图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,000
图片 106,219
书籍 19,185
相关文件 96,640
Video 1,331
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Tevgera 1925an û Hadîseya Pîranê
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست1
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Tevgera 1925an û Hadîseya Pîranê

Tevgera 1925an û Hadîseya Pîranê
Tevgera 1925 an û Hadîseya Pîranê.
Şêx Seîd, kurê Şêx Mehmûd e û tehsîlekê baş dîtîye, di medreseyên Kurdistanê de xwendîye; Paloyê li nik apê xwe yê Şêx Husên, Mûşê li nik miftî Mihemed Emîn, Melezgirdê li nik Abdulhelîm û Xinûsê jî li nik Mûsa Efendî dersên wekî enwar, muharrîr, nahiv, sarf, mantiq, meanî, îstîare, beyan, bedî’ eqaîd û wd xwendine. Bavkalê wî yê Şêx Elîyê Paloyî (Sebtî), nûner û postnişînekî girîng ê terîqata Nexşebendî ya xêza Xalidî bû.
Di 17 ê Kanûna sala 1918an de li Îstenbulê bi serokatîya Seyîd Evdilqadirê lawê Şêx Ubeydulahê Nehrî Cemîyeta Tealîya Kurdistanê (CTK) hatîbû avakirin. Piştî xebata salûnîv-du salan, CTKê parçe dibe û eynî wext ji alîyê desthilatdarîya sîyasî ya wê demê ve, bi tevî 19 şubeyên xwe ve tête girtin.
Piştî girtina CTK ê, şertê xebata legal li Îstenbulê namîn. Di sala 1922 an de li Kurdistanê û li bajarê Erzerumê, bi awayekî îllegal (pinahî), bi serokîya Xelid Begê Cibrî Cemîyeta Îstiqlal û Îstihlasa Kurdistanê (Cemîyeta Serxwebûn û Rizgariya Kurdistanê/Komîteya Îstiqlala Kurdistanê/ Cemîyeta Azadî) hatîye avakirin.
Şêx Seîd, kurmet û zavayê Xalid Beg bû. Herweha ew aza û yek ji rêvebirên vê rêxistinê bû. Serkirde û rêvebirê vê rêxistinê, bi navê “sîyasîyûn” û “dînîyûn”(ulema), du beş bûn. Şêx Seîd ji beşê dînîyûn bû. Bi tevî şêx û mele û ulemayên din xebat û propaganda serhildaneke netewî ya giştî dikirin. Piştî ku ji koma sîyasîyûn Xalid Beg, di 20ê Kanûna Paşîn a sala 1924an de li Erzerumê hate destgîrkirin. Barê Şêx Seîd girantir bûye, ji hadîseya Pîranê şûn ve, karê dînî û sîyasî bi hev re ketîye ser milê wî. Di tevgera neteweyî ya sala 1925an de, name û daxuyanîyên wî bi navê “Emîrûl Mûcahîdîn Mihemed Seîd Nexşebendî” hatine belavkirin.
$Hadîseya Pîranê:$
Şêx Seîd, ji bo hazirîya xebatê ji Xinûsê tê mintiqa Çan û Çebaxçûrê, ji wir ve jî tê Licê. Di dema vê gera wî de, hejmarekê zêde xelk bi tevî çekên xwe tevlî cemaeta wî dibin. Li gorî neqilkirina Fehmî Bîlalê sekreterê wî, ji Dîyarbekirê, beş û serkirdeyên sîyasî yên Cemîyeta Îstiqlala Kurdistanê, bi sebeba ku dema gerên bi vî awayî nehatîye, mudaxaleyê vê terzê gera wî dikin û li ser biryara koma rêvebir a Diyarbekirê (Dr. Fuaf û …), ew ji Licê vediqete ku biçe cîyekî tenha yê mintiqa Sîwanê.
Di dema çûna ber bi wê herêmê ve, li binê gundê Serdê, Şêx Tahir û du rûsipiyên gund têne pêşîya wî û bi îsrar dixwazin wan li gund bikin mêvan. … Dema ku ew li gund dimînin, Salih Begê Hênê tê zîyaretîya wan û dixwaze ew biçe Hênê bibe mêvanê wî ji bo lihevanîna du malbatên mîrekên Hênê. Ji wir ve jî li ser vexwendin û daxwaza Şêx Evdirehîmê birayê wî, diçin Pîrnê…. Dema ku ew bi tevî cemata xwe li Pîranê dimînin, di roja 13 ê Sibata 1925an de, cendirmeyên wê derê diçin ber mala ew tê de û dixwazin du mehkûmên ku tevlî cemaeta wan bûne desteser bikin. Li ser vê meselê pevçûn çêdibe û cendirmeyek tê kuştin û yên din jî têne dîlgirtin. Li ser vê hadîseyê, tevgera 1925an berîya dema destnîşankirî dest pê dike.
Hadîseya Pîranê di 13ê Sibata 1341/ 1925an de çêbûye. Di vê hadîseyê de, sê cendirme û mualim Fexrî Efendî yê Pîranî jî tête kuştin. Şêx Seîd, piştî çêbûna hadîseya Pîranê, êdî li meydana şer e û serokê sîyasî û dînî yê Tevgera 1925 an e.
Şêx Seîd Efendî û hevalên xwe, ji Pîranê ve pêşîyê çûne nehiya Pêçarê û li gundekê wê civîn girêdane û berîya ku ew bigîjin Dara Hênê, ew der di 16ê Sibatê de ketîye destê şervanan…. ji wê şûn ve, di nav demeke kurt de, bajar û bajarokên wekî Licê, Gêl, Erxenî, Maden, Palo, Xarpût, Çebexçûr, Mûş, Varto, Siwêrek û wd. erdekî berfireh dikeve destê şervanên kurd…
Piştî desteserkirina Şêx Seîd ji alîyê bînbaşîyê teqawid Qasimê Cibran ê hevçengê wî ve, li ser pira Abdurehman Paşa di roja 16ê Nîsan 1925an de. Wî bi tevî hevalên wî yên pêre, tînin Dîyarbekirê ji bo mehkemekirinê. Her pênc azayên Heyeta Mehkemê, pêk hatibûn ji komekê mebûsên bijarteyên dewra duyemîn a Meclîsê. Ew di hepisxaneya nav Serayê de têne hepiskirin, lêbelê mehkemeya wan di dêrekê mezin ê ermen-fileyan de tête kirin. Mehkema wan di 26ê Gulanê de dest pê kirîye û 28ê Hezîranê biryara darvekirina wan bi hejmar 69 hatîye dayin. Di dema mehkemekirinê de li ser pirsa sawcî Şêx Seîd dibêje: “Ez ne li pêşîya vê hereketê me û ne jî li dawîya wê me…. Wekî her kesî ez jî di nav de me…” Qenaet û biryara mehkemê ev e ku “serkirdeyên vê tevgerê ji bo armanc û mexseda pêkanîn û avakirina Hikumeta Kurdistaneke musteqîl, bi çekdarî û rasterast serî hildane.” Tenê ji dosye û gruba Şêx Seîd Efendî, ji bo 48 kesan biryara darvekirinê tê dayin û van kesan li alîyê derveyê Derîyê Çîya yê sûra Diyarbekirê û li nêzîkê rêya Fîsqeya, di roja 29ê Hezîrana 1925an de, di berbanga sibê de hatine darvekirin. Di dema darvekirinê de, li ser gotin û zimandirêjiya Ahmed Mithadê walîyê Diyarbekirê û yên din, Şêx Seîd dibêje: “Heqê bizna kol namênê ji bizina bi quloç re!”
Seîd Veroj، 09.12.2022. [1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览514
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | candname.com 09.12.2022
相关文件: 1
挂钩项目: 2
小组: 文章
Publication Type: Born-digital
书: 历史
城市: Amed
文件类型: 原文
普罗旺斯: 北库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ڕاپەر عوسمان عوزێری 10-03-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on10-03-2023
此产品最近更新( سارا ک ):10-03-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览514
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.1117 KB 10-03-2023 ڕاپەر عوسمان عوزێریڕ.ع.ع.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,000
图片 106,219
书籍 19,185
相关文件 96,640
Video 1,331
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!