图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,543
图片 106,156
书籍 19,170
相关文件 96,554
Video 1,308
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Îran, ji bona sedema esasî ya serhildana sivîl veşêrîne, Başûrê Kurdistanê bombebaran dike
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Îran, ji bona sedema esasî ya serhildana sivîl veşêrîne, Başûrê Kurdistanê ...

Îran, ji bona sedema esasî ya serhildana sivîl veşêrîne, Başûrê Kurdistanê ...
Îran, ji bona sedema esasî ya serhildana sivîl veşêrîne, Başûrê Kurdistanê bombebaran dike…
Îbrahîm GUÇLU

#Jîna Emînî# , jineke Kurd e û li Rojhelata Kurdistanê li bajarê Saqizê jiyana xwe didomand. Bajarê Saqizê bajarekeî dîrokî ye. Di sala 1979-an de dema Tevgera Neteweyî ya Rojhelata Kurdistanê li hemberî Dewleta Totalîter û Faşîst ya Îranê dest bi şerê çekdarî kir û li ber xwe da û Kurdistan parastin ku desthilatdariya Kurdan ya li Rojhelata Kurdistanê berdewam bike û têk neçe, bû navçeyeke serhildana milî. Jîna Emînî dema li Saqizê ew serhildana qewimî bû, ew nehatibû dinyayê. Lê bavê wê, kalikê wê, mam û xalên wê û dê û xaltiyên wê di nav serhildanê de bû.
Tê pirsîn ku jineke Kurd ne xwediyê karîzmayekê û keseke siyasî jî nîne, çima kuştin û şehîdbûna wê li Rojhelatê Kurdistanê û li İranê bû sedema serhildaneke xurt û fireh ku li 80 bajar û navçeyên İranê gel rabû ser piya, ji desthilatdarên Îranê hesap pirsîn?
Sedema wê ew e ku Jîna Emînî, jineke kurd bû, li İranê jî mixalefeta xurt ya li hemberî dewleta Îranê, Tevgera Rizgarîxwaz ya Kurdistanê û kurd in. Kurd ji bona ku neteweyekî bindest, ji hemû mafên xwe yên milî bêpar e û Kurdistan welatekî îşgalkirî û kolonî ye, li Kurdistanê bûyereke biçûk dibe Sedem ku gel li hemberî Dewleta Îranê rabe ser piya û mixalefet bike û hesab bipirse.
Li ser neteweya Kurd zulm û zordariya dewletê ji sala 1946-an vir ve, piştî ku Komara Mahabadê ya Kurdistanê hat rûxandin, serokkomarê Kurdistanê û berpirsiyarên dewleta Kurd hatin îdam kirin zulm û zordarîyeke gele qirêj û barbar û hov dom dike. Lê di hemandem de li ser neteweyên din yên li Îranê dijîn jî, li ser Azeriyan, Beluciyan, Ereban û Farisan jî zulm û zordariya dewletê heye. Loma jî bes kurdan piştî kuştin û şehîdbûna Jîna Emînî xwepêşandan nekirin û di hemandem de hemwelatiyên neteweyên din jî beşdarî xwepêşandanan bûn û xwepêşandan rêxistin kirin.
Mirov dikare bibêje ku İran, zîndana neteweyan e. Li neteweyan zulmeke mezin dibe û mafên wan nayên nas kirin.
Li İranê feqîriyeke mezin heye. Gelên Îranê di nav dewlemendiyê de feqirî dijîn. Bes elîta desthilatdar xwediyê derfetên mezin in û jiyaneke xweş derbas dikin. Loma jî feqîr li hemberî desthilatdariya Dewleta Îranê dijmin in. Dixwazin ku ev elîta û dewlet bê guhertin.
Dewlet totalîter, faşîst, nîjadperest e. Loma jî maf û azadiyên neteweyan û hemwelatiyan xesip kiriye. Dewlet bi her awayî midaxeleyî jiyana însana dike. Li ser însanan çil û bergan ferz dike û nahêle ku jin serê xwe vekin. Hezar mixabin ji bona kuştina Jîna Emînî ev bû sedem.
Li İranê demokrasî tune ye, faşîzm û totalîterîzm heye. Loma jî neteweyên İranê û hemwelatî bi azadî nikarin li hemberî desthilatdariyê mixalefet bikin. Ji bona guhertina desthilatdarî xebat bikin û pêşniyaran pêşkêş bikin.
Li İranê azadiya fikir û xweîfadekirinê tune ye. Loma jî di kovar û rojnameyan û telewîzyonan û konferans û panel û semîneran de hemwelatî nikarin fikrên xwe bînin ser zimên, desthilatdariyê nikarin rêxne bikin, pêşniyar û projeyên xwe pêşkêşî raya giştî û civatê bikin.
Dewleta Îranê û desthilatdarî li dinyayê dijminê her dewletekê ye. Li hemberî her dewletekê terorê bi kar tîne. Rêxistinên terorîst re alîkar dibe. Dixwaze di nav dewletan de tevlîhevî û kaosê çê bike.
Dewleta Îranê siyaseteke emperyal û kolonyalîst dimeşîne, loma jî li Lubnanê, Yemenê, li Sûriyeyê desthilatdarî dike.
Li Iraqê û li Dewleta Federe ya Kurdistanê dixwaze bi giştî bibe desthilatdar. Loma jî ji PKK, Haşdî şabî û rêxistinên din yên terorîst re piştgirî dike.
Desthilatdariya İranê van rastiyan nabîne. Nabîne ku ev sedeman, li İranê ji serhildan û xwepêşandanan re rê vedike.
Ji bona guhertina van sedeman xebat nake, sedeman li derve digere. Dibêja ku Emerîka û Ewrûpa û Îsraîl û beşek dewletên din li Îranê tevlihevî û kaosê çê dikin.
Di serhildana da sedeman ji holê ranake, rêxistinên Rojhelata Kurdistanê û rêxistinên neteweyên din û siyasî tewanbar dike.
Ji bona ku PDK a Îranê û Komaleyê di serhildana de berpirs dibîne. Li Başûrê Kurdistanê cîwarên siwîlên hemwelatiyên Rojhelata Kurdistanê bombebaran dike.
Berpirsê Navenda Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê Kawe Behramî ji K24ê re got, Supaya Pasdarên Îranê ji şeva borî û heta îro danê sibê, navçeyên Seqer û Berbizîn li devera Biradost topbaran kirin.
Kawe Behramî aşkere kiriye ji bilî ku ziyanên gihîştine sirûşta deverê, ti ziyanên canî negihîşt hêzên wan.
Hevdem jî Fermandarê Hêzên Helgurd ên Komelaya Zehmetkêşan a Kurdistanê Emced Husên Penahî ji K24ê re got, di encama topbarana Îranê li ser devera Biradost, 3 Pêşmergeyên wan birîndar bûne.
Ev yek di demekê de ye, Fermandarê Hêzên Zemînî yên Supaya Pasdarên Îranê Mihemed Pakpûr ragihand, wan “bi 73 mûşekên Ballistic û bi dehan dronên bombekirî, baregehên partiyên dijberê Îranê li nava xaka Iraqê kirine armanc.”
Meclîsa Kurdistanê bombebarankirina Dewleta İranê li Dewleta Federe ya Kurdistanê şermazar kirin.
Meclîsa Dewleta Federe ya Kurdistanê, derbarê êrişên Komara Îslamî ya Îranê bo ser çeperên kurdan li Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û di daxuyaniyekê de êrişên Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî şermezar kir.
Parlementoya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, hêzên Pasdarên Îranê duh çend navçeyên parêzgeha Hewlêr û Silêmaniyê bombebaran kirin û got: “Di encama êriş û bombebaranên nerewa yên Komara Îslamî ya Îranê de hejmarek welatiyên sivîl şehîd bûne û hinek jî birîndar bûne. Iran.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Em li ser navê Parlamentoya Kurdistanê bi tundî van êrîşan şermezar dikin û di wê baweriyê de ne ku bi ti behaneyê bi tundî, mûşek, êrişên serbazî û bombebaranê nayên kirin.”
Meclîsa Kurdistanê daxwaz ji hikûmeta federal û civaka navdewletî kir ku rê li van êrîş û binpêkirinên li ser xak û serweriya Iraq û Dewleta Federe ya Kurdistanê bigirin.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em careke din di dema şermezarkirina êrîşên pasdaran de, sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin û ji birîndaran re jî şîfayê dixwazin.’’
Gelek aşkere ye ku desthilatdariya Dewleta Îranê ji bona sedemên esasî yên serhildanê veşerîne PDK a Îranê Komalkeyê û rêxistinên din yên Kurdistanê sedem û berpirs dibine. Loma jî li Başûrê Kurdistanê, hemwelatiyên Rojhelata Kurdistanê bombebaran dike.
Divê ku Neteweyên Yekgirtî (NY), van êrÎşan bidin rawestandin.
Diyarbekîr, 30-09-2022
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,466
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://portal.netewe.com/- 10-04-2023
挂钩项目: 22
小组: 文章
Publication date: 30-09-2022 (2 年份的)
Publication Type: Born-digital
文件类型: 原文
普罗旺斯: 南库尔德斯坦
普罗旺斯: 东库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 96%
96%
添加( ئاراس حسۆ 10-04-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on14-04-2023
此产品最近更新( سارا ک ):10-04-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,466
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,543
图片 106,156
书籍 19,170
相关文件 96,554
Video 1,308
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!