پەرتووکخانە پەرتووکخانە
گەڕان

کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!


بژاردەی گەڕان





گەڕانی ورد      کیبۆرد


گەڕان
گەڕانی ورد
پەرتووکخانە
ناونامە بۆ منداڵانی کورد
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
سەرچاوەکان
شوێنپێیەکان
دڵخوازەکان
چالاکییەکان
چۆن بگەڕێم؟
بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا
ڤیدیۆ
درەختی پۆلەکان
بابەت بەهەڵکەوت
تۆمارکردنی بابەت
تۆماركردنی بابەتی نوێ
ناردنی وێنە
ڕاپرسی
بیروڕاکانتان
پەیوەندی
کوردیپێدیا چ زانیارییەکی پێویستە!
ستانداردەکان
ڕێساکانی بەکارهێنان
کوالیتیی بابەت
ئامرازەکان
دەربارە
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
چیمان دەربارە وتراوە!
ناوکێشکردن لە ماڵپەڕەکانتاندا
تۆمارکردن / کوژاندنەوەی ئیمێڵ
ئاماری میوانەکان
ئاماری بابەت
وەرگێڕی فۆنتەکان
گۆڕینی ڕێکەوتەکان
پشکنینی ڕێنووس
زمان و شێوەزمانی ڕووپەلەکان
کیبۆرد
لینکە پێویستەکان
ئێکستێنشنی کوردیپێدیا بۆ گووگڵ کڕۆم
کوکیز
زمانەکان
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
هەژماری من
چوونەژوورەوە
دەبمە هاوکارتان!
وشەی نهێنیت لەبیرکردووە!
گەڕان تۆمارکردنی بابەت ئامرازەکان زمانەکان هەژماری من
گەڕانی ورد
پەرتووکخانە
ناونامە بۆ منداڵانی کورد
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
سەرچاوەکان
شوێنپێیەکان
دڵخوازەکان
چالاکییەکان
چۆن بگەڕێم؟
بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا
ڤیدیۆ
درەختی پۆلەکان
بابەت بەهەڵکەوت
تۆماركردنی بابەتی نوێ
ناردنی وێنە
ڕاپرسی
بیروڕاکانتان
پەیوەندی
کوردیپێدیا چ زانیارییەکی پێویستە!
ستانداردەکان
ڕێساکانی بەکارهێنان
کوالیتیی بابەت
دەربارە
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
چیمان دەربارە وتراوە!
ناوکێشکردن لە ماڵپەڕەکانتاندا
تۆمارکردن / کوژاندنەوەی ئیمێڵ
ئاماری میوانەکان
ئاماری بابەت
وەرگێڕی فۆنتەکان
گۆڕینی ڕێکەوتەکان
پشکنینی ڕێنووس
زمان و شێوەزمانی ڕووپەلەکان
کیبۆرد
لینکە پێویستەکان
ئێکستێنشنی کوردیپێدیا بۆ گووگڵ کڕۆم
کوکیز
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
چوونەژوورەوە
دەبمە هاوکارتان!
وشەی نهێنیت لەبیرکردووە!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 دەربارە
 بابەت بەهەڵکەوت
 چالاکییەکانی ڕۆژی
 ڕێساکانی بەکارهێنان
 ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
 بیروڕاکانتان
 دڵخوازەکان
 کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
 چالاکییەکان - کوردیپێدیا
 یارمەتی
بابەتی نوێ
ژیاننامە
وەزیری ئەشۆ
18-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
ژیاننامە
هومایۆن عەبدوڵڵا
18-04-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ڤیدیۆ
ئاسکەکانی گەرمیان
18-04-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ڤیدیۆ
کورد خاوەنی کۆنترین شوێنەواری بەریتانیایە
18-04-2024
شادی ئاکۆیی
ڤیدیۆ
تەواوی زانیارییەکان لەسەر پاراسایکۆلۆژی لەلایەن دکتۆر هومایۆن عەبدوڵڵا
18-04-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ڤیدیۆ
دایک و زڕباوکی فەیروز ئازاد باسی کوژرانی کچەکەیان دەکەن
18-04-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ڤیدیۆ
قانع شاعیری چەوساوەکان
18-04-2024
شادی ئاکۆیی
ڤیدیۆ
سەید عەلی ئەسغەر دەنگێک لە ئاسمانی موزیکی کوردیدا
18-04-2024
شادی ئاکۆیی
ڤیدیۆ
فەتانەی وەلیدی ئەستێرەیەکی لە بیرکراو لە ئاسمانی هونەر و مۆسیقای کوردیدا
18-04-2024
شادی ئاکۆیی
ڤیدیۆ
مریەم خان یەکەمین گۆرانی بێژی ژنی کورد کە بەرهەمەکانی لەسەر قەوان تۆمارکراوە
18-04-2024
شادی ئاکۆیی
ئامار
بابەت 516,262
وێنە 105,187
پەرتووک PDF 19,086
فایلی پەیوەندیدار 95,692
ڤیدیۆ 1,280
شوێنەکان
خانەقین
ژیاننامە
قابیل عادل
ژیاننامە
شاپور عەبدولقادر
ژیاننامە
سەرهاد ئیسماعیل بیسۆ خەلەف
ژیاننامە
فەیروز ئازاد
Hebûna gelê Kurd di hebûna zimanê Kurdî de ye
کوردیپێدیا، بووەتە کوردستانی گەورە! لە هەموو لایەک و شێوەزمانێکی کوردستان ئەرشیڤوان و هاوکاری هەیە.
پۆل: کورتەباس | زمانی بابەت: Kurmancî - Kurdîy Serû
بەشکردن
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
نرخاندنی بابەت
نایاب
زۆر باشە
باش
خراپ نییە
خراپ
بۆ ناو لیستی دڵخوازەکان
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
گۆڕانکارییەکانی بابەتەکە
Metadata
RSS
گووگڵی وێنەی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
گووگڵی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Konê Reş

Konê Reş
#Konê Reş#: “Hebûna gelê Kurd di hebûna zimanê Kurdî de ye”
Kurdî nasnameya netewa Kurd e. Hebûna gelê Kurd di hebûna zimanê Kurdî de ye.
#Lokman Polat# – Pirs : 1 – Birêz Konê Reş ji kerema xwe, tu dikarî xwe bi xwendevanan bidî nasîn?
Konê Reş: Berî derbasbûna bersivan, bila em zanibin ku roja îro du şêwezarên Kurdî yên sereke bikar tên (Kurmancî û Soranî), her wiha du alfabe jî berdestin (Erebî û Latînî), Kurmancîaxêf bi tîpên latînî û Soranîaxêf bi tîpên erebî dinivîsin. Her du şêwezar jî ji zimanê Kurdî re bûne standard. Ez hêvî me ku di pêşerojê de, zimanê me, tenê bi alfabeya latînî di seranserî Kurdistanê de berdest bibe. Belê, ez bi van gotinan karim xwe bidim naskirin:
Mirovekî Kurd im
Ji sala 1514 an ve
Ta roja îro; Di kul, êş û janên
Gelê xwe de, di ponijim
Xemxur û zikêşê
Zimanê dê û bavê xwe me;
Yekim, ji wan kesên ku,
Li dor malbata Bedirxaniyan
Di xepêrim.
Ez Konê Reş im.
Konê ku stûnên wî,
Bi kuçên ji çiyayê
Sîpanê Xelatê, Barzan û Agrî
Bilind dibe,
Çît û berçîtên wî
Bi zil û qamîşa
Derdora çemê Dicle û Ferat
Dibe dîwar û
Bi hevirmêşa
Mûş û Bazîdê
Hatiye hûnandin
Ben û şerîtên wî
Ji hiriya berxên
Şikak û Heyderan,
Keriyên koçerên Berazan û Milan
Hatiye ristin
Konê ku ji mûyê
Bizinên zozanê Botan,
Zozanê şerefdînê û çiyayê Mazî
Hatiye çêkirin û
Bi rengê şevê
Hatiye debixdan
Da ku di rojê de
Beli û diyar be û
Xweş bê xuyakirin;
Dinya û alem tev
Bibîne û bizanibe ku
Qet singên konê min
Ji nav xaka bav û kalan
Nayên hilkirin
Nayên hilkirin
Ez Konê Reş im
Mirovekî Kurd im.
Lokman Polat – Pirs : 2 – Te kîngê û çima dest bi nivîsa kurdî kir? Berhema te ye pêşîn kîjan e? Û naveroka wê li ser çiye?
Konê Reş: Di bin bandor û şêraniya zimanê dayika xwe de, min hez ji zimanê xwe kiriye û pê dinivîsînim. Min serwextî, agahî û zanîbûna xwe ji xwendina bi zimanê erebî û kultura devikî ya bi zimanê bav û kalan kom kiriye. Tevî qedexebûna zimanê kurdî, qedexebûna pirtûkên bi zimanê Kurdî û qedexebûna pirtûkên bi zimanê erebî li dor kêşeya gelê min, min hewil daye û bi kurdî nivîsandiye. Pêre, min bi erebî jî nivîsandiye. Bêguman, bandora Cegerxwîn, Osman Sebrî, Dr. Nûredîn Zaza, Qedrî Can û di serê tevan de mamostayên wan Mîr Celadet û Dr. Kamîran Bedirxan zor mezin e di vî warî de.
Bi gotinek din nivîskarî û zimanhezî wek werîsê ji du benan hunandî be, yek bêyî yê din nabe. Di her pîşe û sazîyê de destpêk bi hezkirinê ye û hezkirina durist û aktîv mêraniye. Sebaretî nivîsandina min û hezkirina min ji zimanê Kurdî re, dikarim bibêjim ku li gundê min (Doda) vedigere, ev gundê sînorî ku li ser sînorê Sûriyê û Tirkiyê dikeve, kesî jê ne bi zimanê Erebî û ne bi zimanê Tirkî zanîbû. Bi demê re em di nav agirê van her du zimanan de dihat şewitandin. Wiha di nav wê trajîdiya zimanî de mezin bûm, min xwend û bi giyanekî Kurdperwerî hatim xwedî kirin.
Di sala 1973 an de min dîwana Cegerxwîn (Kîme Ez?), peyda kir û çend carekî bi Cegerxwîn re rûniştim, hingê min jî wek tevayî nifşê xwe, hin caran bi zimanê erebî dinivîsand. Lê piştî ku min Cegerxwîn dît û min jê pirsî Seyda! Tu bi zimanê erebî bêtir kare his û hestê xwe derînî an bi zimanê kurdî? Beşişî û li min vegerand: Bi kurdî. Ji wê hingê ve nivîsandina bi zimanê kurdî niqutî dilê min. Di sala 1977 an de dema ku ez ji bo xwendinê çûbûm Almaniya Rojava, li wir bişahî çav rojnameya (Roja Welat) ketim, bi Kurdî û Tirkî bû. Piştî vegera min di sala 1978an de, min dest bi nivîsandina Kurdî kir, belê di warekî teng de bû. Bi hatina ronakbîrên Kurd re ji Sovyêta berê wek: Celîlê Celîl, Ordîxanê Celîl, Eskerê Boyîk, Eliyê Evdilrehman Tosinê Reşîd şêraniya zimanê Kurdî û danheva zargotina kurdî bêtir bi min re mezin bûn. Wê hingê, di rêka mamoste Eskerê Boyîk re çend carekî helbestên min di rojnameya (Riya Teze) de belav bûn.
Di salên 1980î de hin caran berhemên min di kovara (Pêşeng) de belav dibûn, ewa ku partiya rehmetî Samî Ebdulrehman li Sûriyê diweşand. Belê di ji 42 salan ve ez bi kurdî dinivîsînim û di Newroza 1989an de min û hevalê xwe Abdulbaqî Huseyinî kovara folklorî û çandeyî bi navê (Gurzek Gul), bi Kurdiya Latînî weşand.
Pirtûka min a yekem bi navê (Serpêhatiyên Mîran), di sala 1991ê de li Beyrûtê hatiye çap û belavkirin û ya duyem bi navê (Mîr Celadet Bedirxan: Jiyan û Ramanên wî), di sala 1992an de li Şamê û di sala 1997an de li Stockholmê hatiye weşandin.
Û ez ji bo wan kesên ku bi zimanê Cizîrî, Xanî û Mîr Bedirxanê Botî diaxifin dibivîsînim, ji bo xelkên Qamişlo û Amûdê, Amedê û Sêrtê, Zaxo û Duhokê, Ormiya û Mehabadê dinivîsim, ji bo wan lehengên ku xwîna xwe di ber azadiya welat de rijandine, da ku careke din berfa li ser çiyayê Agirî, Cûdî, Barzan û Pîremegrûn, bi xwînê sor nebe, dinivîsînim. Da ku keç û xortên vî welatê birîndar bi aştî û aramî, her yek ji wan li ser Memê xwe, Siyabendê xwe, li ser Zîna xwe, Xeca xwe stranan bibêjin û Edûla Temir Paşayê Millî, bê tirs li ser Derwêşê Evdî binihirîne…
Erê, ez ji bo gul, kulîlk û nêrgizên Kurdistanê re dinivîsînim, ewên ku ji zimanê dayika min fam dikin, ewên ku, ez û wan bi yek şûrî dikevin û bi yek şûrî radibin, ewên ku ne ji wan be, ez tune me û hebûna xwe di hebûna wan de dibînim, ez ji bo wan dinivîsînim.

Lokman Polat – Pirs : 3 – Hinek nivîskarên ku bieslê xwe kurd in, bi tirkî dinivîsin. Lê, te tercîha xwe bi kurdî nivîsînê kiriye. Nivîskarên ku bi eslê xwe kurd in lê bi tirkî, arebî, farisî dinivîsin, nivîskarên kurd in yan nivîskarê zimanê tirkî, arebî, farisî ne? Tu ji bo nivîskarên ku bi eslê xwe kurd in, lê berhemên xwe bi zimanên neteweyên serdest (tirkî, erebî, farisî) dinivîsînin çi difikirî?
Konê Reş: Wek ku çawa li Tirkistanê zimanê Tirkî nişana hebûna miletê tirk e, li Erebistabê zimanê Erebî nîşana hebûna miletê ereb e, wiha jî Zimanê Kurdî nîşana hebûna miletê kurd e. Wek ku çawa her gelek di cîhanê de pênasîna xwe bi zimanê xwe dide naskirin, zimanê Kurdî jî pênasiya gelê Kurd e di nav gelên cîhanê de. Wek ku çawa di civata Netewên Yekbûyî de, her netewek bi ala xwe a rengîn tê naskirin, wiha jî netewa kurd bi zimanê xwe yê Kurdî di nav koma netewan de tê naskirin, anku zimanê Kurdî nasnameya netewa Kurd e. Hebûna gelê Kurd di hebûna zimanê Kurdî de ye. Û wiha jî, yê ku bi kurdî dinivîsîne nivîskarekî kurd e. Qet, ew kurdên ku bi zimanê Erebî, Tirkî an Farisî dinivîsînin nabin nivîskarên kurd û navên wan di nav navên nivîskarên kurd de nayê jimartin. Belê dema ku naveroka berhemên wan li dor kêşeya Kurdî be, mirov dikare wan bi navê balyozên gelê kurd, di nav wî miletê ku bi zimanê wan dinivîsînin, bi nav bike û hew. Ma em karin bibêjin Yeşar Kemal, an Ahmed Arif an Selîm Berekat, an Ahmed Qazî nivîskarên Kurd in? Belê kurd in. Lê wek nivîskarên kurd na. Wan pirtûkxaneya Tirkî, Erebî û Farisî dewlemend kirine, ne ya Kurdî.
Ereb dibêjin; yê ku bi erebî biaxfe, ew ereb e. Ez jî dibêjim yê ku bi kurdî binivîse, ew nivîskarekî kurd e.

Lokman Polat – Pirs : 4 – Edebîyata kurdî ya devkî dewlemend e. Gelo tu rewşa edebiyata kurdî ya nivîskî çawa dibînî?
Konê Reş: Edebîyata kurdî ya devkî li hezarê salan vedigere. Li peravên çemê Ferat, Dicle û Xabûr vedigere, li çiyayê Toroz, Zagros û Cûdî vedigere. Folklor û edebîyata me, mîna keleheke kavil û wêran e. Dijminên kurdewarî û mirovahiyê du kevirên wê saxlem li ser hev nehiştine û her kevirên wê didizin û dikin ji milkû malên xwe. Belê, her bingeh û lengerên vê keleha dêrîn di cihê xwe de mane. Kevir û berên wê, yên herfî tev li dorê û di hundurê beden û sûra wê de belawela ne. Kavlê vê kelehê li ser xaka Kurdistanê xweş belû û diyare. Li hêviya welatiyên xwe ye ku di hawara wê de bên û careke din vê keleha dêrîn vejînin û nû bikin. Eve rewşa kultura me. Ji 32 salan ve, hin bi hin welatiyên vê kelehê lê bi xwedî derdikevin, her yek ji rex xwe ve hewil dide ku beşdariyê di nûjeniya wê de bike. Bêguman ez jî yek ji wan welatiya me. Ez çav bi kelehê ketime, derbasî nav kavlên wê bûme. Ez jî wek hevalên xwe hewil didim ku ji berê ve, hîm û latên vê keleha hilweşyayî li cihê wan vegerînim û tiştekî kavil bi dûv xwe de nehêlim.
Ev e rewşa edebîyata me ya devkî. Ez bi nivîsînên xwe yên dîrokî hewil didim ku hîm û latên kelehê li cihê wê vegerînim. Bi hunandina helbestan re dixwazim kuç û berên derî û pencereyan li cihê wan deynim û bi danîna gotarên têvel re nîgar û neqşên kelehê şayik û hilû dikim.

Lokman Polat – Pirs : 5 – Li gor te kîjan şaxê edebiyata kurdî (helbest, çîrok, roman û şano) li pêş e û herî pir dewlemend e?
Konê Reş: Mixabin, ji ber qedexebûna zimanê me, hêjî helbest li pêş e. Dewlemendbûna wê li sala 1010 û baba Tahir Hemedanî, Eliyê Herîrî, Melayê Cizîrî vedigere. Belê zargotin û folklorê me zor dewlemende. Ne bawer im ku di Rojhilata Navîn de wek zargotin û folklorê me dewlemend heye. Li hêviya welatiyên xwe ye ku bidin hev. Eger di van deh salên hatî de nedin hev, kom nekin û ne erşivînin xisarek mezin li me dibe. Belê hêviyên min bi pexşan û romana kurdî mezin e. Ev pexşana ku bi Mele Mahmûdê Beyazîdî û Mîr Miqdad Bedirxan destpê kiriye. Geşbînim ku, roj bi roj ez navê romanekê bi kurdî dibihîzim. Ev yek jî dilê min rehet dike.

Lokman Polat – Pirs : 6 – Li gor bîr û raya min, nêrîn, dîtin û ramanên min, rexnegirî tena serê xwe rexne nîn e. Digel rexneyê berhemê fêmkirin, şîrovekirin, ravekirin û nirxdayin e. Bi gotineke kin û kurt, rexnegirî: Hunera şîrovekirin û nirxandina bi hişê têgihîştî ye. Rexnegirî, hunera nirxandinê ye, şiroveya berhemê ye, xwendina berheman e û herweha kar û xebateke lêkolînî ye. Tu ji bo rexnegiriya edebî çi difikirî?
Konê Reş: Di warê nivîsandin û rexnegiriyê de ev gotina Jean Paul Sarte tê bîra min; Azadiya nivîskar, azadiya xwendevan û azadiya rexnevan, sê bingehên sereke ne ji serketinê re. Wek ku çawa pêwîste ku nivîskar azad be di nivîsandina xwe de wiha jî pêwîste rexnevan azad be di rexneya xwe de, dûrî xal û xwarzitiyê be, hem jî dûrî zikreşiyê be. Pêwîste nivîskar û rexnevan di ser sansora zatî û dewletê re bin, ta karibin tiştekî nû û çak ji civaka xwe re pêşkêş bikin. Di baweriya min de her du; nivîskar û rexnevan, hev temam dikin. Yek bêyî yê din nabe. Serketina nivîskar bi rexnevan e. Rexnevanî alîkariye, rastkirin, tekûzkirin û kemilandina berhema nivîskar e. Tevî ku tiştekî kamil nîne û bav û kalên me jî gotine: Goşt bê hestî nîne, çendî yê rexnevan karibe wî goştî ji hestiya paqij bike, ew rexnevan biserketiye.

Lokman Polat – Pirs : 7 –Tu difikirî ku rexnegir bi têra xwe girîngiyê didin xebatên te? Eger wisa nafikirî, sedemên vê yên girîng çi ne?
Konê Reş: Waxx. Dema ku rexnevanekî xwedî wijdan, bê teref li dor berhemeke min dinivîsîne, çakî û şaşiyên min tîne ziman kêfxweş dibim. Hem hêzê dide min ku berhemeke din çaktir binivîsim û hem giringiyê dide berhema min ku welatiyên min bixwînin.

Lokman Polat – Pirs : 8 – Rexnegiriya kurdî di çi radeyê de ye? Li gor te, çima rexnegirî û fonksîyona rexnegiriyê çiye?
Konê Reş: Mixabin, wek ku min gotiye, ji ber rewşa welatê me û qedexebûna zimanê me rexnegeriya kurdî di destpêka xwe de ye. Û dema ku ez yekî wek te, di vê meydanê de dibînim ku, xwe ji rexneya romana Kurdî re vala kiriye, kumê xwe jê re bilind dikim.

Lokman Polat – Pirs : 9 – Mijara berhemên te bi giranî liser çi ne?
Konê Reş: Wek her kurdê ku di destpêka xwe de helbestê dinivîsînê, ez jî yek ji wa me. Heta niha 4 dîwanên mezinan û 3 dîwanên zarokan hatine çapkirin û 3 dîwan jî hatine wergerandin zimanê Erebî. Belê bêtir naverokên berhemên min pexşaneyî ne; gotar, dîrok, roman in.

Lokman Polat – Pirs : 10 – Dibêjin ne hemû bin jî piraniya nivîskarên kurd pirtûkên hev naxwînin, tu pirtûkên nivîskarên kurd dixwînî?
Konê Reş: Belê ez dixwînim. Bawer bike di vê heyamê ku kêm kes dixwînin, ez rojane 2-3 saetan dixwînim. Sed mixabin ku em kurdên Rojava berhemên hev naxwînin.

Lokman Polat – Pirs : 11 – Rexnegiriya helbestan ji ya romanê û çîrokê cuda ye. Rexnegir carna maneyên ku helbestvan qest nekiriye didine helbestê. Di eniya Wêjeya Kurdî de helbestvan gelek in lê rexnegirên helbestan kêm in. Tu li ser vê mijarê çi difikirî?
Konê Reş: Ji ber ku ew helbestvanên afrêner yên ku helbestên nû ji me re binivîsînin gelekî kêmin ta ku rexnevanekî li gor wan hebe. Eger çend navên jîr hebin, nebawerim ku rexnevanê li gor wan hebe. Mebesta min bi zimanê Kurdî ye.

Lokman Polat – Pirs : 12 – Ev rastiyek e ku gelek nivîskar tehamulî rexnekirina berhemên xwe nakin. Helwesta te li hemberê rexneyên li pirtûkên te hatine kirin yan jî rexne lê bêne kirin çiye?
Konê Reş: Dema ku rexneya wan li dor berhema min be, ne kîn û zikreşî be, kêfxweş û dilşad dibim. Ez ê sûdeyê ji rexneya wan bigirim, da ku careke din ew şaşî di berhemên min, yên nû de dubare nebin.
Lokman Polat – Pirs : 13 – Berpirsiyariya nivîskar û rexnegir li pêşberî hev çine? Helwesta wan a li hemberê hev divê çi be, çawa be?
Konê Reş: Pêwîste alîkarî û hezkirin be. Ji her ku her du rex ji bo berhemên çak û tekûz kar dikin.

Lokman Polat – Pirs : 14 – Çêbûna atmosfera rexneyê bi çi ve girêdayî ye? Çima rexne nayê pêşwazîkirin?
Konê Reş: Wek ku rexnevan çakiyan dibêje, wiha jî şaşiyan dibêje. Mixabin em hez pesin dikin. Em şaşiyan napejirînin. Em derziya di çavên xelkê de dibînin û şûjna di çavên xwe de nabînin. Ji ber wilo ye.
Lokman Polat – Pirs : 15 – Çawa ku di berhemên edebîyata cîhanê de erotîzm, pevşabûnên pornoyî hene, pir tebiiye, normale ku di berhemên kurdî de jî hebin û ji xwe di hinekan de hene. Kurd neteweyek in û ji bilî dewleta wan tiştekê wan kêmê neteweyên din nîn e. Divê erotîzm û pornoya wan jî hebe.
Lê hinek nivîskar şerm dikin û erotîzmê û pornoyê li cihek bêhil, qet hevûdu ramîsanê, hev maçî kirin jî di berhemên wan de tunin. Tu di vê mijarê de çi difikirî?
Konê Reş: Mamoste Lokman! Berhemên ji vî terzî di pêmayê bav û kalên me de zor pir in û ku bêne wergerandin zimanên cîhanî, wê miletên dinyê li me bimînin ecêbmayî. Nexasim di stranên govend û dîlanan de. Sebaretî min, ta pileyekê normal dibînim.

Lokman Polat – Pirs : 16 – Di hinek romanên min de û di hinek romanên Mehmed Uzun, Firat Cewerî, Bavê Nazê, Mîr Qasimlo, Helîm Yûsiv, Mihemed Şarman, Siud Kîkî, Devliken Kelogirî, Sevda Kaplan, Yildiz Çakar, Gabbar Çiyan, Nîhad Ekîncî, Cîhanroj û hwd. de sahneyên erotîk hene. Cenabê te romanên van nivîskarên ku min bi nav kir û yên din ku di wan de pevşabûn û şadimaniyên seksê hene xwendiye yan na? Heger te xwendiye tu wan berheman çawa dinirxînî?
Konê Reş: Min hin xwendine. Û ez normal dibînim. Civaka me jî heye. Em jî insan in. Bêguman wiha bûyer di civaka me de derbas dibin. Û yê nivîskar, nexasim romannivîs ji civaka xwe destpê dike.

Lokman Polat – Pirs : 17 – Di berhemên edebî yên kurdî de bandora kîjan ekola cîhanê a navnetewî heye?
Konê Reş: Di baweriya min de di rêka wergerê re, bandora ekola gelek dewletên cîhanî li me hatiye kirin. Her yek ji me bi rengekî.

Lokman Polat – Pirs : 18 – Tu derbarê realîzm, surrealîzm, modernîzm û postmodernîzmê de çi difikirî? Di nav berhemê kurdî de ev cure berhemên li gor van ekolan hene yan na?
Konê Reş: Mamoste! Hêj em di realîzmê de ne. Hêj romana me bi pirî dîrokî ye. Eger hin ji me surrealîzm, modernîzm di romanên xwe de bikar tînin, ji encamê xwendin, serwextî û zîrekiya wa ye.

Lokman Polat – Pirs : 19 – Nivîskar afirîner e. Afirînerî beriya hertiştî bi xeyalê pêk tê. Ji bo afirîneriyê xeyal, hest û eqil pêwîst e. Li gor min di edebîyata kurdî de xeyal kêm e, realîzm zêde ye. Li gor te di roman û çîroka Kurdî a nûjen-modern de xeyal çiqas heye?
Konê Reş: Dikarim bêjim eynî bersiva berê ye.

Lokman Polat – Pirs : 20 – Afirînerên edebiyatê avahîsazên cîhaneke wêjeyî ne û cîhana wêjeyî wê bibe çîrok, roman, avahî û naveroka wê çîrokê, romanê dê hebe. Ji bo wê jî mijar hewce dike. Mijar, bi xeyal, hest û mêjî ve di hundirê şiyana afirîneriyê de ye. Li gor min piraniya mijarên berhemên gelek nivîskarên kurd biyokrafîk in, hinek jê jî otobiyokrafîk in. Li gor te mijara berhemên kurdî ên nûjen li ser çi ne? Û herweha mijara berhemên te çi ne? Û tu bi gelemperî ji bo mijara berhemên edebî çi difikirî?
Konê Reş: Mamoste! Hîn em gundî ne. Em ji bin bandora gundîtiyê derneketine. Ew bajarvaniya afirêner cihê xwe di civaka me de çênekiriye. Ew jî, ji ber ne aramiya welatê me û hem jî ji ber ku zimanê me qedexe bû.

Lokman Polat – Pirs : 21 – Di dema çûyî de yekê li Fransê, yekê li başûrê Kurdistanê û du kesan li Swêdê gotin romana kurdî tune. Yên ku weha gotin ji wan du kesan wan bi xwe çend roman nivîsîne, du kesên din jî kurteçîrok nivîsîne.
Helbet ev dîtina wan e. Li gor min û piraniya nivîskarên kurd ev dîtineke şaş e, tewş e, nerast e, heta hinekan got pêwîst nake mirov minaqeşe ya vê dîtina beredayî bike.
Tu derbarê vê mijarê de ango dîtina romana kurdî tune de çi difikirî?
Konê Reş: Ji xwe re dibêjin. Ne ku her yekî gotinek got em serê xwe pê biêşînin. Şam dûre, va mişar. Romana Kurdî heye. Ew roman bi zimanê kurdî ye. Li dor zîlana kul û xem, kêf û şahiyên kurdan dizîvire. Ez bawerim evên wisa dibêjin bi zimanên din (Tirkî, Erebî û Farsî), dinivîsînin. Gotina wan di bazara kurdewariyê de bê qîmet e.

Lokman Polat – Pirs : 22 – Tu kîjan nivîskarên kurd nêzikê xwe dibînî û ji berhemên kîjan nivîskarên kurd hez dikî?
Konê Reş: Hez tevên ku bi kurdî dinivîsînin dikim. Li cem min nivîsandina wan bi kurdî bes e. Hez qenc û xerabên ku bi kurdî dinivîsînin dikim.!

Lokman Polat – Pirs : 23 – Te qet pirtûkên min xwendine?
Konê Reş: Min zêde pirtûkên te nexwendine. Ez bawerim min yeka te li dor rojnamegeriya kurdî xwendiye û herwiha ez bi berdewamî te dişopînim. Kêfa min ji çalakiyên te re tê. Xwezî bi dehan yên wek te di nav me de hebana. Ez te û yên wek te bi pêşmergeyên bajar dişebihînim. Jixwe roja îro pêdiviya me bi pêşmergeyên bajara, pêşmergeyên ku ziman û edebiyata me biparêzin heye.

Lokman Polat – Pirs : 24 – Niha li ser çi dixebitî? Di nêz de berhemeke nû heye an na? Di pêşerojêde dê kîjan berhema te bê weşandin?
Konê Reş: Ji encamê keda salan, çend pirtûkên têvel ku ji helbest, roman û dîrokê li ber destên min in. Wan amade dikim ji çapê re. Belê ya herî nêzîk ku wê bê çapkirin eva ye: (Ji Evîna Rojên Kevin), romanek jiyanname ye.

Lokman Polat – Pirs : 25 – Gotina te ya dawî…
Konê Reş: Bi min xweş e gotina xwe a dawî bi gotinek Mîr Celadet Bedirxan bi dawî bînim:
(Malxerabo! ma we ew çend wext nîne, ko hûn ji bo hînbûna zimanê biyaniyan bi salane ve xebitîne, îro jî dixebitin, ji bona ko bikarin –fînfoneke- derewîn bi lêv bikin. Kuro! Eybe, şerme, fihête, an hînî xwendin û nivîsandina bi zimanê xwe bibin, an mebêjin em Kurdin, bê ziman Kurdîtî ji we ra ne rûmete, ji me ra rûrewşiyek girane. Heyf û xebînet û hezar mixabin, nemaze ji wan ra ko bi zimanên din dizanin bixwînin û binivîsînin û alfabêya zimanê xwe hêç nas nakin).
Hawar, hejmara ( 27 ) Şam,1941
Lokman Polat – Spas ji bo bersîvên te.
Konê Reş: Ez jî spasiya te dikim. Xwedê yên wek te di nav me de pir bike.
Konê Reş/ Qamişlo 17/10/2022[1]
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî - Kurdîy Serû) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 1,648 جار بینراوە
هاشتاگ
سەرچاوەکان
[1] ماڵپەڕ | Kurmancî - Kurdîy Serû | موقع https://candname.com/- 19-02-2023
بابەتە پەیوەستکراوەکان: 114
بەڵگەنامەکان
پەرتووکخانە
ژیاننامە
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا)
ڤیدیۆ
کورتەباس
زمانی بابەت: Kurmancî - Kurdîy Serû
ڕۆژی دەرچوون: 20-12-2022 (2 ساڵ)
پۆلێنی ناوەڕۆک: دیمانە
پۆلێنی ناوەڕۆک: زمانەوانی و ڕێزمان
پۆلێنی ناوەڕۆک: دۆزی کورد
جۆری دۆکومێنت: زمانی یەکەم
جۆری وەشان: دیجیتاڵ
وڵات - هەرێم: کوردستان
تایبەتمەندییە تەکنیکییەکان
کوالیتیی بابەت: 99%
99%
ئەم بابەتە لەلایەن: ( ئاراس حسۆ )ەوە لە: 19-02-2023 تۆمارکراوە
ئەم بابەتە لەلایەن: ( سارا ک )ەوە لە: 19-02-2023 پێداچوونەوەی بۆکراوە و ئازادکراوە
ئەم بابەتە بۆ دواجار لەلایەن: ( سارا ک )ەوە لە: 19-02-2023 باشترکراوە
ناونیشانی بابەت
ئەم بابەتە بەپێی ستانداردەکانی کوردیپێدیا هێشتا ناتەواوە و پێویستیی بە داڕشتنەوەی بابەتی و زمانەوانیی زۆرتر هەیە!
ئەم بابەتە 1,648 جار بینراوە
کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!
ژیاننامە
هومایۆن عەبدوڵڵا
وێنە و پێناس
گەنجانی ڕانیە ساڵی 1973
شوێنەوار و کۆنینە
کۆشکی کەلات
شوێنەوار و کۆنینە
قشڵەی قوشتەپە
پەرتووکخانە
دوو شاعێری ئوکراینی؛ تاراس شێڤچێنکۆ-لێسیا ئوکراینکا
پەرتووکخانە
دەمێک لەگەل یاری غار
ژیاننامە
مێهرداد عەبدوڵڵازادە
کورتەباس
هەموو کچێک چی بزانێ
وێنە و پێناس
مامۆستا و قوتابییانی قوتابخانەی کۆزەبانکە لە دیبەگە ساڵی 1968
پەرتووکخانە
گوڵبەهارێک لەم پاییزی عومرەمدا دەڕوێت
پەرتووکخانە
خووە بچووکەکان
پەرتووکخانە
ژینانامە - وەشانی 1
پەرتووکخانە
حوکمی بنەماڵە لە عێراق و ئەو ئاڵنگاڕییانەی لەبەردەم حکومەت و دیموکراسیدان
کورتەباس
کانزاکان لە لەشماندا
شوێنەوار و کۆنینە
قەڵای حەسەن ئاباد
کورتەباس
سروودێکی خۆشەویستی
ژیاننامە
مهناز کاوانی
ژیاننامە
ڕێناس ڕزگار
کورتەباس
بەیانی یەکی خۆرەتاو
پەرتووکخانە
سیاسەت و پلانی زمان بۆ هەرێمی کوردستان
پەرتووکخانە
کۆڵبەرنامە - وەشانی 1
ژیاننامە
بەناز عەلی
پەرتووکخانە
سایکس-پیکۆنامە - وەشانی 1
وێنە و پێناس
کوردناس و نووسەرە کوردەکانی یەریڤان 1966
شوێنەوار و کۆنینە
ئەشکەوتی کاڵدار
پەرتووکخانە
لۆزاننامە - وەشانی 2
ژیاننامە
ئومێد سەیدی
شوێنەوار و کۆنینە
گەرماوی موفتی
وێنە و پێناس
کاتی نمایشکردنی شانۆیی گۆرانی چایکا ساڵی 1988
ژیاننامە
شەرمین وەلی
ژیاننامە
فەیروز ئازاد
ژیاننامە
سەفیەدینی ئورمی
کورتەباس
شێوەکانی لە تابلۆ ڕامان
وێنە و پێناس
وێنەیەکی مەلا مستەفا بارزانی ساڵی 1971 لە حاجی ئۆمەران
ژیاننامە
ئاشتی شێرکۆ سلێمان

ڕۆژەڤ
شوێنەکان
خانەقین
23-07-2009
هاوڕێ باخەوان
خانەقین
ژیاننامە
قابیل عادل
18-04-2012
هاوڕێ باخەوان
قابیل عادل
ژیاننامە
شاپور عەبدولقادر
18-04-2012
هاوڕێ باخەوان
شاپور عەبدولقادر
ژیاننامە
سەرهاد ئیسماعیل بیسۆ خەلەف
16-04-2024
سروشت بەکر
سەرهاد ئیسماعیل بیسۆ خەلەف
ژیاننامە
فەیروز ئازاد
17-04-2024
زریان عەلی
فەیروز ئازاد
 چالاکییەکانی ڕۆژی
بابەتی نوێ
ژیاننامە
وەزیری ئەشۆ
18-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
ژیاننامە
هومایۆن عەبدوڵڵا
18-04-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ڤیدیۆ
ئاسکەکانی گەرمیان
18-04-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ڤیدیۆ
کورد خاوەنی کۆنترین شوێنەواری بەریتانیایە
18-04-2024
شادی ئاکۆیی
ڤیدیۆ
تەواوی زانیارییەکان لەسەر پاراسایکۆلۆژی لەلایەن دکتۆر هومایۆن عەبدوڵڵا
18-04-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ڤیدیۆ
دایک و زڕباوکی فەیروز ئازاد باسی کوژرانی کچەکەیان دەکەن
18-04-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ڤیدیۆ
قانع شاعیری چەوساوەکان
18-04-2024
شادی ئاکۆیی
ڤیدیۆ
سەید عەلی ئەسغەر دەنگێک لە ئاسمانی موزیکی کوردیدا
18-04-2024
شادی ئاکۆیی
ڤیدیۆ
فەتانەی وەلیدی ئەستێرەیەکی لە بیرکراو لە ئاسمانی هونەر و مۆسیقای کوردیدا
18-04-2024
شادی ئاکۆیی
ڤیدیۆ
مریەم خان یەکەمین گۆرانی بێژی ژنی کورد کە بەرهەمەکانی لەسەر قەوان تۆمارکراوە
18-04-2024
شادی ئاکۆیی
ئامار
بابەت 516,262
وێنە 105,187
پەرتووک PDF 19,086
فایلی پەیوەندیدار 95,692
ڤیدیۆ 1,280
کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!
ژیاننامە
هومایۆن عەبدوڵڵا
وێنە و پێناس
گەنجانی ڕانیە ساڵی 1973
شوێنەوار و کۆنینە
کۆشکی کەلات
شوێنەوار و کۆنینە
قشڵەی قوشتەپە
پەرتووکخانە
دوو شاعێری ئوکراینی؛ تاراس شێڤچێنکۆ-لێسیا ئوکراینکا
پەرتووکخانە
دەمێک لەگەل یاری غار
ژیاننامە
مێهرداد عەبدوڵڵازادە
کورتەباس
هەموو کچێک چی بزانێ
وێنە و پێناس
مامۆستا و قوتابییانی قوتابخانەی کۆزەبانکە لە دیبەگە ساڵی 1968
پەرتووکخانە
گوڵبەهارێک لەم پاییزی عومرەمدا دەڕوێت
پەرتووکخانە
خووە بچووکەکان
پەرتووکخانە
ژینانامە - وەشانی 1
پەرتووکخانە
حوکمی بنەماڵە لە عێراق و ئەو ئاڵنگاڕییانەی لەبەردەم حکومەت و دیموکراسیدان
کورتەباس
کانزاکان لە لەشماندا
شوێنەوار و کۆنینە
قەڵای حەسەن ئاباد
کورتەباس
سروودێکی خۆشەویستی
ژیاننامە
مهناز کاوانی
ژیاننامە
ڕێناس ڕزگار
کورتەباس
بەیانی یەکی خۆرەتاو
پەرتووکخانە
سیاسەت و پلانی زمان بۆ هەرێمی کوردستان
پەرتووکخانە
کۆڵبەرنامە - وەشانی 1
ژیاننامە
بەناز عەلی
پەرتووکخانە
سایکس-پیکۆنامە - وەشانی 1
وێنە و پێناس
کوردناس و نووسەرە کوردەکانی یەریڤان 1966
شوێنەوار و کۆنینە
ئەشکەوتی کاڵدار
پەرتووکخانە
لۆزاننامە - وەشانی 2
ژیاننامە
ئومێد سەیدی
شوێنەوار و کۆنینە
گەرماوی موفتی
وێنە و پێناس
کاتی نمایشکردنی شانۆیی گۆرانی چایکا ساڵی 1988
ژیاننامە
شەرمین وەلی
ژیاننامە
فەیروز ئازاد
ژیاننامە
سەفیەدینی ئورمی
کورتەباس
شێوەکانی لە تابلۆ ڕامان
وێنە و پێناس
وێنەیەکی مەلا مستەفا بارزانی ساڵی 1971 لە حاجی ئۆمەران
ژیاننامە
ئاشتی شێرکۆ سلێمان

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| پەیوەندی | CSS3 | HTML5

| کاتی ئافراندنی لاپەڕە: 0.656 چرکە!