图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,540
图片 106,154
书籍 19,170
相关文件 96,552
Video 1,308
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Wergera wêjeyê-1
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0
Wergera wêjeyê-1
#Samî Hêzil#
Destpêkê bila cudatiya navbera têgehên wergera wêjeyê û wergera wêjeyî diyar bibe. Ji wergera wêjeyê mebesta me wergera berhemên wêjeyî ye, her wisa di qada wergernasiyê de behsa ‘wergera bi awayekî wêjeyî’ tê kirin jî derbas dibe ku ew bêtir têkildarî şêwaza wergerê ye. Di wergera wêjeyê de wergêr li navendê ye, li navenda nivîskarê berê û xwînerê nû ye. Bi zanetî min gotina nivîskarê berê bijart ji ber ku di wergera wêjeyê de gelek caran wergêr dibe nivîskarê nû, yan ku tişta ku pêk tîne hema ‘ji nû ve nivîsîn e’.
Belkî ew xasyeta afirîner e ku berê wergêr dide wêjeyê. Wergêr bi qasî nivîskar bi çapbûna wergera xwe û bi ecibandina wê ya ji hêla xwîneran bextewar dibe. Motîvasyona sereke ji bo wergêrên edebî çapbûna wergerên/berhemên wan e. Piraniya wergêran, xasma wergêrên kurd, ji bilî wê dilgeşiyê jixwe tiştekî madî bi dest naxin. Wergêr di wergera berhemên edebî de bi hîsa afirîneriyê û bi teqdîra xwîneran têr dibe. Pêhisîna wergêr wek a hunermend e, yan ku hem xwedî wê motîvasyona hunerî ye, hem karekî hunerî dike û hem jî di dawiyê de li benda teqdîrê dimîne.
Bi qasî hîsa afirîneriyê, faktoreke din jî azadbûna wergêr a tercîha berhemê û tercîha cureya edebî ye ku wergêr dike sewdaserê karê xwe. Çi tişta ku bê wergerandin girêdayî tercîheke subjektîf e. Wergêr ji çi hez bike, çi bixwîne, çi berhema ku wergerandina wê wek tişteke pêwîst bibîne dide pêş xwe, dike serêşiya xwe û dawiyê jî wê werdigerîne. Wergêr bi awayekî jî bi karê xwe dibin temînata nemiriya berhemên wêjeyê. Her wekî Walter Benjamin jî destnîşan dike, bi saya serê wergêr/wergerê metnên wêjeyî jiyana xwe didomînin û gelek caran jî berhem bi wergerên xwe dijîn.
Dîsa jî wek her tiştî wergêr û wergera wî/wê jî derba xedar a zemên dixwe, kone dibe, tê jibîrkirin an jî cihê xwe dide ceribandinên nû. Temenê wergereke wêjeyî wek pêncî an şêst sal tê diyarkirin. Rast e, piştî ewqas salî wergera ku hatiye kirin piraniya jîndariya xwe ji dest dide, şiyana wê ya danûstandinî ya bi xwîner re lawaz dibe. Pêwîstiya ji nû ve wergerandinê derdikeve holê. Sedema vê yekê ya esasî ew e ku; her çiqas zimanê metna jêder êdî zimanekî mirî be an jî di metna jêder de êdî guherîn çênêbe jî, zimanê armanc timî diguhere. Lewre em wergereke heyî îro wek yeke baş bipejirînin jî, siberoj ew ê wek tişteke kevn bê dîtin. Helbet hin wergerên serkeftî hene ku qîmeta xwe ya danûstanî zû bi zû ji dest nadin û bi salên dirêj eleqeya xwînerên edebî dibînin.
Bi gotina Paul Auster em para mijarê ya li ser hesabê wergêr sergihayî bikin: “Wergêr lehengên veşartî yên wêjeyê ne; wergêr qasidên jibîrkirî ne ku danûstandinê di navbera çandên cuda de çêdikin; wergêr ew kes in ku bi me didin fêmkirin ku em hemû mirovên ji deverên cuda ên cîhanê ne, bes li yek cîhanê dijîn.”
Niha jî em dêna xwe bidin muxataba wergêr, an ku metna wêjeyê. Wergernasan hewl daye ku ferqa wergera metna wêjeyê ya ji wergera metnên din rave bikin. Di metna wêjeyî de taybetiya zimanê edebî/zimanê fîguratîf û yekbûna şêwaz û naverokê wek du tiştên sereke hatine destnîşankirin. Wergera wêjeyê bi qasî wateyê, şêwazê jî digire nav xwe û jixwe di metna wêjeyê de şêwaz ji wateyê nikare bê veqetandin. Di wergera edebî de pêwîstiyeke esasî ye ku mirov taybetiyên edebiyatê yên wek sembolîzm, estetîka berhemê, pir-qetmanîtî, tona berhemê, tercîhên hevoksazî û bêjeyî biparêze.
Akşît Gokturk ji bilî şêwaz û naverokê qala faktoreke din jî dike ku ew jî hebûna dînamîk a xwîner e. Metna edebî bi çalakiya afirîner a xwîneran wateya xwe bi dest dixe. Metnên edebî bi piranî li şûna wateyên rasterast ji wateyên kêlekî çêdibe û ew watedayîn jî gelek caran xweseriya şêwaza afirînerê metnê ne. Di encamê de jî du pirsgirêkên sereke di wergera metnên edebî de derdikevin holê: Di metnên edebî de wateyên mecazî li gor wateyên heyî/binas yên zimanê edetî çênabin, lewre bi tenê bi şîroveyê wateya wan zelal dibe. A duyem jî, têgihîştina pir wateyî û têkilhev a metna jêder divê di zimanê armanc de jî bi awayekî bê afirandin. Lewre pirsgirêka sereke ew e ku gelo derfet heye ku wateyên mecazî yên di zimanê jêder de dê bi heman bandora edebî bên hilberandin.
Dîsa jî afirînerî û xasyeta hunerî ya wergerê divê bi me nede jibîrkirin ku li pêş wergêr berpirsiyarî û dilsoziya bi nivîskar re heye. Ew dilsozî peywirekê ji wergêr re datîne, an ku divê wergêr bi wergera xwe terza nivîskar ê sêwirîner, entelektueliya wî/wê û her wisa estetîka berhemê biparêze. Her wisa wergera edebî li ser milê wergêr wek peywir datîne ku guncavî/lihevhatinekê pêk bîne ku mirov dikare wê wek guncawiya şêwazî bi nav bike. Ev guncawiya şêwazî pêwîstiyeke girîng e ku divê di encama wergerê de pêk were. Xulasa ya girîng ew e ku şêwaza berhema resen kêm zêde di wergerê de bê parastin û bê ve-afirandin.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,016
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://xwebun1.org/ - 10-04-2023
挂钩项目: 8
小组: 文章
Publication date: 13-02-2021 (3 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 调查
书: 文学
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 94%
94%
添加( ئەڤین تەیفوور 10-04-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on10-04-2023
此产品最近更新( سارا ک ):10-04-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,016
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,540
图片 106,154
书籍 19,170
相关文件 96,552
Video 1,308
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!