$Kurtejiyana Helbestvanê Kurd Heyder Horî$
Mamoste Heyder Horî, parêzer û helbestvan e, di sala 1984'an de ji dayîk bûye. Di dibistanên #Efrîn#ê de xwendiye û di sala 2002'an de amadehiya giştî bi dest xistiye. Paşê di zanîngeha Şamê fakulteya mafnasiyê
de xwend û ji sala 2013'an de li Tirkiyeyê niştecih bû.
Cara yekem di sala 2003'an de dest bi hewldana nivîsîna helbestê kir. Lê ev yek ji xwe re destpêkeke rastîn didît. Di sla 2007'an de bi metneke bi navê Birayên min di şkeftê de hene nivîsî. Eşqa peyvan karibû xwe di rûyan de bîne der da ku karive dîmena Efrînê xêz bike. Bi van şayesên helbestî di mîhrecana El-Şarîqa de helbest dixwend û bi wêrekî xelata El-Şarîqa ya afirandina erebî wergirt.
Du sala 2017'an de komek helbestên bi navê Mezin bû, gava ku qemîs teng bû, tevî hin xelatên herêmî û erebî wergirtine di qada wêjeyî de bû xwedî nav û dengekî mezin û bêhema.
$Ji wan berhemên wî ev in:$
- El-Zeba, helbest, 2007
- El-Behterî, helbest, 2008
- El-Colan, çîrok, 2008
- Ebdilselam El-Icêlî, helbest, 2008
- Zelî Arif Ce'lûk, helbest, 2010
- Rebî' El-Edeb, helbest, 2010
- Eka, helbest, 2010
- Rebîe El-Raqî, helbest, 2011
- Xelata El-Şarîqa ya afirandina erebî, helbest, 2017
- Afrabiya, çîrok, 2017,
- Mezin bûm gava qemîs teng bû, helbest, ji weşanên daîreya El-Şarîqa ya çandî, 2017
- Xaêf Ke Şurfefî El-Herb
- Birayekî min di Kehef de.
- Deriyê Xurafî
- Keleh (Monodrama), şano.
- Cam, şano.
Endamtiya di van saziya de kiriye:
1- Endamê saziya malpera mala helbestvanan, 2008.
2- Endamtiya yaneya Eştar a çandî, 2007.
3- Gerînendeyê darayî û dadgerî ya malpera mala helbestvanan, 2010.
Vê dawiyê jî beşdarî mîhrevana helbesta erebî li Stenbolê bûye.[1]
Çavkanî: kurdîpêdiya - Wergera ji erebî