图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,515
图片 106,561
书籍 19,265
相关文件 97,086
Video 1,385
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Delîla Goyî - Evîn Encu
小组: 烈士 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Delîla Goyî

Delîla Goyî
$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Delîla Goyî
Nav paşnav: Evîn Encu
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Naîme-Hamît
Dem û cihê şehadetê: 22'ê Çileya 2023 / Besta

$Kurtejiyana şehîd:$
Partiya me PKK hêviya azadiyê ya gelê me ji nû ve ava kir û li Kurdistanê jiyaneke bi rûmet û kevneşopiya berxwedanê ya bênavber a di nava şert û mercên herî giran de afirand. Gelê me yê welatparêz, têkoşîna partiya me PKK'ê ya bi pêşengiya Rêber Apo li Kurdistanê bi serhildanan pêşwazî kir û bi coşeke mezin tevlî meşa serketinê bû. Xelkê me yê Botanê yê qedîm ku navenda berxwedanê ya Kurdistanê ye, yek ji wan qadên destpêkê bû ku xwedî li têkoşîna me derket. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê reh berdan nava xaka Botanê, li dijî dagirkeran berxwedaneke dîrokî kirin û li her qada Kurdistanê belav bûn. Hevrêya me Delîla ku li gundê Bêceh ê navçeya Qilaban a Şirnexê ji dayik bû, li nava malbateke welatparêz mezin bû ku dilsozê vê çanda berxwedanê ya partiya me PKK'ê bû. Hevrêya me ku ji eşîra Goyî ya berxwedêr û welatparêz bû, li dijî nokerî û xiyaneta ku dagirker li ser Kurdsitanê ferz dikin, ji zarokatiyê ve partiya me PKK nas kir ku li dijî vê xeta xiyanetê, xeta jiyana azad û bi rûmet bilind kir. Hevrêya me ji malbata Encu ya hêja ye ku di nava refên partiya me PKK'ê de gelek şehîdên xwe çêbû, hevrêya me Delîla jî bi çîrokên lehengiyê yên hevrêyên me yên şehîd mezin bû. Li eşîra Goyî ku li xaka Kurdistanê ya pîroz a navenda Şoreşa Neolîtîkê ye girêdaneke xwe ya xurt a civakî heye û bandora jinê ya li jiyanê lê tê hîskirin, bi kesayetiya nirxên Kurdistanî karaktera hevrêya me Delîla ava bû. Hîn di temenê ciwantiyê de şahidî ji êrîşên bêrehm ên li dijî gelê me re kir û li hemberî dewleta Tirk a mêtinger bû xwedî hêrseke mezin. Gelê me ku ji aliyê mêtingeran ve xizan hate hiştin, bi gotina Rêber Apo 'Li warê nan bênan hate hiştin', ji bo jiyana xwe dewam bike, her roj neçar ma ku metirsiyên mezin bide ber çavên xwe. Di şeva 28'ê Kanûna 2011'an de 34 ciwanên Kurd ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve hate şehîdxistin û ev yek bû sedem ku hevrêya me Delîla rastiya dewleta mêtinger bi şênberî bibîne û nas bike.
Çanda berxwedanê ya ku malbat û derdora xwe ya welatparêz wergirtî û lêgerîna li jiyana azad kesayatiya têkoşer a hevrêya me Delîla bi pêş ve bir. Bi vî rengî tevlî nava refên PKK'ê bû û biryardariya xwe nîşan da ku dixwaze bibe şopdara felsefeya Rêber Apo. Polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewleta Tirk a mêtinger ji nêz ve dît ku dixwaze gelê me ji koka wan dûr bixîne, bênasname bihêle û li ser vê bingehê êrîşî ciwanên Kurd dike. Hevrêya me Delîla nerazîbûna xwe veguheran têkoşîneke rêxistinbûyî. Êrîşên ku dewleta Tirk a mêtinger sala 2015'an li hemberî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê da destpêkirin, ji bo hevrêya me Delîla bû nuqteya dawî. Hevrêya me tevî xizmekî xwe du rojan meziya, li gel zor û zehmetiyan jî bi biryardarî xwe gihand qadên gerîla û îradeya xwe ya azadiyê careke din nîşan da, bi vî rengî tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bû.
Hevrêya me ku bi kelecan û coeşeke mezin tevlî wê jiyanê bû ku bi hesreta wê bû, bi taybetmendiyên xwe yên pak û xwezayî, bi îradeya xwe ya xurt, zû bi jiyana gerîla re bû yek. Hevrêya me ku xwedî taybetmendiyên herî xurt ên jina Kurd a berxwedêr bû, di serî de komkujiya Roboskî ji bo hesabê hemû êrîşên dijmin ên li ser gelê me bipirse, li refên herî pêş cih girt û di vê çarçoveyê de ji bo bibe gerîlayeke profesyonel kedeke mezin da. Navê Şehîd Delîla Meyaser li xwe kir ku bi stranên wê mezin bû û heyrana kesayetiya wê ya milîtanî bû. Di şexsê Şehîd Delîla de ji bo xwedî li têkoşîna şehîdan ehmûyan derkeve, bêrawestan tevlî têkoşîna me ya şoreşê bû. Hevrêya me Delîla pratîka xwe ya destpêkê ya gerîlatiyê li Heftanînê pêk anî, di demeke kurt de bû milîtaneke pêşeng û li her qada ku lê dima bû milîtaneke PKK û PAJK'ê ya mînak ku cihê baweriyê bû. Ji bo di felsefeya jiyanê ya azadiya jinê, ekolojîk û demokratîk a Rêber Apo de xwe kûr bike, her tim xwe kûr kir û di demeke kurt de gelekî bi pêş ket. Hevrêya me di gelek qadan de şareza bû, wezîfeyên xwe hemû yên ku partiyê danî ber wê bi serketî bi cih anî û ev hewldana xwe di pratîkê de bi xurtî nîşan da. Weke jineke ciwan li her qadê pêşengî kir, li ser şopa Şehîd Bêrîtan meşiya, di demeke kurt de bû fermandar, wezîfeyên girîng da ser milê xwe û bi serketî xizmet ji partiya me û gelê me re kir; bû fermandareke YJA Starê ya pêşeng. Bi pratîkên xwe yên serketî tecrûbeyeke mezin wergirt, di Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk de xwe kir pispor. Ji bo karibe li Bakurê Kurdsitanê gerîlatiyê bike timî xwe bi pêş ve bir, di vê daxwaza xwe de timî israr kir. Hevrêya me Delîla sala 2019'an weke milîtaneke PKK'ê ya pêşeng a bi felsefeya Rêber Apo xwe xemilandî vegeriya navenda gerîlatiyê û cihê lê ji dayik bûye Botanê. Hevrêya me Delîla ku ti carî rê neda dagirkerî, dagirkeran, xiyanet û nokeran, bi kelecaneke mezin li xaka Botanê ya qedîm gerîlatî kir. Di têkoşîna me de wezîfeyên girîng wergirtb, xizmeta fedaî ya ji şoreşê re mîrateya berxwedanê ya fermandarên me yên pêşeng Şehîd Mehmet Goyî, Serbest Goyî, Berxwedan, Bêrîtan, Zîlan û Sorxwîn bilind kir. Hevrêya me Delîla li Botanê tevî hevrêyên xwe derbên giran li dagirkeran xist, tevî şer her wiha bi hevrêtiya xwe ya xurt jî bû milîtaneke PKK'ê ya mînak. Hevrêya me Delîla fedaîtî û sekna di şer û jiyanê de ya Sara Tolhildan Goyî û Rûken Zelal di jiyan û şerê xwe de nîşan da, li dijî nokerî û xiyanetê bû navê berxwedan û erketinê, heta fîşeka xwe ya dawî şer kir û şehîd bû. Berxwedana bêeman a hevrêya me Delîla ya li dijî dagirkeran wê ji aliyê hevrêyên wê ve teqez bi ser bê xistin.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览573
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | موقع https://anfarabic.com/ - 05-02-2023
挂钩项目: 2
日期与活动
烈士
小组: 烈士
Cause of death: No specified T4 645
Military rank: No specified T4 708
No specified T3 81: 北库尔德斯坦
No specified T3 82: Şirnax
No specified T3 85: 北库尔德斯坦
人键: 军事
性别:
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئەڤین تەیفوور 05-02-2023
本文已被审查并发布( زریان سەرچناری )on05-02-2023
此产品最近更新( ئەڤین تەیفوور ):05-02-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览573
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,515
图片 106,561
书籍 19,265
相关文件 97,086
Video 1,385
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!