图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,232
图片 105,546
书籍 19,127
相关文件 96,187
Video 1,299
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Segwer (Reyîn) û wêjeya rexneyî
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Segwer (Reyîn) û wêjeya rexneyî

Segwer (Reyîn) û wêjeya rexneyî
#Ahmed Kanî#
Di wêjeya kurdî de roman, piştî salên 1980’yî gihîştiye asteke baş. Bi taybetî jî romanên kurdiya soranî, asta vê pêşketinê diyar dikin. Yek ji wan romanên hêja jî romana Mihemed Mukrî ya bi navê ‘Segwer (Reyîn)’
e. Ev roman di sala 1982’yan de hatiye çapkirin. Di 2015’an de, ji soranî bo kurmancî, ji aliyê Besam Mistefa ve hatiye latînîze û adaptekirin. Me wek Koma Xwendinê ya Amedê, di 11’ê meha nîsana 2021’ê de nirxand.
Roman bîranînên kesek li ber sêdarkê ye. Dem, wek 24 saetên dawîn ên jiyana serleheng hatiye diyarkirin. Şêweyê vegêranê xîtaba bi kesê duyem re ye. Li ser vê şêwazê roman wiha dest pê dike: “Tu îşev nerazayî û hişyar mayî. Hedana te nedihat. Te xwe li ser pişta xwe dirêj dikir. Bi gavekê, te odeya xwe ya tarî qut dikir. Geh tu rûdiniştî û geh te serê xwe dixist nav çokên xwe û te tiliyên destê xwe li hev dipêçan. (…)”(r. 19)
Bi tevî ku di paragrafa yekem de bêhedanî û bêaramiya serlehengê romanê yê xîtaba kesê duyem arasteyê wî, bi awayek monologî hatiye kirin jî lê di pêdaçûna romanê de em dibînin ku objektîfiyek edebî (dualîzm) ya nivîskar heye. Wiha nivîsiye: “Tu dizanî. Gelek caran tu mêrxas û biceger bûyî. Gelek caran tu tirsonek û bêqîmet bûyî. Hin caran jî kawikî û zîrekiyê di eynî dem û cihî de riya xwe bi te xistine.
Vêga tu ji ber xwe fedî dikî eger tu bêjî ez qehreman im. Dilê te jî bi te dişewite eger tu bêjî ez tirsonek im.” (r. 20)
Hûnandin (fiction) a bi xîtaba kesê duyem hinek zehmet e. Heta meriv dikare bibêje ku di wêjeya kurdî û ya cîhanê de mînakên vê şêwazê hindik in. Lê nivîskar bi rêya bîranîn û flashbekan diçe jiyana xwe ya pazdeh sal berê: “Bi şevê, piştî nûçeyê, bîranînan mejiyê te vegirtibû û te ber bi dûr dûr û dûrtir dikişkişandin. Bîranîn bûne rêberê te û te birin beriya pazdeh salan.” (r. 22)
Di van bîranînan da êş û azarên pêşmergeyekî ku ji ber pêşmergebûna wî, bavê wî yê ku di ciwaniya xwe de ji ber bîr û ramanên xwe hatiye zindanîkirin, di binê lêpirsîna kurê wî û îşkenceyan de dikujin. Diya wî û xwişka wî, Nesrînê di odeyên bêrûmetkirina jinên kurd de bi her cure tacîz û tecawizan re rû bi rû mane.
Ji ber wan êrîşên kirêt, Nesrîna xwişka wî xwe şewitandiye. Xweşewitandina Nesrînê, diya wî wiha vediguhêze: “-Ez û Nesrînê azad kirin. Her wê rojê, di dema êvarê de Nesrînê xwe şewitand. Erê kurê min, êdî tu bi xwe dizanî çima? (…) -Kurê min namûs ji her tiştî girîngtir e. Ez nabêjim ku ez kêfxweş bûm çima Nesrînê xwe şewitand. Lê bi min ne xweştir dibû ez wê di wî halî de bibînim.” Li ser vê helwesta nivîskarên kurd du cure nirxandin hene. Hin kes dibêjin ku ew bêrûmetkirina dijmin ancax bi ar tê paqijkirin. Hin jî dibêjin ku ev nirxandinek baviksalarî ye ku jinê biçûk dixîne, rolek ji jinê re nahêle. Bi rastî jî divê rolek çalak a jinê hebe.
Êşek din ku di romanê de hatiye pêşkêşkirin, êşa Dilşad û dayika wî ye. Dilşad zarokek şazdeh salî ye, di nav koma pêşmegeyan de ye ku lehengê romanê fermandar e. Bi tevî ku fermandar karê name birin û anînê dide wî jî ew xwe davêje nav şer û dema şehîd dikeve dayika wî tê ziyareta wî, ew jî di bombebarana balafirên şer de bi Dilşad re şehîd dikeve. Wisa laşê wan bi hev re şewitîne ku ji hev nayên cudakirin. Lewra bi hev re di gorek de tên bicihkirin.
Romanê navê xwe ji peyva “reyîn”ê ya ku lehengê romanê li ser çar alî dîwarên şaneya (hucre) xwe, bi zincîra dest û lingê xwe kolabû, girtiye. Bi bîranîna hevoka Trotsky re, “Di sedsala bîstan de, her kesê ku rehetiyê bixwaze, bi xeletî di vê sedsalê de ji dayik bûye!” dubare hêz dide xwe ku “reyîn”ê binivîse. Êdî peyv bi xwe dişibe kûçikekî û bi reyînek awarte wî dibehitîne. Ew jî xwe davêje ser çarlepkan û dibe ewte ewta wî, lê ji bilî wî tu kes reyîna wî nabihîze. Ev bo rexneya birakujiyê metaforek xurt e.
Dayika leheng li ser şerê birakujiyê jê re wiha dibêje: “Şerm e… qeda li we keve… ger ruhê we ne xema we ye û hûn diberizin canê hev û hevdu dikujin, xema me diyan bixwin. Em dê ne. Em nizanin hûn li ser çi şer dikin û çima di birakujiyê de, destê we bi xwîna hevdu sor bûye! …xwe bikujin, lê beşdarî şerê birakujiyê nebin!” (r. 50-51)
Ev roman, her çiqasî ji çil û sê rûpelan pêk hatibe jî cîhanek dewlemend a bîranînên wî dihundirîne. Ne tenê êş û azarên jiyana wî, belbî nameyên xoşewîsta wî, Şêrîna ku wiha dest bi nivîsandina nameyê dike: “-Ey yê ku ji xwe bêhtir jê hez dikim!” jî cih girtine.
Gelek taybetmendiyên balkêş ên vê romanê hene. Yek ji wan jî ew e ku roman ji bo helbestvanê kurd Mueyed Teyib re ku ne YNK’î, PDK’î ye, hatiye pêşkêşkirin. Ji ber vê îthafê hinek pêşmergeyên YNK’ê hewla kuştina nivîskarê romanê dane, lê di wê serdemê de ku şerê birakujiyê dihat heramkirin (1998), Celal Talebanî wiha nivîsî: “… gelo mamoste Mukrî berê çi daye we? Gule? Yan peyv…”[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,445
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | موقع https://xwebun1.org/- 13-02-2023
挂钩项目: 49
文章
小组: 文章
Publication date: 21-04-2021 (3 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 文学
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 13-02-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on13-02-2023
此产品最近更新( سارا ک ):13-02-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,445
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.168 KB 13-02-2023 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,232
图片 105,546
书籍 19,127
相关文件 96,187
Video 1,299
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!