图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,360
图片 105,645
书籍 19,140
相关文件 96,355
Video 1,306
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Kurteyek ji dîroka Mukrîyan
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Kurteyek ji dîroka Mukrîyan

Kurteyek ji dîroka Mukrîyan
$Kurteyek ji dîroka Mukrî yan$
#Kakşar Oremar#
Kurdistana Mukrî yek ji navendên çalak û bajarvaniya Kurdistanê ye ku bi axa xwe ya dewlemend û deştên çerandinê yên tije ber ji herêmên avedan ên Îranê û bi av û hewaya xwe ya dîmenên dilkêş ên xwezayê ye
#Mukriyan# li Kurdistanê herêmeke naskirî ye ku navenda wê Mahabad an jî paytexta komara sala 1946’an a Kurdistanê ye. Yek ji deverên ku serhildanên siyasî lê çêbûne û nasnameya kurdan a neteweyî deyndarê wê xebata jin û mêrên herêma navbirî ye. Di qadên civakî, aborî û siyasî Mukriyan yek ji herêmên berçav li Îranê ye. Ji bo wê jî siyaseta dewletê (ji dema Sefewiyan heta roja îro) li dijî avedanî û pêşketina wê herêmê bûye.
Bi kurtî dîroka herêmê wiha ye: Kurdistana Mukrî yan jî welatê Mukrî herêmeke li rojhilatê Kurdistanê ku ji bakur bi derya Ûrmiyeyê û Selmasê (Şapur), ji başûr bi herêmên Pişder û Sinendec, ji rojava bi Şarezor (Zul) û ji Rojhilat jî bi deştên Efşar û Miyanduaw ve hevsinore. Sînorên sirûştî ên herêma Mukriyan ev ên jêrin: Li bakur gola Ûrmiyeyê, ji başûr rûbarê Cexto, ji rojhilat çiyayên bilind ên Zagros û ji rojava jî deşt û zeviyên berfireh û bixêr yên Kurdistanê. Di dîroka çand û wêjeya Mukriyan de Îbrahîm Efxemî der heqê xwezaya Kurdistanê de bi zimanekî xweşik wiha nivîsandiye: “Li vê herêmê (Kurdistana Mukrî) sirûşt li hemberî mirov hakim û girêdana rêzeçiyayên bihevre girêdayî, îmkana hemû cûrên çalakiyan ji wan standine.
Rê yan jî cade bi bilindahiyên xwar û xîç û tije astengiyên çiyayan re li hev hatine û çiqas ku em ji rojhilat ber bi rojava ve biçin, zêdebûna hatin-çûyîna li herêmên bilind kêmtir dibe û rêvîngên ku ji vê herêmê derbas dibin wan zehmetiyên derbasbûna ji cihên bilind baş dibînin.’ Li herêmê ku wekî di dîtina yekê de weke cenetê tê ber çav, piraniya gundan di dilê çiya û deşt û herwiha di etmosfêrekî girtî de hatine çêkirin. Ev rewş jî bûye sebeba wê hindê da ku rûbarê malan kêmtir be an jî mal biçûktir bên duristkirin. Di nîva meha sibatê de ew befrên ku di dirêjahiya mehên payîz û zivistanê de serê çiyan girtine ji ber germa zêde hêdî-hêdî dihelin û piravbûna rûbar û ava gundan zêdetir dibe. Her wiha dibe sedema belavnebûna nifûs û gundiyan. Bi awayekî ku pir kem tê dîtin ku gundên wira hejmara malên xwe ji 30 malan derbas bike, lê niha carna hinek gund hene ku hejmara malên têde digehe 50-60 malan jî.
Heta ji ber bilindbûna çiyayan û xwariya wan ya zêde, çem an jî rûbar piranî di rêyekê de hereketê nakin û gundî nikarin bi qasî ku lazime ji bo karê çandiniyê sûdê ji ava wan rûbaran bistînin. Neçar ji bo avdaniya zeviyên xwe ji amrazên weke motorpomp, bîrên kûr û tiştên weke wan sûdê distînin û li deverên ku av zêde heye û derfetên karê çandiniyê ji cotyaran re çêkirine, hejmara nifûsa rûniştvanan jî zêdetir e. Hêşta jî reng û rûyê jiyana li wir ewqas nehatiye gûherandin ku mirov nekare ferqên mezin di navbera çînên civakê de li wira nebîne. Hinek gundî sê danên salê ji bo debara jiyana xwe li ser erdê feodal û dewlemendan kar dikin lê di dawiyê de jî ne xwediyê mal, jiyan an jî samanekî wisa ne ku bikarîbin salekê îdara xwe bikin!..
$Av û hewayê Mukriyan$
Ji taybetmendiyên av û hewayê van herêman havînên pir germ û zivistanên sar û qeşagirtî ne. Pîleya herî bilind piranî 5/38 li ser sifrê û carna jî ji wê derbas dibe û pileya herî kêm a ku hemû salê hatiye dîtin ku 20 pîle di bin sifrê de ye. Ev karê han dibe sedem ku erdê pirxêr û bêr yê Kurdistana Mukrî pir bedew û xweşik bê ber çavan. Bihar û zivistan demsalên herî dirêj yên vê herêmê ne. Pîleya herî bilind a germê di tîrmehê de û pîleya herî kêm jî di meha Befranbarê de ye. Navgîna germa salan e li vê herêmê 13/5 pile ye. Bi awayekî navincî 45 roj ji salê ji esman befr û baran dibarine ser erdê ku ev hejmar li deverên bilind yên ser sinor zêdetir dibe. Zêdebûna barînê li cihên cur bi cur û di demsalan de, ji hev cuda ye. Meselen piraniya baranê li Mahabad di mehên kanûn, sibat û adarê de ye. Ger li rojên bêbaran binêrîn aşkera dibe ku Mukriyan erdekî hişk û bêave û ev faktor jî bûye sedem ku hejmara nifûsê li herêmên wê ji hev cuda be. Yanî li hinek navçeyan zêde û li hinekan jî kê kes dijîn. Kurdistana Mukrî yek ji navendên çalak û bajarvaniya Kurdistanê ye ku bi axa xwe ya dewlemend û deştên çerandinê ên tije xêr ji herêmên avedan yên Îranê û bi av û hewayê xwe yê letîf û dîmenên dilkêş yên xwe, jin û mêrên wiha perwerde kirine ku di dirêjahiya dîrokê de ji parêzvanên fîdakar ên van sinor û welêt bûne.
$Emîr Şerfxan û Mukriyan!$
Bi nêrîna min şirove an jî îzaha ku cara yekê Emîr Şerfexan Îbn Şems Eledînê Bitlîsî di pirtûka Şefnameyê de kiriye, derheqa peyva Mukrî de durist nîne. Wî peyva Mukrî bi peyva ’mekirbaz’ ku di zimanê tirkî de tê wateya hîleger û sextekar şaş fam kiriye û Emîr Seyfedînê Mukrî wek kesekî hîleker û sextekar binav kiriye!.. Di dîroka Kurdistanê de Dr. Sidîqî der heqê peyva Mukriyan û koka wê de wiha nivîsandiye. Li gorî nêrîna mamoste Cemîl Rojbeyanî, Mukriyan ji du peyvên Mog (Mager an jî Magî) û Riyan pêk hatiye û çimkî di çaxê beriya îslamê de, agirdanaka mezin a Azergûşseb li Textê Silêman bûye û Yersan Moger û mezinên olî yên Zerdeştî di vê rêyê de hatin û çûyîna wê agirdankê kirine, ji ber wê jî ew wek “ Mog Rî Yan” yanî rêya hatin û çûyîna Mogan binav kirine ku piştre bûye Mukriyan.
Di vê der barê de nemir Husên Huzinî Mukriyan di dîroka Atroyat de dinivîse: “… Ev peyv ji Mehakariyan hatiye û weke diyar yek ji qebîleyên Aşûr-Mad bûne.(mimkûn e jî ku ev peyva Mahkariyan ji Mahdagî ’meha çiya’ hatibe ku li nêzî kela Qasimloyê ye û ji wan Medan re hatiye gotin ku li wira jiyane û wek Mahkariyan hatine binavkirin.) Der heqê desthilatdarên Mukrî de Şerfxan Ibin Şemsedînê Bidlîsî di pirtûka Şerfnamê, anku dîroka berfireh a Kurdistanê de wiha nivîsandiye.” Li ser navê hakimên Mukrî bi gotina mezin û feqiyên şerîetê koka hakimên Mukrî digehe qebîleya Mukiriye ku li herêmên Şarezor dijîn û li gor hinek gotinên din ên rast ji hakimên Baban hatiye. Wekî tê gotin kesek binavê Sêyfedîn ku mirovekî hîleker û kesekî durû bûye gelek ji eşîreta Baban, komek sultan û eşîretên din yên Kurdistanê li dora xwe kom û herêma Diryas ji tayîfa Çabqilo standine û herêma Dole Barîk û herêma Axtacî û Îltemor û Sildoz bi Diryasê ve girê dane û tayfên ku li dora wî kom bûne bi navê Mukrî hatine nas kirin. Di destpêla sedsala heştemîn a Hicrî de herêma Mukriyan ji bajarên jêr pêk hatibû: Oşneviye (Şino), Lacan (Pîranşar), Neqede, Ûrmiye, Sayîn Qela, Miyanduaw, Serdeşt, Bokan û Sawcbilax an jî Mahabad. Di çaxê hêriş, talankarî û desthilatdariya Megolan de piraniya xelkê van herêman hatine kuştin û di çaxê Ak Koyunlu û Kere Koyunlu kurdên Mukrî bi şer û lêdan hemû erdê xwe ji wan standin û alahelgir û qehremanê van serkeftinan Mîr Seyfedînê Mukrî bûye. Dr. Sidîqî nivîskarê pirtûka Kurd û Kurdistan di vê derbarê de wiha dibêje: “Mukrî navê yek ji tayfeyên kurd e ku sê tîre ne; Mengur, Mameş û Pişder ku li herêma Mahabad û Banê dijî û piranî karê çandinî û pezdariyê dikin. Di demên berê de hikûmeta Mukriyan di destên wan da bû û piraniya wan mêrên netirs û dilêrin û ji vê tayfê kesayetiyên mezin û navdar rabûne.”[1]
Azadiya Welat
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览397
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | موقع https://rewanbej.com/- 03-02-2023
挂钩项目: 3
小组: 文章
Publication date: 05-12-2014 (10 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 文化
书: 地理
书: 历史
文件类型: 原文
普罗旺斯: 东库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 03-02-2023
本文已被审查并发布( زریان سەرچناری )on03-02-2023
此产品最近更新( ئاراس حسۆ ):03-02-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览397
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.1185 KB 03-02-2023 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,360
图片 105,645
书籍 19,140
相关文件 96,355
Video 1,306
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!