图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,443
图片 105,710
书籍 19,160
相关文件 96,455
Video 1,307
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Danasîna Mem û Zînê / Telmîh
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Danasîna Mem û Zînê / Telmîh

Danasîna Mem û Zînê / Telmîh
Danasîna #Mem û Zîn#ê / Telmîh
Siddik BOZARSLAN
”Di edebîyata klasik da hunera telmîhê jî gelek hatîye karanîn û gelek meqbûl bûye. Telmîh ew e ku nivîskarek yan hozanek di pevekek da yan jî di malikêk da bi alîyê bûyerek ve yan çîrokek ve yan peyveka pêşîyan ve yan ayeteka Qur´anê ve yan hedîseka Xwedayî (hedîsên qudsî, ku ji alîyê Xwedê ve ji Pêxember ra hatine gotin û ji alîyê Pêxember ve hatine eşkerakirin) ve yan jî hedîseka Pêxember ve îşaret bike, wê bîne bîra xwendevanan yan jî bîra guhdaran.
Ehmedê Xanî di meydana vê hunerê da jî bi hostatî û hunermendî hespê xwe bezandîye. Mesela, di beşê 2´yan da ji Xwedê ra weha gotîye:
”Şêxê ku pênc car çû hecê û li wir ket nava haziran te ew dîn kir jibo keça kafiran”
Bi wan her du malikan, bi alîyê bûyera Şêxê Sen´anî ve îşaret kirîye. Di beşê 3´yan da di pesnê Pêxember da weha nivîsîye:
”Herçî te didît, her ew bû û te dibir pêşberê wî Ji eskerên nedîtî pêkhatibû leşkerê wî”
Malika 2´yan îşaret e bi alîyê ayeteka Qur´anê ve ku Xwedê tê da qala Şerê Huneynê kirîye û gotîye ”Xwedê, jibo alîkarîya Pêxemberê xwe hin esker şandin ku we ew nedîtin”.
Di beşê 4´an da ji Pêxember ra weha gotîye:
”Ey Padîşahê li ser textê Lewlak Rabe here asîmanan, çalak”
Peyvika ”Lewlak” a di malika pêşîn da Erebî ye û bi mana ”eger ne jibo te bûya” ye. Ev îşaret e bi alîyê hedîseka Xwedayî ve, ku Xwedê tê da ji Pêxember ra gotîye ”eger ne jibo te bûya, min felek nediafirandin”. Malika 2´yan jî îşaret e bi alîyê mîraca Pêxember ve.
Di despêka beşê 5´an da, ku ew beş li ser derdê Kurdan û rewşa wan a dijwar e, ji meygêr ra weha gotîye:
”Meygêr, tu jibo Xwedê kerem ke
qurtek mey di qedeha Cem ke
Da ku kifş bibe li ber me, rewş û dema me
ka dê bi hêsanî vebibe bextê me û pêkbê pêşedema me”
Ev malik bi tevayî îşaret dikin bi alîyê qedeha Şahê Ecem Cemşîd ve. Li gora efsaneyan, ew qedeheka efsûnkirî bûye û wek dûrbînek cîhan nîşan daye, wek telesqopek jî stêr gişt nîşan dane; dîsa li gora efsaneyan, kesê ku li wê qedehê nihêrtîye, zanîye ku di pêşedemê da dê çi biqewime. Xanîyê nemir, qedeha xwe şibandîye wê qedehê û xwestîye ku bi alîkarîya wê, rewşa Kurdan a pêşedemê bibîne û bizane.
Di beşê 23´yan da qala daweta Sitîyê û Tacdîn kirîye û mirovên ku çavnêrîya derxistina bûkê kirine, ew şibandine deryayeka lihevketî û pirrpêl û weha qala derxistina bûkê ji koşkê kirîye:
”Paşê, ji nîşka ve derê qencîyê vebû li ser Çîyayê Cûdî, li gemîya Nûh Pêxember”
Xanîyê nemir bi van her du malikan îşaret bi alîyê gemîya Nûh Pêxember ve kirîye, ku Qur´an dibêje piştê tofanê li ser Çîyayê Cûdî westaye.
Dîsa di wî beşî da Sitî şibandîye Belqîsayê, ku Mîrbanûya Sebayê bûye û çûye nik Silêman Pêxember; textê ku Sitî li ser rûniştî bûye jî şibandîye textê Balqîsayê; kesên ku ew text ber bi mala Tacdîn birine, ew jî şibandine Asefê Berxîya, ku wezîrê Silêman Pêxember bûye û bi keramet textê Belqîsayê anîye nik Silêman Pêxember. Xanî bi wan şibandinan îşaret bi alîyê wê bûyerê ve kirîye û weha gotîye:
”Sed Asefên Berxîya, hemî wek ba piştîvanî dikirin ji wî textî ra, hemî jî dilşa”
Di beşê 27´an da qal kirîye ku Zîn bi derdê evîna Memê derdedar bûye, ketîye nava nivînan û pêwendîyên xwe birrîne. Hingê hevalên wê lê civîyane û jê daxwaz kirine ku rabe û dîsa wek berê xwe bixemilîne, bi rindîya xwe dîsa nav û deng bide, xelkê dîn û har bike; di nava peyvên xwe da jê ra weha gotine:
”Meyxur bike melayan bi şîrînkirin û nazan Şêxan tu bişîne ber berazan”
Bi vê malika 2´yan dîsa îşaret bi alîyê bûyera Şêxê Sen´anî ve kirîye, ku jibo xatirê evîna keçika Ermenî dînê xwe guhartîye û çûye ber berazan.
Ji bil van awayên hunerê yên jorîn, di ”Mem û Zîn”ê da hin awayên dî jî hene; wek ”îham”, ”tewrîye”, ”tezad”, ”kînaye” û wd. Lê li vir cî ji nasandin û qalkirin û îzahkirina hemîyan ra tune. ”Mem û Zîn” pirtûkeka wisa ye ku, li ser edebîyat û hunera tê da hêja ye ku lêgerînên xweser bên kirin û pirtûkên xweser bên nivîsîn.. (Mem û Zîn, r. 7-89 )[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,350
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | موقع https://portal.netewe.com/- 20-02-2023
挂钩项目: 45
图书馆
文章
日期与活动
小组: 文章
Publication date: 25-01-2023 (1 年份的)
Publication Type: Born-digital
书:
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 94%
94%
添加( ئاراس حسۆ 20-02-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on20-02-2023
此产品最近更新( سارا ک ):20-02-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,350
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,443
图片 105,710
书籍 19,160
相关文件 96,455
Video 1,307
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!