图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,455
图片 106,116
书籍 19,166
相关文件 96,493
Video 1,307
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Ne erdhej e, komkujî ye!
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Ne erdhej e, komkujî ye!

Ne erdhej e, komkujî ye!
Ne erdhej e, komkujî ye!
Jîn Aryen

Bûyerên xwezayê ji dîroka mirovahiyê kevntir û wêdetir in. Lewre destpêka avabûna gerdûnê û rûyê erdê weke bi milyar salan berê niha tê bilêvkirin. Mirovahî di nava vê deryaya bêserûbinî de dilopek e bêguman
lê bi bandora xwe ya li ser xwezayê gelek caran pêl dide û vê deryaya mezin carinan geş dike lê mixabin pir caran jî dibe sedema aloziyên mezin û deryaya ku em tê de dijîn dike çaleke ji agirê dojehê.
Di nava giyandarên ku li ser rûyê erdê dijîn de yên bi xwezayê re herî zede şer dike û dixwaze bibe serwerê xwezayê mirov in. Vî şerê ku bi xwezayê re tê dayîn mixabin encamên gelek giran derxistine holê û ev pêvajo di vê serdema ku em tê de dijîn de -ku bi xwesazkirina pergala kapîtalîzmê gihîştiye asta herî jor- bi awayekî girantir didome. Heger pêşiya vê hovitiya dijî xwezayê neyê girtin xuya ye ku dê bûyerên hê dijwartir rû bidin.
$Têkiliya ‘ol’ û erdhêjê$
Erdhêja ku di 6’ê sibatê de li bakurê Kurdistanê û hin bajarên li Tirkiyeyê pêk hatî û bandora xwe li gelek welatên din jî kirî ev rastiya xwezayê û mirovan careke din li ber çavan raxist. Wek gelek caran vê carê jî li ser erdhêjê nîqaş û nêrînên pir cuda tên kirin û bêyî ku nêzîkatiya mirovan – bi taybetî jî ya desthilatdaran- a li ser xweza û ekolojiyê bê nîqaşkirin li ser qederê, gunehên mirovan an jî xezeba Xwedê tê sekinandin.
Li gel erdhejê, pêşiya ku kavil bên rakirin û xebata rizgarkirina welatiyên di bin kavilan de mane pêk bê li mizgeftan sela hatin xwendin, mewlûd hatin dayin; li kolanan beriya xwarin û vexwarinê, konên kûrsên Qûranê hatin vekirin û li qadên ku erdhêj pêk hatiye bi hezaran Quran hatin belavkirin. Ev pêvajo hê jî bi awayên cuda didome û bawer im em ê hê şahidiya gelek ecêbiyên din jî bikin. Em baş dizanin ku ev hemû ji bo sergirtina berpirsyariya desthilatdaran e û di civakeke wiha ku jiyana azad nehatiye sazkirin de ‘ol’ ji bo vê yekê amûra herî guncav e.
Divê em vê pirsê bi awayekî zelal bipirsin: Gelo beriya ku li ser rûyê erdê mirov biafirin erdhêj, lehî, tofan û bobelatên pêk dihatin ji ber gunehên kê bûn û xezeba çi bû? Çi gunehên dînozoran hebû ku bi tofan û bobelatên mezin qir bûn? Pirs gelek in bê guman lê rastiyeke din jî heye ku kesên guh û çavên xwe ji rastiyê re girtibin naxwazin ji nava lepên ‘xweneêşandina nezaniyê’ derkevin û vê nezaniya xwe weke rastiyeke gerdûnî dispêrin her derê û her kesê/î. Şerê herî mezin divê bi vê nezaniya kûr û tarî re bê kirin ku jiyaneke birûmet bê avakirin. Heta ku ev hişmendiya tarî, kone û paşverû têk neçe ne gengaz e ku mirovahî rûmet û şerefa xwe xilas bike û li gor wê jiyaneke hevpar û dadmend ava bike.
Weke gelek tofan û bobelatên din di vê erdehêjê de jî me dît ku heger mirovahî dev ji şerê ku bi xwezayê re dide meşandin bernede û jiyana xwe bi xwezayê re di nava ahengsaziyê de ava neke dê têk biçe. Lewre serboriyên xwezayê û zanebûna gerdûnê ji ya mirovahiyê pir pir kûrtir û berfirehtir in. Divê em bi vê zanebûn û tecrûbeyê bawer bin û pergala xwe jî li gor ahengsaziya wê ava û saz bikin.
$Erdhêja civakî û exlaqî$
Niha pêwist e ku em li ser bûyera erdhêja 6’ê sibatê û encamên ku derketine holê bisekinin. Erdhêjê li Kurdistanê û li cîhanê ji ber dijwarbûn û firehbûna xwe ya erdnîgarî bandoreke pir mezin a fizîkî û derûnî pêk anî. Hemû encamên erdhêjê hê jî derneketine holê lê ji niha ve em dikarin bibêjin ku ev bûyer dê di bîra dîroka mirovahiyê de cihekî taybet bigire. Ev erdhêj, karaseteke pir mezin û dijwar e ku me hemûyan bi dil, mejî û laşê xwe hîs kir ku êş û jan û giraniya wê hê didome. Wisa xuya ye ku dê demeke dirêj jî bidome. Lewre ev erdhêj tenê ne bûyereke xwezayê bû, bi xwe re erdhêjên mezin ên civakî û exlakî jî derxistin holê.
Erdhêja herî mezin bi hişmendiya desthilatdariyê hat jiyandin; wisa bû ku bi hezaran mirov bi awayekî zanebûn di bin kavilên erdhêjê de hatin hiştin. Ev sucekî mirovahiyê ye û li ber çavên hemû dinyayê hat jiyandin. Ji ber vê sedemê piştî roja yekemîn a erdhêjê rê li ber komkujiyê hat vekirin…
Bi hezaran kesên ku piraniya wan kurd û elewî bûn ji bin kavilan nehatin derxistin û terkî mirinê hatin kirin. Ev ne qurbaniyên erdhêjê bûn, qurbaniyên komkujiyeke sîstematîk bûn. Lewre ji roja ewil heta niha sazî û dezgehên dewletê ku bi salan e ji bo mijara erdhêjê bacê kom dikin li qadên erdhêjê tune bûn. Ligel vê yekê; hinek kes, partî û saziyên civakparêz ên ku dixwestin alikariyê bikin hatin astengkirin. Dîsa jî ligel hemû astengkirinên ku nedihat hiştin kavil bên rakirin, aşxane bên vekirin û alikarî bên belavkirin gelên cîhanê û taybetî jî gelê kurd bi ruhê seferberiyê xwe birêxistin kirin û xwe gihandin hemû herêmên ku erdhêj lê çêbûne.
$Pêwistî û pirsgirêkên heyî$
Piştî ku erdhej qewimî me jî bi ciwan, jin û kesên dildar û bi gelê xwe re li herêmên erdhêjê êş û pirsgirêkên hatin jiyandn dîtin û jiyan, xebat meşandin ku heta ev êşa mezin aş bibe em ê xebatên xwe bidomînin. Helbet a herî girîng û pêwist ew e ku ev qadên erdhêjê vala neyên hiştin û pêşî li ber lîstikên desthilatdar û berjewendîperestan bên girtin. Bi taybetî jî mijarên valakirina bajarên ku kurd û elewî lê dijîn û ‘zarokên winda’ girîng in. Li ser vê mijarê bê gûman gelek nîqaş hatin kirin, nêrinên cuda jî derketin holê û di demên pêş de bawer im ev nîqaş dê hê kûrtir dewam bikin. Lewre ev ne mijareke ji rêzê ye û pêwîst e baş were şopandin.
Divê pirsên weke “pere û bacên ku heta niha hatine komkirin bi çi awayî tên bikaranîn û çima qadên ewle yên lêmayinê nayên avakirin?” bên pirsîn û şopandin. Nedîtina ava vexwarinê li herêmên erdhêjê pirsgirêkeke mezin e û pêşî li nexweşiyan jî vedike ku heta niha ji bo vê mijarê gavên şênber nehatine avêtin.
Piştî erdhêjê gelek jin ji ber ku çend malbat di xaniyekî de bi cih bûne ketine bin barên herî giran û ne li nava malê, ne jî li qadê dengê wan nayê bihistin û keda wan dîsa nayê dîtin. Ligel alîkariya bingehîn ên wekr cih, xwarin û vexwarin divê ji bo jin û zarokan piştgiriya derûniyê û civaknasiyê jî bê dayin.
$Avakirina jiyaneke nû$
Encameke herî girîng a vê erdhêjê ew bû ku civakê hêz û cewhera xwe ya rêxistinî ya xwezayî dît. Herwiha civakê dît ku dewlet di rastiya xwe de ne ‘rizgarkerê civakê’ ye, berevajî li ser pişta civakê qilûz û barekî giran e. Gelên ku di karesateke ew qas mezin de bê alîkariya dewletê- heta ligel astengikirna desthilatdariyê- karibe ew qas xwe birêxistin bike, vî barê giran hilgire û xwe bigihîne hewara bi sed hezaran kesan dikare ji xwe re jiyaneke gelek baştir û xweştir jî ava bike…
Jiyan bi qîmet e û hêja ye, li gorî vê divê rûmeta jiyanê jî hebe û ew qas erzan ji dest neçe. Ji bo vê pêwist e ku parastina jiyaneke xwezayî ya civakî bi pêş bikeve. Ev parastin jî bi rexistinbûyînê pêkan e. Hêviya me ew e ku ev rêxistinbûyîna ku hatiye avakirin di demên pêş de ji bo ku birînên erdhêjê bên pêçandin bidome û ji bo avakirina civakeke azad û jiyaneke birûmet pêşiya pergaleke nû veke.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,074
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | موقع https://xwebun1.org/- 04-03-2023
挂钩项目: 21
小组: 文章
Publication date: 03-03-2023 (1 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 报告
文件类型: 原文
普罗旺斯: 北库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 96%
96%
添加( ئاراس حسۆ 04-03-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on04-03-2023
此产品最近更新( سارا ک ):04-03-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,074
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,455
图片 106,116
书籍 19,166
相关文件 96,493
Video 1,307
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!