پەرتووکخانە پەرتووکخانە
گەڕان

کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!


بژاردەی گەڕان





گەڕانی ورد      کیبۆرد


گەڕان
گەڕانی ورد
پەرتووکخانە
ناونامە بۆ منداڵانی کورد
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
سەرچاوەکان
شوێنپێیەکان
دڵخوازەکان
چالاکییەکان
چۆن بگەڕێم؟
بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا
ڤیدیۆ
درەختی پۆلەکان
بابەت بەهەڵکەوت
تۆمارکردنی بابەت
تۆماركردنی بابەتی نوێ
ناردنی وێنە
ڕاپرسی
بیروڕاکانتان
پەیوەندی
کوردیپێدیا چ زانیارییەکی پێویستە!
ستانداردەکان
ڕێساکانی بەکارهێنان
کوالیتیی بابەت
ئامرازەکان
دەربارە
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
چیمان دەربارە وتراوە!
ناوکێشکردن لە ماڵپەڕەکانتاندا
تۆمارکردن / کوژاندنەوەی ئیمێڵ
ئاماری میوانەکان
ئاماری بابەت
وەرگێڕی فۆنتەکان
گۆڕینی ڕێکەوتەکان
پشکنینی ڕێنووس
زمان و شێوەزمانی ڕووپەلەکان
کیبۆرد
لینکە پێویستەکان
ئێکستێنشنی کوردیپێدیا بۆ گووگڵ کڕۆم
کوکیز
زمانەکان
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
هەژماری من
چوونەژوورەوە
دەبمە هاوکارتان!
وشەی نهێنیت لەبیرکردووە!
گەڕان تۆمارکردنی بابەت ئامرازەکان زمانەکان هەژماری من
گەڕانی ورد
پەرتووکخانە
ناونامە بۆ منداڵانی کورد
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
سەرچاوەکان
شوێنپێیەکان
دڵخوازەکان
چالاکییەکان
چۆن بگەڕێم؟
بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا
ڤیدیۆ
درەختی پۆلەکان
بابەت بەهەڵکەوت
تۆماركردنی بابەتی نوێ
ناردنی وێنە
ڕاپرسی
بیروڕاکانتان
پەیوەندی
کوردیپێدیا چ زانیارییەکی پێویستە!
ستانداردەکان
ڕێساکانی بەکارهێنان
کوالیتیی بابەت
دەربارە
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
چیمان دەربارە وتراوە!
ناوکێشکردن لە ماڵپەڕەکانتاندا
تۆمارکردن / کوژاندنەوەی ئیمێڵ
ئاماری میوانەکان
ئاماری بابەت
وەرگێڕی فۆنتەکان
گۆڕینی ڕێکەوتەکان
پشکنینی ڕێنووس
زمان و شێوەزمانی ڕووپەلەکان
کیبۆرد
لینکە پێویستەکان
ئێکستێنشنی کوردیپێدیا بۆ گووگڵ کڕۆم
کوکیز
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
چوونەژوورەوە
دەبمە هاوکارتان!
وشەی نهێنیت لەبیرکردووە!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Noin
 Satunnainen erä!
 Käyttöehdot
 Kurdipedia Archivists
 Palautetta
 Käyttäjän Kokoelmat
 Tapahtumien aikajärjestys
 Aktiviteetit - Kurdipedia
 Apua
Uusi kohde
Tilastot
Artikkelit 517,545
Kuvat 106,159
Kirjat 19,170
Liittyvät tiedostot 96,557
Video 1,317
Kirjasto
Layla
Kuva ja kuvaus
Talvimaisema kotiseudultani...
Tilastot ja selvitykset
Kurdistanin parlamenttivaal...
Paikkoja
Kurdistanin aluehallinnon p...
Di romana Bawerî ya Ahmedê Hepo de perspektîfa rizgarbûna ji trajediyê
Ryhmä: Artikkelit | Artikkelit kieli: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Sijoitus Kohde
Erinomainen
Erittäin hyvä
Keskimääräinen
Huono
Huono
Lisää kokoelmiin
Kirjoita oma kommenttisi tuote!
Kohdetta historia
Metadata
RSS
Hae Googlella liittyviä kuvia valitun kohteen!
Hae Googlella valitun kohteen!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Di romana Bawerî ya Ahmedê Hepo de perspektîfa rizgarbûna ji trajediyê

Di romana Bawerî ya Ahmedê Hepo de perspektîfa rizgarbûna ji trajediyê
Di romana #Bawerî# ya #Ahmedê Hepo# de perspektîfa rizgarbûna ji trajediyê
Welat Ramînazad

Ev berhemên edebî yên nivîskarên kurd ên ku li derveyê Kurdistanê; li Ermenistanê, Gurcistanê, Qazaxistanê, Xorasanê û Azerbeycanê dijîn, gelekî meraq dikim. Hindê ku ji min tê ez dixwazim wan berheman bixwînim.
Li gorî baweriyekê ji nîv mîlyonî zêdetir kurd li Azerbeycanê dijîn. Kurdên ku li Azerbaycanê dijîn di mijarnameya welatê me de zêde cih nagirin. Em der heqê wan de hema hema tiştekî nizanin. Ji aliyê bîrewerî û nasnameya neteweya kurdî ve zêde serkeftî nîn in. Hişmendiya neteweyî li cem wan qels maye lewma pir asîmîle bûne. Entelejansiyeke wan a wekî Ermenistanê xurt tune ye. Bi tenê çend şair, nivîskar û rewşenbîr ji wir derketine. Ahmedê Hepo jî yek ji wan nîvîskarên kurd e ku di sala 1934'an de li Azerbaycanê ji dayik bûye, hê jî li wir dijî. Di nava kurdên bakurî de Ahmedê Hepo bi qasî yên Ermenistanê nayê nasîn.
Bawerîya Ahmedê Hepo, cara yekem di sala 1990'î de li Azerbeycanê, ji Weşanxaneya Azernşer derketiye û cara duyem jî di sala 2013'yan de li Bakurê welêt Weşanxaneya Aramê ew çap kiriye. Çapa duyem bi tevahî 112 rûpel e. Ji xeynî Bawerîyê, bi navê Birîn û Hêsirên Xwînê du berhemên wî yên din jî li Bakur ji hêla Weşanxaneya Peywendê ve hatine çapkirin.
Lehengê romanê Sulhedîn dema ku vedigere gund roman dest pê dike. Gava Sulhedîn digihîje gund, em ber bi rabirdûyê ve dest bi rêwîtiyekê dikin, em çiqas rûpelên romanê diqulibînin çîroka leheng û bûyerên romanê jî ew qas di hişê me de zelaltir dibin.
Di destpêka sedsala bîstan de kurdên #bakurê Kurdistanê# yên ku piranîya wan li herêma Serhedê dijiyan, pêşî sirgûnê Ermenistanê bûne, ji wir jî sirgûnê Azerbeycanê bûne. Wê çaxê Azerbeycan li bin bana Yekîtiya Komarên Sovyetên Sosyalîst (YKSS) e û bûyerên romanê jî di gundekî wan kurdên sirgûnbûyî de derbas dibe. Mijarên romanê; evîn, sirgûnî, têkîliyên di nava gundiyan de, jiyana wan, têkîliya wan û dewletê, şerên êşîran û jiyana li bin desthilatiya sîstema komunîzmê ye.
Zimanê romanê, zimanekî rihkurd, bitehm û kêfdar e. Bûyer û mijarên romanê bi vê zimanê saz dibin. Di rûpela 48'an de nameyeke Sulhedîn ku ji dildara xwe re nivîsiye, ji hêjatiya zimanê berhemê perçeyekê nîşanî me dide: Delala delalan, bedewa bedewan, rindika rindikan, Avgerdena min, te di dilê min de ji xwe re hêlûna hub-hizkirinê çêkiriye. Boy te şeva min ne şev e, ne roja min roj e. Bejna te ye nîvçe, guliyên reş, çavên belek, eniya kever hey-hoy dilê min disotînin. Wekî rojekê guliyên te yên reş qevt kim û mîna kulîlkên çiyayên me behn kim, ez ê hetanî dawiya jiyana xwe bibime dergevanê te. Were bextê guliyên heta hetayê bispêre min, sond dixwim bi sonda mêraniya kalikê xwe, sond dixwim bi tirba Ehmedê Xanî ya ziyaret, sond dixwim bi namûs û mêrxasiya Kulîlk, hetanî di çavên min da ronahî hebe, di çogên min de zor hebe, ez ê bibim baxvanê wan guliyên reş! Delala min, were, were em destê xwe bidine destê hev û têkevine govenda emir. Bi dilekî fireh.
Ahmedê Hepo, bi bîrewerîyeke neteweyî nêzî mijar û bûyerên romana xwe dibe. Lê belê Ahmedê Hepo, di li dewsa pêşgotinê de jî dîyar dike ku: Divê vê jî bêjim ev roman çi qasî jî bi ruhê welatparêziyê hatîbe nivîsandin jî dîsa bêhna Yekîtiya Sovêta berê jê tê. Ahmedê Hepo her çiqas yekser qala sansurê nekirîye jî gava ku em romanê dixwînin tê digihîjin ku tê de sansur heye. Di serdema Yekîtîya Sovyetan de gelek nîvîskar û şair ji ber sansura giran xwe kuştine. Ji ber ku kalê Sulhedîn, Hilo xwedî hîşmendiya neteweyî ye, hewildanên wî hene ku di nava êşîran de yekîtiyek û aqileke neteweyî pêk bîne lê berî ku bigihîje amanca xwe tê kuştin. Hilo berî mirina xwe di civata êşîran de li ser yekîtiyê van fikir û ramanan dide zanîn: Qewm û pismamno, çawa hûn zanin, çendî û çend meqam, cureyên govendên me hene. Li dawetan tenê mirovekî nezan têkeve govendê, govend xera dibe, pêwîst e gişk bi hev re bireqisin. Ax, xwezîka yekbûna me jî mîna govenda me bûya, bibûya halan û begeriya, gişkan dest bida destên hev û di govenda yekîtiyê de bireqisiyana... Lê li dû kuştina wî di romanê de hewildanên neteweyî jî disekinin. Lê dîsa jî, wekî ku dibêjin, Roman neteweyê diafirîne, bi rastî jî Ahmedê Hepo amanc kirîye ku bi saya romanê neteweyekê biafirîne, qet nebe hişmendiyeke bi vî rengî ava bike.
Bawerî, romaneke trajîk e. Trajediya neteweyek e. Trajediya malbatek e. Trajediya sirgunê ye. Trajediya bêdewletiyê ye... Trajediyeke ew qas kûr û har, di her carbarkirina xwe de ne ji sifirê, ji binê sifirê dest pê dike. Ahmedê Hepo, ne bi rihekî têkçûyî, melankolîk, mazoşîst û bêhêvî lê belê bi rihekî kêfberz û kêfxweş û bi ûslubekî erênî û avaker xwestiye bi zindîkirina baweriyê xwe ji vê trajediye rizgar bike. Tunebûna xeyal û hêviyê û ne baweriya rizgariyê ji koletîyê jî xirabtir e. Zindîbûn û hebûna baweriyê, rizgarî û azadiyê tîne: Ax, dibên bawerbûn tu caran mirov di nîvê rê de nahêle, çogên mirov naşkîne û timî rih dide ber rihê mirovan, wekî ew bijî... Rast e, an na, nizanim, lê bawerî ne rastî ye, ew tiştekî din e. Ya îro baweriya min a salan e, ya ku rih di der dilê min da dianî, ya ku rojên giran ji min re dibû pişt û rast diqewimî. Bawerî heqîqat û realîteyê çêdike.[1]
Tämä tuote on kirjoitettu (Kurmancî - Kurdîy Serû) kieli, klikkaa kuvaketta avata kohteen alkukielellä!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Tämä tuote on katsottu 363 kertaa
HashTag
Lähteet
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://xwebun1.org/- 10-04-2023
بابەتە پەیوەستکراوەکان: 3
پەرتووکخانە
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا)
کورتەباس
زمانی بابەت: Kurmancî - Kurdîy Serû
ڕۆژی دەرچوون: 02-11-2019 (5 ساڵ)
پۆلێنی ناوەڕۆک: ئەدەبی / ڕەخنەی ئەدەبی
پۆلێنی ناوەڕۆک: ڕۆمان
پۆلێنی ناوەڕۆک: مێژوو
جۆری دۆکومێنت: زمانی یەکەم
جۆری وەشان: دیجیتاڵ
وڵات - هەرێم: کوردستان
تایبەتمەندییە تەکنیکییەکان
کوالیتیی بابەت: 98%
98%
ئەم بابەتە لەلایەن: ( ئەڤین تەیفوور )ەوە لە: 10-04-2023 تۆمارکراوە
ئەم بابەتە لەلایەن: ( سارا ک )ەوە لە: 11-04-2023 پێداچوونەوەی بۆکراوە و ئازادکراوە
ئەم بابەتە بۆ دواجار لەلایەن: ( ئەڤین تەیفوور )ەوە لە: 21-07-2023 باشترکراوە
ناونیشانی بابەت
ئەم بابەتە بەپێی ستانداردەکانی کوردیپێدیا هێشتا ناتەواوە و پێویستیی بە داڕشتنەوەی بابەتی و زمانەوانیی زۆرتر هەیە!
ئەم بابەتە 363 جار بینراوە
Kurdipedia on suurin monikielinen lähteistä kurdien tietoja!
Kuva ja kuvaus
Talvimaisema kotiseudultani, Urmiyesta Itä-Kurdistanista vuonna 2011

ڕۆژەڤ
ژیاننامە
دانا جەلال
03-10-2010
هاوڕێ باخەوان
دانا جەلال
ژیاننامە
زیاد ئەسعەد
02-06-2014
هاوڕێ باخەوان
زیاد ئەسعەد
بڵاوکراوەکان (گۆڤار، ڕۆژنامە و ...)
یادنامە
16-12-2021
هاوڕێ باخەوان
یادنامە
ژیاننامە
سامان عوسمان دەروێش
14-04-2023
سەریاس ئەحمەد
سامان عوسمان دەروێش
ژیاننامە
فەیروز ئازاد
17-04-2024
زریان عەلی
فەیروز ئازاد
Uusi kohde
Tilastot
Artikkelit 517,545
Kuvat 106,159
Kirjat 19,170
Liittyvät tiedostot 96,557
Video 1,317
Kurdipedia on suurin monikielinen lähteistä kurdien tietoja!
Kuva ja kuvaus
Talvimaisema kotiseudultani, Urmiyesta Itä-Kurdistanista vuonna 2011

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| Yhteystiedot | CSS3 | HTML5

| Sivu sukupolven aika: 1.313 toinen!