图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,515
图片 106,562
书籍 19,265
相关文件 97,092
Video 1,385
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Rojbîn Dersîm - Raîfe Kûtlak
小组: 烈士 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Rojbîn Dersîm

Rojbîn Dersîm
$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Rojbîn Dersîm
Nav paşnav: Raîfe Kûtlak
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Meryem-Huseyîn
Dem û cihê şehadetê: 22'ê Çileya 2023 / Besta

$Kurtejiyana şehîd:$
Xelkê me yê Geverê ku hestên xwe yên welatparêziyê her tim li pêş e, dagirkeriya li ser welatê me Kurdistanê û hebûna dagirkeran ti carî qebûl nekiriye û her tim têkoşiya ye. Dema ku derfetên berxwedana çalak nebû jî bi sebreke mezin bingeha berxwedanê danî, dema ku derfetên berxwedanê çêbûn jî mîna lehiyekê ber bi refên têkoşînê ve herikî. Ji ber vê yekê navçeya Geverê di her serdemê de bû navendeke serhildanê ya girîng, xelkê me yê Geverê jî weke xelkê serhildanê cihê xwe di dîroka Kurdistanê de girt. Her wiha bi helwesta xwe ya xwedîderketina li çand û zimanê Kurdî, polîtîkaya asîmîlasyon û qirkirinê ya dewleta Tirk a sed salî pûç kir, dersa pêwîst da dagirkeran. Bi Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê re ku bi pêşengiya partiya me PKK'ê destpê kir, xelkê me yê Geverê cihê xwe li nava refên têkoşînê girt û gelek ewladên xwe yên hêja bi destê xwe tevlî nava refên têkoşînê kir, wezîfeya xwe ya welatparêziyê bêkêmasî bi cih anî. Ji Berçem Cîlo, Welat Herinkî, Rizgar Gever, Egîd Civyan û heta ji pêşengên Berxwedana Werxelê Çavrê Kamûran gelek fermandarên leheng ji nava xwe derxist û bi saya van milîtanên pêşeng timî pêşiya xwe dewam kir.
Li qadeke mîna Geverê ku bingeha xwe ya civakî û welatparêzî lê xurt e, hevrêya me Rojbîn li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Bêguman ev taybetmendiyên hêja yên xelkê Geverê di kesayetiya xwe de temsîl kir. Di destpêka salên 1990'î de bi bandora berxwedanê re hêzên me yên gerîla ku li tevahiya Kurdistanê deng vedan, hem tirs berdan nava dilê dijmin hem jî bûn hêviya azadiyê ji gelê me re. Hevrêya me Rojbîn jî di vê demê de Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê nas kir û bi dilsoziyeke mezin pê ve hate girêdan. Hêvî û armanca siberoja azad di nava gerîla de dît, xwest ku bi xwe jî bibe parçeyek ji vê hêviyê. Hevrêya me Rojbîn baweriya xwe bi wê yekê anî ku tola komkujiyan û zilma li gelê me hatiye kirin bi vî rengî dikare hilîne û di temenê ciwantiyê de biryar da tevlî nava refên gerîla bibe. Di sala 1996'an de ku yek ji serdemên şerê herî giran ê li dijî artêşa Tirk a dagirker bû, hevrêya me Rojbîn beşdarî nava refêng erîla bû, di demeke kurt de rastiya dijmin, zor û zehmetiya têkoşînê dît û fêhm kir. Pê hesiya ku di nava şert û mercên zehmet de tevlîbûneke bi îrade û bi biryar pêwîstiyeke mezin e, lewma xwe li gorî şert û mercên têkoşîneke giran amade kir. Li gel perwerdeyeke kêm jî bi tevlîbûna xwe ya cewherî di demeke kurt de ji aliyê leşkerî ve xwe bi pêş ve bir û di mijara îdeolojîk de jî şareza bû. Lewma weke hevrêyeke xwedî sekn hate naskirin û hezkirin. Ji sala 1996'an heta sala 2003'an ji Garê heta Zagrosan, ji Xinêrê heta Qendîlê li gelek qadan gerîlatî kir. Di nava vê demê de hewl da ku xwe ji aliyê leşkerî û îdeolojîk ve her tim bi pêş ve bibe.
Piştî ku dijmin bi komployeke navneteweyî Rêberê me dîl girt, hevrêya me Rojbîn bû xwedî hêrseke mezin, li dijî tasfiyekariya ku hewl dida tevgera me ji hundir ve teslîm bigire heta dawiyê helwest nîşan da. Dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo re di ser her tiştî re girt, destûr neda ku ti tişt dikeve navbera wê û Rêbertî. Di vê demê de ku feraeta tasfiyekaran hewl dida gerîla marjînal bike, hevrêya me Rojbîn ji bo li dijî dewleta Tirk a dagirker şer bike di sala 2003'an de berê xwe da Bakurê Kurdistanê û derbasî herêma Dersimê bû. Li Dersimê nêzî heft salan xebitî, di vê pêvajoyê de bi wêrekî, fedakarî û kedkariya xwe her li pêş bû û bû milîtan û fermandareke mînak a YJA Starê. Li herêm Dersimê tevlî çalakiyên bi bandor bû û di van çalakiyan de bi tevlîbûn û serketina xwe pêşengî kir. Di nava pratîka heft salan de şehadeta gelek hevrêyên xwe dît û armanca her hevrêyên xwe yên şehîd ji xwe re kir armanc, bîranînên wan di dilê xwe de bi cih kir û tevlîbûneke hîn xurtir ji xwe re kir armanc. Bi pratîka Dersimê ya zehmet re hevrêya me rojbîn bû xwedî tecrûbeyeke mezin, zû bû fermandar û wezîfeyên şoreşê hîn bêhtir hilda ser milê xwe.
Hevrêya me Rojbîn di sala 2010'an de vegeriya Herêmên Parastinê yên Medyayê, pratîka Dersimê ya heft salan nirxand, ji bo kêmasiyên di pratîkê de kiriye sererast bike û di Îdeolojiya Azadiyê ya Jinê de bêhtir kûr bibe tevlî perwerdeya li Akademiya Jinê ya Azad a Şehîd Bêrîtan bû. Hevrêya me Rojbîn di jiyana xwe ya şoreşgerî de yekemcar li qadeke xweser a jinan perwerde wergirt, ji ber vê yekê kêfxweş bû, ev firsend baş bi kar anî û hîn bêhtir xwedî li wezîfeyên xwe yên demê derket û li ser xeta jin a azad xwe kûr kir. Hevrêya me Rojbîn tecrûbeyên xwe yên jiyanî, rêxistinî û leşkerî bi hevrêyên xwe yên ciwan û bêtecrûbe re parve kir, lewma wezîfeya xwe ya pêşengiyê bi cih anî. Di pêvajoya perwerdeyê de hîn bêhtir li ser rastiya Rêbertî û PKK'ê kûr bû, destnîşan kir ku PKK nûnerê hêviya paşeroja azad a mirovahiyê ye. Her wiya diyar kir ku jiyana bi Rêbertî re bi hîskirina Rêbertî dibe, hewl da ku di her kêliyê de bi Rêbertî re bijî. Bi kûrahî fêhm kir ku xwegihandina Rêbertî li Amedê ku armanca wê ya zarokatiyê bû tenê bi dilsoziya jiyaneke bi Rêbertî re dibe. Pêvajoya perwerdeyê bi rengekî serketî temam kir, ji bo Şerê Gel ê Şoreşgerî bi rengê herî rasta bi cih bîne, wezîfeyên girîng hilda ser milê xwe, ev wezîfe bi serketî bi cih anî û nêzîkatiya xwe ya li wezîfeyên demê bi şênberî nîşan da. Hevrêya me Rojbîn fêhm kir ku Şerê Gel ê Şoreşgerî tenê bi fermandarên pêşeng dibe, di sekna xwe ya jiyan û leşkerî de weke fermandareke hevgirtî bû mînak ji hevrêyên xwe hemûyan re.
Piştî ku demekê li Herêmên Parastinê yên Medyayê pratîk kir, ji bo bersivê bide polîtîkayên qirkirinê yên dijmin ên li ser tevgera me û gelê me, berê xwe da Botanê; warê Egîd, Azîme, Zelal, Rahîme, Adil, Gulbahar, Delal û Egîd Civyanan. Hevrêya me Rojbîn di sala 2016'an de bi wezîfeya endametiya Fermandariya Eyaletê derbasî Botanê bû, bi tevlîbûna xwe ya bi rêbaza fedaîtiyê li dijî êrîşên dijmin kêlî bi kêlî berxwedan birêxistin kir, nîşan da ku dijmin di kîjan astê de êrîş bike jî wê li hemberî vê yekê di têkoşîna bi ruhê fedaî yê Apoyî de israr bikin. Komkujiyên ku dijmin di Berxwedana Xwerêveberiyê de li hemberî gelê me kir ji xwe re kir hinceta çalakiyên mezin ên tolhildanê, lewma li Botanê gelek çalakî plan kir û bi rê ve bir. Bi taybetî Pêngava Şoreşgerî ya Serketî ku di 15'ê Tîrmeha 2016'an de li Berxwedana Xwerêveberiyê ya Sêrtê pêk anî, bi xwe bi rêxistin kir, meşand, beşeke mezin a bajarê Sêrtê xiste bin kontrolê, lê belê ji ber ku ev pêngava şoreşgerî li heman roja hewldana darbeya biguman rast hat, zêde nekete rojevê. Hevrêya me Rojbîn ku taybetmendiyên wê yên dilnizm û gelî li pêş bû, weke Fermandara YPS'ê wezîfeyên girîng bi cih anî, dema ku li Botanê têkoşiya di nava gelê Botanê de bû cihê hezkirin û hurmetê. Bi taybetî ji bo Şerê Gel ê Şoreşgerî bi ser bikeve kete nava kûrbûneke mezin, hewl da û bi têkoşîna xwe hêviya azadiyê ya Mehmet Tûnç, Sêvê Demîr, Pakîze Nayir, Fatma Ûyar û Zeryanan dewam kir. Hevrêya me Rojbîn ku baweriya xwe ya bi serketinê gelekî mezin bû, bi şev û roj têkoşiya û ked da. Lewma di nava hevrêyên xwe de bû fermandareke mînak. Sekna xwe ya ku tawîz nedida dijmin heta kêliya dawî jî dewam kir û 22'ê Çileya 2023'an li dijî êrîşên dijmin bi fedaîtî li ber xwe da û şehîd bû. Weke hevrêyên wê em ê timî serbilind bin ku di bin fermandariya fermandara mîna Rojbîn Dersim de şer bikin.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览409
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | موقع https://anfarabic.com/ - 05-02-2023
挂钩项目: 2
日期与活动
烈士
小组: 烈士
Cause of death: No specified T4 645
Military rank: No specified T4 708
No specified T3 81: 北库尔德斯坦
No specified T3 82: Cullemêrg
No specified T3 85: 北库尔德斯坦
人键: 军事
性别:
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئەڤین تەیفوور 05-02-2023
本文已被审查并发布( زریان سەرچناری )on05-02-2023
此产品最近更新( ئەڤین تەیفوور ):05-02-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览409
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,515
图片 106,562
书籍 19,265
相关文件 97,092
Video 1,385
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!