图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,472
图片 106,118
书籍 19,167
相关文件 96,497
Video 1,307
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
HELWESTÊN NAVNETEWÎ Û HERÊMÎ LI BARA SÛRÎYAYÊ PIŞTÎ ERDHEJÊ
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Erdheja li herêma Cindirêsê

Erdheja li herêma Cindirêsê
HELWESTÊN NAVNETEWÎ Û HERÊMÎ LI BARA SÛRÎYAYÊ PIŞTÎ ERDHEJÊ
MIHEMED SEYÎD RISAS
Wergera ji zimanê erebî: Heysem Mislim

Rêzenexşeya navdewletî û herêmî ku ji bo Sûrîyayê danî bûn piştî erdheja ku di 6ê sibatê da pêk hat, pir guhartin tê da çênebûn. Ev rêzbûn, bi salan e gelek nakokî li Sûrîyayê afirandin. Ev nakokî jî derbasî nav alîgirên Amerîka, Ewropa û Kendava Ereban bûn, Tirkîya jî di salên 2011-2013an da tev li wan bû. Piştra Rûsya di 2016an da nêz bû, her wiha di navbera Rûsya û Îranê da jî dest pê bû. Hinek dewletên ereban xwe dûr ragirtin, wekî Misir û Erebistana Siûdîyê, di sala 2017an de girîngî nedan alozîya Sûrîyayê ji ber bi Yemenê mijûl bû. Tevî ku Rîyad hîn jî berfirehbûna Îranê li ser dingilê Bexdad, Şam, Beyrût û Xezayê wekî metirsî li ser ewlekarîya neteweyî ya Erebistana Siûdîyê dibîne.
Xemxwerîya ereban piştî 6ê sibatê li Sûrîyayê bi alîkarîya Erebistana Siûdîyê, Mirîtîyên Erebî yên Yekbûyî, Misir û Cezayîrê hişyar bû. Lê ji bo helwesta siyasî pêk nehat ji bilîMîrîtîyên Erebî yên Yekbûyî, ku vebûna wê ya siyasî û heta radeyekê aborî ji desthilata Sûrîyayê ra berîya erdhejê hebû, di heman demê de ku têkilîyeka siyasî ya bênavber di navbera Cezayîr û Şamê da jî hebû. Cezayîr di sala 2011an da li dijî rawestandina endamtîya Sûrîyayê di Komgeha Erebî da bû, her wiha di navbera Şam û Qahîrayê da jî têkilîyeka siyasî ya şermokî heye, di heman demê da Rîyad hîn jî nerazî ye ku xwe wekî Mîrîtîyên Erebî yên Yekbûyî nêzî Şamê bike, tevî hinek hewldanên Erebistana Siûdîyê hene ku ew jî ne fermî ne, tiştê ku Rîyad li Bexdayê dike di warê destekkirina ji desthilatdarîya Iraqê ra, rêyeka kêrhatîtir e ji bo hevrikîya Tehranê li wir, di heman mijarê da ev dibe rêyeka Siûdîyê li paytexta Emewîyan (Şam) ji bo şerkirin an sînordarkirina bandora Îranê li herêmê.
Lê belê di /12/ salên alozîya Sûrîyayê da dengê ereban nedihat dibhîstin. Bervajî wê dengê hêzên navnetewî him bi bandor bû û him jî bilind bû mîna Amerîka û Rûsyayê û hêzên herêmî jî yên wekî Tirkîya û Îranê. Jixwe Ewropa jî bi Amerîkayê ra bûn, tevî ku Fransa hewl da ku rola “neguhêzbar” bilîze, paralelî Tirkîya û Qeterê û “çepî” Washingtonê, di sala 2011 û 2012an da û paşê vegerîya disîplînê li alîyê Washingtonê, ku ji sala 2013an ve dest ji siyaseta rûxandina rejîma Sûrîyayê berde û siyaseta hevkarîyê bi Rûsyayê ra ji bo çareserkirina kirîza Sûrîyayê meşand. Ji sala 2017an û vir ve, tu pêşketin di kirîza Sûrîyayê da çênebûn, ji ber Amerîka û Rûsya li hev nekirin, ne tenê li ser Sûrîyayê, lê her wiha li ser gelek mijarên di cîhanê da diqewimin, wekî meyla Moskoyê ya ji bo hevalbendîya bi Pekînê ra û herî dawîyê jî şerê Ukraynayê di sala 2022yan da li vê rûbirûbûna Amerîka-Rûsyayê zêdekir.
Nehevkirinên li bara alozîya Sûrîyayê berîya 6ê sibata 2023an ketibû goşeyeka teng, ne tenê li bara qada Sûrîyayê, lê belê di mijarên derve da jî nelihevkirin hebûn, mîna rûbirûbûna cîhanî ya ji ber rewşa ku di navbera Washington û Moskoyê da piştî şerê Ukraynayê derketiye holê, her wiha rûs piştî şerê Ukraynayê nêzî Çînê bûn, mirov dikare bibêje ku ev nêzîkatî gihaştiye asta hevkarîyê bi hev ra.
Li Tirkîyayê jî çarçoveyeka nû rû da, piştî erdheja vê dawîyê ancax bi derdê xwe da ketine û îhtîmal e ku bibe sedema binaxkirina projeya Rûsyayê ya ji bo lihevkirina Erdogan û desthilatdarîya Sûrîyayê û binaxkirina projeyên Tirkîyayê ji bo êrîşeka leşkerî li ser bakurê Sûrîyayê ji bo avakirina “xeteka ewlekarî ya nû” ya ku Erdogan di payîza borî da qal dikir, belkî jî ev erdhej bibe sedema rijandina stêrka Erdogan û Partîya AKPyê di hilbijartinên bê da.
Ew binketina danûstandinên ji bo vejandina peymana navokî ya di navbera Washington û Tehranê da nîşan dide, piştî bibinketina peymanê di payîza borî da êdî Îran nerasterast di şerê Ukraynayê da beşdar dibe ku mûşek û dironan dide Rûsyayê. Her wiha nêzîkatîya Tirkîyayê ji rûsan ra piştî şerê Ukraynayê zêde bû û li Sûrîyayê berîya 6ê Sibata 2023yan hema hema bi rêya Rûsyayê di navbera Enqera û Şamê da lihevhatinek çêkir û Washingtonê helwesta xwe ya giştî li dijî wê ragihand.
Rewşa piştî erdhejê li Sûrîyayê dikare bibe alîkar ku meyla navdewletî-herêmî rû bide. Di vê derbarê da helwesta Rûsya û Îranê ji desthilata Sûrîyayê nehejîyaye, li alîyê din helwesta siyasî ya Amerîka û Yeketîya Ewropayê tevî rewşa mirovî ji desthilatîya Sûrîyayê nehat guhartin, heta ew alîkarên mirovî yên ji bo erdhejê hatin şandin, teqez dikrin ku nayê wateya “vekirina siyaysî” bi Sûrîyayê ra.
Erdhejê gelek tiştên veşartî eşkere kirin, wekî gendelî, xizimperestî û xemsarîya di dezgehên avahîsazîya Tirkîyayê da bi tevahî rû dan. Her wiha çawa erdheja 1999an ew anî xwarê û bû sedema derketina çîna siyasî ya ku darbeya leşkerî ya Ataturkê sekular di sala 1960î li dijî serokwezîrê îslamî Ednan Menderes pêk anî, li vir jî îhtîmala ku sînaryo xwe dûbare bike heye û opozîsyon rabe ser desthilatê heye, ev yek jî dê gelek veguhartinan di rewşa Sûrîyayê da biafrîne, heger em ji bîr nekin ku çi qasî bandora Erdogan li Sûrîyeyê ji sala 2011an û vir ve heye. Di nav ereban da, veguhartineka Siûdîyê ber bi Şamê ve heye, ku heta niha asta wê nehatiye zelalkirin. Di heman demê da belkî helwesta Ebû Debî, Qahîra û Umanê vebûnên mezin ber bi Şamê ve çêke.
Di encamê de: Li gor van tiştên ku li jor hatine gotin, nabe ku mirov bibêje kirîza Sûrîyayê dê bi erdheja 6ê sibatê veguhere çareserîyê. Gengaz e ku rewşa wê ya niha di nav sarincoka navdewletî da bimîne, li benda çarenivîsa şerê Ukraynayê, ji ber ku Washington û Mosko ji sala 2011an û vir ve bandora wan di krîza Sûrîyayê da ya herî mezin e. Belkî binketina Erdogan bibe îhtîmala lewazbûna Moskoyê li Sûrîyayê, hemberî wê jî rewşa Amerîkayê bihêztir bike. Ev yek jî dê alozîya di navbera Amerîka û Îranê da kûrtir bike û Rûsya û Îranê jî ji hev nêz bike, ev yek jî dê alozîya Sûrîyayê gurtir bike di navbera Washington û Tehranê da.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,065
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://nlka.net/- 14-04-2023
挂钩项目: 19
小组: 文章
Publication date: 26-02-2023 (1 年份的)
Original Language: 阿拉伯语
Publication Type: Born-digital
城市: Afreen
文件类型: 翻译
普罗旺斯: 叙利亚
普罗旺斯: 西部库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 14-04-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on17-04-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,065
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,472
图片 106,118
书籍 19,167
相关文件 96,497
Video 1,307
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!