Bibliotek Bibliotek
Sök

Kurdipedia är de största källorna för kurdiska information!


Search Options





Avancerad sökning      Tangentbord


Sök
Avancerad sökning
Bibliotek
kurdiska namn
Händelseförlopp
Källor
Historia
Användarsamlingar
Aktiviteter
Sök Hjälp ?
Publikation
Video
Klassificeringar
Random objekt !
Skicka
Skicka artikel
Skicka bild
Survey
Din feedback
Kontakt
Vilken typ av information behöver vi !
Standarder
Användarvillkor
Produkt Kvalitet
Verktyg
Om
Kurdipedia Archivists
Artiklar om oss !
Lägg Kurdipedia till din webbplats
Lägg till / ta bort e-post
besöksstatistik
Föremål statistik
teckensnitt Converter
kalendrar Converter
Stavnings kontroll
språk och dialekter av sidorna
Tangentbord
Praktiska länkar
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Språk
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Mitt konto
Logga in
Medlemskap!
glömt ditt lösenord !
Sök Skicka Verktyg Språk Mitt konto
Avancerad sökning
Bibliotek
kurdiska namn
Händelseförlopp
Källor
Historia
Användarsamlingar
Aktiviteter
Sök Hjälp ?
Publikation
Video
Klassificeringar
Random objekt !
Skicka artikel
Skicka bild
Survey
Din feedback
Kontakt
Vilken typ av information behöver vi !
Standarder
Användarvillkor
Produkt Kvalitet
Om
Kurdipedia Archivists
Artiklar om oss !
Lägg Kurdipedia till din webbplats
Lägg till / ta bort e-post
besöksstatistik
Föremål statistik
teckensnitt Converter
kalendrar Converter
Stavnings kontroll
språk och dialekter av sidorna
Tangentbord
Praktiska länkar
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Logga in
Medlemskap!
glömt ditt lösenord !
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Om
 Random objekt !
 Användarvillkor
 Kurdipedia Archivists
 Din feedback
 Användarsamlingar
 Händelseförlopp
 Aktiviteter - Kurdipedia
 Hjälp
Nytt objekt
Bibliotek
Öster om Eufrat: -i kurdernas land
25-05-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliotek
Kurdistan; ‏Rapport från SAC:s studieresa 1994
03-01-2022
ڕۆژگار کەرکووکی
Bibliotek
Den Kurdiska Fragen I Turkiet
23-06-2019
زریان سەرچناری
Biografi
Tara Twana
09-09-2018
هاوڕێ باخەوان
Bibliotek
Recueil de textes Kourmandji
24-10-2011
هاوڕێ باخەوان
Statistik
Artiklar 519,240
Bilder 106,492
Böcker 19,255
Relaterade filer 96,945
Video 1,380
Artiklar
En sorg att MP får bli till...
Bibliotek
Den sista flickan
Artiklar
Amineh Kakabaveh slår tillb...
Biografi
Şîlan Diljen
Bibliotek
Öster om Eufrat: -i kurdern...
Sibîryaya welatê me: Serheda Jorîn 3
Grupp: Artiklar | Artiklarna språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Ranking objektet
Utmärkt
Mycket bra
Genomsnitt
Dåligt
Dålig
Lägg till i mina samlingar
Skriv din kommentar om den här artikeln !
objekt History
Metadata
RSS
Sök i Google efter bilder med anknytning till det valda objektet !
Sök i Google för valda objekt!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Sibîryaya welatê me: Serheda Jorîn 3

Sibîryaya welatê me: Serheda Jorîn 3
#Agîd Yazar#
…Bi mebesta em careke din jî werin Qersê, em gelek deverên dîrokî yên herêma Qersê dihêlin ji dem û demsaleke din re. Em dengê sewta Bozo, li gelî û kavilên bajarê Aniyê dihêlin û em xatirê xwe ji kavilên Aniyê, ji Bozo, ji Şahmaranê dixwazin û ji bajarê Aniyê vediqetin. Her em ji bajêr bi dûr diketin, dengê Bozo jî ji me bi dûr diket. Lêêê Şahmaraaaaan!..
Biharê, berika xwe ya kipîkesk li zozanê Serheda Jorîn bi comerdane raxistibû. Kurrên rût ên bêdar û ber, nola qadeke golfê ya bêser û ber bû. Kêzikên rengorengo yên bi rengê yaqûtî, zumrutî, lapîsî, lazûlî, kuvarsî û yên di rengên zêrînî de, ji kulîlkekê radibûn diçûn xwe li ser kulîlkeke din datanîn; ew kulîlkên ku wan kêzikên bi rengê xwe yê xweşik xwe li ser vedinişt. Hingê kulîlk di bin nigê wan de direqisîn û rengê wan kêzikan ên som, di bin tîrêjên rojê de diteyisî. Edetî xweza di bin tîrêjên rojê de, rabûbû govend û semaya rengîn, û cotçavên me, ji wan hezar û yek reng, hezar û yek kulîlkan re dibe cotek berbûyên nedawetkirî.
Her em ber bi Erdexanê ve dikudînin, dêm li me dizerpite. Gava meriv çav li wê xweza, av û hewayê dikeve, hingê meriv li ber dikeve ka çima qîzên vî welatî ew çend bedew û xortên wî ew çend tîtal in.
Em di nav vê cumuşa rengan de, bi xunaviyeke ji taviyên biharê û kemereke keskesora li nav ezmên, diçin heta Erdexanê, lê ji ber karantînaya koronayê, kela Erdexanê ji serdêran re girtî bû.
Her çiqas em diçin kela Xaltiyan a li navçeya Çildirê, lê em gera xwe ya esasî ji demsala zivistanê re hiltîne û di nigê nig de em berê xwe didin Îdirê.
Li Îdirê, li kêleka çemê Erezê bermahiyên Xaltî-Ûrartûyan hene û em berê xwe didin wê derê. Gava em xwe bera devê çemê Erezê didin, tabelayeke zengarokî ku li ser “gundê Surmelî” nivîsandîbû, derdikeve pêşberî me. Li ber malekê, riya erebeyan li wir bi dawî dibe. Pîrejinek li me radibe. Gurmikek porê wê yê hinekirî, di ber kofiya wê re pengizîbû der. Te yê bigota qey teyisandina fîşekên diranên wê yên zêr, bi porê wê yê sor î kur re ketiye qayîşkêşê. Pîrejin, bi zimanekî di navbera zimanê azerî û kurmancî de bi me re dipeyive. Navê wê Sefo ye. Kurdeke ji wî gundî ye. Çaxa em wê dera dîrokî ji dayika Sefoyê dipirsin, ew ji me re dibêje: “Lawo ew der di nav sînorê leşkeriyê de ye. Niha qamera li ser me ye. Û dibe werin pirsa we ji me bikin. Hingê, hûn jî bibêjin em mêvan in.”
Gotinên dayika Sefo me ditirsînin; ne ji ber xwe, ji ber tirsa desteserkirina qeydên me yên berê. Em xatirê xwe ji dayika Sefo dixwazin û em di nigênig de, paş de difiskirînin. Rimilka ji ber tomofîlê radibe, di ser çemê Erezê re, bi tiralî ber bi Ermenistana wî aliyê çêm ve bilind dibe; û gotina dayika Sefo ya “dewekî cemidî vexwin û paşê biçin, gidî!” nola şekirekî dimîne li ser zimanê wê yê şîrîn.
Ber bi Bazîda rengîn ve
Çaxa meriv Ermenistanê dide milê xwe yê çepê, ber û berê çemê Erezê ber bi başûr ve dimeşe, hingê çiyayê Agirî, kofiyeke ji mijê daye serê xwe û meriv pêşwazî dike. Ji dûr ve, dengê tivingeke lûledirêj olan dide. Gelo ew dengê tivinga Biroyê Heskê Têlî bû? Yaxud dengê tivinga Şêx Zahir bû? Kî çi dizane, dibe ku ew dengê tivinga Îhsan Nûrî Paşa be, û kofiyek li serê Îhsan Nûrî Paşa jî hebû! Nola kofiya ji mijê, ya li ser serê çiyayê Agirî… Hecko ev kofiya mijînî ya li ser serê çiyayê Agirî, ji Îhsan Nûrî Paşa diyarî maye. Berfa di dolên çiyayê Agirî de, nola rêşiyê kofiya generalê kurd, xwe berdaye nav çavê Agirî. Her em nêzîkî Agirî dibin, ew hîn bêtir bejna xwe bilind dike û serê wî yê bi kofî xwe dispêre kokevaniya ezmên û alema stêrkan dirijin li ser milê wî…
Te dît dinya ye! Heke rojekê riya we bi wî alî ket, qenc bala xwe bidin çiyayê Agirî. Hingê hûn ê lê vehesin ku ew ne çiya ye; ew generalê kurd ê serbikofî û pirbistêrk, Îhsan Nûrî Paşa bixwe ye. Û civata hogirên wî, ango civata stêrkan li dora wî himhimiye. Her ku bejna Agirî, bejna Generalê Agirî bilind dibe, ya min jî li hember wî û hogirên wî ew çend nizm dibe.
Bazîd; hêlîna bazan
Di dema serhildana Agirî de, Bazîd baregeha serhildêrên kurdan bû. Nexasim yekîneyên Şêx Zahir, li derûberê Bazîdê, mîna xezeba xwedê bûne û em li Bazîda rengîn, li meskenê Bazan e.
Meriv di derheqa herêmekê de çiqas xwedî zanîn be jî, zanîna meriv ne bi qasî zanîna xelkê wê herêmê ye. Lewra zanîna xelkê xwecihî, nola mastê kîs parzûnkirî ye. Ji ber ku em bi vê yekê serwext in, em li çiqas nas û dostan digerin, tevdek berê me didin rojnamevanê naskirî, Cewdet Baycan. Em jî pêşniyaza nas û dostan li erdê naxin û em diçin serdana Cewdet Baycan. Kê di derheqa wî ciwanmêrî de çi gotibû, kêm gotibû ne zêde… Mîna meriv biçe li ba Platon û di derheqa Sokrates de pirsan ji Platon bike. Cewdet Baycanê 70 salî jî, bi wê helwesta şagirtiyane, di derheqa seydayê xwe feylozofê kurd, Ehmedê Xanî de wanî dipeyivî û me ji ilm û zanîna Ehmedê Xanî dida serwextkirin. Heyraniya wî ya Ehmedê Xanî, di bîbikên çavên wî de diteyisî.
Çaxa em xatirê xwe ji Cewdet Baycan dixwazin, me soza ku careke din em ê bi hev re li herêmê, li ser şopên pêşiyên xwe bigerin, da hevdu. (ew ê feleka xayin, nexweşiya koronayê nehêle em soza xwe bibin serî û ew ê piştî çend rojeke din, şagirtê Ehmedê Xanî Cewdet Baycan, ji me bistîne û wî bibe cem memosteyê wî Ehmedê Xanî…)
Qesra Îshaq Paşa
Qesra Îshaq paşa, di sala 1674’an de, ji hêla Mîr Mihemed Pirbela ve ku tê texmînkirin li ser qesreke Xaltîyan, hatiye avakirin. Qesra Îshaq Paşa, li hemberî kela Xaltîyan a li serê kelatekê ye. Navê kela Xaltîyan Daryûnk e. Tê texmînkirin ku ev kela hanê, berî zayînê di navbera sedsala 9 û 13’an de hatiye çêkirin.
Qesra Îskaq Paşa, ji qesrên gelek serokdewletan bi şox û şengtir e. Nexş û sêwirandinên li ser dîwarê qesrê, nola dantêlên qîzên destgirtî, ew çend hûrik û nazenîn in.
Gava meriv dikeve hundirê qesrê, li ser milê çepê kaniyek duçavî heye. Ji çaviyeke wê re av, ji çaviya din re jî, di rojên cejnan û rojên pîroz de, şîr herikiye. Ew şîrê hanê jî, ji bo dilşakirina jar û belengazan bûye.
Li berder û serdera deriyê duyem jî, sêwirandina du şêran û darên jiyanê hatiye niqirandin. Territa şêran, nola giha gagerînkê bi serdera derî ve rapelikîne. Sêwirandina wan her du darên qajê jî, bi xetên bêqusûr û bi destê merîfet ên hosteyên kevirbir ve hatiye nexşandin. Tê zanîn ku deriyek ji dused kîlo zêr û kevirên giranbiha pêk dihat, li ber vî derî hebûye; di sala 1893’an de, Ûris vedigre li ser Bazîdê û wî deriyê biha lê nayê kirin, dibin. Niha ew derî di muzexaneya Lenîngradê tê pêşandan.
Gelek stran, serpêhatî û destan li ser qesra Îskaq Paşa hatine gotin. Yek ji wan destanan, a bi navê “evsaneya çiyayê Agirî” ji hêla nivîskarê gewre Yaşar Kemal ve hatiye nivîsandin.
Feylozof Ehmedê Xanî
Bapîrê Ehmedê Xanî Rustem, di sala 1592’yan de ji gundê Xan ê Colemêrgê bar dike tê Dîza Sor (kela Sor). Ev kela hanê, wekî borsaya Mîr Mihemed Pirbela bûye. Lewra Dîza Sor, ango kela Sor, naveda gumrukê bûye. Bavê Ehmedê Xanî, di Dîza Sor de dibe qadî, ango dadger. Ehmedê Xanî, heta çardeh saliya xwe, li ber destê bavê xwe yê dadger û birayê xwe perwerde dibe. Ehmedê biçûk, binyada ilmê xwe ji malbata xwe ya xwenda û pêşketî distîne. Paşê diçe medreseya Xelata Bedlîsê û Cizîra Botan perwerde dibe. Di van medreseyan de, li ser ilmê Feqiyê Teyran û Melayê Cizîrî tîr dibe û ji ber dike.
Êdî dema derbaskirina sînoran tê. Ehmedê xortik, diçe Bexda, Heleb û Şamê… Li van navendên serkana zanînê perwerdeyeke gelekî sûdemend dibîne. Li vir, li ser felsefeya yewnana antîk tîr dibe û ji felsefeya kesên nola Sokrates, Platon û Arîsto Teles têr dibe. Her wiha li van zanîngehan, bi feylozofên ereb ên nola Farabî, Sohrewerdî û Muhetîn Erebî re serwext dibe.
Ehmedê ciwan, vêca berê xwe dide Ecemistanê û dixwaze xwendina xwe li vê derê tacîdar bike. Di medreseya Tebrîz û Kirmanşanê de perwerde dibe. Li vir jî, ji ilmê Elî Herîrî, Emer Xeyam û Fîrdewsî têr dibe; ji kaniya helbestê Baba Tahirê Ûryan vedixwe. Her wiha ji nexş û nîgarên Manî re dibe bengî.
Ehmedê Xanî vedigere Bazîdê
Ehmedê têrperwerdekirî, nola mêşa hingiv xwe li ser her kulîlkê datîne û ji her cureyê hingiv ê zanînê berhev dike. Piştî deh salan, bê çawa Hz. Zerdeşt xwe ji şikefta xwe berdide jêr û di nav daristanê de, li kalemêrekî zanemend rast tê û kalemêrê zanemend dibersivîne, dibêje “êdî kewara min a hingiv di ser re diqulupe, loma jî diçim nav xelkê, da ku vî hingivî bi wan re parve bikim…” A ha Ehmedê Xanî jî bi vî awayî li Bazîdê vedigere, û mîrê kurdan, Mîr Mihemed Pirbela yê zîrek, li ser textê mîregiyê ye.
Mîr Mihemed Pirbela, di sala 1674’an de temelê qesra niha wekî Qesra Îshaq Paşa tê zanîn datîne. Ehmedê Xanî jî li ser temelê qesrê, ji mîrê kurdan re dibe diakar û Ehmedê Xanî yê zanamend, dibe şêwirmendê wî. Ehmedê Xanî, dixwaze bi destê Mîr Mihemed Pirbela, kurdan vegerîne ser çax û benga wan a împaratoriya berê.
Mîr Mihemed Pirbela, bi sedemek nayê zanîn di sala 1678’an de diçe ber dilovaniya xwedê.
Piştî wefata mîr, Evdî Paşayê Qop, ji hêla Osmanî ve tê wezîfedarkirin. Evdî Paşa, bapîrê Îshaq Paşa ye, lê qet ava Ehmedê Xanî û Evdî Paşa di coyekê re naherike. Loma jî Ehmedê Xanî, dev ji peywira xwe ya di rêveberiya mîregiyê de berdide; xwe vedikişîne çilxaneyê û li dû hev berhemên xwe yên niwaze, wekî Nûbihara Piçûkan, Eqîdeya Îmanê û Mem û Zîn dinivîse. Ehmedê Xanî, helbesteke gazinbarkirî wiha dinivîse: Ger dê hebûya me padîşahek/La’iq bidiya Xwedê kulahek/Te’yîn bibûya ji bo wî textek/Zahir vedibû ji bo me bextek/Hasil bibûya ji bo wî tacek/Elbette dibû me jî rewacek/Ger dê hebûya me îttîfaqek/Vêkra bikira me înqiyadek/Rom û Ereb û Ecem temamî/Hem’yan ji me re dikir xulamî/Tekmîl-i dikir me dîn û dewlet/Tehsîl-i dikir me ‘ilm û hîkmet/Ez mame di hikmeta Xwedê da/Kurmanc di dewleta dinê da!/A ya bi çi wechî mane mehrûm/Bilcumle ji bo çi bûne mehkûm?/Kurmanc ne pir di bê kemal in/Emma yetîm û bê mecal in/Fîl cumle ne cahil û nezan in/Belkî sefîl û bê xudan in/Ger dê hebûya me jî xudanek/Âlî-keremek, letîfedanek/İlm û huner û kemal û iz’an/Şir û xezel û kîtab û dîwan/Ev cins bibûya li ba wî me’mûl/Ev neqd bibûya li ba wî meqbûl/Min dê ‘elema kelamê mewzûn/Alî bikira li banê gerdûn/Bi navê ruhê Melayê Cizîrî/Pê hej bikira ‘Elî Herîrî/Keyfek we bida Feqihê Teyran/Hetta bi ebed bimayî heyran…
Xanîlog û şagirtê Ehmedê Xanî, gorbihuşt Cewdet Baycan dibêje: “Piştî Arîsto û Farabî, Ehmedê Xanî, seyda û feylozofê ciwan ê sêyem e.”[1]
Denna post har skrivits in (Kurmancî - Kurdîy Serû) språk, klicka på ikonen för att öppna objektet på originalspråket!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Denna post har tittat 843 gånger
HashTag
Källor
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | موقع https://xwebun1.org/- 12-02-2023
Länkade objekt: 9
Grupp: Artiklar
Artiklarna språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 07-10-2020 (4 År)
Bok: Kultur
Dokumenttyp: Språk
Publication Type: Born-digital
Technical Metadata
Produkt Kvalitet: 99%
99%
Tillagt av ( ئاراس حسۆ ) på 12-02-2023
Den här artikeln har granskats och släppts av ( سارا ک ) på 12-02-2023
Denna post nyligen uppdaterats med ( سارا ک ) om : 12-02-2023
URL
Denna post enligt Kurdipedia s Standarder inte slutförts ännu !
Denna post har tittat 843 gånger
Kurdipedia är de största källorna för kurdiska information!
Artiklar
Ni får en feministisk peshmerga i riksdagen
Artiklar
Agera innan fler barn dör av äktenskap
Bibliotek
Den Kurdiska Fragen I Turkiet
Biografi
Tara Twana
Artiklar
En sorg att MP får bli tillhåll för islamister
Bibliotek
Svensk - Kurdisk ordlista
Biografi
Şîlan Diljen
Artiklar
Amineh Kakabaveh slår tillbaka mot Vänsterpartiets ledning efter uteslutningen: ”Ljuger”
Artiklar
​SANNING! NÄR JAG FÅR HÖRA DET SÅ
Bibliotek
Kurdfrågan En bakgrund
Bibliotek
Kurdistan; ‏Rapport från SAC:s studieresa 1994
Bibliotek
Öster om Eufrat: -i kurdernas land

Actual
Artiklar
En sorg att MP får bli tillhåll för islamister
19-05-2018
هاوڕێ باخەوان
En sorg att MP får bli tillhåll för islamister
Bibliotek
Den sista flickan
07-10-2018
زریان سەرچناری
Den sista flickan
Artiklar
Amineh Kakabaveh slår tillbaka mot Vänsterpartiets ledning efter uteslutningen: ”Ljuger”
22-09-2019
نالیا ئیبراهیم
Amineh Kakabaveh slår tillbaka mot Vänsterpartiets ledning efter uteslutningen: ”Ljuger”
Biografi
Şîlan Diljen
04-07-2020
ڕێکخراوی کوردیپێدیا
Şîlan Diljen
Bibliotek
Öster om Eufrat: -i kurdernas land
25-05-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Öster om Eufrat: -i kurdernas land
Nytt objekt
Bibliotek
Öster om Eufrat: -i kurdernas land
25-05-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliotek
Kurdistan; ‏Rapport från SAC:s studieresa 1994
03-01-2022
ڕۆژگار کەرکووکی
Bibliotek
Den Kurdiska Fragen I Turkiet
23-06-2019
زریان سەرچناری
Biografi
Tara Twana
09-09-2018
هاوڕێ باخەوان
Bibliotek
Recueil de textes Kourmandji
24-10-2011
هاوڕێ باخەوان
Statistik
Artiklar 519,240
Bilder 106,492
Böcker 19,255
Relaterade filer 96,945
Video 1,380
Kurdipedia är de största källorna för kurdiska information!
Artiklar
Ni får en feministisk peshmerga i riksdagen
Artiklar
Agera innan fler barn dör av äktenskap
Bibliotek
Den Kurdiska Fragen I Turkiet
Biografi
Tara Twana
Artiklar
En sorg att MP får bli tillhåll för islamister
Bibliotek
Svensk - Kurdisk ordlista
Biografi
Şîlan Diljen
Artiklar
Amineh Kakabaveh slår tillbaka mot Vänsterpartiets ledning efter uteslutningen: ”Ljuger”
Artiklar
​SANNING! NÄR JAG FÅR HÖRA DET SÅ
Bibliotek
Kurdfrågan En bakgrund
Bibliotek
Kurdistan; ‏Rapport från SAC:s studieresa 1994
Bibliotek
Öster om Eufrat: -i kurdernas land

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| Kontakt | CSS3 | HTML5

| Sida generation tid : 0.546 sekund(er)!