图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,312
图片 105,685
书籍 19,152
相关文件 96,410
Video 1,307
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Danasîna Mem û Zînê / Cînas
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Danasîna Mem û Zînê / Cînas

Danasîna Mem û Zînê / Cînas
Danasîna #Mem û Zîn#ê / Cînas
Sidik BOZARSLAN
Di edebîyatê da yek ji awa û unsurên hunerê jî cînas e. Ev awa di edebîyata Kurdî ya klasik da gelek hatîye karanîn. Cînas ew e ku hozan yan nivîskar di malikek da yan di du malikên li pey hev da yan jî di peyvikek da hin peyvikên wisa bi kar bîne ku hin tîpên wan yan hemî tîpên wan wek hev bin, lê belê awayê karanîna wan û maneyên wan ji hev cuda bin. Mesela, Melayê Cizîrî di helbesteka xwe da weha gotîye:
”Dîlber mecala (dem) name dî nasî, ku nîşana med î”
Wek ku dixuye, di dûwayîya her du malikan da jî tîpên ”name dî” hatine karanîn; lê bi awayên cuda cuda hatine nivîsîn û manayên cuda didin.
Di straneka Kurdî da jî evîndar ji yara xwe ra weha dibêje:
”Heft sal temam
l´benda te mam”
Li vir jî tîpên ”temam” di dûwayîya her du malikan da bi awayên cuda cuda hatine karanîn û maneyên cuda cuda didin.
Cînas, çend tewirên wê hene; wek cînasa tam, cînasa nîvçe, cînasa wekhev û wd. Lê li vir ji ber ku cî ji nasandin û îzahkirina van tewirên cînasê ra tune, em nikarin dûr û dirêj li ser nasandina hemîyan yeka-yek bisekinin û ji hemîyan ra numûne nîşan bidin. Daxwaz û amanca me li vir ev e ku em çend numûne ji cînasên di ”Mem û Zîn”ê da nîşan bidin û bidin zanîn ku Xanîyê mezin di karanîna hunera cînasê da jî siwarekî bêhevbez û bêhevber bûye û di dastana xwe da ev huner jî bi hostatîyeka mezin afirandîye.
Divê em vê yekê jî bidin zanîn ku, hunera cînasê ya di ”Mem û Zîn”ê da, bi piranî di Kurdîya wê ya orijinal da berçav e. Dema me ”Mem û Zîn” wergerand Kurdîya xwerû, gelek ji wan peyvikan jî hatin wergerandin û bi wergerandinê ra ji awayên xwe yên original derketin; di wergeranên wan ên Kurdîya xwerû da, ew dilkêşîya wan a hunerî êdî nema. Lê ji ber ku daxwaz û amanca me zelalkirin û îzahkirina mane û naveroka ”Mem û Zîn”ê bû, welew ku rengê hunerî yê wan peyvikan winda jî bibûya, ew wergerandin pêwist bû.
Ji ber vî semedî, em´ê li vir numûneyê cînasê ji malikên orijinal nîşan bidin; jibo ku maneyên wan jî ji xwendevanan ra hêsan bin, em li binê wan wergeranên wan ên Kurdîya xwerû jî datînin.
Wek ku me got, Xanî di hunera cînasê da jî siwarekî bêhevbez bûye. Di serê ”Mem û Zîn”ê da, di malika pêşîn da bi vî hunerê dest bi dastana xwe kirîye:
”Sernameê name, namê Allah
bê namê wî natemam e wellah”
Wek ku dixuye, li vir tîpên ”name” bi du awayên cure cure hatine karanîn û du maneyên cure cure didin. Ev her du malik bi Kurdîya xwerû weha ne:
”Sernivîsara pirtûkê, navê Xwedê
Bê navê wî ew nîcçe ye bi Xwedê”
Paşê ji Xwedê ra weha gotîye:
”Bê neqşê te, neqşê xame xam e
Bê namê te, name natemam e”
Li vir jî di malika pêşîn da tîpên ”xame” bi du awayan û bi du maneyan hatine karanîn. Kurdîya xwerû yavan her du malikan jî ev e:
”Bê nexşê te, nexşê qelemê xam e
Bê navê te, pirtûk jî ne temam e”
Di despêka beşê 4´an da weha deng li Pêxember kirîye:
”Şahînşehê textekê Medîne
Mu´ciz ji te ew qeder me dîne”
Li vir jî tîpên ”medîne bi du awayan û bi du maneyan di dûwayîya her du malikan da hatine nivîsîn. Ev her du malik bi Kurdîya xwerû weha ne:
”Ey Şahê şahan ê li ser textê bajarê Medîne
ji te ew qas mu´cîze me dîne”
Paşê ji Pêxember daxwaz kirîye ku here asîmanan:
”Hazir ji te ra Buraq û refref
Şatir bi te ra firîşte, ref ref”
Ev her du malik jî bi Kurdîya xwerû weha ne:
”Amade ne ji te ra Boraq û refref
Hevrê ne bi te ra firîşte, ref ref”
Di beşê 14´an da hatîye qalkirin ku di şênayîya Newrozê da Memê û Tacdîn li Zînê û Sitîyê rast hatine û bi evîna wan bêhiş ketine; her du xuşk çûne ser wan, ew jî bi evîna wan bûne derbedar û gustîlên xwe bi yên wan ra guhartine; paşê li ser wê rewşa wan weha hatîye gotin:
”Sersal û xweşî ji dest bi der dan
Eyşê xwe bedel kirin bi derdan”
Di van her du malikan da jî tîpên ”biderdan”cînasê pêktînin. Her du malik bi Kurdîya xwerû weha ne:
”Sersal û xweşî ji destên xwe bi der dan
Jîyana xwe ya xweş guhartin bi derdan”
Di beşê 29´an da Zînê deng li xuşka xwe Sitîyê kirîye û weha gotîye:
”Hemşadî û hemcefa û hemdem hemlehm û izam û cild û hemdem”
Peyvika ”hevdem” a pêşîn bi mana ”heval” e, ya 2´yan jî bi mana ”hevxwîn” e. Kurdîya xwerû ya her du malikan weha ye:
”Hem heval, hem jî hev´azar û hevşayî
Hevpost û hevxwîn, hevgoşt û hevhestî”
Di beşê 30´yî da Zînê deng li findê kirîye û gotîye:
”Şewqek te li ser serî dîyar e sewdayeke serserî dibare”
Di van her du malikan da jî tîpên ”serserî” bi du awayan û bi du maneyan hatine karanîn. Ev her du malik jî bi Kurdîya xwerû weha ne:
”Lê ê te, ronayîya te dixuye, li ser serî dîyar e û ji wê, sewdayeka di rû da ya serserî dibare”
Di beşê 31´ê da Xanî daye zanîn ku Zînê ji neçarî bi firfirokê ra peyîvîye û weha gotîye:
”Perwa nedikir ji ateşê xem Perwane dikir jibo xwe hemdem”
Li vir jî tîpên ”perwanedikir” di serê her du malikan da bi du awayan û bi du maneyan hatine karanîn. ”Perwane” ya di serê malika 2´yan da bi mana ”firfirok” e. Kurdîya xwerû ya malikan weha ye:
”Perwa û fikar nedikir ji agirê derd û xeman Firfirok ji xwe ra dikir hevalê wext û deman”
Di beşê 50´yî da, dema qal kirîye ku Mîr destûr daye Zînê ku here girtîxanê û Memê bibîne, Zîn bêhiş ketîye û malî hatine ku rewşa wê bibînin û bizanin, weha gotîye:
”Ehlê Heremê bezîne ser wê
Cûbar-i rewan kirin li serwê”
Li vir jî ji tîpên ”serwê” cînas hatîye çêkirin. Ev her du malik jî bi Kurdîya xwerû weha ne:
”Malî hemî pêkve, hingê bezîyan ser wê
Histirên wan wek cûyan bûn, ku rewan dibin li dara serwê”
Ev numûneyên ku me heta nuha ji cînasê nîşan dan, hemî jî ji cînasa tam bûn; di vê cînasê da tîpên ku cînasê pêktînin, di her du peyvikan da bi qasê hev in. Di ”Mem û Zîn”ê da tewirên dî yên cînasê jî gelek hatine karanîn; lê belê wek me li jor jî got, em li vir nikarin qala tewirên dî bikin.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,424
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | موقع https://portal.netewe.com/ - 20-02-2023
挂钩项目: 45
图书馆
文章
日期与活动
小组: 文章
Publication date: 21-01-2023 (1 年份的)
Publication Type: Born-digital
书:
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 20-02-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on20-02-2023
此产品最近更新( سارا ک ):20-02-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,424
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,312
图片 105,685
书籍 19,152
相关文件 96,410
Video 1,307
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!