ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 519,083
画像 106,530
書籍 19,256
関連ファイル 96,988
Video 1,384
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Destpêka malbatên kurd li Filistînê
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Dr. Henna Isa

Dr. Henna Isa
=KTML_Bold=Destpêka malbatên kurd li Filistînê=KTML_End=
Dr. Henna Isa*
Wergerandin ji zimanê erebî: Ednan Bedreddîn
Comerdiya Selaheddîn Eyûbî, ku misilmanekî sunnî bûye, bi azadkirina Filistînê ji xaçeperestan sînordar nema ye. Wî kar kiriye jibo ku peywendiyekê dirûst bike di navbera Filistînê û misilmanan de, bi rêya lêmaiynê, niştecîbûnê, an jî bi armanca berevaniya wê ji dijminan. Bi deh hezaran şervanên kurd li Filistînê bi cih bûne. Bi derbasbûna demê re, bi sedan malbaltên kurd diyar bûne, û ew li gel netweyên dî li ser vê xakê tekil bûne. Di sedsalên navendî de, hebûna kurdan li Filistînê bi bûyerên rûbirûbûna misilman û xaçeperstan jibo bidestkixtina welatê Şamê û Misrê ve girêdayî bûye. Ev hebûn pişt re bi damezrandina dewleta eyûbî ku ji bal lehengê kurd Selaheddîn Eyûbî ve peywendîdar bûye. Piştî vê demê jî, hatina kurdan bo ser xaka Filistînê berdwam kiriya. Gelek kurd li gund û bajarên Filistîne di heyama memlûkiyan, osmaniyan û înglîzan de niştecîbûnê.
Kurd weke mucahîd ango cîhadîst di leşkerên ku Nûreddîn Zengî û Selaheddîn Eyûbî avakiribûn hatine. Selaheddîn gelek zevî li bajarên Filistînê yên serke pêşkêşî mîrên kurdan kirine, weke xelatek jibo bervaniya wan di ber xaka Filistînê li hember êrîşên xaçeperestan de, her weha jibo misilmankirina Filistênê, piştî ku ew sed salî li jêr desthilata xaçeperestan de ma bûye. Bi derbasbûna rojan re, kurdên van bajaran taxên taybet bi xwe avakirine li her yek ji Qudsê, Xelîl, Ekka, Nablus û Xezza, ku weke taxên kurdan hatine binav kirin.
Weke nimûne, Slaheddîn gelek kurd li bajarê Xelîl bicih kirine. Piştî demekê, jibo bidest xistina serokatiya bajêr, ew ketine rikeberiyê bi xelkê herêmê yên eslî re . Di encamê de, du bend hatine avakirin: Benda eyûbî ya kurdî, û benda temîmî ya erebî. Herdû bendan dest bi hijmarek ji pevçûn û dijberiyên hozane di nav xwe de kirine ku bi (komkujiya Sultan Qeytbay) sala 878 k/1473z zayinî kotahî bi wan hatiye. Ew komkujeyeka gelek mezin bûye. Piştî vê bûyerê herdû bendên navbûrî hilweşiyane û belav bûne. Kurdan berê xwe dane Nablus, Al-Lud, Qudsê û Xan Yûnus û di heyama hilmeta Ibrahîm Paşa yê Misrî sala 1830z de, hêza benda kurdan êdî gelekî lawaz bûye.
Selaheddîn bajarê Nablus diyarî xwarziyê xwe Husameddîn Laçîn kiriye. Navbûrî ev bajar ji destên xaçeperestan rizgar kiribû. Piştî mirina wî ev saman (mulk, property) di nav çend mîrên kurdan de hatiye parvekirin. Yek ji wan Seyfeddîn Alî kurê Ahmedê Hekarî bûye. Piraniya leşkerê memlûkiyan kurd bûne. Di vê demê hijmarek ji zaneyên olî yên kurd li bajarên Filistînê bicih bûne. Şêx Ibrahîm kurê Hudme yê Kurdî, ku xwedî keramat bû, li gundê Se'îr ku dikeve navbera Qudsê û Xelîl de niştecih bûye heta mirina xwe di sala 730k/1329z de li wê derê maye. Zaneyê islamê Bedreddînê Hekarî yê Seltî û zarokên xwe ji Selta rojhilata Urdunê gihiştine Qudsê. Neviyên wî taxek bi navê taxa Al-Selt avakirine. Bi dehên salan ewan melatiya Mizgefta Al Aqsa kirine û weke malbata Al-Imam tên naskirin û heta niha li Qudsê dijîn. Hijmara kurdan li Qudsê mezin bûye û taxeka wan bi navê taxa kurdan heye. Ew dikeve rojavayê taxa Al-Maxarbe û niha bi navê taxa Al Şeref tê naskirin.
Quds her weha bûye mala gelek zanyeyên kurd, mîna Şêx Ahmedê Muhemedê Kurdî yê Bestamî ku weke Şêxê Bestamiyan tê binav kirin. Wî weke mamosteyê olî li xwendingeha Selahiya heta mirina xwe di sala 881k/1400z de kar kiriye. Ji mamostayên heman xweningehê her yek ji Şêx Yûsufê Kurdi, Şêx Cibrîlê Kurdî ku xwediyê gelek ciwanmêriyan bûye û dostekî nêzîk ê Şêxê Kemalî bûye, Şêx Necmeddîn Dawûdê Kurdî navekî dî yê navdar e. Şêx Derbas Hekarî yê kurdî, mamostayê xwendingeha Al-Cawliya yê bûye.
Iro, li meydana Herema Qudsî ya Pîroz, Qubeyek bi navê Al-Qubbe Al-Qeymeriya heye. Ev Qube jibo bîranîna hijmarek cengewerên kurd ku ji keliha Qeymer, ku li ciyayên di navbera Musil û Xalatê de dimîne, navê xwe distînin. Navê xwediyê vê kelihê Abû Al Fawaris bûye, ango (Bavê Siwaran- têbîniya werger). Hozeka kurdan jî bi vî navî dihate naskirin. Ji kesayetiyên ku di vê Qubeyê de hatine veşartin, Şehîd Mîr Husameddîn Abû Al-Hesen kurê Abû Al Fawaris Al-Qeymerî yê ku sala 648k/1250z miriye, Mîr Diya'eddîn Musa kurê Abî Al-Faris ê ku sala 648k/1250z miriye, Mîr Husameddîn Xidir Al-Qeymerî yê ku sala 665k/1262z miriye û Mîr Nasruddîn Abû Al-hesen Al-Qeymerî yê ku sala 665k/1266z miriye. Neviyên van mîrekan heta niha li Qudsê û li bajarokê (Dora) li Xelîl dijîn û weke Mala Al-Qeymerî têne binav kirin. Beşek ji wan piştî 1967-an koçberî Urdunê bûn û li Aman û Al-Zerqaa bicihbûn.
Di heyama omaniyan de, hinek kurd piştî ku Hec a xwe kirine, hatine Qudsê û dorûbera wê. Li wê derê koşeyeka taybet jibo xwe di taxa Al-Azbekiyê de dirûst kirine. Hinek ji wan di rêzên artêşê û dezgehên ewlekariyê de erkdar bûne. Ahmed Muhemed alkurdî û Muhemed Feyrûz Alkurdî karmendên ewlekariyê bûne. Hesen Qewwas Al Barzanî Alkurdî karmendê ertêşê bûye. Ji erşîvên dadgeha Yafa ya şer'î diyar dibe ku gelek kurd li Qeza Yafayê bicih bûne. Heman erşîv, bi taybet ên girêdayî bi pirsgirkên mulkiyetê ve, eşkere dikin ku gelek kurd di dema desthiladariya osmaniyan de (1864-1914) weke karmend di dezgehên ertêş û ewlekariyê de kar kirine. Hesen Axa Alkurdî ji niştecihê Seknet Erşîd leşkerekî osmanî bûye, Hecî Bekîr Axa Akurdî çawîş bûye û Hecî Ahmed Axa kurê Muhemed Al-Qwwas alkurdî Yuzbaşî di ordiya Benî xazî de bûye.
Di sedsala 16-an de, kurdan li bajarê Xezza ku wê demê navenda sancakeka osmanî bûye taxeka taybet jibo xwe avakirine. Gerokê turk Ewliya Çelebî sala 1671-an digihêje Sefed. Li gor nivîsandinên wî, piraniya niştecihên bajêr ku dora 200 mal bi xwe ve girtiya, leşkerên kurd bûne. Hêjayî gotinê ye, di seransera desthihladariya osmaniyan de, kurd berdawan ji taxa kurdan li Şamê, ji Cizîr û Diyarbekirê hatine gund û bajarên Filistînê bi mebesta kar û bazirganiyê, yan weke karmend û rêvebir di dezgehên fermî de. Hinek weke leşker gihiştine vê xakê.
Peywendiyên Rêxistina Rizgarkirina Filistînê û tevgerên kurdî baş in. Piştî damezirandina desthilata Filistînê, ofisek jibo tevegera kurdî li Filistînê hate vekirin.
Serokê berê Yasir Erefat serperiştiya kongre yê damezrêner ê Komeleya hevalbendiya Filistînî- Kurdî yê ku di havîna 1999-an de li Ramellah hate li darxistin kir. Sala 2000-an, li Hewlêrê Komeleya Hevalbendiya Kurdî-Filistînî hate ragihandin**.
* Dr. Henna Isa rewşenbîr, lêkolîner û yasazanekî filistînî navdar e. Ew mamoste yê zanîngehê ye û ji xelkê bajarê Ramalla ye.   
** Beşê 2-n: Çend ji navdartirîn hoz û malbatên kurdan li Filistînê
[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは826表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | موقع http://www.rupelanu.com - 24-03-2023
リンクされたアイテム: 14
グループ: 記事
Publication date: 10-06-2016 (8 年)
Original Language: アラビア語
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 翻訳
ブック: 履歴
プロヴァンス: No specified T4 1002
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ئاراس حسۆ 23-03-2023上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 24-03-2023
最近の( سارا ک )によって更新この商品: 24-03-2023
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは826表示された回数
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 519,083
画像 106,530
書籍 19,256
関連ファイル 96,988
Video 1,384
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.907 秒(秒) !