazeyê nîşaneyên êşkence û birînan hebûn. Lê Polîsên Sivîl got ku wan parêzer ji navenda fermandarîya xwe ya li Efrînê, birin nexweşxaneyê û red kir ku êşkence çêbûye. Her wiha, raporek ku ji alîyê pizîşkîya şerî ve hatiye derxistin û ji aliyê pizîşkê şerî li Efrînê Mihemed Seido û dadger Mihemed Îbo hatiye îmzekirin, derxistin. Seido û Îbo tê da dibêjin ku mirina parêzerê kurd ji “ber rawestîna rayên dil çêbûye û pêwîst nake ku cenaze were lêkolînkirin.”
Şik û nakokî
Ji alîyê xwe ve parêzer û çalakvan Hisên Neiso bi rastîya raporê şikîya. Neiso amaje bi wê yekê kir ku tevlihevî di navbera kişfa pizîşkî û civîna dadgehî ya veguhastinê da çêbûye, ku dadgeh karê dadwer e û kifşa pizîşkî karê pizîşk e û di raporê de dadwer maf daye xwe ku şopên li ser cenazeyê şîrove bike.
Her wiha Neiso piştrast kir ku rapor ji hêla dadwer Mihemed Îbo tenê ve hatiye nivîsîn û rola pizîşk di wê raporê de tenê îmzekirin bû. Her wiha, Neiso destnîşan kir ku di raporê de şaşîtîyeka mezin ya pîşeyî hebû û anî ziman ku di warê tenduristîyê de çênabe were piştrastkirin ku sedema mirinê ji ber girtina rayên dil e, bêyî ku cenaze were lêkolînkirin û hişikbûna masûlkeya dil were dîtin.”
Têkildarî tewanên ku li dij girtîyên li Efrînê têne kirin ku “Sûcê tevlîbûna PKKyê”, çalakvanê hiqûqî destnîşan kir ku ev hincet ji bo her kesê ku ne li gorî desthildarîya Tirkîyayê be tê gotin. Desthildarîya Tirkîyayê ya ku dibîne çi kesê ku bibêje ez kurd im, terorîst e û di nava PKKyê de ye.
Neiso lê zêde dike û dibêje: “Tawanên ku li Efrînê têne kirin, ne ji ber bêewlekarî an jî kiryarên tekakesî ne, lê belê ew tawaninên birêxistinkirî ne û bi zanebûn têne kirin û yekser bi serpereştîya desthildarîya ku serwerîya xwe li ser tevahîya herêmê feriz kiriye têne kirin, da ku kurdên mayî yên ku bi axa xwe ve girêdayî ne, koçber bike.”
Her wiha piştrast kir ku tawanên li Efrînê têne kirin ên wekî kuştin, êşkencekirin, revandin, windakirina û hwd, li gor qanûna navdewletî tawanên şer û li dij mirovahîyê ne, wekî ku di Hevpeymana Romayê de hatine nivîsandin.
Ji alîyekî din ve jî, hêzên leşkerî û ewlekarî yên Tirkîyaya dagîrker ku ji sala 2018 an ve ji dema operasyona”Çiqlê Zeytûnê” gelek navendên xwe li bajarê Efrînê hene, li bara vê bûyerê tu helwest nîşan neda.
Kurdan bûyer şermezar kir
Ji ber wefata parêzerê kurd Luqman Henan di zindanên desthildarîya girêdayî opozîsyona sûrîyayî ya ku Tirkîya piştgirîya wê dike, gelek alîyên siyasî, rêxistinên hiqûqî û sivîl û çalakvan ev bûyer şermezar kirin. Encûmena Sûrîyaya Demokratîk bi daxuyanîyekê, daxwaza vekirina lêpirsîneka navdewletî ya bêalî di hemû tawanên ku li herêmên Sûrîyayê yên di bin serwerîya Tirkîyayê de têne kirin, kir.
Her wiha, bi dehan birêxistinên hiqûqî û sivîl û çalakvanên kurd û sûrîyayî, bûyera kuştina parêzer Luqman Hemîd Henan, wekî berdewamîya binpêkirin û tawanên ku li Efrînê ji sala 2018an ve têne kirin, binav kirin. Di heman demê de, anîn ziman ku Tirkîya û komên wê yên çekdar, berpirsên vê “tawana kirêt” in û daxwaza zelalkirina bûyerê kirin û berpirsên vê yekê radestî dadgehê bikin.
Li gorî belgeyên alîyên hiqûqî, bûyera mirina parêzerê kurd di dema borî de ne ya yekê ye. Di vê çarçoveyê de, li gorî rapora hejmara (226) a Partîya Yekîtî ya Demokratîk a Kurdî li Sûrîyayê, ji dawîya mijdara borî ve û heta dîroka derxistina vê raporê di vê mehê de, du bûyerên girtina kesên bêsûc û du bûyerên revandina du kesan û berdana wan li beramberî pereyan, belge kirin. Di heman demê de, li gor raporê du bûyerên şerê navxweyî yê di navbera çekdaran de ku çêbûne û di encamê de herî kêm endamek hate kuştin, her wiha komikên çekdar dar li bajarê Efrînê û çîyayê gundê Tirindê yê başûrê bajar qut kirin.
Raporê bi bîr xist ku bûyerên desteserkirina malûmilkên sivîlan ên wekî êzing, zeytûn û dayîna pereyan çêbûne. Di heman demê de, çekdaran dest danîn ser erdên nêzî gola Meydankîyê. Her wiha di raporê de hate piştrastkirin ku biryarnameyên qedexekirina birîna daran tawanên qirkirina jîngehê li Efrînê ranawestîne.
Çavkanî: Independentarabia[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは1,234表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://nlka.net/ 14-04-2023
リンクされたアイテム: 15
グループ: 記事
Publication date: 14-01-2023 (1 年)
Original Language: アラビア語
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 翻訳
ブック: テロリズム
プロヴァンス: 西クルディスタン
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ئاراس حسۆ 14-04-2023上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 17-04-2023
最近の( سارا ک )によって更新この商品: 17-04-2023
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは1,234表示された回数
Attached files - Version
タイプ Version エディタ名
写真ファイル 1.0.156 KB 14-04-2023 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 519,515
画像 106,562
書籍 19,265
関連ファイル 97,092
Video 1,385
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.516 秒(秒) !