图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,710
图片 106,206
书籍 19,174
相关文件 96,618
Video 1,329
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Çavên hikumetê kor bûne, HDP piştgiriyê dide lê hikumet asteng dike
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Çavên hikumetê kor bûne, HDP piştgiriyê dide lê hikumet asteng dike

Çavên hikumetê kor bûne, HDP piştgiriyê dide lê hikumet asteng dike
Hikumet alîkariya mexdûrên erdhejê nake. Malbat pêdiviyên jiyanî nabînin. HDP destê xwe dIrêjî mexdûrên erdhejê dike lê gelek cihan rastî astenkirina hêzên hikumetê tê
Nîvê navçeya Islahiyeya Dîlokê ji ber erdheja li Mereşê hilweşiyaye. Li navçeyê welatî şeva xwe li derve li derdora agir, di wesayîtên xwe û di konan de ku bi derfetên xwe danîne derbas dikin. Li navenda navçeyê ji 4 malbatan 4 kes ku di dikaneke yekqatî û 10 metrekareyî de dimînin, rewşa li bajêr didin der.
Nan û pêdiviyên din bi dest nakevin
Ji van 14 kesan Aladîn Baştemûr anî ziman ku pir zehmetiyê dibînin û got: “Em li benda alîkariyê ne. Nan tune, xwarin tune. Alîkarî pir kêm e. Em li nan digerin, li avê digerin bi destê me nakevin.” Baştemûr bi lêv kir ku li cihekî yekodeyî 14 kes dimînin û got ku li benda alîkariyê ne.
$Kon nadin$
Baştemûr diyar kir ku alîkarî nehatiye navçeyê û kon nehatine dayîn û got: “Em û zarokan li vir îdare dikin. Em diçin li mirovên xwe yên di bin kavilan de dinêrin û tên. Em di dikaneke kevn de ne. Em li vir hewl didin li çara serê xwe binerin. Em her tiştî bi derfetên xwe dikin.”
Ji aliyê hikumetê ve ji bo alîkariya mexdûrên erdhejê ker û korbûneke xedar dewam dike. Diyar e heta niha destê xwe dirêjî mexdûran nekirine, gelê mexdûr di bin sermaya xedar de tî û birçî, bi şev û roj li aqûbeta xizmên xwe yên di bin xirbeyên erdhêjê de ye dipê û li bendê ye ku alîkariyek were û destekî alîkariyê dirêjî wan be.
Li aliyê din ligel ker û korbûna hikumetê HDP bi derfetên kêm alîkariya ku gel ji bo mexdûrên erdhejê berhev kiriye dişîne herêmên erdhejê.
Navenda Koordînasyona Krîza Erdhejê ya HDP’ê dest bi belavkirina alîkariyên ji bo mexdûrên erdhejê berhev kiribûn kir. Li herêmên ku ekîbên AFAD’ê hejmara wan lê kêm jî komên tenduristiyê yên ji 10 kesan pêk tên şandin.
Ji ber erdhejên bi pileyên 7,7 û 7,6 ên li Mereşê, li bajarên Mereş, Dîlok, Meletî, Semsûr, Riha, Amed, Kîlîs, Osmaniye, Edene û Hatayê texrîbateke mezin çêbû. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku ji bo mexdûrên erdhejê alavên bingehîn berhev kir, nêzî 30 TIR’ên alîkariyê bo herêmên erdhejê şand. Li herêmên ku hejmara tîmên AFAD’ê lê kêm bûn jî tîmên tenduristiyê yên ji 10 kesan pêk tên şand. Hinek TIR’ên ku HDP’ê ji bo herêmên erdhejê şandin, di rê de ji hêla polîsan ve hatin desteserkirin.
$Divê her kes destê xwe dirêjî mewxdûran bike$
Tîmên tenduristiyê yên ji 10 kesan pêk tên ku Navenda Koordînasyona Krîza Erdhejê ya HDP’ê ber bi herêmên Mereş, Dîlok, Semsûr û Rihayê ve şandin, dest bi xebatên lêgerîn-rizgarkirinê kirin. Komên ku ber bi qadên erdhejê ve hatin veguhestin, di heman demê ji bo piştevaniya bi mexdûrên erdhejê re peywendiyan datînin. Rayedarên Koordînasyona HDP’ê ku li hemû bajaran kampanyaya alîkariyê dimeşînin, dibêjin ku bi taybet jî pêdivî bi av, nan û pêdiviyên bingehîn hene. Rayedarên Navenda Koordînasyona Krîzan dan zanîn ku ji îro ve 30 TIR’ên alîkariyê ber bi herêmên erdhejê ve hatine şandin. Rayedaran destnîşan kirin ku ji bilî deverên ku erdhejê bandoreke giran lê kirî, rêxistinên wan ên li tevahiya herêma Çukurovayê tev li xebatan bûne û tevî astengiyên tên derxistin jî nasekinin. Rayedaran, destnîşan kir ku divê kesên dixwazin bi dilxwazî tev li xebatan bibin û TIR’ên ku alîkariyên xurek û hwd. dibin neyên astengkirin. Rayedaran wiha got: “Li gel ku HDP’ê qebûl kir alîkariyên heyî bi AFAD’ê re belav bike jî, astengkirin berdewam in.” Rayedarên HDP’ê di serî de ciwan, bang li her kesî kirin ku ji bo belavkirina alîkariyan û piştevaniyê tev li xebatan bibin.
Rayedaran got ku piştevaniya li ser hejmarên ragihandinê tên dê raste rast ji mexdûrên erdhejê re bên şandin û herêmên alîkariyê lê belav dikin jî wiha destnîşan kir:
“Ji Wêranşarê bo Semsûrê 5 hezar nan, ji bo Bazarcixê 5 hezar nan; ji Amedê bo Bazarcixê 2 hezar nan, 5 hezar av, 220 betaniye; ji Wanê bo semsûrê TIR’eke ji alavên bingehîn pêk tê; ji Erdîşê bo Semsûrê TIR’eke alavên bingehîn hate şandin; ji Mêrdînê bi Semsûrê TIR’eke alavên bingehîn; ji Stenbolê bo Mereşê 2 TIR’ên alavên bingehîn; ji navçeya Kulu ya Konyayê TIR’eke alavên bingehîn; ji Edîrneyê bo Meletî û Mereşê 4 TIR’ên ji alavên bingehîn pêk tên; ji Êlihê bo Semsûrê 71 kamyonên alavên bingehîn; ji Wanê bo Meletiyê kamyoneke ji alavên bingehîn pêk tê; ji Şirnexê bo Dîlokê kamyoneke (30 ton) komirê; ji Bazîdê bo Semsûrê TIR’eke alavên bingehîn; ji Agiriyê jî 2 kamyonên alavên bingehîn hatin şandin.”
Li gorî Ajansa Mezopotamyayê alîkariyên ku rêxistinên HDP’ê yên navend û navçeyan kom kirin, duh di saetên şevê de gihiştin Meletiyê. Dê alîkarî di nava rojê de ji bo gel bên belavkirin.
Erdheja li Mereşê li gelek bajarên bakurê Kurdistanê rê li ber texrîbateke mezin vekir. Li gel ku bi ser erdhejê re sê roj derbas bûne, hê jî peywendî bi gelek deveran re nayên danîn. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo piştevaniya bi mexdûrên erdhejê re, di çarçoveya Navenda Koordînasyona Krîzan de li tevahiya rêxistinên xwe yên navend û navçeyan xebat da desptêkirin. Li ser bangawaziyên rêxistinên HDP’ê yên navend û navçeyan, gelek alîkarî hatin komkirin û di saetên şevê de ji Meletiyê re hatin şandin.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,202
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | موقع https://xwebun1.org/- 09-02-2023
挂钩项目: 15
小组: 文章
Publication date: 09-02-2023 (1 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 报告
城市: Amed
城市: 马拉蒂亚
城市: 乌尔法
文件类型: 原文
普罗旺斯: 土耳其
普罗旺斯: 北库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 09-02-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on09-02-2023
此产品最近更新( سارا ک ):09-02-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,202
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.110 KB 09-02-2023 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,710
图片 106,206
书籍 19,174
相关文件 96,618
Video 1,329
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!