$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Mûnzûr Zîlan
Nav û paşnav: Îbrahîm Nasir Bayar
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Navê dê û bav: Solmaz - Abdullah
Dîrok û cihê şehadetê: Tîrmeha 2022’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Mûnzûr di malbateke welatparêz a Cizîra Botan de hat dinê, li hemberî hemû zext û qetlîamên dijmin ti carî ji sekna xwe ya jiyana bi rûmet tawîz neda û berdêlên mezin dan. Ji ber ku malbat û derdora wî tevlî nava refên gerîla bû û li yek ji navendên têkoşîna me ya azadiyê ya weke Cizîrê jiya, ji biçûkatî ve partiya me PKK bi awayekî xwezayî nas kir. Ji ber ku ew li Cizîrê mezin bû ya ku serhildana yekem lê pêk hat û mîlîtanên pêşeng ên gel ên wekî Binevş Egal lê têkoşiyabû, ew bi çîrokên qehremaniyê mezin bû. Di ciwantiya xwe de êdî wî rastiya dijmin fêm kir û dît ku partiya me PKK çawa li hemberî vê rastiya dijmin şer dike. Di ciwaniya xwe de bi gelek hevalên xwe yên weke xwe re, di hinek qadan de tevlî têkoşînê bû û li hemberî êrîşên dijmin ên li dijî gelê me pêwîstiya xweparastinê fêm kir. Ji ber vê jî tevlî yekîneyên xweparastinê bû. Ji rojên xwe yên ewil ên di van yekîneyên xweparastinê de, bi wêrekiya xwe ya bilind û kesayeta xwe ya afirîner beşdarî gelek xebatên krîtîk bû û ev xebat bi awayekî serkeftî bi encam kiriye.
Hevrêyê me Mûnzûr ê ku di dema ku dijmin li Cizîrê li dijî gelê me komkujî pêk anî, ji bo xebateke cuda li cihekî cuda bû, poşman bû ku nekarî li gel hevalên xwe yên li hemberî dijmin li ber xwe bide. Her tim di bin bandora vê rewşê de maye û ev tişt kir sedema têkoşîneke xurttir. Şehadeta gelek hevalên zarokatiyê û pêkanîna komkujiyên li dijî gelê me hevrê Mûnzûr hîn bêhtir kişand nava têkoşînê. Dîsa êrîşên dijwar ên li dijî Şoreşa Azadiyê ya Rojava û komkujiyên li dijî gelê me yên li wir xeta têkoşînê ya hevrêyê me Mûnzûr diyar kirin. Hevrêyê me Mûnzûr ku li Rojava tevlî hêzên azadiyê bû, demeke dirêj li vê herêmê li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer kir. Bi tevlêbûna xwe ya çalak a di pêvajoya şer de, tecrube û pratîkeke girîng bi dest xist. Hevrêyê me Mûnzûr ê ku di aliyê bîrdozî de, di aliyê leşkerî de jî xwe bi pêş ve bir, xwest vê astê li dijî dewleta Tirk a qirker bike bingehê têkoşîneke bi bandor. Wî fêm kir ku cihê herî rast ji bo vê yekê çiyayên Kurdistanê ye.
Li ser vê bingehê di sala 2020’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû. Bi coş û heyecana mezin a gihandina çiyayên Kurdistanê ku ji zarokatiya xwe de hesreta wî hebû, bi lez û bez hînî çiya û jiyana gerîlatiyê bû. Hevrêyê me Mûnzûr ku di nava Hêzên Taybet de dest bi xebatan kir, ku weke cihê ku herî baş fedakariya xwe ya li hemberî şehîdan û hêrsa xwe ya kûr a li hember dijmin dibîne, di demeke kin de bi perwerdeyê re dibe gerîlayekî jêhatî. Wî di nava xebatên Hêzên Taybet potansiyela xwe baştir derxistiye holê. Hevrêyê me Mûnzûr ku azadî wekî armanc3en nû û gihandina van armancan diyar kir, her tim bi meşa xwe ya bi biryar a li ser vê rêya azadiyê di refên herî pêş de cih girtiye. Bi saya kesayeta xwe ya ku bi ti awayî tehemûlê têkçûnê nake, her karê ku dest pê dike bi serketî qedand. Hevrêyê me Mûnzûr ku di dema zehmetiyan de her tim bi saya zîrekiya xwe ya afirîner û pratîkî ya bilind li ber xwe da. Bi tempoya xwe ya bilind a têkoşînê û bi şêwaza xwe ya bibandor û kolektîf ve bûye namzetê fermandariya pêşeng. Ji ber vê sedemê ji aliyê hemû hevrêyên xwe ve dihat hezkirin. Dixwest li Bakurê Kurdistanê li dijî dewleta Tirk a mêtinger şer bike da ku tola hemû şehîdên me bi taybetî tola hevalên xwe yên şehîd ên zarokatiyê hilîne.
Dema ku dijmin li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşên dagirkeriyê pêş xist, wî xwest di eniyên berxwedanê de cih bigire. Dixwest ku kontrasyona xwe ya kûr a ku jiyabû li hemberî dijmin bixe nava tevgerê û bi taybetî jî piştgirî bide hevalên xwe yên di tunelên şer de li ber xwe didin. Hevrêyê me Mûnzûr ê ku fedakarî weke şêwaza jiyanê qebûl kir û di her kêliya jiyana xwe de ev tişt nîşan da û di êrîşa dijmin a li ser Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê de, bi şehadeta xwe nemir bû. Em hevrêyên wî em soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna hevrêyê me Mûnzûr dewrî me kiriye, bigihînin serfiraziyê û em ê xeyalên hevalên xwe bi cih bînin.[1]