图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,482
图片 106,126
书籍 19,170
相关文件 96,507
Video 1,308
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Çima wêjeya erebî û tirkî tê wergerandin û ya kurdî na?
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست1
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Çima wêjeya erebî û tirkî tê wergerandin û ya kurdî na?

Çima wêjeya erebî û tirkî tê wergerandin û ya kurdî na?
Çima wêjeya erebî û tirkî tê wergerandin û ya kurdî na?
#Helîm YÛSIV# , Diyarname.com, 06-12-2021.
Divê di destpêkê de ez vekirî bibêjim, mebesta min ji vê nivîsê ne ew e ku ez behsa mehrûmî û belelengaziya xwe û ya nivîskarên kurd bikim û dilê hin kesan û aliyan bi xwe û bi rewşa xwe û hemkarên xwe bişewitînim, yan jî destên xwe li ber kesekî vekim, da ku alîkariyê ji me re pêşkêş bikin. Yên ku van nivîsên min bi vî awayî şîrove dikin, ez nêta wan paqij nabînim û vê yekê mîna hewildanekê ber bi pûçkirina mebest û armancên min ji van nivîsan dinirxînim. Di serî de armanca min ew e ku ez balê bikişînim ser rewşa rasteqîn a wêje û nivîskariya kurdî. Wekî kesekî di vê meydanê de xwedî serpêhatî, dixwazim ku şert û mercên wêjeya zimanê kurdî bi hûrgiliyên xwe ve zelal bikim û hinek ronahiyê bavêjim ser awayê danûstendina kes û aliyên têkildar, bi taybetî yên ne kurd, bi vê wêjeyê û bi nivîskarên wê re. Wisa jî bandora rasterast ya rewşa siyasî û civakî û aborî ya kurd tê de dijîn li ser qada berhemdariya wêjeya kurdî û wergera wê bidim destnîşankirin. Her wiha balê bikşînim ser derfetên belavbûn û naskirina vê wêjeyê, ku mîna dareke kesk e di nav dilê çol û beyabanên zuha de roj bi roj şax vedide.
Hin pirsên rewa li ser nivîskaran
Di vê navberê de bi dehan pirsên balkêş û rewa têne kirin:
Çima weşangerekî kurd ku bi sedan pirtûkên kurdî çapkirine, ew bixwe diçe berhemeke xwe bi tirkî dinîvisîne û belav dike? Wisa jî xwe bi vê yekê bextewer dibîne.
Çima nivîskarekî kurd ku dikare baş bi kurdî binîvisîne, diçe berheman bi erebî dinîvisîne û balav dike, da ku bo zimanên ewropayî bêne wergerandin?
Çi dihêle bi dehan nivîskarên kurd ji kurdî dûr bikevin û xwe neçar bibînin bi erebî, tirkî, farisî binîvisînin?
Ev sê pirsên li jor derbasbûyî mînaka bi sedên pirsan in ku dikarin di nav vê tevliheviya kurd tê de dijîn de bêne kirin. Hinek dîtinên rexnegir berê xwe didin van kesan û wan bi xwe rexne dikin û vî karî wekî sûcdariyekê dinirxînin. Hinek jî vê diyardeyê wekî encameke xwezayî ji encamên bindestiya kurdan û welatê wan û qedexekirina çand û zimanê wan dibînin. Wisa jî dibînin ku ji mafê her nivîskarî ye bi wî zimanî binîvisîne ew ê ku pê tê xwendin, baş belav dibe û nirx bo wî tê dayîn.
Hin pirsên rewa li ser rewşê
Li Almanyayê bi giştî dema behsa “Oriantalische Literatur” (Wêjeyên rojhilatî) tê kirin, ew wêjeya erebî, tirkî û farisî bi nav dikin. Mînakên vê yekê pir in, lê ezê tenê behsa weşanxaneyekê bikim ku di profîla xwe de xwe wekî weşanxaneyeke pispor ya “wêjeya rojhilat“ pêşkêş dike. Di profîla wê de ev hevoka min ji almanî wergerandiye heye:
“Ev çil sal in ku em ji çarçova çandên erebî, farisî û tirkî berhemên di warê romanê, çîrokê, helbestê û pirtûkên zarokan de werdigerînin almanî û diweşînin.”
Îsal di çarçova rojên pêşangeha pirtûkan ya Frankfurtê de, roja 22.10.2021, demjimêr 12.00, sozeke min a hevdîtina bi xwediyê vê weşanxanê re hebû. Mijar jî wergera almanî ya romaneke min bû, ku ji kurdî bo almanî hatiye wergerandin. Gava me behsa profila weşanxaneyê kir û hebûna erebî, farisî, tirkî û tunebûna kurdî bû, yê weşanger rasterast ev yek wekî şaşitî qebûl kir û got:
– Dema em behsa “Wêjeyên Rojhilat” dikin em tenê behsa erebî, farisî û tirkî dikin û em kurdî ji bîr dikin. Ev jî şaşîtiyeke me ye û ji hêla xwe ve ez soz didim ku vê şaşîtiyê sererast bikim.
Mebest jê sererastkirina profîla weşanxaneya wî bû.
Min navê weşanxanê û navê yê weşanger li vir neda, da ku ev rexne şaş neyê şîrovekirin, wisa jî ji ber ku ev mînakeke ji gelek mînakên ku mirov li hemû welatên Ewropayê li wan rast tê.
Sedemên sereke ku behsa wan tê kirin
Di derbarê paşguhkirina wergera wêjeya kurdî de, gava mirov li sedeman bigere yekser ev têne gotin:
– Ajansên wergerê û wergêrên kurdan yên pispor tune ne
Ev sedem heta radeyeke mezin rast e, lê dema berhemeke kurdî bi awayekî baş bo zimanekî “rojavayî- ewropayî” tê wergerandin, dîsa jî ew pêşwaziya ku tê xwestin nabîne. Wisa jî berhemeke erebî, farisî yan tirkî jê bêhtir dikare bala weşanxane û derdorên têkildar bikşîne. Ji ber vê mirov nikare vê yekê wekî sedemeke bingehîn nîşan bide.
-Berhemên wêjeya kurdî yên mîna yên erebî, farisî û tirkî, yên baş tune ne.
Eger mirov ji hêla hejmarê ve binêre rast e ku ereb derdora 300 heta 400 mîlyonî ne, faris û tirk jî di navbera 80 û 100 mîlyonî de ne û dema mirov li hejmara kurdan ya kêm 40 heta 50 mîlyonî binêre û qedexekirina kurdî û parçekirin û bindestiya Kurdistanê bibîr bîne, zelal dibe ku ji hêla hejmarê ve berhemên kurdan ji yên din hindiktir in. Lê ev nayê wê wateyê di nav van berhemên kurdî yên hindik de berhemên baş û li gor hemû pîvanan astbilind tune ne. Ji ber vê mirov nikare bi temamî pala xwe bide vê sedemê.
– Nivîskarên kurdan bi kêr nayên û nikarin xwe bi cîhanê bidine naskirin.
Di nav nivîskarên kurd de, mîna nivîskarên hemû neteweyan, yên bêkêr û yên bi kêr tên hene. Eger em behsa tenê wan ên bi kêr tên bikin, mirov dibîne ku du nivîskarên kurd her çendî ji hêla wêjeyî ve wekî hevbin, lê dîsa jî yê kurd ê bi zimanekî din dinîvisîne stêrka wî ji ya nivîskarekî kurd ê bi zimanê xwe dinîvisîne geştir dibe û bêhtir bala her kesî dikişîne, wisa jî bêhtir tê wergerandin û bi her awayî xwedî lê tê derketin. Carinan bi xelatên biçûk û carinan bi yên mezin tê pêşwazîkirin. Wisa jî yê kurdînivîs dilşikestî, bê xelat, bê guhlêdan û bi xwendevanên hindik tê dorpêçkirin.
Mirov dikare bi dehên sedeman bihejmêre, lê ez ê li vir rawestim, da ku nivîs zêde dirêj nebe. Di vê beşê de min bêhtir bal kişand ser pirsên di derbarê paşguhkirina wergera wêjeya kurdî de, her wiha hin sedemên wê yên sereke. Di beşa din a nivîsê de ez ê bi mînakan ronahiyê bavêjim ser hin sedemên wergera berhemên erebî û tirkî bo zimanê ewropayî û bêparbûna kurdî ji vê yekê. [1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,242
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | candname.com
挂钩项目: 13
小组: 文章
Publication Type: Born-digital
书: 语言
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
普罗旺斯:
Technical Metadata
项目质量: 94%
94%
添加( ڕاپەر عوسمان عوزێری 09-04-2023
本文已被审查并发布( ئاراس حسۆ )on09-04-2023
此产品最近更新( ئاراس حسۆ ):09-04-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,242
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,482
图片 106,126
书籍 19,170
相关文件 96,507
Video 1,308
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!