Bibliotek Bibliotek
Søk

Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!


Search Options





Avansert søk      Keyboard


Søk
Avansert søk
Bibliotek
Kurdiske navn
Kronologi av hendelser
Kilder
History
Bruker samlinger
Aktiviteter
Søk Hjelp?
Publication
Video
Classifications
Tilfeldig element!
Send
Send artikkel
Send bilde
Survey
Dine tilbakemeldinger
Kontakt
Hva slags informasjon trenger vi!
Standards
Vilkår for bruk
Element Kvalitet
Verktøy
Om
Kurdipedia Archivists
Artikler om oss!
Legg Kurdipedia til ditt nettsted
Legg til / Slett e-post
Besøkende statistikk
Element statistikk
Fonts Converter
Kalendere Converter
Språk og dialekter av sidene
Keyboard
Hendige lenker
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Språk
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Min konto
Logg inn
Medlemskap!
Glemt passordet ditt!
Søk Send Verktøy Språk Min konto
Avansert søk
Bibliotek
Kurdiske navn
Kronologi av hendelser
Kilder
History
Bruker samlinger
Aktiviteter
Søk Hjelp?
Publication
Video
Classifications
Tilfeldig element!
Send artikkel
Send bilde
Survey
Dine tilbakemeldinger
Kontakt
Hva slags informasjon trenger vi!
Standards
Vilkår for bruk
Element Kvalitet
Om
Kurdipedia Archivists
Artikler om oss!
Legg Kurdipedia til ditt nettsted
Legg til / Slett e-post
Besøkende statistikk
Element statistikk
Fonts Converter
Kalendere Converter
Språk og dialekter av sidene
Keyboard
Hendige lenker
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Logg inn
Medlemskap!
Glemt passordet ditt!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Om
 Tilfeldig element!
 Vilkår for bruk
 Kurdipedia Archivists
 Dine tilbakemeldinger
 Bruker samlinger
 Kronologi av hendelser
 Aktiviteter - Kurdipedia
 Hjelp
Nytt element
Biografi
Azad Karimi
13-01-2023
شادی ئاکۆیی
Statistikk
Artikler 517,462
Bilder 106,116
Bøker 19,166
Relaterte filer 96,492
Video 1,307
Bibliotek
Norsk-kurdisk (kurmanjî) il...
Bibliotek
Ny i Norge; ordliste norsk-...
Bibliotek
Norsk nå!; ordliste norsk-k...
Bibliotek
Det som var vanskelig å lev...
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Zemanî Rojhat - Mehmet Yavûzel
Gruppe: Martyrer | Artikler språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Ranking element
Utmerket
Veldig bra
Gjennomsnittlig
Dårlig
Dårlig
Legg til i mine samlinger
Skriv din kommentar om dette elementet!
Elementer historie
Metadata
RSS
Søk i Google etter bilder relatert til det valgte elementet!
Søk i Google for valgt element!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Zemanî Rojhat - Mehmet Yavûzel

Zemanî Rojhat - Mehmet Yavûzel
$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Zemanî Rojhat
Nav paşnav: Mehmet Yavûzel
Cihê jidayikbûnê: Riha
Dayik-Bav: Emîne-Fethî
Dem û cihê şehadetê: 30'ê Gulana 2022 / Zap

$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Zemanî li navçeya Pirsûsê ya Rihayê li gundê Şewranê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Ji ber ku ji kevneşopiya malbateke dilsozê Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû, hevrêyê me Zemanî bi çanda welatparêziyê mezin bû. Ji ber vê yekê jiyan û armancên wî timî li dora tevgera azadiyê bû. Polîtîkayên dijmin ên ji bo asîmîlekirina gelê me û qirkirinê fêhm kir, destpêkê bi hestewarî jî be nerazîbûn nîşan da û li ber van polîtîkayan rabû. Bi demê re ev nerazîbûna xwe ya hestewarî gihand asta têgihiştinê û baweriya xwe bi wê anî ku polîtîkayên qirkirinê tenê bi têkoşînê dikarin bêne têkbirin. Hevrêyê me Zemanî li ser vê bingehê kete nava lêgerînan û destpêkê beşdarî hin karan bû, lê dît ku têkoşîna li nava sîstemê heta astekê ye û bersivê nade azadiya gelê me. Lewma xwest tevlî karekî bibe ku karibe hîn bêhtir têbikoşe û gelê me nêzî azadiyê bike. Hevrêyê me Zemanî bûyerên li derdora xwe ji nêz ve şopand, bi rengekî rast şîrove kir û encam jê wergirt. Bi taybetî piştî ku çeteyên DAÎŞ'ê êrîşî Kobanê kirin, trajediya gelê me ji nêz ve dît û vê yekê zelal kir ku hevrêyê me Zemanî di kîjan astê de têbikoşe. Gihîşt wê baweriyê ku faşîzma DAÎŞ'ê ya ku bi komkujiyan û rêbazên nemirovane êrîşî gelê me dike û dewleta Tirk a qirker ku piştevaniyê ji DAÎŞ'ê re dike, tenê bi rêya têkoşîna çekdarî dikare bêne têkbirin.
Ji bo vê jî sala 2015'am tevşô mava refên Şoreşa Azadiyê ya Rojava bû û hewl da bersivê bide pêwîstiya azadiyê ya gelê me. Piştî demeke kurt a perwerdeyê cihê xwe li eniyê girt û bi biryardarî û wêrekiyeke mezin li dijî çeteyan şer kir. Hevrêyê me Zemanî ku aliyê wî yê leşkerî timî li pêş bû, bû xwedî pratîkeke serketî û mînak ji hevrêyên xwe re. Di pêvajoya şer de tevî ku bi giranî birîndar bû, ji têkoşînê bi gavekê jî vengeriya. Bi tecrûbeyên ji şer wergirtî ji bo şerê me yê azadiyê hîn bi encamgirî bimeşîne gihîşt wê baweriyê ku divê her şervan di perwerdeya pisporiyê re derbas bibe. Ji ber vê jî ew bi xwe tevlî pêvajoyên perwerdeyê bû û bû gerîlayekî profesyonel. Dûre jî tevlî hin karên krîtîk bû û di pêşvebirina şerê me yê azadiyê de bû xwedî kedeke girîng.
Hevrêyê me bi kedkariya xwe ya li nava jiyanê, bi sekna xwe ya fedakar û bi afirîneriya xwe ya di her karî de bû mînak ji hevrêyan hemûyan re. Pitşî vê pratîka serketî hevrêyê me Zemanî têkoşîna hevrê Zinar û Doga lêkolîn kir ku fermandarên me yên fedaî ne û kete bin bandora têkoşîna van hevrêyan. Mîna van fermandarên me wî jî dixwest xwe di nava azadiyê de bihelîne û bi vê kûrbûnê tevlî nava rêxistiniya Hêzên Taybet bû. Hevrêyê me Zemanî ku heta dawiyê dilnizm bû, tevî ewqas serketinên bi dest xist, timî xwe li pêşberî şehîdan û Rêbertî kêm didît û hewl dida hêjayî wan bibe. Navê pismamê xwe Zemanî (Mehmet Yavûzel) li xwe kir, ku hevrêyê me Zemanî di pêvajoya berxwedana xwerêveberiyê de li jêrzemînên li Cizîrê ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve bi hovane hate şewitandin û şehîdxistin. Di şerê azadiyê de bi enerjiyeke bêdawî têkoşiya û pêşengî ji hevrêyên xwe re kir. Li hemberî êrişên dagirkeriyê yên dijmin ku li rojavayê Zapê da destpêkirin, hevrêyê me Zemanî cihê xwe di nava komên destpêkê de cih girt ku dest li dagirkeran werdan û mîna hevrêyên xwe yên din derbên giran li dijmin xist. Hevrêyê me Zemanî ku mînaka durustî, jidilbûn û wêrekiyê bû, di vî şerî de bi rengekî çalak û fedaî şer kir û bû yek ji milîtanên pêşeng ku xeta şer diyar kir. Li deşta Pirsûsê ma û da ser şopa ji kadroyên pêşeng û efsanewî yên partiya me PKK'ê hevrê Zemanî (Mûstafa Gezgor) û herdu hevrêyê me Zemanî bûn ew leheng ku destpêkê ciwanên Pirsûs û Riha hemû ciwanên Kurdistanê ji xwe re bikin mînak. Bi vê taybetmendiya xwe cihê xwe di dîroka têkoşîna me de girtin.[1]
Dette produktet har blitt skrevet på et språk (Kurmancî - Kurdîy Serû), klikk på ikonet for å åpne elementet på originalspråket!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dette produktet har blitt sett 347 ganger
HashTag
Kilder
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | موقع https://anfkurdi.com/ - 23-01-2023
Koblede elementer: 1
Datoer & Events
Gruppe: Martyrer
Artikler språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Cause of death: No specified T4 645
Kjønn: Mann
Military rank: No specified T4 708
Nasjon: Kurd
No specified T3 81: Nord Kurdistan
No specified T3 82: Ruha
No specified T3 85: Nord Kurdistan
Person type: Military
Technical Metadata
Element Kvalitet: 99%
99%
Lagt inn av ( ئەڤین تەیفوور ) på 23-01-2023
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 24-01-2023
Dette elementet nylig oppdatert av ( سارا ک ) på : 23-01-2023
URL
Dette elementet i henhold til Kurdipedia er Standards ikke er ferdig ennå!
Dette produktet har blitt sett 347 ganger
Attached files - Version
Type Version Redaktørnavn
Photo fil 1.0.129 KB 23-01-2023 ئەڤین تەیفوورئـ.ت.
Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Bibliotek
Et nettverk av førstehjelpere i det minelagte Nord-Irak - Et spørsmål om liv eller død
Bibliotek
Min drøm om Kurdistan – Værd at kæmpe for?

Actual
Bibliotek
Norsk-kurdisk (kurmanjî) illustrert ordbok
24-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Norsk-kurdisk (kurmanjî) illustrert ordbok
Bibliotek
Ny i Norge; ordliste norsk-kurdisk sorani
23-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Ny i Norge; ordliste norsk-kurdisk sorani
Bibliotek
Norsk nå!; ordliste norsk-kurdisk sorani
23-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Norsk nå!; ordliste norsk-kurdisk sorani
Bibliotek
Det som var vanskelig å leve med
21-03-2020
ڕێکخراوی کوردیپێدیا
Det som var vanskelig å leve med
Biografi
Gelawesh Waledkhani
03-04-2022
شەرارە شەمامی
Gelawesh Waledkhani
Nytt element
Biografi
Azad Karimi
13-01-2023
شادی ئاکۆیی
Statistikk
Artikler 517,462
Bilder 106,116
Bøker 19,166
Relaterte filer 96,492
Video 1,307
Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Bibliotek
Et nettverk av førstehjelpere i det minelagte Nord-Irak - Et spørsmål om liv eller død
Bibliotek
Min drøm om Kurdistan – Værd at kæmpe for?

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| Kontakt | CSS3 | HTML5

| Page generasjonstid : 0.25 andre!