Navê pirtûkê: BINGEHÊN GRAMÊRA KURMANCÎ
Navê nivîskar: #Celadet Alî Bedirxan#
Cihê çapkirina pirtûkê: stanbul
Navê çapxaneyê: Avesta
Sala çapê: 2010
Ji bo ku zimanek bê parastin divê ew bê nivisandin. Zimanekî niviskî ne tenê çêtir dikare bê hînkirin, ew her wiha danîşana netewbûnê ye. Bi tescîl û arşîvkirina ziman, bi damezrandina gramerek ji bo zimanekî ku jê bêpar e, Bedirxaniyan gihîştin armancên xwe yên ku bi rêya siyasetê nikaribûn bimeşînin.
Naveroka gramerê jî ji yên din gelekî cudatir e. Ev gramer yekemîn gramer e ku li gor metodên berhevdana zimanasiyê hatiye avakirin. Qaîde û rêbaz, ne tenê li gor devok û axaftina çend kesan hatine tespît kirin, lê di çerçoveya çavdêrî, lêkolîn û anketan ku li gelek deverên kurmanjîaxêf hatine lidarxistin. Daneyên ku bi van lêkolînan hatine berhevkirin di bin serenavê navdêr, mêjer, tewang, veqetandek, pronav û rengdêr de tên danasîn.[1]
Salih Akin