图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,474
图片 106,577
书籍 19,270
相关文件 97,131
Video 1,391
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Arê Newrozê
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Arê Newrozê

Arê Newrozê
Arê Newrozê
Zehra Tunç

Agir yek ji vedîtinên destpêkê yên mirovan e ku her ku dem derbas bûye di nava civakan da wateyên cuda girtîye. Di nava civakên Rojhilata Navîn da jî bi vêxistina agirê Kawayê Hesinkar ra bûye mizgînîya jîyana nû û bi navê Newrozê bûye cejna biharê û destpêkirina sala nû.
Agir yek ji vedîtinên destpêkê yên mirovan e ku her ku dem derbas bûye di nava civakan da wateyên cuda girtîye. Di nava civakên Rojhilata Navîn da jî bi vêxistina agirê Kawayê Hesinkar ra bûye mizgînîya jîyana nû û bi navê Newrozê bûye cejna biharê û destpêkirina sala nû. Di salnameya hinek gelên Rojhilata Navîn da sal ji 21ê Adarê dest pê dike. Amadekarîyên Newrozê bi çêkirina cil û bergên nû yên rengîn û xwarinên gelerî dest pê dike. Teqez di wê rojê da her kes ji derva ye û bi xwezayê ra dibe yek. Şoreşgeran li hemberî zilma faşîzmê bi gotina: “Ez dixwazim bibim pira di navbera 8 û 21ê Adarê da” peyam dane. Ji bo jinan hêvîya serkeftinên jîndarkirî wekî Sema Yuce û jinên pêşeng ên weka wê 8ê Adarê û cejna Newrozê gihandine hev.
Sê derbikên şixatê yên Mezlûm Doxan di nava tarîtîya 12ê Îlonê da bûye xetîre-çiraxa hêvîyê û civakên Mezrabotanê li derdora xwe civandîye. Ciwanên kurdan di nava pencên qirkirina fîzîkî û çandî da her sal bi arê bedena xwe Newroz geş kirin û ji bo gelê kurd kirin roja berxwedanê. Ji lewra jî Rêber APO dibêje: “Ger azadî hêsan bûya, Ronahî û Bêrîvan xwe nedişewitandin”.
Sembola Cizîra Botan û berxwedanê Bêrîvan bi navê din Binevş ya ku navê xwe ji destana kurdan ya “Cembelîyê Mîrê Hekarî û Binevşa Narîn” girtî di sala 1980an da, ji ber darbeya 12ê Îlonê û zextên dewleta tirk ji Bişêrîya Êlihê bi malbata xwe ra li gelek malbatên êzidî ji Kurdistanê koçî Ewropayê bûn. Ciwana ku dê paşê bibe navê destana çelengî û jêhatîbûnê hîn di 17 salîya xwe da li hemberî parçekirinê helwesteka bihêz nîşan da. Di Nîsana 1984an li Ewropayê nêzî 40 kesî ji bo zextên cuntaya 12ê Îlonê yên li Kurdistanê bidin bihîstin û bi armanca protestokirina qetilkirina Mehmet Karasungur û Îbrahîm Bîlgîn ku di 2yê Gulana 1983an li Çîyayên Kurdistanê bi komployekê hatin şehîdkirin, 300 km meşîyan. Di wê meşa dirêj da ku salekê berdewam kir, Binevş jina yekem e ku cih girtîye.
Rêber APO li ser jêhatîbûna Bêrîvana ku bû strana Newrozê van nirxandinan dike: “Bêrîvana ku me şand Cizîrê keçek êzidî bû. Xwîşka wê ew anî Ewropayê. Ji bo ku li zarokên wê binêre. Me jî ew derbasî nav refên xwe kirin û em gelek jê bandor bûn. Me heskirin jî nîşanî wê kir. Çawa li çîyayan hat li gel jî hat û bi gelê Cizîrê xwe da heskirin. Em dikarin bêjin ku di hişyarbûna gelê Cizîrê da bandoreka wê ya mezin hebû. Keçek me ya wiha bû ku bi xwebûnê tevlî perwerdeyê bû. Zêde xwendina wê tune bû. Li gundekî mezin bû û bi dilgermî û xwebûna xwe va li me guhdar kir û têgihişt. Gotineka me bi me neda dubare kirin û gelek tişt dixist pratîkê”.
Serhildana Nisêbînê ya di sala 1990î da dest pê kir pêl bi pêl belav dibû û gihiştibû Kadîfekaleya Îzmîrê jî. Di dema ku gelê kurd giyanê berxwedêr dît û rabû ser pîyan giyanê Rehşanê jî zindî bûbû. Rehşan di wê demê da hîna zarok bû lê zilma dewletê ya li ser gel bi wê ra hêrseka mezin ava dikir. Welatîyên kurd ên li Kadîfekaleyê wê wekî jina ciwan ya bi kevirê di destê xwe da li refên pêş şer dike nas kirin. Rehşan di her fersendê da ji dayîka xwe ra digot: “Ez dixwazim biçim serê çîya. Li Cizîrê gelê me tê kuştin. Çima em tiştekî nakin dayê?”.
Rehşan Demîrel ya 17 salî bi agirê bedena xwe bersivek da gefên rayedarên ku di televzyonan da derdiketin û digotin: “Newroz qedexeye û vêxistina agirê wê jî qedexe ye” û ew bû agirê raperînê. Rehşanê wiha gotibû: “Ez li Kadîfekaleyê xwe dikim Newroz. Divê ez bersiva Cizîr, Mêrdîn û Nisêbînê bidim. Xwedî li min derkevin. Ez bang li Îsmet Sezgîn dikim ku dê Newroz were pîroz kirin… Ger bi agirê Newrozê nebe jî em ê bi canê xwe pîroz bikin”.
Zekîye Alkan dixwest bi canê xwe bibe bersiv ji serhildana jinên Nisêbînê ra. Di 21ê Adara 1990î da derket ser Sûrên dîrokî yên Amedê û bedena xwe da ber agir. Çalakîya Zekîye Alkan bandoreka mezin li ser jinan çêkir û nîşan da ku rêxistinbûna jinan dikeve pêvajoyeka nû.
Rêber APO ji bo Zekîye Alkan wiha dibêje: “Çalakîya Zekiye Alkan ya ku bi agirê azadîyê yê ku bilind dibe, di Newrozê da bedena xwe da ber agir û bû sembola Newrozê. Jinên kurd ketin ferqa jîyana azad. Dema em van pevajoyên ku hatin jîyîn dinirxînin; piştî salên 1990î, ji bo xebatên jinan pêvajoyekî îfade dike. Çalakîya Zekiye Alkan ya di Newroza 1990î da ku ji bîrdozîya partîya me bi bandor bû û bedena xwe da ber agir, digot: “Agirê Newrozê bi awayekî baş divê di bedena mirov da bê vêxistin” mînaka wêrekî û fedekarîyê ya bê dawî bû. Ji ber wê ketina jinan ya nava refên rizgarîyê ne ewqas hêsan bû. Şoreşên cîhanê, bi giştî û taybet dema jin di nav da nebe şoreşeka kêm mayî ye û ji bo me jî şoreşeka wiha ne pêkan e. Dixwest bibe çalakgereka mezin û dixwest bibe dildareka azadîyê. Ev jî bi agirê ku li ser Sûrên Amedê berda bedena xwe xwest berçav bike. Mirov dikare bêje watedar e. Ji ber ku jin bû baştir dihat fêmkirin?. Ji ber ku mirovek ku di nava nakokîyan da dikare bigihêje wê wêrekîyê. Ev rastîyek girîng e ku jinên Kurdistanê hişyar bûn, dema xwe rêxistin kirin û qat bi qat azad bûn. Wê demê Kurdistan jî hişyar, zindî, azad dibe û dibe cihekî ku mirov bikare lê bijî. Şehadeta Zekiye Alkan ya Amedê bi şehadeta Mezlûm ra têkildar e. Mezlûm çawa li hemberî radestîya li zindanê çalakîyek mezin kir û bi şehadeta xwe bû serkeftinek, Zekîye Alkan jî bû berxwedana li hemberî bêçarehiştin û tirsandina gelê kurd û Kurdistanê.
Bandora van jinên ciwan ên bi semaya arê Newrozê ra bûne yek û di bêdawîya fezayê da dengê dirûşmeyên wan ên ku deng veda bû hayraza-îlham şoreşa jinê li Rojavayê Kurdistanê bilind kir. Çawan di salên 1990î da ev pelpelîk bi rastîya agir ra bûn yek, çîroka wan û berxwedanê di nava hev da hatin hûnandin û Serhildana Cizîra Botanê bê Bêrîvanê nayê gotin bi heman şêweyî ne Berxwedana Kobanî bê Arîn Mîrkan tê zanîn, ne jî Berxwedana Serdemê bê Avesta Xabûr tê bihîstin. Ji lewra her jin bûne xwedawendên hemdem û serwerîya xwe li ser bajarê xwe dane avakirin. Jinên Kobanî di her çalakîyê da berê xwe didin Qada Jina Azad û ji ber peykerê xwedawenda xwe dest bi çalakîyê dikin.
Her sal berî Newrozê bi hefteyekê çalakîyên Newrozê dest pê dikin û li her devera ku kurd lê dijîn bi vêxistina arê Newrozê dest bi biharê dikin. Îsal jî li Farqîna Amedê cihê ku ji destana Zembîlfiroşê heya niha malovanî ji gelek dem û dewranan ra kiriye hat vêxistin. Kongreya Star ya Hesekê jî li ser Kelha Sukera ya ku çeteyên DAIŞê demekê kiribû cihê îşkence û serjêkirinê agir vêxist û peyama wê ew bû ku tu zilm mayînde nabe li hemberî serhildanên jinan! Bi pêşengîya Kongreya Star ra jinên Bakur û Rojhilatê Sûrîyê ji niha da rengê xwe dane qadên Newrozê. Her pêkhate bi rengê xwe yê resen cihê xwe di nava amadekarîyên Newrozê da digirin û dê wê rojê hunerê xwe nîşan bidin. [1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,113
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://civakademokratik.com/ - 08-04-2023
挂钩项目: 24
小组: 文章
Publication date: 17-03-2022 (2 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 文化
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 08-04-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on12-04-2023
此产品最近更新( سارا ک ):12-04-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,113
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,474
图片 106,577
书籍 19,270
相关文件 97,131
Video 1,391
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!