$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Gulbahar Çirav
Nav paşnav: Zozan Şalci
Cihê jidayikbûnê: Sêrt
Dayik-Bav: Behiye-Remzî
Dem û cihê şehadetê: Îlona 2020 / Botan
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêya me Gulbahar li nava malbateke gelê Ermen ku yek ji gelên qedîm ên Kurdistanê ye, li navçeya Dihê ya Sêrtê ji dayik bû. Têkoşîna azadî û hebûnê ya rewa ya gelê Kurd ji nêz ve nas kir, ku mîna gelê xwe yê Ermen dibe hedefa êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a mêtinger. Hevrêya me Gulbahar her ku têkoşîna me ya hebûn û azadiyê ya bi pêşengiya PKK'ê tê meşandin nas kir, hîn bêhtir kete bin bandora têkoşînê. Baweriya xwe bi felsefeya jiyan û hevgirtina azad a gelan anî ku xwe dispêre perspektîfa Neteweya Demokratîk a Rêber Apo û gihîşt wê têgihiştinê ku bi vê felsefeyê êş û qirkirina li ser vê xakê wê bi dawî bibe. Jê bawer kir ku tenê bi têkoşîneke li ser vê bingehê gel dikarin azad bibin. Hevrêya me Gulbahar ku hêzên me yên gerîla berê nas kir û kete bin bandora jiyan, têkoşîn û hevrêtiya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê, dis ala 2013'an de beşdarî nava refên gerîla bû.
Piştî ku tevlî nava refên gerîla bû navê yek ji fermandarên efsanewî yên Botanê Şehîd Gulbahar Gulhat li xwe kir û ji bo bibe hêjayî Rêber Apo û hevrêyên me yên şehîd gelekî hewl da. Di demeke kurt de hînî jiyana gerîla bû û bi taybetmendiya xwe ya kedkar û fedakar li her qada jiyana gerîla şareza bû. Hevrêya me Gulbahar ku di heman demê de hevaleke jîr û jêhatî bû di mijarên leşkerî û îdeolojîk de jî xwe bi pêş ve bir. Hêrsa xwe ya li dijî dijminê qirker xwe bi pêşvebirinê bi rêxistin kir û li benda wê kêliyê ma ku derbê li dijmin bixe. Hevrêya me Gulbahar ku bi rengekî hevgirtî nêzî karên şoreşê bû tevlî her karî bû. Bi taybetî weke gerîlayeke YJA Starê rola xwe ya pêşengiyê ya di şer û jiyanê de dît, hewl da sekneke li gorî vê yekê nîşan bide. Ji bo vê jî zanî bû ku divê xwe ji aliyê îdeolojîk ve şareza bike. Lewma girîngiyeke mezin da perwerdeyê û her kêliya jiyanê ji bo xwe kir qada perwerdeyê. Piştî ku dijmin ji sala 2015'an û pê ve li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û gelek qadan dest bi êrişê kir, li herêma Zapê cihê xwe di nava şerê dijî dijmin de girt. Di vê pêvajoya şer de bi wêrekî û morala xwe bû mînak ji hevrêyên xwe hemûyan re û pêşengî kir. Beşdarî gelek çalakiyên êrişê yên li dijî dijmin bû û di wergirtina encamên serketî de tevkariyeke girîng kir. Di vê pêvajoya şer de 2 caran birîndar bû, lê tevî vê yekê jî li gorî kesayetiya xwe ya têkoşer gav bi paş ve neavêt û bi topeyeke hîn bilintir, bi rêbazeke hîn encamgir, bi hêrseke hîn mezin careke din berê xwe da eniyên şer. Hevrêya me Gulbahar ku demeke dirêj fermandarî kir, xwest tecrûbeyên xwe yên di şer de wergirtî li Bakurê Kurdistanê bixe meriyetê. Hevrêya me Gulbahar ku kûrbûna xwe hemû li ser vê bingehê bû, demekê perwerdeya fermandarbûyîê wergirt û weke fermandara herêmê derbasî qada Botanê bû. Hevrêya me Gulbahar ku haya xwe ji mîsyona xwe ya li Botanê hebû, her tim da ser şopa fermandarên pêşeng ên Botanê Adil, Gelhat û Gulbahar Gulhatan û bi biryar tevgeriya ku têkoşîna van hevrêyan bi serketinê tacîdar bike. Ji bo vê jî timî dijmin şopand û li benda wê kêliyê ma ku derba mezin li dijmin bixe. Tevlî gelek çalakiyên serketî bû, ew koordîne kir û wezîfeya xwe ya fermandariyê bi rengekî serketî bi cih anî. Di têkiliyên hevrêtiyê de ji dil û xwezayî bû û bi saya vê taybetmendiya xwe bandor li hemû hevalan kir. Li çiyayên Kurdistanê ku bi îdîaya bibe jineke azad hat, di her kêliyê de bi rengekî azad jiya û têgihişt ku azadî bi parvekirinê bi wate dibe. Bi vê têgihiştinê di jiyana komunal de bi israr bû û pêşengî kir. Weke jineke Ermen a esîl û berxwedêr, xwe gihand azadiyê, kesayetiya Apoyî ya enternasyonalîst û bi têkoşîna xwe cihê xwe di nava dîroka azadiyê ya jin û gelên Rojhilata Navîn de girt. Armanca herî mezin a hevrêya me Gulbahar hevgirtina azad a gelan bi taybetî jî gelên Kurd û Ermen bû. Em soz didin ku em ê vê hevgirtinê û Neteweya Demokratîk a Rojhilata Navîn bi cih bînin.[1]