图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,093
图片 105,462
书籍 19,110
相关文件 96,122
Video 1,290
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Di ”Mem û Zîn”ê da hin babtên giring
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Mem û zîn

Mem û zîn
Di ”#Mem û Zîn#”ê da hin babtên giring
Siddik BOZARSLAN

Kana zanîna giştî
”Gerçi babetê ”Mem û Zîn”ê yê sereke, çîroka evîna Memê û Zînê ye; lê belê Ehmedê Xanî qîma xwe tenê bi qalkirin û salixdana çîroka wê evînê nanîye; her weha, qîma xwe tenê bi qalkirin û salixdana rewşa kurdan jî nanîye. Wî xwestîye li tenişta salixdana evîna Memê û Zînê û qalkirina rewşa gelê kurd, di pirtûka xwe da cî bide gelek şol û babetên cure cure, qala şolên tewira- tewir bike û bi wî awayî pirtûkeka dagirtî, pirtûkeka têrzanîn bigîhîne gelê kurd.
Bi wê daxwazê wî li dora çîroka evîna Memê û Zînê, bi hunermendîyeka mezin, hem qala rewşa gelê kurd û toreyên wî kirîye, hem jî cî daye hin şol û babetên cure cure yên ku têkilîya wan bi jîyanê heye û li ser wan jî dîtinên xwe ragîhandine. Bi wî awayî, ”Mem û Zîn” ne ku tenê bûye pirtûkeka evînê; lê her weha jibo zanîna giştî jî bûye kaneka dewlemend û serçavîyeka têrbereket.
Awayê nivîsîna wan dîtinan jî gelek balkêş e. Xanî carna di despêka hin beşan da, li gora babetên wan beşan çend malik li ser tiştek, mesela li ser Rojê yan li ser felekê yan li ser rindîyê û wd. nivîsîne û dîtinên xwe di heqê wan tiştan da bi wî awayî dane zanîn; carna jî di dûwayîya hin beşan da wisa kirîye; carna jî di nava beşek da, li gora babetê wî beşî çend malik li ser tiştek nivîsîne û dîtina xwe li ser wî tiştî bi wî awayî daye zanîn, paşê dîsa vegerîyaye ser babetê wî beşî û qalkirina wî babetî domandîye; carna jî hin kesên çîrokê li ser hin babetan, li ser hin bûyeran peyivandine û ji devên wan kesan di heqê wan babetan û bûyeran da haydarî dane yan jî dîtinên xwe dane zanîn.
Eger mirov ”Mem û Zîn”ê bişibîne baxçeyek, ew malikên ku Xanî dîtinên xwe li ser hin şolan di wan da dane zanîn, mirov dişê wan jî bişibîne gul û kulîlkên wî baxçeyî; eger mirov ”Mem û Zîn”ê bişibîne qumaşekî hevrîşmîn, mirov dişê wan malikan jî bişibîne nexşên renga- reng ên ku di wî qumaşî da hatine raçandin.
Ji rûmeta mirov heta rûmeta rindîyê û evînê, ji dijhevîya di siriştê û komelê da heta rastî û durustîya di hevalîyê û dostanîyê da, ji awayê kargêrîya dewletan heta tevgerên dewletmirovan û mîran, ji rabûna li dijê dewletê heta parastina otorîte û dûzena dewletê, gelek babet di ”Mem û Zîn”ê da cî girtine.
Li ser hemî babetên weha mirov dikare dûr û dirêj bi sed rûpelan binivîse. Lê belê di vê ”Pêşkêşî”yê da cî tune ku em li ser hemî şol û babetên weha binivîsin. Ji ber vê yekê, bi qasê ku cîyê vê ”Pêşkêşî”yê dest dide em´ê hin numûne ji hin babetên weha nîşan bidin.” (eynê eser, r. 47- 48)
Mirov
”Ehmedê Xanî, rûmeteka gelek bilind daye mirov. Hêj di despêka pirtûkê da di beşê pêşîn da dema pesnê Xwedê daye, giringîya mirov anîye ber çavan û daye zanîn ku navê mirov, nîşana hebûna Xwedê ye. Xanî, Xwedê şibandîye xezîneyeka di nava tilîsma alemê daku ji navê mirov dixuye, ji navê mirov kifş e. Di vî babetî da ji Xwedê ra weha gotîye:
”Xezîne yî tu, di nava tilîsma alemê da yî Defîne yî tu, ji navê mirov tu eşkera yî”
Li nik Xanî, amanca eslî ji afirandina Gerdûnê, mirov e; bi peyveka dî, mirov di merkeza Gerdûnê da cî digire û Xwedê her tişt jibo mirov afirandîye. Xanî di vî babetî da jî ji Xwedê ra gotîye ku:
”Bi peyvika ´bibe´, du alem afirandin fermana te Lê amanc çi bû? Mirov bû amanca wê fermana te
Mirov bi xwe ji her du aleman yek e afirîye ji fermana ´bibe´ û ji wê fermanê tîpek e
Ew tîp e rastîya bêguman a hemin (muhaqqeq) Hem ferman e bi qudreta te, hem jî afirandin”
Mirov ji laş û gîyan pêkhatîye. Ew her du unsur, du unsurên dijhev in; yek ji wan ji alema dinyayî ye, yek ji wan ji alema Xwedayî ye. Ew her du unsur, bê daxwaza xwe û bi zorê fermana Xwedê bi hev ra hatine zewicandin:
”Herçî ku laş in, ayînkirî (resimkirî) ne ji alema dinyayî Herçî ku gîyan in, nîşankirî ne bi nîşana Xwedayî
Ev gîyan û laş, bê daxwaza xwe, bi zor hatin zewicandin bi fermana Xwedê ya ku hatibû ji jor
Gerçi rûmetketî ye alema dinyayî lê belê şewqa rindîyê ye alema Xwedayî”
Ji yekîtî û zewicandina wan her du unsurên dijhev, mirov pêkhatîye, ku Xanî ew şibandîye tîpek ji fermana Xwedê. Ew tîp, yanî mirov, gerçi bi telê (cismê berçav) xwe hûr e, lê belê amanc û maneya wê tîpê gelek kûr e; ew tîp, nexşê qelema tewr mezin e. Di vê babetî da ji Xwedê ra weha gotîye:
”Tîpa ku me got, ew nexşekî hûr e Lê amanc û maneya wê gelek kûr e
Gerçi te ew biçûk nîşan daye, bi çavdîtin lê di eslê xwe da ew e nexşê qelema tewr mezin”
Ji ber ku ew tîp ji wan her du unsurên dijhev pêkhatîye, qencî û xirabî di wê da gîhane hev, serfirazî û neng (tiştê şermê) tev ji wê dixuyîn:
”Di wê da ne tiştên dîyar û nedîyar Serfirazî jî, neng jî ji wê dibin dîyar”
Yanî mirov dikare bêje ku li gora dîtina Xanî, mirov wek bajarek e ku tê da qencî û xirabî, serfirazî û neng, li rexê hev cî digrin; yan jî mirov wek gulek e ku pelên geş û bêhnxweş jî, strîyên tûj jî pê ve hene; yan jî mirov daristanek e kut ê da xezalên xweşik jî, gur û hirçên goştxur jî, rovîyên dekzan û xasûk û hîlekar jî digerin. Bi wî awayî mirov hem ronayî ye, hem jî tarîtî ye:
”Mirov bi xwe hem tarîtî ye, hem jî nûr e Adem ji te hem nêzîk e, hem jî dûr e”
Mirov dikare bêje ku Xanî, ew alema ku di şexsê mirov da veşartî ye û ew dijhevîya ku di wê alemê da heye, bi van her du malikên jorîn bi awayekî pirr zelal anîye ber çavan. Ma mirov nikare bêje ku ew dîyalektîka ku di şexsê mirov da heye, Xanî bi van her du malikan tilîya xwe danîye ser wê û ew nîşan daye! Lê belê ew dijhevî, rûmeta mirov danaxe û kêm nake; digel ku mirov hem ronayî ye û hem tarîtî ye jî, ew dîsa amanc e jibo afirandina alemê, dîsa her tişt jibo wî hatîye afirandin û di xizmeta wî da ye, her tişt li ser karê wî ye:
”Herçî tiştên ku di vê alemê da hene ew peyrewên (kesê ku li pey tiştek/kesek diçe) me mirovan in, li ser karê me ne”
Çi ne ew tişt? Li gora dîtina Xanî her tişt; ji çerxa felekê heta axê, ji xurekan heta cilan, ji dozan heta daxwazan, ji lawiran heta madenan, ji amancan heta miradan:
”Bi giştî jibo me ra di kar da ne û hemî pêkve jibo me di bînê kar da ne” (eynê eser, r. 48- 50)
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,334
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | موقع https://portal.netewe.com/- 08-03-2023
挂钩项目: 39
刊物
图书馆
文章
日期与活动
小组: 文章
Publication date: 18-06-2022 (2 年份的)
Publication Type: Born-digital
书:
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 08-03-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on08-03-2023
此产品最近更新( سارا ک ):08-03-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,334
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,093
图片 105,462
书籍 19,110
相关文件 96,122
Video 1,290
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!