图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,417
图片 105,714
书籍 19,160
相关文件 96,493
Video 1,307
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Hecî Qadirê Koyî û Rojnameya Kurdistanê
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Hecî Qadirê Koyî û Rojnameya Kurdistanê

Hecî Qadirê Koyî û Rojnameya Kurdistanê
#Ahmed Kanî#
Wek hemû rojnameyên pêşîn ên neteweyan rojnameya Kurdistanê jî piştî pêvajoyeke dûr û dirêj a di qada çapemenîyê da karibûye derkeve pêşberî xwendevanan. Gelo dema ku Mîqdad Mîdhet Bedirxan (1858-1915) di 22yê Nîsana 1898an da, dest bi weşana rojnameyê li derveyê welêt dike, atmosfera welêt û ya cîhanê çawa bûye?
Bi nêzîkî 460 sal berî ku rojnameya Kurdistanê li Qahîre/Misirê derkeve çapxane ji aliyê dahêner(mûcîd)ê Almanî Johannes Gutenberg (1398-1468) ve tê dahênan. Ev dahênan derfetek giranbiha bû. Heta wê serdemê jî hemû berhem bi destxetan dihatin amade kirin. Cara pêşîn dema Dr. Kemal Fuad lêkolîn li ser destxetan dike li Almanyayê rastê rojnameya Kurdistanê tê.
Çapxane, bi derengî be jî hat nava dewleta Osmanî. Di sed sala 19. da dewleta Osmanî dixwest pêşiya neteweyên ku doza mafê xwe yê neteweyî dikirin bigire. Di nîvê pêşîn ê vê sed salê da mîrektîyên kurdan ji holê hatine rakirin. Herî dawî di sala 1847an da mîrê Botan, Mîr Bedirxan(1806-1869) û malbata wî bi darê zorê ji welêt der dixin. Li Stenbolê gelek zanyar û alimên kurdan digihîjin hev. Kar û xizmeta neteweya kurd dikin. Yek ji wan zanyaran jî Hecî Qadirê Koyî ye.
Di gelek çavkaniyên ku li ser dîroka kurdan û bi taybetî li ser malbata Bedirxaniyan hatine nivîsîn da, em dibînin ku Hecî Qadirê Koyê (1816-1897) mamostetîya zarokên Mîr Bedirxan kiriye. Em bi saya van çavkanîyan digihîjîn wê qen’etê ku Hecî Qadirê Koyî bandorek mezin li ser Mîqdad Mîdhet Bedirxan û Evdirehman Bedirxan (1868-1936) kiriye da ku rojnameyek kurdî biweşînin. Lê mixabin Hecî Qadirê Koyî salek berî ku rojnameya Kurdistanê derkeve, di 1897an da li Stenbolê çûye ser dilovaniya xwe. Gora wî jî li goristana Karacaahmed e. Mixabin bi tevî gelek lêgerînê jî heta nuha kurd bi ser gora wî ve nebûne. Divê kurd gora pêşengê modernbûna xwe bibînin.
Di jimara sêyem a rojnameyê de, wefata wî wiha dertê: “Alimek ji Sora hebî. Sala dî wefat kir; rehma Xweda lê be, Xwedê gunehên wî bixefirîne! Navê wî Hacî Ebdulqadir bî. Ev mirov saxîya xwe de gelek xebitî; derheqa elimandina ilm û marîfetê de gelek beyt û eş’arên kurmancî dinivîsî, rêdikir welatê xwe Sora. Ezmanê wî ezmanê Sora ye. Loma kurd hemî vî ezmanî nizanin. Pişta kitêba “Mem û Zîn”ê de bi xetê destê xwe hin beyt nivîsîne. Teberruken min ev ebyat li vê cerîdeyê de nivîsîn. Wekî bi dîqet bê xwendin, mana wan xweş têt famkirin:
Zemane resmî caranî nemawe
Çiraxî nazim û munşî kujawe
Le dewrî ême roman û cerîde
Eger çi meqsede zanînî bawe
Eman qedrî bizane em kitêbe
Le dunya êstekey hemtay nemawe
Le eyyamî heyatî Şêxî Xanî
Le ser nusxey ew nûsirawe
Le lay erbabî xoy bo qedr û qîmet
Xezîney gewhere-w kîse diraw e
Le mecmûî duwel Soran û Botan
Le sayey em kitêbe nasirawe
Le kurdan xeyrî Hacî-w Şêxî Xanî
Esasî nezmî kurdî danenawe.”
Di kovara Hawarê hejmara 33yan da, di bin sernavê “Klasîkên Me” da Celadet Bedirxan jî vê helbestê nivîsîye û gotîye ku “ev li ser ‘Memozîna bavê min’ a destxetê ji alîyê Koyî ve hatibû nivîsîn.”
Bi kurtî meriv kare bibêje ku Hecî Qadirê Koyê pêşengiya modernbûna kurdan a di qada çapemenî û edebiyatê da kiriye.
Helwesta dewleta Osmanî li hember rojnameya Kurdistanê gelek tund bûye. Rojnameya Kurdistanê di 22yê Nîsanê da derdikeve. Di nava hefteyek li dû derketina rojnameya Kurdistanê da, 30ê Nîsanê fermana Siltan Evdilhemîdê Duyem (1842-1918) a qedexekirina rojnameya Kurdistanê li her derî belav dibe. Ev jî nîşan dide ku her dem mafê rewa yê neteweya kurd ji destê wê, bi darê zorê hatiye sendin. Rojnameya Kurdistanê 122 sal berê derketibû, em hêjî negihîştine hejmara 19. a wê. Kesên ku bixwazin bigihîjin 30 hejmarên wê yên li ber destê me dikarin malpera www.rojnameyakurdistan.com ê ziyaret bikin.
Rojnamegerî&Wêjeya Kurdî
Ez ê hewl bidim ku di bin navê Rojnamegerî û Wêjeya Kurdî da ji 15 rojan carek, li gor rojeva kurdî nivîsek amade bikim.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览952
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | موقع https://xwebun1.org/- 13-02-2023
挂钩项目: 13
小组: 文章
Publication date: 22-04-2020 (4 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 传记
书: 历史
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 13-02-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on13-02-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览952
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,417
图片 105,714
书籍 19,160
相关文件 96,493
Video 1,307
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!