图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,674
图片 106,197
书籍 19,172
相关文件 96,612
Video 1,328
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Zimanê kurdî kaniya Kurdistanê ye
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Zimanê kurdî kaniya Kurdistanê ye

Zimanê kurdî kaniya Kurdistanê ye
Zimanê kurdî kaniya Kurdistanê ye
Dûrket Suren

Li Tirkiyeyê ji ber pergala bîrdoziya fermî pir gel hene ku ji çand û zimanê xwe hatine dûrxistin. Çand û ziman ku ji bo gelan nebe nebe ye û hertim hedefa sereke ya dewleta yekZimanê kurdî kaniya Kurdistanê yeperest e.
Ez li gelek bajarên Tirkiyeyê geriyam. Min gelek xelk nas kirin. Ji hemşîniyan heta lazan heta çerkezan heta ermenan heta rûman heta suryanan… Min şahidiya helandina hin gelan a bi ziman dest pê kiriye û paşê jî ji cewhera xwe çawa hatine dûrxistin kir. Mesela li Rîzeyê jineke hemşînî ji ber ku bi zimanê xwe nizanîbû û êdî pir kêm zimanê wan tê axaftin (Hemşînî li gorî lîsteya UNESCO’yê teqez di xetereyê de ne) aciziyan dikir, lê belê li ser rexneya min a bîrdoziya dewletê ku ji dibistana seretayî heta hetayê çawa tirkperestiyê li ser gelan ferz dike jî tozê li “dewleta xwe” danaynî û tirkîtî parast. Dîroka Komara Tirkiyeyê ku helandina civakê jê re weke kevneşopiyek e, pirengiya erdnîgariyekê ji bo “yek neteweyî” wiha dide windakirin. Windakirinê jî bi ziman dide destpêkirin.
Di pergala netewe-dewlet de ger zimanê te nebe tu nikarî xwe weke miletek bide îspatkirin. Bo vê yekê zimanê te dihelîne, çanda te ji holê radike û dixwaze te ji tirkan jî bêtir bike tirk. Mesela min li herêma Behra Reşê pir kêm tirk nas kirin, lê belê em dibînin ku nîjadperestiya herî mezin jî dîsa ji wê derê derdikeve.
Dewleta yekperest bi ser nekeve jî pişaftina herî mezin li ser kurdan ferz dike. Piştî axa Kurdistanê di nava çar dewletan de hat dabeşkirin, kurd ji bo hebûna xwe biparêzin berxwedaneke bêhempa dan û hê jî didin. Têkoşîna zimanê kurdî parçeya herî mezin a wê berxwedanê ye ku di oxira wê de gelek berdêl hatin dayîn. Kurdî hat qedexekirin, kurdbûyîn hat qedexekirin. Bi sedan dayikên me yên mîna Îpek Ateş a ku di zindanên darbekaran de tenê yek gotina tirkî jiber kiribû û ji kurê xwe yê girtî re gotibû “Kamber Ateş nasılsın” rastî wê îşkenceya dewletê hatin. Dayik û bav nikaribûn ji zarokên xwe yên di zindanan de dihatin girtin re bi kurdî bêjin “tu çawa yî” jî. Ne tenê di zindanan de di tu sazî û dezgehên dewletê de kurdî nehat pejirandin. Erd, ezman, ziman, hebûna kurdan hat dagirkirin. Hatin girtin, hatin kuştin, hatin koçberkirin, hatin windakirin…
Kurd li bajarên tirkan hatin lînckirin, bi malbatî hatin qetilkirin. Di kolanan de hê stranên kurdî tên astengkirin. Em hemû bi çavên xwe dibînin ku bi awayekî organîzekirî hewldana jiholêrakirina kurdbûyînê çawa tê kirin, lê belê em dihêlin ku kurdî ji malên me, ji jiyana me bê dûrxistin. Heta duh dayikên me ji ber ku bi tirkî nizanîbûn rastî îşkenceyan dihatin, îro jî zarok û ciwan an bi kurdî nizanin an jî naxwazin bi kurdî biaxivin. Li ser vê yekê dixwazim behsa du mînakan bikim. Behsa du jinên kurd ku di serdemên cuda û li bajarên cuda de ji ber ku bi tirkî nizanîbûn çawa nikarîbûn nan û şîr bistînin. Ez ê behsa diya xwe ya li Aydinê û Şîlan a li Stenbolê bikim.
Tevî pereyê zêde jî…
Malbata min ji sala 1979’an heta niha li Aydinê dijî. Ez li wir çêbûm û mezin bûm. Malbata min yek ji wan malbatane ku ji ber kurdbûyînê gelek zehmetî kişandine û rastî nîjadperestiyê hatine. Diya min Zînê, ligel ku di fabrîkaya tirkan de dixebitî jî ji ber wê nêzîkatiyê weke helwesteke xwe li tirkî dananî. Hê jî “nikare” xwe bi tirkî îfade bike. Çend sedemên trajîk a wê helwesta diya min hene helbet, lê ez ê behsa çîroka wê ya şîr bikim. Di navbera min û birayê min de tenê salek heye, bo vê yekê jî şîrê diya min têrî me nake. Diya min li gundê ku dimîne diçe çend malan bo şîr bistîne, lê belê ew nêzîkatiya dewletê ya li hemberî kurdan bandorê li ser gundiyan jî dike û ligel ku pereyê zêdetir dide jî gundî şîr nafiroşin ji diya min. Vedigere malê û heta bavê min tê malê hewl dide me bi çayê têr bike. Diya min kengî behsa wê çîrokê dikir her bi kelogirî dibû. Jixwe tiştên ku rastî malbatê hatin kir ku weke seknekê di nava malê de tenê kurdî bê axaftin. Ji ber vê yekê kurdên ku ji ber zextên dewletê koçî wê derê dikirin û di nava çend salan de çawa ji kurdî qut dibûn me matmayî dihiştin.
Bi saya tevgera kurd û çapemeniya kurd ew helwest weke polîtîk berdewam kir. Lê belê ew helwesta polîtîk êdî li ser nifşên nû nayê berdewamkirin. Bi zarokan re ya bi kurdî nayê axaftin an jî ji wan re nadin fêmkirin ku çima divê ji kurdî fedî nekin.
Fedîkirina ji zimanê xwe!
Min Şîlanê li Stenbolê nas kir. Di sala 1995’an de ji ber zextên dewletê di çar saliya xwe de tevî malbata xwe dibe koçber. Ji xeynî bavê wê tu kes bi tirkî nizanîbû. Rastî cudakariyê, rastî nîjadperestiyê tên. Şîlanê serpêhatiyeke xwe bi kelogirî wiha dibêje: “Kesî rû nedida me, tahde li me dikirin. Em diçûn dikanê, lê ji ber ku tirkiya me tunebû dikandar nan jî nedida me. Heta bavê min dihat em bê nan diman!”
Dema wê ev bîranîna xwe bi min re parve kir diya min a nikarîbû şîr bistîne hate bîra min. Min berê xwe da keça wê Hîrayê û min xwest ew bi min re kurdî biaxive. Lê Hîra ya biçûk kurdî nepeyivî, fedî kir û reviya. Min ji Şîlanê pirsî, wê jî got; “Erê, bi kurdî dizane, lê jixwe ew zehmetiyên mîna me nakişîne. Ji ber ku tirkî baş dizane û dikare xwe baş îfade bike!”
Mînaka Şîlan û diya min mînakek îşkenceya li ser kurd û zimanê kurdî ye û mînaka zarok û ciwanên di vê serdemê de naxwazin bi kurdî biaxivin û ji bo zehmetiyan nekişînin tirkiyeke baş diaxivin jî mînaka herî mezin a helandinê ye. Em hemû ji neçarî tirkî û zimanên dewletên serdest ên ku em lê dijîn hîn bûn. Me neçar hiştin ku em zimanên xelkê ji zimanê xwe bêtir bizanibin, me neçar hiştin ku em ji tirkan jî bêtir bi tirkiyeke baş biaxivin! Niha jî me “neçar” dihêlin ku em bibin amûrê helandina xwe..!
21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî
Bi minasebeta 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê li ser kurdî çalakî, daxuyanî û axaftin tên kirin. Daxwaza perwerdehiya zimanê kurdî tê kirin. Helwesta dewletê ya li ser zimanê kurdî zelal e, ew li aliyekî. Beriya her tiştî divê em ji zimanê xwe hez bikin û biaxivin. Li kolanên bajarên Kurdistanê êdî wisa bûye ku zarok tenê bi tirkî diaxivin. Tu mîkrofonê dirêjî kurdên li metropolan dikî û rexneya tu çima bi kurdî neaxivî dikî, dibêjin; wa li memleket kes bi kurdî napeyive ma em çi bikin! Ev yek tam jî raveya nivîsa min a dixwazim çi bibêjim e. Divê siyaseta kurd, saziyên ziman û çandê di vî alî de hê bi hesas, hê bi çalak bin. Stranek, helbestek, lîstikek an jî daxuyaniyeke bi kurdî li ser kesan çawa bandorê dike ji zaroktiya xwe dizanim. Kurdî kaniya Kurdistanê ye û bila ew kanî her biherike, bila tu kes nehêle ew kanî biçike…[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,427
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | موقع https://xwebun1.org/- 04-03-2023
挂钩项目: 55
No specified T2 37
图书馆
库尔德文件
文章
小组: 文章
Publication date: 22-06-2022 (2 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 语言
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 04-03-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on04-03-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,427
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,674
图片 106,197
书籍 19,172
相关文件 96,612
Video 1,328
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!