$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Devran Rûbar
Nav paşnav: Mûrat Maysan
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Melîha-Fettah
Dem û cihê şehadetê: Îlona 2020 / Botan
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Devran li Wanê ji dayik bûye û helwesta exlaqî û polîtîk a gelê me yê Wanê ya ku berdêlên mezin daye tevgera me ya azadiyê bandoreke mezin li ser heval Devran çêkiriye. Ji ber ku ji derdora wî mirov tevlî nav refên me bûne û şehîd bûne, vî tiştî meraqek bi heval Devran re çêkiriye. Heval Devran hatiye ser vê fikrê ku divê tola gelê me yê ku qetlîam li ser tê kirin, were stendin û di sala 2015’an de tevlî nav refên me bûye. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi perwerdehiyên sereke dest bi gerîlatiyê dike. Di demên destpêkê de piçekî bitengije jî bi piştgiriya hevalên xwe zû adapte dibe. Jiyan û rêhevaltiya gerîla li ser wî bandoreke dike û ew jî êdî wekî kirdeyeke vê jiyanê bi awayekî çalak tevlî vê jiyanê dibe. Heval Devran di nav refên me de bi ked û hewldana xwe nirx afirandiye. Heval Devran taybetiyên xwe yên saf û paqij bi taybetmendiyên milîtanî yên Apoyî kiriye yek û wî xwe wekî berpirsyarê azadiya Rêbertî û gelê me dîtiye. Wî tevlêbûna xwe ya li ser esasê hestiyariyê roj bi roj vegurandiye tevlêbûneke polîtîk û biryardariyê. Wî xwe bi paradîgmaya Rêber Apo perwerde kiriye û tevlêbûneke îdeolojîk pêk aniye. Piştî ku di warê îdeolojîk de xwe perwerde kiriye, çûye akademiyên leşkerî. Bi performanseke bilind tevlî perwerdehiyên li akademiyan bûye û di perwerdehiyên leşkerî de bûye pispor û gerîlayekî Modernîteya Demokratîk. Li Bakur şerê li dijî dewleta Tirk a qirker û gerîlatiya li Bakur xeyalê hemû gerîlayan e. Pêşniyaza heval Devran tê qebûlkirin ku biçe li Bakur şer bike. Bi gerîlatiya xwe ya li Bakurê Kurdistanê bi çalakiyên xwe polîtîkayên qirkirinê yên dijmin kiriye. Heval Devran bi dilsoziya xwe ji bo hemû hevrêyên xwe bûye mînak û wê her dem pêşiya me ronî bike. [1]