图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,454
图片 106,116
书籍 19,166
相关文件 96,493
Video 1,307
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Kurdistan ji bo mexdûrên erdhejê bi yek dilî dixebitin
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Kurdistan ji bo mexdûrên erdhejê bi yek dilî dixebitin

Kurdistan ji bo mexdûrên erdhejê bi yek dilî dixebitin
Di 6’ê sibatê de li navçeya Bazarcixê ya Mereşê bi pileyên 7.7 û 7.6 erdhej çêbûn. Erdhejê bandorê li ser bajarên Mereş, Dîlok, Riha, Amed, Meletî, Semsûr, Xarpêt, Edene, Osmaniye, Hatay, Kilîsê kir û rê li ber karesatek mezin vekir. Her wiha erdhêjê bandorê li ser bajarên rojavayê Kurdistanê û Suriyeyê jî kirin. Li herêmên erdhêjê heta niha bi deh hezaran kesan jiyana xwe ji dest daye û gelek ji wan jî di bin kavilên malan de hê li benda rizgarkirinê ne. Li Tirkiyeyê û Kurdistanê jî ji bo herêmên erdhêjê kampanyayên alikariyê hatine destpêkirin. Bi taybetî li Kurdistanê seferberiya alîkarî û piştevaniyê hat ragihandin. Li çar parçeyên Kurdistanê kampanya hatin destpêkirin. Kampanyayên ku hatine destpêkirin her diçe berbelav dibe û didome.
$‘Xwedî derketin erka mirovî ye’$
Hevseroka Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bêrîvan Xalid bal kişand ser girîngiya hevgirtina kurdan û wiha axivî: “Ji roja erdhêj çêbûye heta niha hem Rêveberiya Xweser û hem jî saziyên civaka sivîl ketine nav liv û tevgerê de. Ji ber ku hejmara qurbaniyan pir e. Hem li bakurê Kurdistanê û hem jî li rojavayê Kurdistanê û hejmareke gelek mezin heye. Ji ber wê weke Rêveberiya Xweser me dest bi kampanyayekî kir. Em niha ji bo herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê kom dikin. Ji derveyî vê Heyva Sor a Kurdistanî alikarî dike. Kampanyaya me berdewam dike. Em niha jî weke Rêveberiya Xweser li aliyê Heleb û Şehba ne. Em niha alikariyê ji wan re dikin. Ji bo gelê me yê bakur û rojavayê Kurdistan çi bê xwestin weke Rêveberiya Xweser em ê bikin. Ji bo gelên kurdistanî bi giştî banga me ew e ku xwedî li qurbaniyan û mexdûrên erdhêjê derbikevin. Ev bûyereke pir giran e. Hêviya me ji gelê me ew e ku xwedî derketineke mezin çêbikin. Weke Rêveberiyên Xweser heta dawiyê em ê piştgiriya gelê xwe bikin. Banga me di heman demê de ji civaka navneteweyî re ew e ku xwedî li vî gelê kurd derbikevin. Xwedî derketin erka kurdistanî ye.”
$Li Başûr ji bo Bakur û Rojava seferberî hat destpêkirin$
Ji komîsyona ku li başûrê Kurdistanê hatiye avakirin Newroz Fazil jî diyar kir ku ew weke başûrê Kurdistanê ji bo her du parçeyan seferber bûne û got: “Erdheja ku li bakur û rojvayê Kurdistanê çêbû, rê li ber nerihetî û dilgiraniya xelkê başûrê Kurdistanê vekir. Xelkê herêmê bêcudahiya ol û îdeolojiyekê ketin nava amadekarî û berhevkirina alîkariya ji bo mexdûrên erdhejê. Ji ber erdheja li bakur û rojavayê Kurdistanê zêdetir ziyan gihiştiye bajarên kurdan. Hem qurbanî zêde ne û hem jî bajar zêde hilweşiyane û bûne kavil. Ji ber vê çalakvanên siyasî û welatiyên Başûr dest bi kampanyayên alîkariyê kirin. Di vê çarçoveyêde kampanya yekem ji aliyê Kurdistanê ve li Mûzexaneya Emnesûreke hat destpêkirin û çalakiya duyemîn jî ya çend kesayet û aliyên siyasî ya ji aliyê me ve bi navê Hana li Kargeha Cixare hate destpêkirin. Ev kar ji aliyê me û xelkên Silêmanî û başûrê Kurdistanê ve cidî hatiye girtina dest ji bo mexdûrên erdheja bakur û rojavayê Kurdistanê alîkarî tê berhevkirin. Heta niha me kariye alîkariyeke baş a madî û menewî berhev bikin. Ji bo hefteyekê me kampanya xwe daye destpêkirin. Ji ber ku niha rewşa bakurê Kurdistanê ji ber mecên zivistanê pir xirabe û nexasim ev erdhej jî bandoreke mezin li ser kir. Em dixwazin bi rêya gelê xwe vê alîkariyê bigihînin mexdûrên erdhejê. Em dixwazin alîkarî bê ferq û cudahî be ku rastî astengiyekê bigihêje xelkê me yên bakur û rojavayê Kurdistanê. Em xelkê Silêmaniyê hevkar û piştgirê wan kesan in ku destê alîkariyê dirêjî dikin. Kampanya Hana cihê baweriyê ye ku ev alîkarî bigihêje mexdûrên erdhejê û êşa wan parve bikin. Em hêvîdarin ku ev kampanya bi hevkariyekê mezin bibe, ji bo em demek berî demekê alîkariyê tenduristî, betenî, xorek û dîsa cilûbergên zivistanê bigihînin xwuşk û birayên xwe yên bûne mexdûr.”
$Rojhilat piştevaniyê dike$
Berdevkê Tevgera Komarîxwaz ên rojhilatê Kurdistanê Azad Mohamedzade jî dest bi piştevaniyê kir û got: “Ew karesatêki sirûştî ya naxweş bû ku bi ser gelê me li bakur û rojavayê Kurdistanê ve hat. Li rojhilatê Kurdistanê jî li gelek bajar û gund kampanya ji bo xelkê bakur û rojavayê Kurdistanê ku bûne mexdûrên erdhejê dest pê kir. Bi taybetî jî li bajarê Mahabad, Sine, Kirmaşan û Urmiyê alikariyeke baş heye. Em wekî Tevgera Komarîxwaz ên rojhilatê Kurdistanê bang li hemû gelê kurd li her çar parçeyên Kurdistanê û bi taybetî rojhilatê Kurdistanê dikin ku werin bibin alîkar ji bo mexdûran li vê herêmê ku ketina bin erdhejê. Banga me li tevahiya gelê Kurdistanê ew e ku bi her awayî alîkariya xelkê xwe li bakurê û rojavayê Kurdistanê bikin. Ji ber vê yekê alîkarî erka mirovî û neteweyî ye.”
$‘Em ê berfirehtir bikin’$
Ji bakur ji komîsyona krîzê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya navçeya Hezexê ya Şirnexê Elfesya Nas jî bal kişand ser piştevaniyê û tifaqiyê û wiha got: “Di roja ewil a erdhejê de me li avahiya navçeya xwe maseya krîzê ava kir. Me ji roja ewil ve dest bi karê xwe kir, piştî xebatê me bang li gelê xwe kir. Ji xwe kêmasiya alîkariya dewletê diyar bû. Dema alîkarî dibir jî ew alîkarî diçû ba hinekan, nediçû ba hinekan. Dîsa em bi polîtîkayeke ku kurd li derve dihêlin re rû bi rû man. Lê hevgirtineke cidî ya gel hebû. Îro jî hevgirtina gelê me didome. Her cure piştgirî dan. Dayikên me nanê xwe amade kirin û her cure piştgirî dan. Dayikên me 6 roj in li vir bi zehmetî dixebitin. Malbat û ciwanên me hene ku bê pere ne û dildarî piştgiriyê didin.Zarokên me yên biçûk piştgirî dan. Me weke HDP, gelê kurd, gelê Botanê, bê ferq û cudahiya ol, ziman û nijad xwedîderketineke pir baş hembêz kir û em vê yekê jî didomînin. Pêdivî pê heye ku hevgirtin mezin bibe. Em behsa biratiyê dikin. Cudakarî ne tenê ji bo me ye. Em ê vê piştgirî û hevgirtinê hîn berfirehtir bikin. Weke HDP’ê em banga xwedîderketina dikin.”[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,172
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | موقع https://xwebun1.org/- 13-02-2023
挂钩项目: 21
小组: 文章
Publication date: 13-02-2023 (1 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 报告
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 97%
97%
添加( ئاراس حسۆ 13-02-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on13-02-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,172
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,454
图片 106,116
书籍 19,166
相关文件 96,493
Video 1,307
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!