图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,055
图片 106,653
书籍 19,286
相关文件 97,268
Video 1,392
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Cewoyê Emer
小组: 传记 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Cewoyê Emer

Cewoyê Emer
Cewoyê Emer
#Wezîrê Eşo# derheqa Cewoyê EMERDA
2’ê Îlona sala 2001’ê li gundekî Kurda li Ermenîstanê yê Sîpanê (berê Pamp), 84 saliya xwe da wefat kir dersdarê Kurda kedmezin Cewoyê Emerê Mamo.
Cewoyê Emer sala 1917’a li gundê Pampê li nawçeke Ermenîstanê, ku navê wê nava zemîn da her wa hatîye guhastinê (nawça Axbaranê, ya Elegezê, ya Aragazê, nîha jî qeza Aragasotinê), malbateke Kurdên Êzdî yên nexwendî ji dayka xwe bûyê. Piştî xilazkirina dibistana 7 salê, ew xwendinxana Kurdî ya Pişkavkazîyayê ya Pêdagojîyê da tê qebûlkirinê, ku sala 1931’ê li paytextê Ermenîstanê Êrîvanê ji bona amadekirina dersdarên dibistanên Kurdî û bi giranî dersdarên ziman û edebîyata Kurdî hatibû vekirinê.
Piştî xilazkirina xwendinxanê, ew dibistana gundê bav û kalan da dibe dersdarê ziman û edebîyata Kurdî û Ermenî. Gava sala 1941’ê Hîtler avît ser Yekîtîya Sovêtîyê, Cewoyê Emer berê xwe da şer ji boy parastina azayî û serbixwetîya welêt. Ewî wek lawê Kurd dijî dagîrkeran bi qehremanî şer kir û her tenê wê demê ji ber şer vekişîya gava birînên giran û kûr lê çêbûn. Ew bi singê ordên û mêdalên Hukumeta Sovêtîyê va xemilandî vegerîya gundê xwe û dîsa karê xwe yê dersdarîyê berdewam kir. Nava salên cuda cuda ew dibe cîgirê serokê dibistanê yê beşa perwerdê, lê salên 1963-1977’a dibe serokê eynî dibistanê. Piştra jî ew çend sala dersdarîyê dike û her tenê wî çaxê dest ji vî karê xwe yê hizkirî dikşîne gava extîyarî û bêrehetî lê dest didin.
Cewoyê Emer nava hezaran da dersdarekî degme, taybetî û em dikarin bêjin îstîsna bû. Ya yekemîn, bi karkirina zemandirêj deve-devî nîv sedsalê. Eva şedetîya wê yekê ye, ku ewî ji wî pêşê xwe yê dijwar û bi cefa, yê bi berpirsiyarîya mezin hiz dikir û demeke here kin jî weke pir mirovên dinê jê aciz nebû.
Ya duyemîn, ewî dibistana xwe neguhast, eynî avayî, eynî oda da nîv sedsalê ders dan. Cewoyê Emer weke miletevîn, welatevîn, weke pisporê karê pêdagojîyê, zanê prêdmêtên, ku wî dersên wan bi cî danî, wek mirovê bi hîsa berpirsiyarîyê bi giştî û hîsa berpirsiyarîya hindava karê xwe yê pêdagojîyê da bi taybetî.
Û dawîyê em dikarin vî hemûşkî bi vî şiklî bi giştî, bi tam û tomerî bikin: Hizkirina berbi pêşe, karê xwe da, hîsa berpirsiyarîye hindava wî karî da, zanebûnên kûr yên prêdmêtên, ku ewî dersên wan bi cî danî, serdestîya nava bi karanîna cure û metodên pêdagojîyê da, miletevîntî û welatevîntîya wî bûn sebebên bingehîn yên karkirina bi heyacan, bê westan, bê hêvîşandina sehet û hêza xwe. Bi taybetî miletevîntîya wî weka ya hinekan ne ya xwenîşandan û bangdanên vik û vala bû. Ewî bi karê xwe yê piraktîk, yê perwerdekirina şagirtên kurd, amadekirina kadroyên zane bona edebîyat û çanda Kurdî miletevîntiya xwe îzbat kir. Bes e, ku em bêjin, ji nava şagirtên rehmetî pir kadroyên miletîyê çê bûn, nemaze şayîr û nivîskar, zane û rojnamevanên bi nav û deng yên ku kedeke kifş kirin nava karê pêşvebirina edebîyat û çanda kurdî, kurdzanîyê. Lê çiqas ji wana wek wî bûn dersdar! Hinek wek dersdar eynî dibistanê da bûn hevkarên wî, lê weke berê, weke zemanê şagirtiya xwe jêra dîsa digotin: Dersdar. Loma jî tiştekî metelmaynê û tesedûfî nîbû, ku sala 1954a hukumeta Komara Ermenîstanê navekî hêja û bi rûmet danî ser wî, navê dersdarê komarê yê emekdar (keddar). Li wira pêwîst e em kifş bikin, ku ji sedan û belkî hezaran dersdara yek hêjayê vî navê bilind dibû. Û nav û dengê wî lawê gelê kurd ji sînorê gund û nawça wî der çû, li temamîya Komara Ermenîstanê û derwayê sînorê wê jî bela bû.
Ez wek şagirtê Cewoyê Mamo û piştra hevkarê wî eynî dibistanê da, gava salên 1958-1961’ê bûm serokê wê dibistana Pampê, dikarim mîsaleke konkirêt û geş ji karkirina rehmetî ya helal û bi heyecan, ya bê hevişandina sehet û hêza xwe bînim. Çawa ku dawîya dersan bi temamiya dibistanê dihat û piştî westandin û birçîbûne hemû dersdar û şagirtan dilezandin malên xwe, pir caran Cewo dibistanê da dima û di dersxaneyekê da ew şagirtan dicivandin, yên ku bi sebebên cuda-cuda ji alîyê perwerdebunê va ji hogirên xwe şunda ketibûn. Ewî bi wan ra ders şîrovedikir, ew bi pirsiyar kirina ji şagirtan zelal û hel dikir û gava didît ewana, wek ku dibêjin, ders muhandine, hêja bi dilekî rehet û baristan destûra çûyîna malê dida wan. Vê mêtoda wî berên qenc dida. Şagirtên di warê perwerdebûnê da kêm zîrek dersa xwe fêr dibûn, yên zîrek, lê xweranedîtî, tiral jî terka wê fêla xwe ya xirab didan, ku careke dinê dersdar wan bi vî cureyî ceza neke, westiyayî û birçî li dibistanê da bend neke.
Cewoyê Emer eynî mirov bû û mirovê eynî kurd. Ez dikarim bi bawerîya tam şedetîyê bidim, ku ew xwerû kurd bû. Em kurdên Sovêtîyê û rehmetî jî bi me ra li xerîbîyê bûn, dervayê welatê xwe. Lê Cewoyê Emer wek cudatîya ji hinek ronakbîrên me, ku ji bona jiyana xweştir û bi cî anîna hîsen xwe yên kariyêrîzmê zû terka gundê xwe didan û diçûne bajêr, hizreta xwe ya hindava welêt da bi mayina xwe ya li gundê kurda dişkênand, ku ewî wek Kurdistaneke biçûk didît. Çawa ku dihat Êrîvanê, em rastî hev dihatin her wa dilezand vegere gund, sebira wî li bajêr nedihat.
Cewoyê Emer ne ku tenê terka gundê xwe nekir, lê di gund da jî terke gundîyên xwe nekir. Kurdiya wî ya xwerû di wê yekê da kifş bû, ku weke hinek ronakbîran ew jî kirasê miletîyê, ku bingeha wî gund-gundîtîye, qet, demeke kin jî derneket. Ewî bextewarîya xwe nava pêwendî û têkilîyên xwe yên bi gundîyên cotkar û rêncber, gundîyên nîvxwendî û nexwendî da didît. Weke wana mêrg zevîya malê didrûtin, weke wana qusesîtî dikir û hirîya pezê malê diqusand, weke wana û bi wan ra hewariyên mirîya û xwendîyên şaya vedixwendin mala xwe û ji boy wan mesrefa giran dikir, erf û edet, deb û rizma miletîyê diparastin û pir aciz dibû gava gilî-gotinên asîmîlebûna hinek kurdan ber guhê wî diket. Lê çiqasî amade bû ji boy alîkarîyê û piştgiriyê. Tu kesek, ku ji boy vê yekê derê mala wî vekirana, wek ku dibêjin, bê tune û dilmayî verê nedikirin, çareyek ji boy wan didît. Mirovê gelêrî bû. Û loma jî undakirina mirov û ronakbîrê wa, çiqasî ji mirina wî emrê mezin da dest dabû, ne ku tenê derdekî giran e, lê usa jî keder e. Cewoyê Emer piştî mirina xwe valayî çêkir, ku hêsan û zû tije nabe. Lê ji bona me nas û hogirên wî berbînek heye, ku ewî bi xwe daye me. Hela hê zendîtîya xwe da ewî heykelekî bîranînê yê zendî ji xwe ra çêkir û bi serî şagirtên xwe yên ku derheqa wan da gotin. Û eger heykelekî ji mermer ê xweşîk ser tirba wî daneynin jî, ev heykelê zêndî bese û baştir e.
Yên weke Cewoyê Emerê Mamo her tenê bi fîzîkî dimrin. Ewana bîra gelê xwe û dîrokê da her zêndî dimînin.
Rojnameya “Dema nû”, hejmar: 20, sal: 31 Çileya Pêşin 2001. [1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览687
HashTag
挂钩项目: 5
小组: 传记
Date of Death: 02-09-2001
Cause of death: No specified T4 625
Country of death: 亚美尼亚
Education level: No specified T4 552
No specified T3 20: No specified T4 468
No specified T3 85: 亚美尼亚
Place of Residence: Diaspora
人键: 军事
性别:
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ڕاپەر عوسمان عوزێری 15-03-2023
本文已被审查并发布( ئاراس حسۆ )on15-03-2023
此产品最近更新( ئاراس حسۆ ):15-03-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览687
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.1116 KB 15-03-2023 ڕاپەر عوسمان عوزێریڕ.ع.ع.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,055
图片 106,653
书籍 19,286
相关文件 97,268
Video 1,392
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!