图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,334
图片 106,554
书籍 19,263
相关文件 97,081
Video 1,384
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
PIRTÛKEK TEORÎK Û AKADEMÎK DERBARÊ ROMAN Û GOTARÊ DE
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Roman û Gotar

Roman û Gotar
PIRTÛKEK TEORÎK Û AKADEMÎK DERBARÊ ROMAN Û GOTARÊ DE
#Lokman Polat#
Pirtûka birêz Umran Aran a bi navê “Roman û Gotar – Mîxaîl Baxtîn û Romana Kurdî“ pirtûkek teorîk û akademîke ku tê de analîzên curbecur derbarê roman û gotarê û herweha derheqê romana kurdî de hene. Pirtûk di nav weşanên “Peymend“de derketiye. Pirtûk 144 rûpel e. Di dawiya pirtûkê de “term û çemkên girîng ên xebatê“ û “çavkanî“ heye. Ji naveroka pirtûkê diyar dibe ku pirtûkek teorîk û akademîk e.
Pirtûk ji sê beşan û du pêvekan pêk tê. Di her beşê de çend sernavên navber ku mijar û temayên wan curbecurin hatine rave kirin. Nivîskarê kurd Umran Aran di çerçeveya dîtînên Mîxaîl Baxtînê rusî de hinek romanên kurdî nirxandiye, analîz kiriye.
Min di nivîsek xwe de gotibû; “ Zimanê kurdî zimanekî dewlemend e û pê her tişt dikare bê nivîsîn. Hosteyê edebiyata kurdî Ehmedê Xanî sê sed sal berê berhemeke nemir afirandiye û tê de ramanên felsefî jî hene. Zimanê kurdî ne tenê zimanê nivîsîna çîrokan e. Bi vî zimanî di gel çîrokan, roman, helbest, şano, felsefe, teorî, îdeolojî, siyaset, şîrove, ceribandin, analîz, mîzah, magazîn û hwd, anku hemû cure tişt hatiye nivîsîn û divê ji niha pêve jî bê nivîsîn.“ Binêrin nivîsa min a bi sernavê “ Wêje, felsefe û romanên ramanî“ di malpera Diyarname de.
Pirtûka birêz Umran Aran a teorîk û akademîk dewlemendiya zimanê kurdî radixe ber çavên xwendevanan. Mijarên ku di pirtûkê de têne analîz kirin mijarên girîng in, divê edebiyathez, kesên ku ji xwendina romanan hez dikin û dixwazin derbarê wêje û romanan de û herweha hinek romanên kurdî de agahdar bibine û bibin xwedî asoyeke berfereh divê vê pirtûka hêja miheqeq bixwînin.
Pirtûk bi kurtejiyan û berhemên Mîxaîl Baxtîn dest pê dike. Baxtîn teorisyenekî edebiyatê ye. Gelek pirtûk û gotarên wî ên derbarê wêjeyê de hene. Çend pirtûkên wî jî li tirkî hatine wergerandin û li Stenbolê hatine weşandin.
Pirtûk pêşî wek tezeke masterê hatiye amade kirin û paşê tê de hinek guhartin hatiye kirin, hinek beş lê hatiye zêde kirin. “Di çarçoveya teorîya ramanê ya Baxtîn de“ di derbarê romanê û hinek romanên kurdî de analîz û gotarên berfereh hatiye rave kirin. “Roman û Gotar“ pirtûkek giran e, xwendin û têgihîştandina wê hêsan nîn e. Binêrin ji vê hevokê xwendevan zû bi zû nikare tiştek fêm bike. “Me bi amraza vê çemkê û yên têkildarî wê karnavalesk û realîzma grotesk, di çarçoveya prensîbên karnavalê, rajêrkirin, bêhurmetiya bo tiştên dînî, berevajîkirina cîhanê û parçekirina bedenê de Aporîa analîz kir.“ Binêr rûpel 10.
Di beşa yekem a pirtûkê de mijara pirdengîyê di romana “Mîrname“ a Jan Dost de tê analîz kirin. Di vê beşê de “têkiliya nivîskar û lehengan di romana pirdeng“ de bi berferehî tê nirxandin.
Derbarê romana Jan Dost a bi navê “Mîrname“ de gelek nivîs hatine weşandin. Min bi xwe jî nivîsek nirxandinê nivîsîbû û ew nivîs di pirtûka min a bi navê “Pêncî romanên kurdî“ de hatibû weşandinê. Lêbelê di nivîsa min û tevahiya nivîsên ku hatine weşandin de di hêla mijara karnavalî, heteroglosîa, pirdengîya di ramana “Mîrname“ de nehatibû nirxandin/helsigandin. Ev cara yekeme ku ev hêla romanê di pirtûka birêz Umran Aran de tê rave kirin.
Di pirtûkê de pirdengî û serbixwetîya lehengan di Mîrnameyê de bi şêweyeke zanîstî û bi teferuat tê qal kirin. Roman bi taswîrên hunera romanê tê nirxandin. Di romana “Mîrname“ de, di hêla pirdengîyê de lavazîya ku di romanê de heye jî tê destnîşan kirin. Binêrin rûpel 36. Di gel ravekirina lavazîyê, serketin û dewlemendîya romanê jî tê rave kirin. Binêrin rûpel 39.
Beşa duyem a pirtûkê derbarê di romana Remezan Alan a bi nav, “Saturn“ de heteroglossîa yê ye. Remezan Alan vê romana xwe 18 sal berê di sala 2002an de weşandibû. Piştê vê romana wî a yekem êdî wî romanek din neweşandibû, lêbelê heta niha pênc pirtûkên wî ên derbarê wêje û folklorî de hatine weşandin. Pirtûka wî a herî dawî navî “Keşkûl“ e. Rastiya vê peyvê jî keşkûl nîn e, keşkol e.
Pirtûka “Roman û Gotar“ ji hêla danasîn, navlêkirin û termînolojîya wêjeyî ve gelek dewlemend e. Maneyên peyvan û karanîna wan bi berferehî tê qal kirin. Her weha di pirtûkê de ziman, pirzimanî, sîstema zimên, rast karanîna zimên di wêjeyê de û gelek pirs û pirsgirêkên ziman û wêjeyê bi şêweyeke zanîst, bi metodek akademîk tê rave kirin.
Di beşa duyem de heteroglossîa û rengê dîyalojîk di romana “Saturn“ de tê nirxandin. Di derbarê sê beşên naveroka romana “Saturn“ de analîz tê kirin. Umran Aran dibêje; “Em dibînin ku di Saturnê de metnên nedebî, çîrok, helbest, retorîk, şêwesazkirina parodîk a zimanê romantîk û sahneyên dramatîk jî hene.“ Binêr rûpel 64. Bi min jî “Saturn“ romaneke tevlihev bû, pir zimanî bû, tê de sê vebêj hebû. Sê çîrokên naveroka wan ji hevûdu cuda bi hevûdu ve hatibû pîne kirin û lewre jî li gor min romaneke serketî nebû. Zimanê wê jî zimanê romanê nebû, zimanê çîrok û çîrçîrokê bû, ango teqlîda şêwaza çîrçîrokên gelêrî bû.
Beşa sêyem a pirtûkê derbarê têgeha karnavalê û “Aporîa“ H. Kovan Baqî de ye. H. K.Baqî romannivîserekî post-modern e. Gelek romanên wî hene. Navên hinek romanên wî ne kurdî ne lêbelê roman bi kurdî ne. Wek mînak; navê romaneke wî “Heteroglossîa“ ye. Navê romanek wî a din jî “Aporîa“ ye. Di beşa sêyem de mijara karnavalê û romana H.K.Baqî a bi navê “Aporîa“ tê analîz kirin.
Di vê beşê de karnaval, mîzaha gel, karnavalbuna edebîyatê, realîzma groteks, karnaval di “Aporî“ de, parçekirin û lîstîk di aporîayê de tê şîrove kirin, bi şêweyeke zanîst tê analîz kirin. Min romana H.K.Baqî “Aporîa“ xwendiye, lêbelê min ew neeciband. Zimanê wê, sazkirina wê, naveroka wê, tevlîhevbûna tê de tehm û lezeta xwendina romanek neda min.
Di pirtûka birêz Umran Aran “Roman û Gotar“ de piştî beşa sêyem “Nirxandineke dawîn“ heye û du wê re du pêvek hene. Di pêvekan de dîtin û ramanên Baxtîn bi zanîstî tê rave kirin. Roman di çerçoveya Baxtîn de tê nirxandin. Hevpeyvîneke ku kovara “Noviy Mîrê“ bi Baxtîn re kiriye jî di pêveka duyem de heye.
Pirtûka birêz Umran Aran “Roman û Gotar“ hêjayê xwendinê ye. Min wê bi dilxweşî xwend û di hêla zanîna wêjeyî de, di derbarê cure romanan de ez gelek tişt fêr bum. Xwendevanên kurd, hûn jî pirtûkê bikirin û bixwînin, hûnê jî dê gelek tişt jê fêr bibin. Bi hêvîya ku birêz Umran Aran lêkolînên xwe bidomîne û pîrtûkên weha teorîk, akademîk binivîse û pêşkêşê xwendevanên kurd bike.
Belê xwendevanên Ezîz; Ez wek xwendevanekî kurd ji pirtûka birêz Umran Aran gelek tişt fêr bum. Zanîna min a derbarê edebiyat/wêjeyê, romanê pêşve çu, asoyên min fereh bû. Birêz U. Aran di pêşgotinê de dibêje; “Di çarçoveya teoriya romanê ya Baxtîn de yek ji çemkên din ên girîng kronotop e….heger mimkun be, me nêt heye wê di xebateke din de pêşkêş bikin.“
Ez û xwendevanên kurd em ê li benda birêz Umran Aran bin ku ew di xebatek xwe a din de mijara “Kronotopê“ analîz bike, binirxîne û pêşkêşê xwendevanên kurd bike. Ji bo xebata wî jê re serketin daxwaz dikim.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览574
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | موقع https://portal.netewe.com/ - 07-03-2023
挂钩项目: 2
图书馆
日期与活动
小组: 文章
Publication date: 03-01-2023 (1 年份的)
Publication Type: Born-digital
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 07-03-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on07-03-2023
此产品最近更新( سارا ک ):07-03-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览574
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,334
图片 106,554
书籍 19,263
相关文件 97,081
Video 1,384
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!